Ömer Dilsoz
Ömer DilsozMasûmiyeta wan deran
Mahmut Aslan
Mahmut AslanUyduruk gafil kişilikler!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİN“ASTUBAYKEN ER OLMAK“
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -13-
Cemil Bayık
Cemil BayıkÎstismara dîn
Günay Aslan
Günay AslanAjanda..!
Kakşar Oremar
Kakşar OremarÊşa Giran: Xwekujî...
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARKonferansa serkeftina kurdî
Ahmed Aktaş
Ahmed AktaşAzadiya Welat
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANAKP û Artêşa Tirk, Ji Bo Şerekî Nû Amadekariyan Dikin
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolBal
Cemo Devrim
Cemo DevrimÖlümü Yenenler...
Erkan Kobanlı
Erkan Kobanlı21.yüzyıl Prokrust'ları
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerKatliyam pilanlayanlar Barışı anlayamaz
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalSavaşın gölgesinde 1 Eylül’e giderken
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemÇeyrek asır
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEFETTUL-MÜNAFIK U KATİL-QERDOĞAN’IN PANZEHİRİ
Ahmet Dere
Ahmet DereŞERÊ GURC Û RÛSAN
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanBÜYÜK ARAMAK, BÜYÜK BULMAYA ÇALIŞMAK, BÜYÜK SAVAŞI DOĞURDU
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütOnursuzlar Lanetlenir
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞİMDİ DALMIŞIM
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Serbest Rêzan
Serbest RêzanRapora NY û xala 140 û vala derxistina iradeya gelê başûr
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarHasan ÇARÇELA: 3. Dünya savaşı
Hozan Dîno
Hozan DînoBitmeyen Yolculuk..!
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülBiz Erkek Değiliz İnisiyatifi
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
Veke çaviya dilî



Yazar Adı: Ömer Dilsoz


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 15.10.2006 Saat: 21:20

Bi wêrek be; veke çaviya dilê xwe da ku biherikin hemû rûbarên navê. Asê neke deravên dilê xwe bila ew biherikin bi sermestî. Xwe berde nav bêdengiya pêlên wî bila te bi nav xwe de bigevizîne.


Jê netirse, hêmin be, dil dizane ka ew çi dixwaze.
Veke hemû çaviyên dilê xwe da ku jê biherikin hemû his û pêjnên nava te. Jê birijin hemû tirs û gumanên li nav herzêla dilê te. Hêmin be, netirse ji xwe, piştrast be; guhdarî bike li tîn û vejenga kûrahiyên dilê xwe.

Ji bîr neke, dil çu carê naxapîne te...

Veke çaviyên dilê xwe bila tê re biherikin hemû kaniyên dilê te yên zelal. Veke çaviyên dilê xwe da ku ji serekaniya çavên te bizên avzêlên boş. Asê neke çaviya dilî, berde bila jê hilbavêjin pêlên kenê, sîpelên bextewariyê û rûbarên hezkirinê.

Ji bîr neke, dengê dilî tim rastiyê dibêje.

Bi xwe bawer be; veke hemû çaviyên dilê xwe bila jê bifirin hemû ah û waxên te. Jê dakute hemû dû û dûkêla janan, jê birene hemû jeng û zengara êş û kovanan, jê vemale hemû gilêşê keser û eleman...      

Ji bîr neke, dil her tim dûv rêgeha rast diçe.

Veke çaviyên dilê xwe da ku ava heyatê biherike nav demarên zeviya dilê te û avîn bibe bi evînê, çîlên xwe tê de berde tovê hebûnê; da ku lê aj bide hezkirin. Lê bibişkive hêviyên herî mezin, şadî û kêfxweşiyên herî masûmane, xweziyên herî pak û paqij...

Dilêr be; veke hemû çaviyên dilê xwe da ku tê re bimeşin hemû însan, dinya, gerdûn. Bila bikaribin lê hilbên hemû reng û dengên jiyanê, bêyî ferq û cudahî bikaribin lê binişin hemû xwedanruh û zindewar...

Netirse ji reng û dengên cuda. Ji bîr neke, dewlemendiya te ye hemû xweseriyên jiyanê. Hînî pêkverabûnê bibe, bêyî ku rûyê xwe tirş bikî bizanibe daqurtîne pariyên tal ên jiyanê. Bila vekirî bin her dem hemû dergehên dilê te.  Veke, erê erê heta dawiyê veke hemû çaviyên dilê xwe, bila tê re bibezin hemû xweziyên dilê te. Bi ya dilê xwe bike ji ber ku ew baş dizane ka çi dixwaze ji jiyanê.

Ji bîr neke, dil çu carê derewan nake.

Veke hemû çaviyên dilê xwe da ku ava evînê tê re biherike ser dêmistan û çolterên dilê te. Çimkî kilîlka hemû genc û xezîneyên jiyanê yên mişt dur, almas û gewher di kûrahiya wî dilî de veşartine. Wê kilîlkê ancax tu keşf bikî, rêzanê/a jiyana te her tu bi xwe yî. Veke çaviya dilê xwe û xwe berde nav dehlîz û herzêlên wê yên herî nepenî; tu dê bibînî ku tu xwedan şiyaneke gelekî xurt î û ji bilî te çu kes nikare bibe serdarê/a jiyana te...

Ji bîr neke, dilê te roniya riya te ye, tenê ya ji te re dimîne ew e ku tu bizanibî çaviya wî dilî vekî û xwe berdî binê çal û herzêlên wî. Veke çaviyên dilê xwe da ku li nav evînê bigevizî.

YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Masûmiyeta wan deran
·STEWR
·Têkiliya jêrhiş û xewnê çi ye?
·Dîmenên nadîde
·Ruhê evînê
·Li dûv pêjnekê
·Romanivîsên jin ên kurdî hene gelo?
·Ser çavan
·Nîveka gotinê
·Wek reftareke 'xweavêtinê' nivîs

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.115 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.