Gava ku behsa penaberîyê were kirin, bê guman berî her tistî miletê kurd tên bîra mirov. Her ciqas penaberî rastîyek gerdunê be jî, lê belê weta û mana penaberîyê ji bona miletê kurd cudahî û meneyek xweya tayîbet heye. We ku tê zanîn netewa kurd di heman demên dirokê de, bi êrisên netewên beyanî re rû bi rû mane û di encama van êrisan de mecbûr mana ku ji welaten xwe derkevin û cihe ku qet pê nizanin peda bicin. Her waha ji demên osmanîyan da bigrin hetanî îro, bi mîlyonan kurd ji axa bav û kalen xwe hatin dûrxistin. Wek te zanîn di diroka nêz a van 20-30 salên dawî de, ji ber sere ku li Kurdistanê hate mesandin, dewleta Tirk bi dare zorê û bi dek û dilobên genî bi milyonan kurd mecbirê surgînê; ango penaberîyê kir.
Belê, penaberî ango xeribî tu cara ji rojev û jîyana Kurdan dur neketîy ê.
Bi vê nivîsê ez ê hewul bidim xwe ku hinekîj be, beshsa vê tirajêdîyê bikim. Lê belê ezê nivîsê di sexsên mirovek kurda, wekî nimuneyek nasandina jîyana penaber î û xerîbî yê bigrim desd û binivîs im.
1.
Demsala buhar û meh jî meha adarê, Mihemed amedekarîyê rewîtîka qet pê nizanîbû
dikir.
Di jîyana wî dê demekî nu dest pêdikir, lê belê wî vê rewîtîya hana di xewên sevan de ne dîtibû û xeyal nekiri bu. Lê li alî dinjî, wî ji rastîya gelê xwe ya penaberî û surginî yê, bas dizanibû.
Kurekî ji dê û bavê xwe tenê û berxê netewa bênav, xwarzîyê serhedîya û pismamên Amedîya Mihemed.
Mihemen di rojekî ji rojên buhar ê de, di dema wekirina gul û gulîlkan de, di wexta candina zevî û bostanan de, di sibehe kî beyanî hînê tav li ber zayinê bu ji mal û cihê ku 25salê jîyana xwe tê de derbaz dikir, vêca xatirê xwe dixwest û berê xwe di da cîhê ku ew jî pê nizanî bu dicu. Ew li ser rê û rêwîtîkî vegera wê kîngê ango kîjan caxê bejî pê nizanî bu. Wî li pas xwe jina xwe a bi navê Xatun, Kiza xwe ya bi navê Bêrîvan a hînê du mehî û dayîkek dil bi agir û perîti, tevê bavekî hestê salî hîstibû.
Bi xatir xwestina ji malbat, der û cîranan re jîyana wî a penaberî desd pêkir. Bêguman ji jin, zarok, dê û bavê xwe xatir xwestin ji bo wî ne hêsan bû. Hemû derîyê jiyanê lê hatibû girtin û ya ewê ji wî welatê deshilatdar, merkuj û xwunxar derketa, yan jî ewê ji ber nasnama xwe ya sîyasî bihata girtin, kustin, anjî hepiskirin. Mafê jiyanê jê hatibû girtin, bi tenê rîya revê ji wî û netewa wî rê wek qeder hatibû ditîn û dest nîsankirin. Bêguman,
Mihemed ji wî qederê bas dizani bu, lê belê ji ber serd û mercên ew û netewa wî têda, dest û nik lê wan dihate girtin û bêcar diman
Ew êdî wek darekî ji kokên xwe hati bu birîn. Ew êdî ji wan cimietên germ û bê bi dawî, bê par û wekî gulekî cilmisî û wekî zarokek bê dê û bav, êtim mabû. Wekî qirs û qalekî li ber pergalê bayê payîz ê, wekî deryayek bêdeng û bêpêl, wekî cemekî miciqî û zuha bû. Ew, Mihemedê ji dayika esilzade, êdî penaberekî wekî ji mîlyonan kurdên bi darê zorê ji ax, cîh û warên xwe hatibu durxistin yek bû. Xerîbek bê nav û pemaberek bê nasnamê, bê cîh û war.
