| |
| Eklenme Tarihi: 23.07.2005 Saat: 00:35 |
|
|
Sala bohorî bi pirosesa Yekitiya Avrupaye re, li tirkiyê di zagonanda hinekî guhertin pek hatin. ger ew guhertinan çiqas bi gorî xwestekên me nebin jî, lê hêlen wîya erenî hene û hindêk jî be bibû sedem û serbestîya fêrbûna zimanê kurdî . Pþitra li gelek bajêrên kurdistanê qursên taybet hatin vekirin. Lê iro yeko yek tên girtin. Sedemên van girtina ji di serî da piskireke aborî û tunebûna þagirtan e. her waha Gava van qursan dihate vekirin hemu partî, sazî u mirovên kurd dil germîya xwe dida niþan û ji bonî piþgirtîyê van qursan bikin jî biryarên xwe dida dîyarkirin.
Bê guman piþtî heþtê salî dura li Tirkî yê yekem car bû ji bona zimanê kurdi qurs dihate vekirin. Ev biserê xwe dinava hemu kurda da di bû sedemen kefxweþi yê. Le mixabin di qezenc û serkeftinên bi vî rengî besd bi kexweþî û þabûnê mirov nikare biparês e. Divê neye jibîr kirn , ku her qezenckirinek bi xuna hezar ciwan û bi ked û emegekia bê hempa tê bidestketin. Vêca lazim e kû em kurahîya wan peþketina bizanibin û wetayek bi dinê. Ger îro bi hemû hest û bawerîkî mezin em weta nedine van qezencana me bi desxistine, mixabin we pir ne cendekî din wana hemu yek bi yek ji deste me herin. Bi girêda yî van qursên hatibû vekirin jî îro yek bi yek te girtin. Ji qursên hatiye girti yek ji qursa edene ye û yê din ji bi seran ser qursa Amed, Batman, Riha û hwd nê ku hedi hedi ber bigirtinê re dic e. Bi gorî mudire qursa Amadê Suleyman Yildiz divê je, rewþa qursa ne baþe û ji destên bê eleqedarîye tirsa xwe tine ziman. Bi gorî Suleyman Yildiz ji sala par û hetanî isal 216 segirta sertifika girtin ê. Lê ev hijmar ji bonî bajarê amadê gelek kem e. Lê li helen din jî, li bajare Batmanê di du salan de bes 150 sagirt sertifika girtîy e.
Di vê babetê da bes siyasetmedar, birevebir û bi taybetî jî cîwanên DEHAPê ên kurd bestarê wan qursa bibana we ev bisere xwe bi ba ekolek ji bona zimanê Kurd î. her waha wê ev bastarî ye jî, bi xwe re wê dinava civaka welatparez da bi ba sedeme tesvîkbu ne. Lê mixabin di roja iroda em nikarin behsa wê rastîyê bikin û rewþa ku naha di ware ziman em te da ne jî bi yek gotin xetarî ye û gunekî mezin e.
Belê ev rastîya qursên taybe ê bi zamanê kurdî perwerde didi ne.
Lê wexta te rojevê jî hemu Kurd li her derê dixwazên xwe yên ji bonî perwerda ziman zikmakî tinîn ziman û bi giredayî vî dewlete Tirk sermezardikin.
Naha ne lazime di serîda em dewleta Tirk û hîn deverên din bikin mijara rexnên xwe. her waha kemasîye niha di ware ziman em tê da ne, ne hevceye ku em bikin situye yeke din û xwe bi vî renge jî bê gune bikin. Gotineki bapîrên me heye dibêje."Miletekî bê ziman weke mirovekî bê dil e". Çawa ku mirovek bê dil nikare bijî, miletek jî nikare bê ziman bijî. Ev yek ji bo kurdan jî weha ye.
Disa gotinek pêþîya me heye dibêje; "kurmên darê ne ji darê be wê dar her dem zîndi be". bele kurmê zimanên xwe jî em bixenin.
