Di ser hatina dayîka hevalên min re du hevte derbaz bû. Ew ji bona
dîtîna zarokên xwe û der û cîranan hatibû. Ez bi hatina wî hesîya bum,
le
ji ber tunebuna demê min neçûbûm dîtina wê. Herwaha pistî çendekî di ser
de
derbasbû, ez rabûm min ji bona wê dîyarîkî kirî û ketime re ya mala
hevale
xwe ku herin
dayika wî bibînim.
Rewîtîya min a tirenê bi qederî seetekî domand û ez gihestim berderî yê
hevalê xwe û dura min li zengilê derî da ku wê derî ji min re vekin. Bi
qederê midekî kin dûra derî vebu û min le gel xwe keçika malê a herî piçûk
Rozerîna dit . Pistê derî vekirinê, min herdu milên xwe vekir kû ka ew
bikeve hemaza min.
Lê hinek sekînî û bi wan cavên xwe yê zêrîn li min mêzekir, wer xuya bû
ji
guhertinên di rû û xisletên min de çêbûbû ez bas nasnekir. Mad
ma, û li çavên min nihêrî. Ez lê vegerîyam û min got:
Rozerîna ka were hembeza min.
Hinekî li rûyê min niherî û bi nêrînê ra xwe avête hemeza min. Min jî ew
ru û ruçikên wê ye sêrîn û delal kir nava levê xwe û maçkir. Pêra bi destê
min girt û min ber bi odeya mêvanan bir û dûra vegerîya ser bapîra xwe û
got: pîro ev mîre, yanê navê wî mîre û hevalê bavê min ê herî can bû. Bi
nasandina Rozerîna ra min û yadê li hev pirsî û dura min destê wê maçkir.
Wê jî sere min da ser singê xwe û wekî zaroka xwe ya helal dest bi suyê min
re bir û hemêz kir. Bi rastî ev nezîkbûna yadê ji bona min bi bû sedemên
kefxwesîyê. Jiber ku ev benc salên di jîyana mina penaberîye da ez rastê
germahî kî bi vê rengê nehatibûn û nejî bibûm sahid.
Ji ber dereng çuyîna dîtina wê min jê lê borîna xwe xwest.
vêca
Yadê li min vegeran û waha got.
Qurban! Lawîkê delal ne pêwiste ku tu behsa dereng hatina xwe bike.
Zarokan ji min re behsa þert û mercên tu têdaye kirin. Hema tu ji, ji bonî
min wekî kurê minê Bisar e û ji îro peda jî tu zaroka mi na heftemî ne.
Li ser wan gotinen yadê ez mad û cemîdim. Ne ma ku xwe bileqînim. Kelecana
min li nava hevket û min bi hemû hêz û xûngermî bala xwe da bû ser
axaftinê yadê. Ew her peyvê ji nav her du lê vên wê berjêr dihat jibonî
min balkês û wetedar û li ser termên min tesîrekî bêhempa çêdikir. Min lê
yadê
vegeran û got:
- Ez îro tu gotinan nakim.
-Cima kurê min?
Yadê, min bêrîya axaftinên bi vî rengê kirî ye û ev pênc salên ez ji van
axaftinan durim. jiber wêye ku min ji bonî xwe birya ra ne axaftine day
e.
-Bas e, ezê ji te ra behsa bîranînên xwe û welatên me bikim.
Belê, li te gohdarim.
Yadê dest bi axaftina xwe kir, lê di berdawamîya axaftina yadê da min
cavê xwe girti bu û ez çubum gundekî pçiuk le ber qontarên çiya.
Di oda mêvanan da bi qenderê bîst mirov li hev civîyabun. Ji ber demsal
zivistan bu, kevanî ya malê sobe hildi da û li ser sobeyê ava ku di
dermîkta bi ava kî xuse xus dikelî ya. Kevanî ya malê ji bonî mîvanan
hinekî
toraq û runên malê li nav hev dabu û tevê nanê tenurê sifra xwarinê amade
dikir.
Lê li hêlên din jî ew cimieta ji bîst mîrovan pek dihatin di nav hev da
diaxifin û ji nava wan axaftvanan yekî ji cimiêtê bê dengî xwest ku bal
bîkîsîne ser mijarek mihîm. Belê mirovên li wî odê bêdeng mabu û
hemûyan guhdarê wî mirove dikir.
Peyva Wi ya yekem Mem , ya duem Zîn, ya sêyem destan, ya caran Bekir-beko,
ya pêncan jî Mir Zeynedîn bu..
