|
Tebinî: Xwedevanên hêja û xoþewîst! Ev çend hevokên jêrîn yên ku hun ê qasek din bixwîn in, bes çend hevokên ji xebata mina ji serhatiyên dilsoj yên keceke kurd e..Ev bû çar meh li ser vî cîrok ê dixebitim. Min navê vî xebata xwe danî "Navê min Narîn ê birayo" Min xwest ku hema bi kêmanî ez di keseyata Narîn ê de bal bikêþîn im ser rûyê duyemîn yê rojava. Rûyê ku nayê zanîn û di neynika wî de, wêneyê keserê vaþartiye. Forma em tev de dên û bala xwe bidine hevokên jêr yên ji hewara dilê keceke kurd pêk hatiye.
Rojek înê bû, dem piþtî berêvarê dihat e þeþ û nîva. Nicola mîna her rojên bihorî dîsa ji deriyê odê xûya bû û dîsa mîna her carê lîsta kinc lixwekirinê da destê min da ku ez herim qata kincan û bigor listê xwe bixemilînim û piþt re, herîm nik misteriyê xwe. Ez derketim qata kincan û min bigor lîstê xwe xemiland û mîna her carî di bin çerdariya du pasvanan de, ketin rê. Piþtî niv saetê me xwe gihan de ber deriyên ku ez hatibûm xwestin. Li ber deriyê avahî mêrekî navser ê xweþ lixwekirî û devliken ez pêþwazî kirim û pê re, bi dengeke zirav ji min xwest ku ez derbazî hundir bibim. Ez derbazê eywanê bûm. Zilamê rûgeþ ji min ve nêz bû, pê desteke min girt û em derbazî odeyeke mezin bûn. Ode pir xweþ hatibû xemilandin. Tabloyên hunerî û wêneyên ku bi destan hatibûn çêkirin, bi awayekî xweþ û dûzen li dîwarên odê hatibûn daliqandin û odê mîna bukeke xemilandî dida xûyakirin. Her wiha ode bi lempeyên renginî û sivik hatibû ronîkirin. Zilamê rûqeþ dîsa ji min ve nêz bû û ji min xwest ku bê ez ê çi vexweim. Bi teklîfa wî re, pêlên agirê dilê min gurr bûn û ez pê re giriyam. Rondik ji cavên min dibarîn û her û her zêde dibûn. Wisa dixûya ku mêrê rûqeþ rondikên ji cavên min noqî jêr dibûn dîtibû, lewre hinekî din jî ji min ve nêzê min bû û bi dengeke sivika tê de nîþana þewqetê hebû, sedemê giriya min ji min pirsî. Min berê bersiv nedayê, lê pir israr kir ku sedemê giriya min bizanibe. Min ji biryara sedemê girîna xwe da ku jê re bibêjim. Min jê re got bêyî ku ez hin tiþtan ji te re bibêjim, min pirsek heye û divê tu misoger bibersivîn e. Xwesteka min erê kir û min domand. Min jê pirsi ku ka gelo ewledên wî yê keç heye an na. Wer qasekî bêpejin di xwe de ramiya û dûv re rabû ji xwe re piyaleyeke þarab dagirt û piþtî çend qurm lê xist piyala di destên xwe de danî ser masê û bi yek hevokek bersiva min da "Belê ne yek du keçên min hene. Lê birastî min fêm nekir ku bê çima te pirseke wisa ji min kir" Min lêvegeran û got "Ne ji bo tiþteke, hema wisa hat ser zimanê min û min pirsî". Serê xwe hecand û nebaweriya xwe anî ziman û piþt re, ji min xwest ku em tev de li ser pelgeheke rûnên û bi awayekî baþ hevdû serwext bikin. Em li palgeheke rûniþtim. Bi rûniþtinê re, giriyê girika min bi tewayî dagirkir. Êdî ez ne bidengeke nizim, belê bidengeke bilin digiriyam. Ji ber ku ev ji heþt mehan vir de bûn, kesî min nedikir dewsa mirovan. Hema kincên min ji min dikirin û cestê min ê hêj ter didan ber gezan û li ser laþê min talanek bênimune digerandin. Bêyî xwesteka min bi min dilihîstin, kêfa xwe bi min dihanîn û piþt re, min bi bêhnên xwe diþandim oda min a diþîbiya gora miriyan. Belê ez ev heþt meh bûn miriyêk bûm. Miriyeke gerok, le mirî. Miriyeke bêxwedî û cestên wê bi destên rawirê xwedî hiþ û aqil dihate talankirin. Lê niha ev zilamê ku di rûyê wî de xweþi dihate xwendin ez ne mîna fahiþeyeke ji dera hanê didîtim, belê min dikir dewsa mirovan û wisa nêze min dibû. Ev nêzikayî û germahiya mêrikê rûqeþ, ji bo min di wateya ji nûve hatina dinê bû. Min wê gavê nas kir ku jiyan çiqas xweþ ê. Min lêvên xwe yên ku çilmisî ji hev vekir û ji bêhna xweþiyên jiyanê têr bêhn kêsan nav