Roja min lingên xwe evête vî walatê, berî her tiþtî du wêneyên aîdê vî welatê bûn, mîna kêse neke di çavên min ve zeliqîn. Ya yekem: ber bi cav bû. Tezî û zelal li ber çavan bû. Balkêþ bû. Li mirovan xweþ dihat. Bi cazîbe û edaya xwe ya bêhempa, bi hesanî mirov dibin bandora xwe de dihîþt. Suk û kolanên wî paxiþ û avzûnkar dixûyan. Jin! nexasim ku yên kezîzer dibûn navenda nêrînan. Xwen û xwenjînan..... Ji bo mirovên nûhatî, herî tiþta balkêþ ew bûn. Di wênê yekem de, herî zêde ew-jin dixûyan. Heyî û dewlemendiyên vî welatî, ruhê mirov germ û geþ dikir. Di wêne de, benî û evdal jî hebûn. Digel ku benî û evdal bûn jî, lê ji rû û tegverê wan baþ dihate xûyan ku ji rewþa xwe gazin nedikirin. Devliken dixûyan. Çavên wan diteyisîn. Kincên li ser wan, kincên bijartebûn. Turumbelên di binê wan de, hêjayî temaþekirine bûn. Kenên dilxweþiyê direþandin hevirdorên xwe. Lê birastî jî, wisa bû? Em ê binêrin.Lê ji bo fêmkirineke misoger, divê mirov li vir, li vî welatî bijî. Li rojava, li Elman ya bijî.
Ev çend hevokên jorê, ji despêka nivîsa serhatiyên Zarokên Birîn ê, bû.
***
Tebinî: Xwedevanên hêja, hevalên delel! Ev çend hevokên jêr în yên ku hun ê qaseke din bixwîn in, bes çend hevokên ji xebata mina ji serhatiyên dilsoj yên "Zarokên Birîn ê" nê. Ev çend hevokana, ji nav nivîseke durûdirêje. Yanê ji "Wêneyê Keserê" çend hevokin. Her wiha di vê nivîsê de, Zarokên Bîrin ê diaxifin û bi axaftina wan re, "Wêneyê Keserê" þekil digire. Di nav herikandineke þikestî û bi êþê de, þekil digire. Di vî herikandina þikestî û bi êþ de, rûyê keserê, bi haleke zalal dixûyê. Ka em binêr in. Gava xilas bû, em ê bi hev re dêm û bala xwe bidin serhatiyên Zarokên Birîn ê. Ango Zarokên welatê Jibîrbûyan.
"Ev birîna ku ez behsê dikim, navê wî yê din Kurd e. Gava yekî ji we re got ku ez ji nijada birîn ê me, ji bo fêmkirin ê xwe pir newestîn in. Tenê peyva Kurd, bi bîra xwe bînin. Gava we peyva Kurd bi bîra xwe anî, hûn ê wê gavê wateya 'ez ji ezbata ango ez ji nijada birîn ê me' nas bikin". Firat Mîrqasimlo.
Zarokên Birîn ê, diaxifin....
Duzgin:
"Kekê Çemþîd! Ka li alî derve yê pencerê binêre"
Min yekser berev li pencerê mêze kir. Li alî derve yê pencerê, li ber derî du jîpên ji ber þewqa tavê dibiriqîn hebûn. Li derûdora herdû jîpan jî, heþt kesên ku her yek mîna dewekîbûn, dixûyan. Cilubergên li ser wan yekser reþ bûn. Di destê du kesan de, debançe dixûyan. Yek ji wan berev avahî ve meþiya, sisê din jî dane peyî wî û çarê din jî, li nik jîpan ma. Gava ew berev deriyê avahiyê em lê bûn ve hatin, çavên Qamer req vebûn. Wer ket halekî posidebûnê. Mîna ku dixwest biaxife kir. Lêvên xwe dibir û dihanî. Lê ji rewþa wî ya wê gavê wer dihat xûyan ku ji ber du sedeman nikaribû biaxifiya. Yek: Ji ber quretî, ji ber hêstên xwehezî û ji ber hêstên feodalîbû Dudi: Ji ber tirsê bû. Lê welê bawer im ku tirsê zora sedema yekemîn dibir. Rû û rûçikên wî, sip spî bibûn. Xwudan dabû. Li ser çermê eniya wî, dilop dilop xwudan dixûyan. Wer tiþtekî got. Lê ji ber lerizîna lê peyda bibû, gotina wî nehate fêm kirine. Hê di devê xwe de hin tiþtên ku ji bilî wî kesî fêm nedikir digeran û digot, ku Hemîd hiþyariyên qasekî berê kiribû, dubarekir. Hemîd hê gotina xwe kuta nekiribû ku derî ve bû. Bi vebûna derî re, her çar zilam ên ku her yek bi qenderê dîwarê êdê mezin û qirase bûn, ji derî xûya bûn. Bi nêrinên wehþî, bi çavên beloq û bi duriv ên rawirî...... Yek ji wan hat hundirê odê, nava me. Hersiyên din jî, li ber derî mam. Yê ji me ve nêz bibû, wer qasekî bi awir ên tûj li me nihêrî û got:
"Yên nûhatî, bila her yek sed û pêncî mark ê Elman derxîne" got û berev derî çû. Gava wî xwe gihan de ber deriyê odê nik hevalê xwe, yekê din hat û pêrê me ji bêrikên xwe derxistibû ji destên me wergirt û bir da destên yê ji me pere xwestibû. Mêrik ê xwedî durivê nola rawiran, pêrên bi darê zorê ji me tov kiribûn, qatkir, kir bêrika xwe û wer bi dengeke wehþî got:
"Ji bo sibê amadebin. Hevalên min dê piþtî beyana sibê wer in, we ji vir hildin û bibin Filoriyayê" got û pistre, bi tevê hevkarên xwe çû li jîpên xwe siwar bûn û ji ber çeva wenda bûn.