Evîna Mem û Zînê hine kî bigotin anî ziman û dura vegeran bi sitran
berdewam kir.
Ji tu kese kî deng dernedikêt û ne dihat. Bi her du goh û bi baldarî kî
mezin li wî mirove gohdar dikirin. Mijar dîyar bu, wetaya mijarê hebû û
axaftvan jî di axaftina xweda gelek zîrek û bi rek û pek bû.
Axaftvan hêdî hêdî êdî ber bi xilas bu na destana Mem û Zînê dihat. lê
pesiya ku destanê biqedîne di dawîye da waha digot.
Zîn diçe zindanê û Memê di rewsekî xirabda dibinê, dest û lêngêm Mem di
zincîrandaye û ew rews dilê Zînê xemgîn dike û xwe nagire pêra digrî û xwe
nêzikî
wi dike û destên wi ji zinciran vedeke û dûra waha dibejê.
"Lewre vekirin me qeyd û zincir
Rabî bi me re biçine pês mîr
Sahib keremek, xwedan eta ye
Zilla wî siha perî homa ye
Vêkdane ji bo te yar û ehbab
Hazir kirine besat û esbab
Sabit qedeme li de weta te
Rû daye te bext û dewleta te."
Belê...
Cavên min hîne girtî bu û ez wekî daketibum xewa mirîn ê. Lasê min cemîdî
bû û pircên le bedenên min bi bu wekî pirca sûjî, ronîkên cavê min nema
didît û rihê min li wî gundê piçûk le ber qontarên çîya ma bu lê bedenen
min
li mala hevalê min li kelaka yadê bu.
Di hecandinek ra ez ji xewa bê terîh ji nuva veniciqîm jîyanê.
Yadê bi ser min da wegerî ya û got...
Kurê min, tu li min gohdar dikî?
- Belê yadê, li te gohdar im
-Na. na, wer xuyaye, tê li min gohdar nedikir!
-Na yade min gohdar dikir.
- Bas e. kurê mîn ka min behsa cidirkir hinekî li min vegerîn e.?
- Te, te behsa Mem û Zînê dikir.
Waweylê Waweylê minê, got: Te li min godarî nekirîye. Ya din jî min hîn
behsa
Mem û Zîn nekirî ye, le ger tu bixwazî we eze behsa ve destane jî bikim.
- Na, ne hewceye min destana Mem û Zînê gohdarkir.
-Kurê min rewsa te bas na xwîye, ger tu jî bixwaze bira Bisar te bibe
nexwasxanê?
-Na yadê. ez gelek basim û min xwe ji nuva dît.
Cawa kurêmin, te çidît?
-Dinava van penc salên min li vî welatê xerîb da min ji xwe, ji germahîya
xwe, ji hêstên xwe gelek tist wendakir anjî ji min hatê dizîn lê bi dîtin
û nasandina te ra min xwe ji nuva naskir û vegerîyam ser kozên xwe. Di
sehsîya ta teda, min dayika xwe dît û ez çum gunde piçuk ê ku li ber
qontarên çîya û min hudarî destana evîna Mem û Zîn kir.
Kurê min, bi xwedê rewsa te xetar e, ka destur bide ku bira zarûk herin
doxtorek bînin.
Yadê, tu bawerkî ez basim û min doxtore xwe jî dîtî ye.
Te got çi?
Doxtor, min doxtorê xwe dît û doxtorê min tu bixwe yî.
Lawuko. Min tu tist ji te fêm nekir, le bira disa ji wekî te be.
Ez bi awakî lez rabun ser milan û min got. Yade peyvên le bate, têra sed
nexwesê mîna min dikê- her gotinek te ji bonî min derma ne, her
mezekîrinek
te ev bede nê min ê sar û cemîdî germ dike.
Yadê, yadêêee min di ronînkên çavên teda dayîka nezin, dayîka kurdîstan
dît. Ronîkê çevên mîn herî duçu tarî dibu û nema dîdît, lê naha ji nû va
diçiris e. Saxên tirêjên tave bi ser minde jinuva vegerî ya.
Yadê...
Ez nexwes im
Tu doxtor e.
Ez xerîp û penaber îm
Tu ax û sitar e.
Ez bê sterk û tav im.
Tu siterk û tav e.
Ez di hebûnê da hatim tumekirin û ten ê
Tu, ji tunebûn û bêkesbûna min re bu hevî û heval
Ez di tarî û resahîyek da hatim fetisandin
Tu bu rohanî.... û ji baskên minên jikestî re quwet
Yadêeee. |
|