Gelek caran te dotin, zinmane me dewlemende û zû bi zû naye jibîrkirin. Bê guman, dewlemendîya zimanê me rast e. Zimanê Kurdî zimanekî arîye û pir lehceyên zimane kurdî hen e. Lehceyên bingehîn yê kurdi sê ne. Kuramcî, Soranî û Zazakî ye û her lehce bi rihekî cuda hatî ye hunandin. Herwaha ev rastîya û dewlemendîya zimane me ye. Lê wer xuya ye ku em bi wan rastîyê zimane xwe , xwe dixapînin û ji tenbelîyên xwe ra, re dibinîn. Bi vê awahî em gelek caran jî rastîya zimanê xwe û rastîyen dinya naha diwarê ziman tedanê nagrin ber çava û paþguh dikin. Bi giredayî we, rastîya dunê û peþketinên tenik û ilmî jî ji bir dikin. Bi peþketina teknîk û ilmer ra dunya roj bi îro û hedî bi hedî ber bi yek cand û zimanê ve dic e. Divê neyê ji birkirin ku bi pesketina teknolojîye ra wer xuyaye ku zimanê ingilizî di demeki nêz da, wê tesira xwe li ser hemu cand û zimanen din ên cur be cur bik e.. Zimanê ingilizi bi seran ser le hemu dewletan jî ji xwe ra bazarekî avakiri ye û li ser hemu zimanan xwediyê bondor û tesirî rê ye. Ji ber ve tesira zimanê ingilizî îro gelek dewletên Avrupî dinava tirs û xwe parastine da û hewldidin xwe ku zimanên xwe ji tesira zimane ingilizî piparêzin û biteqîm bik e.
Naha di vê bebate da rewþa zimanên me hin di telukeda ye. ji berku rewþa zimanên me bê seran ser gireda yî rewþa me ya siyasî naha em teda nê. Tê zanîn li dune em xwedîyen sitatukî fermi ninîn. Gava li dune sitatukî te tune be, vêca tu nikare zimaên xwe ji jî tesir û bandorîya zimanên beyani biparez e.
Di virda em xwedî ye sermaye kî milî jî nînin: Weleta me azad nine. Dibistan û zanîngehên me tune. Herwaha mirov dikare wahajî beje. îro zimenên me xwedî yê pazarê nin e. Yanê pazara zimanên kurdî tuney e. ya dinjî asteng, zor û zeftê naha bi destên deshilatdaran li ser zimanên me teye meþandin jî em bigrinî ber cavan xwe wê cage eme bi misongerî bigehijin tehlukeyen di roja îro da li ser Zimanên xwe jî..
Belê Ji ber wan hemu sedeman zimenên me ne wekî zimanê netewê din xwedî yê imkan û derfeta ne. Hejaya gotinê heye ku mirov bêje , îro hercuqas astengîyê dewleta li ser zimanên me hebe jî , lê hîn tþit di deste kurda de ye. Gelo em Kurd le gel van xemu asteng û zextên le ser zimenên xwe nikarin hindekj be xebat bikin? bi gorî bir û bawerîya min em dikarin hewlbidin xwe ku ji bonî pêþdebirina zimanê xwe hin tiþtên giranbûha bi afirînin û pêþbixin.
Ji bonî peþtebirina ziman cend peþnîyar...
a) Divê di serîda lazime her mîroven Kurd helwesta xwe li gel zimanên dayîke bi de diyarkirin û bi giredayî vî wetayek bidê zimanên xwe.
b) Divê Kurd zimanên Tirkî ji xwe re wek zimanekî beyanî bibîn e.
c) Divê Kurd hezkirin û xweste ka ferbuna zimanê xwe ji xwe re wek pirensibek jîyanê bi bin e.
d) Divê her malbat, komel, sazî û rexistinên kurdîstanî di peywendînyên xwe, karên xwe yên sîyasî û di her beþê jîyanê da bê gotin zimanên kurdî bikar bî nin
Bi rihekî Kurdistanî Birêz û Birêzan. |
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|