dil û hinavên xwe. Bi her bêhnek re, girêjiyên dil û hinavên min dagirkiribûn û min di xwe de difetisandin têkdiçûn û cihên xwe ji paxiþî û xweþiyê re dihêþtin. Gul û gulilkên çilmisî yên ku li gulbaxçeyê dilê min ji nûve dibiþkivîn. Kenên li ser lêvên min cemidîbûn xwe ji cemedê hildiweþandin û dîsa mîna salên min ê azad radibûn û liser lêvên min govênda dilxweþiyê girêdidan. Ez bi her awayî kêfxweþ û dilþad bûm. Bi dengê mêrikê rûqeþ re veciniqîm û min dît ku va ye fincaneke qefwê amade kiriyê û aniye daniye ser maseyek piçûk. Mêrikê rûqeþ, ji min xwest ku ez qefweya xwe sar nekim. Min ji cihê xwe firda û fîncana qehwê girt û da ber qurm û firên har.. Mêrikê rûqeþ wer bi du çavên matmayî li min û vexwarina min a qehwê temaþedikir. Min vexwarina qehwê kuta kir û fîncana di destên xwe de, firan dîwarên odê û fîncan bû hezar perçe û parî. Min di odê de, da beza kêfxweþiye û geh li wî alî û geh li vî alî baz da û pê re bû tîqe tîqa min û ez her û her keniyam. Di wê kelikê de reqs hate bîra min û min toqên li porê xwe vekir û avetê gorziyeke odê û dest bi reqsê kir. Porê min li ba dibûn û geh li alî rast û geh li alî cepê wer bê rawestan li bin gohên hev diketin. Mêrikê rûqeþ iþk pê milê min girt û min li ser pelgeheke da rûniþkandin. Çavên wî req vebibûn û dixwest fêm bikê ku bê gelo çi bi min bûye. Min wî di nav meranqan de nehîþt û gotinên xwe yên ji ber kêfxweþiyê, li pey her zêr kirýn.
-Mêrê rûgeþ ez jî mîna te însan im ne?
-Belê, bêguman
-Tu min fehîþeyeke ji derê hanê dibîne an?
-Na bêguman.
-Te got du keçên min hene ne?
-Belê
-Baþ e, heke rojek ji keçên te yek di kareke wisa de bixwebite tu yî çibikî?
-Bêguman ez ê ji bo rizkarkiran wê bixebit im
Dîsa giriyê ji ber bêkesbûn û sitûxwariya min xwe da tixûbê qirika min. Ez bi þewat giriyam û her ku diçû dengê girîna min berz dibû. Mêrikê rûqeþ bi du çavên tijî pirs û xemgîn, ji min sedemê girîna min pirsî.
-Min bav nîne, mêrê rûqeþ! Bavê min ev sê sal in ku miriyê û weke din keseke min jî nîne ku bi hewara min de were û min ji nav dest û lingên van gornebaþan û vî karê kiret xilas bike. Ez reven û porkura xwedê me mêrêêê rûqeþ! Ez gula hêj bi xweþiyên buharê þah nebûye û ji qurmên xwe hatiyê jêkirin im. Ez keça welatê jibîrbûyan Narîn, Narîn a navê welatê wê "qedexe û tune û bêkes" lê danîne bi xwe me. Ez qurbana çirûskên evîna dilê xwe me. Tu niha tedigihêje?? Fermo aha cestê min ji bo talana te amadeye. Fermo pêsirên min ji bo lêvên te amadeye. Fermo keziyên min ji bo bêhn kirina te amadeye. Fermo bihuþta min ji bo kêfa qamîþê te amadeye. Tu çi sekiniye mêre tîtal!. Ma ji te wet re ez tinaziyên xwe bi te dikim cî? Biaxife mêroooo!!!. Tika dikim, daxilê te me, heyran im hema yek gotineke bibêje " Bêje ku tu qehpikek ji berhem ên gerduna me mêrên xwedî hestên rawiriye. Tu nazdar û kubareke di buhara umrê de xwe bûyê qurbana pergalê gerduna me mêrên gemar" û piþt re min bide ber kêran, min kerî û parî bike, min bigirê û li bin gohên dîwaran bixe û serê min ji cestên min bifirîne. De hadê ez te bivîn im. De hadê ka hun mêr bûn, ma ev bêdengî karê wê mêra ye? Yan tu-hun tenê gava cestên hêj terin didin ber talanê, wê gavê mêrantiya we tê bîra we?. Nelet be, belê nelet be li mêraniyeke wisa. De hadê ka wan lêvên xwe ji bo peyveke bilîvîne û piþt re min bikuje û bavêje zeryayeke bê binî. Bila cestên min di zerya bê bînê de, ji bêhna we mêrên zînekar werê þuþtin. Ji bo bêhna we mêrên zinekar ji cestên min nefûre pozên jindarên genc û bila ji min re nebêjin ew qepikek bû, divê tu niha vê kêlikê min bikuje û min bavêje nav pêlên zeryayeke har. Netirse mêrê rûqeþ! ez ê qetla xwe li te helal bikim ku tu yî neçe dujehê.