2.
Pistê rewîtîya bi qacaxî a du heyva, wî xwe li bajêrekî Elmanya yê dit. seet pistê 20:15 da bû. Koce û kolanên bajêr hemû vala, bêkes û bêdeng bûn. Hewakî sar û gemar wekî sîlekî li nava rû û rucikên wî ê delal û nerm da. Bi cavên sikestî li kêlaka rastê, cepê û li pesîya xwe nehêrî, hinek ponîcî û hîsa tenêbun û bê kesbunê wekî merekî res xwe ber da nav hinav û dilê wî. Pistra axînek ji dil kisan û pêra destê xwe ê rastê avête cêba gönlegê xwe û cixarekî ber bi lêvê xwe bir û bînek du bêhnê kur û dirêj kisan neva kezêbên xwe û serê xwe ber bi esimên re rakir û got:
Xwedêêêee, xwedê.
Cima, cima. Te ez kirim girsekî sikestî û avetim nav van plên bê rih?
Cima, cima. Te ez kirim wekî zarokek ji hemeza dayîka xwe qetandî?
Bedengî didomîya. Bi histên xwe re rû bi rû ma û hinek fikirî ka ew ci bik e. Bi kuda her e. Xwe li kijan derîyê bistr ê. Mejû wek deryayek li nav hev ket û cîtek agir xwe berda nav kezaba wî û wî wek rûnek li ser agir qijiland. Bê carabu. Lê dibê, dibê careyêk ..careyêk heb e.
Lê care û rêyek cawa! ezê cibikim û kuda herîm? Ezê xwe li kîjan camerê bigrim? Xwedê, deka bejê tu mezinî? deka bejê rebîye elemê? Ezê naha li van koce û kolanên beyanî cibikim û li gel van hemu pirsa bêcar ma, bîn lê cikîyabû. Dinava wan fikir û gumanan da li reyêk digerîya, riyek ne diyar û ne xwuya û hemu pirsên bê bersiv.
Bêguman careyek hebu, lê belê ji ber rewîtîya wî a biqacaxî mejuyên wî li nav hev ketibu û di warê zindibun û ji bîr anîna tistan re tersîrekî neyînî lê hati bu kirin. Care hebu, ew jî difikiri ku tistek jibirkirîy e. Gelo cibu ku min jibirkirîye gelo cibu? Pêre, pêre li jîyana xwe a derbaz buyî vegerîya û yek bi yek dua yê ê dê û bav, gotinên xwesik û nerm yê Xatunê û bihîn tistên din re rû bi rû ma û bibir anî, Pist ra ji niskava serî û beden li hecîya î got: Eeeeeerê, eeeeerê. Min care dît. Min carêyek dît.. dît û dîiiit.
Cara ku wî dîtibû jimara telefonek desta bu û xwedîyê wê telefonê jî li Elmanya yê dijîya. Ew mirov dost û ehpabê bavê wî ê kevin û rojê teng Apê osman bu.
Wî bi awakî lez û bez berê xwe da qulûba telefonê, bi hevîkî mezin jimara telefonê vegerand.
Di telefonê da dengekî sarê cemidî û bê hevî û nexwaz li ber gohê wî ket.
Apê Osman; Aloooo tu kî yî?
-Mihemed: Merhaba apo ez Mihemed.
Apê Osman; Sercava. Lê kijan Mihemed?
-Mihemed: Mihemedê kurê Hesen
Apê Osman; Kurê delal bi sedan Mihemed û hesen heye, ka bejî tu naha li kuderêyî û sedemê têla te cîye?
-Mihemed: Apo Ez kurê Hesen im, Hesenê dostê te. Mêrxasê rojên teng û sarê hespê boz.
Apê Osman; Belê, belê lawo min nu fêmkir.
-Mihemed: Apo Ez naha hatime Elmanya yê û li bajêrekî nize Firansayê me.
Apê Osman; Kurê delal navê bajêr cîye, Kîjan bajêre?
-Mihemed: Apo bixwedê ez nizanim ka kîjan bajêr e, lê ka bisekine ez binerim li ser panoyek navek dinîvîse ezê ji tera dixwînim.
