| |
| Eklenme Tarihi: 16.10.2006 Saat: 21:48 |
|
|
Ya rast, wek berdewama nivîsa min a yekem bi qasê ku ji dest min bê minê dom bikira li ser hûner û pêvajoya pêşveçûna wê. Lê belê pêdiviya bilêvkirina hin tiştên ku wek rojane tê jiyîn û kes li ser wan nasekine yan jî naxwaze bibîne ez neçar hiştim ku berê xwe bidim aliyeke din.
Gelo hûnera populer çima ewqasî dilkêş e û çima ewqasî zû dawî lê tê û vedimire. Berevajî hûnera rastîn; mirov meraq dike ka ev tevkujiya hûnerî ya ku ne li ser ti kedekê ye, nikare bêyî bersivdana pêdiviyên rojewextî bi wê de here, ti bingeheke wê ya akademîk nîne, ji rêgez û distûran bêpar e û li gorî firaqa dikeviyê dirûv digire, bi sayeta çi tiştî dilkêş û balkêş dibe.
Ya rast ev, wek zêhniyetek belavbûna manteliteya dewlemendbûna bi riya herî hêsan û bêked e, di warên dinên jiyanê de. Ev, ji bo ku civak hişyar nebin û bi ser navê dilşakirina wan her roj bi awayekî din, ji aliyê pergalên serdest ve ji bilî karîkatûrîzekirina nirxên civakî û jiyanê ne tiştek din e. Vaye ev pergal jî ji bo vê yekê bixine nava jiyanê pêdiviya wan bi hin aktoran heye. Û taybetmendiyên wan aktorên ku wê hilbijêrin di pêşî de tê diyarkirin. Taybetmendiyên tên lêgerîn wek her tiştî pejirandin, li dij derneketin, kurtasiya kesayetiyê, nebûna bîreweriya mirovî û dîrokî, lawaziya bîr û heşê ne. Çi ku herçiqas rezîl bin wêçendê bi per û bask dikevin. Ango ji nirxên xwe çiqasî pêşkêşî yên din bikin wêqasê pere distînin.
E baş e, mirov ji bo çi weke ku decal li pey be ewqasî hewl dide xwe ku xwedî derkeve li wan kesayetiyên wisa ku dejenere bûne û dameliyane û çima dikeve ber dilkêşiya wan.
Vaye bersiva vê di nava nêrîna van pergalan a bo mirovatiyê de veşartiye. Ango îdeolojiyên ku rêşanî mirovatiyê didin hevkêşeyek çawa pêkanîne di nava tiştên ku dixwazin bidine civakan li hemberî tiştên ku girtine destên xwe. Ger pergalek çewtî û kêmasiyên xwe li ser civakê bide ferzkirin, û bi dara zorê bixwaze wê li gorî xwestekên xwe ber bi guherîneke çêkirî ve bibe, wêçaxê him çand û hûnerek kelkotî him jî tevîheviyeke nirxî ya civakî ya bicihnebûyî derdixîne holê. Ev rewş jî dibe sedema serdestbûna zêhniyeteke hêsanîger û berxur li ser civakê ku ti bingeh û rasteqîniya wê nîne. Û di nava wê de jî xwe weke awayekî jiyanê yê populer û tegihîneke hûnerê ya populer dide ferzkirin ku em îro bi her awayî pê diêşin. Ji hêlekê ve cahd dike ku lawazî û kêmasiyên xwe bi mêtîngeriya hûnera rastîn ji holê rake ji hêla din ve jî dikeve nav hewla çêkirina rêbazên herî hêsan ji bo ku ev tunebûna xwe bixe nav qada danûsitandinê û kedê binpê bike.
Ji ber vê ye ku hûner û hûnermendê rastîn, hertim di bin siya vê hûnera populîst de mane û nehatine wê asta ku mafê wan e. Çi ku xem û metirsiyên hûnermendê rastîn hene li ser jiyanê û mirovatiyê. Wan karê xwe yê ku dikin ji bo dewlemendbûna bêyî ti kêferatekê wek navgînek nedîtine.Wan misyona dîrokî ya çêkirina hûnerê û hûnermendiyê bi cî anîne û êgir ne bi maşikê bi destê xwe hilgirtine. Ji ber vê sedemê ti payineke hûnermendên rastîn ji bo xweşbextiyê û berjewendiyên xwe nebûye û jiyana wan herdemê di nava trajediyeke de derbas bûye. Lê berevajî her tiştî jî wan xwe ji kenîn û pûtedana bi jiyanê jî nehiştine.
Ger em bêyî ku zêde bi dûr ve biçin çend mînakan li vê derê rêz bikin; Karapêtê Xaço, Mihemed Şêxo, Eyşe Şan, Şakiro bes çend ji wan in. Qet ti pereyê wan nebû , vîlla û trempêlên luks jî û parêzvanên wan jî nebû. Tenê xwe li nava betaniyeyek wer didan û pê germ dikirin. Têra xwe nanê wan jî nebû. Û çavên xwe li jiyanê di nava tenêtiyê de girtin.
Lêbelê ew, bi awayekî ku li dijî çewtî û nerindiyan derêkevin, nirxên mirovatiyê bigirin ser milên xwe û bibin timsalê rastî û rûmetê her di nava dîrokê de hebûn û wê her hebin. Û yên ku cahd dikin ku bi berxuriya keda wan bi per û bask bikevin, wê di nava netêriya xwe de bixeniqin.
Weke ku ramangerê binavûdeng ARISTOPHANES gotiye; “ger hûner bikeve dû nên, ji nirxa xwe dadikeve”. Vaye ev gotin di rastiyê de kurtebira vê tevahiyê ye.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|