Bi gotinê min ên dawî re, min dît ku va ye mêrikê rûqeþ rûyê xwe kiriyê nava herdû kefikên destê xwe û hur hur digirî. Wer qasikek rondikê çavên wî nerawestiyan û piþt re, xwe hinek da hev û ji min xwest ku ez hinek din jî behsa rabirdûya xwe jê re bikim. Min hema kurt behsa çîroka xwe jê re kir. Mêrikê rûqeþ axinekî kur kêsan û ji min xwest ku ez bi baldarî gohên xwe bidim ê. Min xwesteka wî erê kir.
-Ez mêreke bîme û du keçên min hene. Ev ji bo ku tu min nas bike, bese?
-Belê, jixwe ne hewceyê ku tu behsa jiyana xwe ya taybet bike.
-Na, divê tu jî zanibê ku heke min jin hebûya min ê te nexwesta nik xwe.
-Rast e. Û mêrê rûqeþ doman.
"Ez ê alîkariya ku tu kanibê xwe ji destên jinfiroþan xilas bike, bidime te. Lê reva te ji deriyê pêþîn ve ne mumkune. Ji bo ku tu bi silametî ji vir derkeve, tenê alî para avahî ewleye. Lê ji bo ku tu xwe bi silametî bigihîne ev bajar ê ku lempeyên vî vexistiye, divê tu bi kêmanî çil deqîqan bireve. Minxabin rê nîne. Tu yê di nav darên zeytunan de xwe bigihîne bajar ê Maînz ê. Di rêde netirsê. Ev daristana ku tu dibîne, ne daristaneke wisa gurrr û li sitûyên hev sarbûyiye. Tenê ji darê zeytûnan pêk tê. Lê bi van kincên li ser te tu nikarê bireve. Ji ber ku qasek berê hatina te ya vir, baran barî û niha er þilê. Solên penî bilîn ji bo reva li ser axeke þil nave. Ez ê þal û sol û kurtikek keça xwe ya piçûk bidimê te, wan li xwe bike û piþtî nîv saet ji ser cuyina te ya vir bihorî ez ê þuþa þerabê biþkênim û pê çîmek xwe bi dû cihan bilîndar bikim da ku dema min gazî pasvanan kir, bila þika alîkariyeke ji bo reva te neynin ser min. Ez ê ji pasvanan re bibêjim þuþa þerabê þikênand û pê min bilîndar kir û piþt re reviya. Em ê wisa bikin. Lê divê tu bê bêhnvedan bire ve, dibe ku gava bi reva te hesiyan ji bo te zevft bikin, bidine pey te. Û em ê ev kincên li ser te jî bikin kisekî û gava te xwe gihan de nêzî bajar, tu yê bavêje cihek û tu yê xwe berda bav bajar. Êdî tu yê ji xwe re, li bajar rêyeke bibîne".
Ji ber dilxweþiyê dilê min nama lêdida. Zimanê min kilît bibû û min nama dikaribû bilivin da. Min xwe bihel avêt e hembêza wî û min bi rondikên kêfxweþiyê spasî lê da. Merikê rûqeþ serê min ji ber sîngê xwe rakir û ez bi hezkirina bavek dam ber maçan. Bi destên xwe rondikên min pakir û ji min xwest ku ez lez bikim da ku hêj tevliheviyeke çênebûye, ji vir dûr bikev im. Mêrikê rûqeþ baz da odeyeke û bi þal û sol û kurtikek vegeriya. Min bi lez lixwekirin û mêrikê rûqeþ pê destên min girt û min ber bi pencereya alî rastê ve bîr. Pencere vekir û got "bifire. Ji bo azadiyê bifire, ji bo jiyaneke þad û dextewar û avzunkar bifire, bigihêje refên xwe û serhatiyên xwe yên dilsoj yeko yeko ji wan re bibêje da ku bila êdî kewek, nazdarek û nazerîneke mîna te nekeve defika van gornebaþan. Bifire kewa weletê jibîrbûyan, nazdara welatê qedexeyan, nazerîna sêwî. Bifirê, ji te re oxir be keça xweþ lihevhatî.