Apê Osman; Bas e, keremke.
-Mihemed: Tittirt.
Apê Osman) Kurê min bajêrek bi wê navê li Elmanya tun e, Ka tîpa yek bi yek bixwîne?
-Mihemed: Bas e, Apo. T R Î E R.
Hiiimm, kurê delal cihê ku naha tu lêyî ji me gelek dure û zarok ji cûne dewetekî cîranan. Lê belê tu dikarî ji Otamata Bilêta, Bilêtek bigre û werî vir. Gava tu li bajarê me pîya bu carek din jî tel bike ku ez zarokan bisînim pêsîya te.
-Mihemed: Apo Xwedê jite razî ka ez ê reben cawa bilêt bigrim, ne ziman û nejî tecrûbe heye?
Apê Osman; Kurê delal, li îstesyona tirenê ji yekî alikarî bixwaze û bibejî Tiket...Otamat û Bonnn ewê ji te fêmkin.
-Mihemed: Bas e, Apo spas.
Serê berjêr û bedenên cemidî, hevî û daxwazên ku di gewrîy wî de fetîsî. welatê xerîp. Welatê hebunê lê ji bona wî tunê, tunê, tunê û tun ê. Ew diqehîrî. Ew cavên delal, res, sipî, vekî kevokêkî belek, le xwe neherî, li bajêr neherî, deng û gotinên Apê Osman ên sar û cemîdî bi bîr anî û bû wek saiirekî hinê gotinên xweyê dawîn negotîy e. Saiir, Saiir cawa dibe saiir? Cawa dikarê ewqas gotina bîne ba hev? Cawa hîsdike? Belê, belê. Belê ez naha hîn bastir xeyal û gerduna Saiira hîsdikin û dinasim.
Saiir, saiir zimanê bêkesay e.
Saiir hevalê bêxwedîya ye.
Saiir dostê dildar, evîndar, penaber û xerîba ye.
Erêê erê ez jî îdî Saiir im.
Ez xwedî êl, esîr, malbat, dê, bav, welat û qewm bum. Lê naha divî seva res û kambaxta tenê wekî cukek bê helîn, wekî miriskek kor û wekî rewikî di bahoz û bagera zivistanêda rîya xwe wendakirî me...
Axxx, Ax. Ez xerîp û penaber im
Li welatê xwe ez serxwes û mest
Di xwezahî ya axa xweda wek cukek azad
Li gel dotman û pismaman dil ges
Li sarê hespê boz û ber bukên deweta
kec û xorta
Ser dîlan di dewetê ceng û bez da
di milên kubar û xorta da
Ser bilind, bi xedîr û bi qîmet bum.
3.
Lê ber derê îstasyonê saat pistê 22hê sev ê. Kecekî bedew, hêtên kisîyayî, cavên hîsîn, porên zer û bejnek dirêj, cil û bergên spehî û rengîn lê bejnê, wekî hespekî rehwan ji nava îstesyonê ber bi der û Mihemed dimesîya. Nezîk li Mihemed kir. Mihemeh jî hewul da xwe ku jê alikarîya Bilêt girtinê bixwaz e. Lê Mihemed ne Elmanî, ne Îngîlizî û nejî Firênsî dizan e. Tistê ku dizane besd du gotinên Firênsîe, Yanê Madam û Misyo. Wekî din tu tistek ji wan zimana fêmnak e.
-Mihemed: Madam, Madam.
Kecik; Ja bitte schön. yenê; Belê keremke
-Mihemed: Bi kurdî bersiv dide. Welêhin min jî ji te fêmnekir
Kecik; Ich verstehe ihn nicht. yanê. Ez ji te fêmnakim.
-Mihemed: Madam Bilet, Otamat û Bonn
Kecik; Ich verstehe ihre schprache nicht. yanê. Ez zimanê ku tu diaxifî fêmnakim
-Mehemed: Madam Otamat Bilet û Booonn
Kecik; Sbprechen sie Fransözisch oder Englisch, Deutsch? yanê. Tu bi zimanê Firensî, Engilizî anjî Elmanî dizanî?
