|
Bêrîvanê navê straneke nemir Tehsîn Taha ye. Em hemû gelekî nasê vê stranê ne. Bi salan e ku li ser zimanê me ye ev stran.
Em hemû vê stranê wekî straneke evîniyê dizanin. Lê di vê stranê de du rêzikên dawiyê balê dikêşe ser birîneke civakî ku belkî jî bi zimanekî nerm û şîfrekirî hemû êş û birîna kurdan derpêş dike.
Rêzikên dawiyê yên Bêrîvanê wiha ne: “Em ji tirsê qaîmtir în/ Em ji birsê qet namirîn.../”
Nemir Tehsîn Taha di vir de du birînên kûr ên kurdan derxistine pêş; Tirs û birs (birçîtî). Çimkî nemirî baş dizanî ku bi salan e xêrnexwaz û dijminên vî miletî ev milet her dem bi ‘têhna tirsê’ û ‘bêhna birsê’ terbiye kiriye. Bi tirsê kiriye kole...
Tirs, dijminê herî har û mezin ê mirovahiyê ye. Mirov tenê bi têhna tirsê tê qeydkirin û tê kontrolkirin. Tirs, navgîna herî bikêrhatî ya kontrolkirinê ye. Çeka herî xedar a zordestan e. Wan her dem em bi tirsê -heke gotin lê be-anîne ser ‘riya rast’ û ji ber vê tirsê bûye ku me çu carê nikaribûye bêhna xwe vekin. Her tişt bi tirsê hînî me kiriye û her dem serê me li ber vê tirsê hatiye tewandin. Şûrê herî dir û tûj ê wan tirs bûye. Me ji roja xwe dîtî ve ye siya şûrê tirsê ji ser serê me kêm nebûye. Heta ji vê tirsê bûye ku em newêriyan navê çiya, deşt û newalên xwe jî wekî ku me nav lê kirî bibêjin. Ji vê tirsê bûye ku me navê xwe ji bîr kiriye.
Li vî welatî çu carê ba û bagerên tirsê ji dil û mejiyê mirovan dûr neket. Ev tirs carina bû tirsa birsê, carina bû tirsa tunebûnê, carina bû tirsa talan û serkutkirinê, carina bû tirsa teqîn û kujtaran û carina jî bû tirsa tirsê bi xwe...
Li vî welatî her dem tirs û birs bi hev re hatin bilêvkirin û wekî nîr ew xistin stûyê me, wekî bizmêk ew kirine devê me; mejî û ruhê me pê kontrol kirin û em di bin siya tirsê de hiştin. Her cara ku me dengê xwe rakir, mircê (balyoz) tirsê bi ser serê me hate xistin û hemû xwezî û daxwazên me bi tirsê hatin xesandin.
Li vî welatî tirs û birs her dem bûne destebirayên hev û ketin şanikên me, heta ruh û atomên me jî belav bûn. Tirsa me ya herî mezin her tirs bi xwe bû, çimkî em ew çend hînî tirsê hatibûn kirin ku êdî em ji xwe bi xwe jî ditirsiyan. Baweriya me bi tirsê dihat lêdan...
Ji ber vê tirsê ye ku bi salan e em hev dixwin û ji hev jî ditirsin. Ji ber vê tirsê ye ku kengî em serê xwe rakin çavên me tijî tirs dinêrin, kengî em dengê xwe bilind bikin, peyvên me xwerû lerz in, kengî em evîna xwe der kin, hestên me hin dijwar in ku xwe ji xwe jî dihesidin...
Wekî nemir Tehsîn Taha gotî, êdî EM ‘Ji tirsê qaîmtir în’ û ‘Ji birsê qet namirîn’ Bêrîvanê, malwêranê, şirînê wey bêxudanê! Ji bîr nekin ku rûbirûbûna bi tirsê jehrkuja wê ye. Tirs bi tirsê mezin dibe û bi evînê pûç dibe. |