Birastî jî cawa ku mêrikê rûqeþ digot bifire, ez firiya bûm. Min xwe bi qenderê çavgirtin û vekirinekî de, li suk û kolan û sikakên bajar ê Maînz ê dît. Ez wê þevê ji ber kêfxweþiyê ranezam. Heke min bixwesta jî nedibû. Ji ber ku ciheke min kaniba serê xwe daniya ser û razama, nîn bû. Wê þevê hetanî beyana sibê wer bê raswestan keniyam û min xwe bi xwe listikên welatê jibîrbûyan lehîst. Bi beyana sibê re hinek li nav bajar geriyam û bi berêvarê re, hatim Garê bajar da ku ji vir jî biçûma nik kardara xwe ya xwediyê dikana berberiye. Lê li Garê dema min destê xwe evêt e pêrika xwe min nû nas kir ku min peradanka xwe jî bi tevê kincên xwe avêtiye û ez bê pera mabûn. Lê ne bêperebûn û nejî tu tiþteke din di xema min de bû. Min bes dixwest ku ez hema ji hewa paxiþ bêhnen kur bikêþîn im nava dil û hinavên xwe yên ku ji ber pêten agirê wê dojehê þewitibûn da ku xêzên þewatê jê paxiþ bikim. Cixare xwestina min a ji jina rengezer jî, ji ber kêfxwekþiyê bû. Lê dema ciwanmêr û pirêmêr, di ber min re dibihorîn tirsê dîsa rûyên xwe nîþanê min dida heta ku min te dît. Spas kekê! tu ji min re bav, bira, heval, ax, welat û giyane got û serê xwe ji ser çokên min rakir û ez dam ber maçên dilxweþiye. Wer qasek bi nêrineke watetijî li min nihêri û pê re bi destê min girt û em ji cihê xwe rabûn. Bi rabûnê re, destên xwe ji destên min vekêþa û bi awayekî lez dest bi revê kir, min ji da pey û em hatanî nav bajar wer bê bêhnevan reviyan. Di dema revê de, bihel diqeriya û digot "Gengê min bibihîzin! ez berê niha çend kêlikan hatime dinya yê. Rojbûna min îroye. Îro çardehê meha îlona duhezar û þeþan e. Hêêê darno, gulno, terenbelno, kevirno, mirovno ka destên xwe bavêjin pênûs û defterên xwe û binivîsin. Narîn îro jidayibûye, Narîn îro ji nû ve li jiyanê vegeriyaye û pê re kenên xweþiyê direþand hevirdorên xwe. Gava me xwe gihan Gara bajêr û em derketin qata diduyan cihê bilitfirotinê û me ji zilamê biletfiroþker xwest da ku biletên me yên ku me ji þeva bihorî ji bo xwe veqetandibûn bide me. Lê zilamê do rûyê xwe qerçimandibû, bi keneke xwes a germ biletên ji bo me amadekiribû da destê min, gava min xwest ez buhayê biletan bidimê, zilamê doh êvarê rûtirþ bû lê di wê kêlikê de rûqeþ dixûya, bi berkenîneke xweþ got " Ev herdû bilêtana diyariya me ya ji bo rojbûna Narîn ê ye, ji kerema xwe re bipejirînin" Piþtî gotin û diyariya zilamê rûken, Narîn ê hema li wê derê dest bi regsê kir. Hem lîstikên welatê jibîrbûyan û hem jî ji yên rojava bi awayekî xweþ û dûzen lihevdihanî û xweþ xweþ dilêhist. Di navek re min çavên xwe ji ser Narîn ê vekêþan û li dora xwe niherî, hevirdorên me ji boþahiya mirovan hatibû dorpeçkirin. Narîn ê listikên xweþ dilêst û mirovên li hevirdorê me kom bibûn jî ji bo wê li cepikan dida. Gava listikên Narîn ê kuta bûn, dengê çepikan zêdê û her zêde bûn. Me xwe berda qata bînî û tirena ku em ê lê sîwar bibûna li benda me bû, em li tirena xwe sar bûn û tiren birê kêtin. Narîn ê got, ez ê niha hinekî ji xewa kefxweþiyê tem bikim û pê re serê xwe danî ser çokên min û raza. Min jî dest bi serastkirina axaftina wê ya ku min bi rêya denggirtê tomar kiribû, kir. |