-Mihemed: Bi destên xwe pê bide zanim ku ji fêmnake na, na.
Kecik; Ich verschtehe ihre schprache nicht. yanê. Ez zimanê ku tu diaxifî fêmnakim.
-Mihemed: Tiket, Otomat. Tiket, Otomat û Bonn.
Kecik; Ja sie möchten ein Ticket haben nach Bohn zu Fahren. Yanê; belê min te fêmkir. Tu dixwazî Bilet bigrî û bicî Bonn.
-Mihemed: Belê belê Madam Tiket, Tiket.
Kecik; Kommen sie mit? yanê; Ka bimin rê were
-Mihemed: Serê xwe dihecîne û dibê belê, belê em herin.
Her waha di emcama diyalogê û axaftina wî û kecikê de, dura bi zehmetî jî be ji hev fêmdikin û kecik Biletek jê re dibire û pasê li tirêna Bonnê sardike û disîn e.
Rêwîtîya wî bi qansî saetek didome û digihêjê Bonn ê. Ji tirenê piya dibe û dixwaze têlek ji Apê osman re veke ku wî ji wir bigrin. Bi gavên ji xwe bawer hêdî hêdî ber bi quluba telefonê dimes e. Lê belê tistek ku wî qet pê nizani bû û ne fikirî bû wê qavê hate serî. Du polîsên Elman pesî lê girt û jê pirsa nasnama wî kirin.
Polîs; Können sie mir ihr Ausweis seigen bitte.? Yane. Ji kerema xwe rê tu dikarî Nasnama xwe nîsanê me bi de?
-Mihemed: Ji axaftina Polîsan tistek fêm nake û biher du destên xwe dixwaze bi wan dide zenîn ku ji wan fêmnake û di dawîyâ da wiha dibêje; Ez nizanim ka hun cidibêjin lê ez Kurd im, Kurd.
Polis; Pasport?
-Mihemed: Ci Pasapord! Pasaport masaport tun e.
Polis; Ich glaube der hat keine Ausweis oder Pasport, der ist hier illegal nehmen wir ihn mit nach Ofis. Ji polîsa yek wedigerê ser yê din û dibêje; Ez wsan bawerim ku ne Pasaport û ne ji Nasnama wî heye, ev li vir îlegal e dimîne û em wî ya bi xwere bibim qereqol ê.
Ja okey ich glaube auch der ist hier illegal besser nehmen wir ihn mit. Kommen sie mit nach Polis. Polîsê duyen bersîv dide hevalê xwe û dibeje; belê, belê! Ez jî wek te difikirim ku ew mirov îlegal e û lazime em wî bi xwe re bibin qereqol ê.
Belê bi girtina wî û demek kin derbazkirina li qereqol û polîs sunda, îdi jîyana wî ya penaberîyê bi awakî fermî didom e.
Pistê lepirsandina îstixbarata Elman û serî ledana wî ya ji bo îltîcayê wî xwe li haymakî dît. Hayîm. Hayîma merkuj. Hayîma segbav. Hayîma dujminê mirovan. Hayîma nîv hepis. Hayîma ji bona mirova terbîye û îzolê bike hatîye avakirin û cîhê ku lê ji di nava dar û daristanekî bê deng û lal da. Ji bilî hecandina pelên dara tu tisd li wê derê nadihat dîtin. ne deng, ne erebê, ne xwaringêh, ne meyxanê û ne tu tisdên din.
Mihemed. Mihemedê xwedî yê qedera res, Mihemedê belegaz, lawikê ji dê û bavê ten ê, mêrê Xatunê û bawê Berîvanê îro buye mevanê hayîma bextres û kanbax.
Odayek picucik û bingirtî. Li odê car ranzê du qat, kêvn û rizî hebû mirovekî ji xwe bawer û qosdtijî cîhê Mihemed lê bimîne bi destê xwe nîsan da û got: Kekê hêja ev ranza yekem cihe ku tu li birazê ye, yane jibona tey e.
Mihemed bi wan cavê xwe ê westîyayî carek waha li ranzê, dosek, belgîya li ber û li liîfê mezekir û pera ew ranza ji bona wî hati bu amadekirin hêdî hêdî cok sikan û li ser runist. Hinekî li der û dorê odê cav gerand. Odaya ku hesd mirov teda hatibû bicih kirin û cihê Mihemed li alî rastê ranzaya yekem bu. Ew li ser ranzê runisti û kur û direj difikirî. Fikira wî ber bi mala wî bir. Mala ku bîst û pênc sale xwe têda derbaz kiri bu û diser de Xatun, Berîvan, deh û bav jî di bu sedemê xem û xeyalen wî. Jîyana wîya derbaz buyî wekî filîmekî rez bi rez di meju û ber cavê wira dicû û dihat. Berîvan. Berîvan di kosekî mejuyê wîda deng da.
Bavo, bavo tu dizanî dîya min û bapîra min hergav digrîn û cavên wan hergav sile, sipîkên cavên wan hergav sore û bapîra min dilorîne dayika min jî lê vedigerîn e.
Bêguman Mehemed daketîbu xewek, xewek sêrîn û xwesik. Wî xwe li mala xwe a wekî saray di tibu. Odeyên mezin û li oda xalîceyên bi motîve Bajarên Kirmahsahê hati bu neqisandin û li ser sobê jî di siniyek da tituna Musê û li alî din jî di iskanan da caya qacak wekî xuna kêrguskê sor di dest û tilîyên mivanên hazirda bi sewayek ostatî dicun ber lêva û dihate vexwarin.
Oda razanê. Oda ku seva wî a ewil xemilandi bu û tevê belgî, liîf û dosekên bi hirîya mîyan hatibu hazirkirin wek mina berê li cîhe xwe bun. Odaya xeyal û xwestekê wî û Xatunê bicîh ani bu, îro dur û tenê di xeyalan da dihate dîtin.
Hevalêkî wî yê li hayîmê bi dengek nerm got: Mihemed, Mihemed ka rabe ev îskana cay min ji bonî te amade kirîye, ka ji kerema xwe re vexwe ku tu hinek bixede werî.
Mihemed caya di îskana li ber û xeyalên xwe anî berhevdû, xeyal wek cenetek bû, lê Cay, Ode û cihe ku naha lê jî ji bo wî wekî cehenem bu.
3.
Her waha di ser jîyana wî a penaberî û xerip re 7sal bihori bu. Hevt sal. Hevt salên bi derd û kul û her roj lê bi bu salek. Di porên wî ê res û wekî qitranda avdayên sipî peyda bi bu. Cermên binê cavên wî wekî gulek celmisî, celmisî bu û ji porên wî ê gur û pir hinek wesîya bu.
Bêguman salên xeribî cawa ku ji bona her mirovî wekî ezraîlekî li ser rihê zindî dice û te, ji bona wî jî usa bu. Ew her roj ji ber jiyana gemar, tenê û bekes dibu wekî lîstokek destê Ezraîl. Ezrail.. Ezraîlê rih girtineê. Ezraîlê dujminê rih û canên zîndîya, veca qîr û belaya xwe berda bu wî. Lê belê ne rih lê digird û nejî dihîs ku bi rehetî jîyak e.
Mihemed bi wî awayê 7salê xwe li xerîbîyê qedanbi bu û êdî li benda bersîva dadgeha penabera mabu ku jê re bersivek bisîn ê. Bêguman daxwaza wî bersîvek erenî bu. Ew dîsa li oda xweya hayîmê bu û li ser kursikî isk runîstî û wek hergav dinava xem û xeyalan da dicû û dihat. Bi yek car dengek ji derê pesî hat, teq teq teq. Wî bi kelacanek mezin derî vekir û li gel xwe postagerek ciwan û mizgînxerxwazekî dit.
-Bitte schön: Yanê Keremke
Postager; Ich habe ein Brief für herr Mihemed? Yanê. Li cem min ji bona Birêz Mihemed Nameyek heye
-Mihemed: Ich bin herr Mehemed. Yanê. Birêz Mihemed ezim.
Postager; Gut. Das ist ihr Brief herr Mihemed, bitte schön. Yanê. Bas e, Ev name yê teye Birez Mihemed.
-Mihemed: Danke schön . Yanê. Zor spas.
Postager; Ich wünsche ihn ein schöne Tag noch. Yanê. Ez hevîdarim ku we Roja te bas derbaz be.
-Mihemed; Danke gleichweils. Yane. Spas ji bo we jî.
Mihemen dura li Mektube neherî, Mektup ji dadgeha pemaberan ji re hatibû sandin. Wî bi kelecan, hevîk mezin û bi tirsekî terîfa wî ne mimkune devê Mektubê vekir. Di rêza yeken a Mektubê da waha digot; Birez Mihemed dadgeha me, serî lêdana te a ji bonî maf destxistina îlticayê di qala 16den de qebul kiriye û tu dikare serî li polîsên bi karê beyanîyen re mijulin bide û pasaporta xwe bigr e.
Wî gava van rêza xwen kelê giri bu û cavên wî tijî, xwe negir û pera girîya û
pistra bi xwe de hat. Divê ez ê wî xebera xêrê bi malbata xwe re pavrekin. Divê ezê îro bi dilekî rihet û bê guman bi Xatun û Berîvanê re biaxifim. Divê ezê vî kefxwesîya hanê bi dayika dilberîtî û bavê xwe re pavrekim. Belê ez ci sekinîme naha Xatun, Berîvan, dê û bav lê benda têlafona mi nin.
Cil û bergên xwe ê herî xwesik kisan ser bedenên xwe û pêre xwe li ber neynikê dît. Bi dilek zelal rû yê xwe kurkir, hinek melfêm û ji miskê jî hinek resand ser rû û bedenên xwe û pere bi gavê ji xwe bawer hedî hedî berê xwe de derê pesî û cû.
Cend gav ji hayîmê durket û dîsa di ser Hayîmêre vegerîya û got: Hayîm. Hayîma bênamus, hayîma bu sedemê kalbun û por sipîkirina min, hayîma neyarên xwen û xeyala min, hevalê xayin û bê bext bira sund be, ez ê êdî li te vegerim.
Her waha wî xwe li ber quluba telêfonê dît û destê xwe avet qabloyê jimara telefonê vegeran û bi hêvî, kelacanê kî li benda dengê dayik, bav û jina xwe ma.
Lê, lê, lê. Dengê ku ji telêfonê li ber gohe wî ket wekî dengê sînê bu, Sîn bu. Bêle dibe ku yek miribê le kî? kî? Gelo kî mirîye?
Aloooo aloooo alooo tu kîyî?
Cima na axifî? Cima bersîv nade? Lo ci buyê û ci qewîmîye?. Deng tunebû. Lê dengê girînê û lorînê ji mal dihat
-Mihemed: Deyax nakê û bi hemu awazên xwe diqêr e, ma tu kîyî û cima bersiv nade?
Met; Mihemed lao, bira serê te û ên mayîn sag be.
-Mihemed: Metê te gol cî? Metêêê.
Metê; Mihemed bila serê te sagbe lao, dayika te îro cu ber dilovanîya xwe
Pistê wê agahîya Metê, deng li Mihemed hatê bîrin. Tepa tepa dil lê sekinî, beden lê sar bu, nema xwe bileqîne û xwes ku xwe bawêjê ber derê qulibê û ji yekî adîkarî bixwaze ku wî bibin nexwesxan ê. Lê mala fêlekê bisewî te, dil lê sekînî û nikari bu xwe bileqîne, hinek perpitî û dura bê rih ma.
Erê, erê. Mihemedê xwedîyê mal û malbat, xwedîye êl û esîr, xwedîyê welatek dewlemet û cil Milyon miletî, xwedîye dewlemendîya bin erd û ser erd, Xwarzîyê dû sehîdên tertela Sêx Sait û kurêkî ji dayîkek esîra Cibranbû. Ew, bavê Berîvana heft salî û merê Xatunê naha, naha ve gavê li qulubekî bi ber û mezinbuna xwe pêncî santînê da bê rih û bê xwedî mabû.
Bila mala ên tunebun, penaberî û xerîbî ji Kurden re layiqdîtin bisewîte û wêran be. |
|