Êdî dem piþtî berêvarê bû. Ji mera xwar in anîn. Mala xwerinê biþewite. Xwar in jî xwar in ba ha!. Perçekî nan û domatêsekî bû. Mê nanê tisî bi domatêsê re xwar. Di wê kêlikê de Asya û Dilan bi bîra min hat in. Ez rabûm û berev derbasî oda din bûn. Li oda din, Asya yê eynî xwar in dixwar. Dîlan jî raza bû. Jinên din jî, bi xwarina nanê tisî û domatêsê daketibûn. Ji rapêçana wan wer dihate fêm kirin ê ku hemû jî, ji Serhedê bûn. Gava seh kirin ez li odê me, serên xwe tawandin ber xwe û pê re dev û pezên xwe bi dolbendên xwe pêçandin. Min bûyerên li oda din qewimibû, ji Asya yê re got. Ji bo çûyina sibê jî agahî dayê û ez dîsa derbasî oda din ba Duzgin û Mêdenî bûm. Medenî xwe wer sererast li gorziyeke odê dirêj kiribû. Diyar bû ew jî ketibû xewê. Lê Duzgîn, hiþyar bû. Ya rastî dem ne dema razanê bû. Hê saet nû bibû nehê þevê. Lê ji ber rêwitiya durûdirêj û westaneke nedîtî, xewa di wê saetê de asayibû. Xewa min û Dizgîn jî dihat. Lê ji ber ku mejiyê me tijî û rewþa em tê de rewþeke nebaþ bû, me nikaribû ku em razên. Mê ji Hemîd derketina derve pirsî. Ji mere got ku hun dikarin derkevin derve. Lê tenê ber derê avahî. Hun dikarin li ber deriyê avahî rûnên. Durketina ji avahî, ji bo we dikare bibe sedemê xetariyên mezin. Hem hun ji vî bajarî re biyanîne û hem jî suk û kolanên bajêr bi rêbir û kom ê çeteyan ve tijiyê. Piþtî agahî dayîna Hemîd ya ji bo derketina derve û bajêr, ez û Dizgîn derketin derve. Li ber deriyê avahî çend kursiyên kevnik ên ku nivî þikestî û nivî sexlem hebûn, bi ber cavên me ketin. Em her yek li ser yekî rûniþtin. Tarî ketibû erdê. Hevirdor taribibû. Ji bilî lembeyê vêxistî yên avahiyên bajêr û sterikên li rûyê ezmên netêde, wekî din hevidor di nava tariyeke nola zelamêtê de bû û wer bêdeng û wer bêpejin di xwe de diramiya. Duzgîn wer bi keser ciqarekî ji min xwest. Min cixarekî dayê û yek jî ji bo xwe vexsit. Duzgîn pir bi keser dixûya. Wer lêvên xwe gez dikir, wer ruyê xwe diqircimand. Bêhneke li cixarê dixist û pê re axinekî tijî êþ dikiþand. Wer ji niþka ve got.
"Tu dizanî ez li çi difikirim?"
"Na, lê ez meraq dikim."
"Ez li dilê xwe difikirim"
"Çawa yanê?"
"Li dilê xwe yê hîþde salan difikirim. Pênc sal berê niha ez ji bo armancên pîroz çî hêþtim û tevlî artêþa zarokên birînê bû. Piþtî du salan hatê zeft kirin ê. Dîl ket. Dîl ket destê xwediyê bîrina me zarokên birîn ê. Ka ew kesên ku xwe xweda û me jî ji xwe re bênî dibînin heya ya, aha kete destên wan. Dilê min perçe perçe kiribûn. Gava em çûn me ji cîhê hatibû veþartin derxist, ji ber eþkêncê nedihate naskirinê. Herdû çavên wê yên nola heyveronê derxistibûn. Herdû pêsirên wê yên her yek deh qat buhayê vê dinê bûn, ji kokên wan hatibûn jêkirinê. Lêvên wê?. Axxxx û axxx.... Ew lêvên wê yên ku jê hevî û jiyan difuriya û bi tevê serê zimanê wê jî jêkiribûn. Ling û destên wê hatibûn þikandin. Li ser cestên wê yê rengexurmî talana tunekirinê hatibû gerandinê. Min bi destên xwe yên tam bîst salan jê hezdikir, perçeyên cestên wê ji nava xwelî û xîçan danehev û bir li gundên ku zarokatiya min û wê lê bigoribûn veþart. Dilê min niha li nêze qeraxê çemê minzur ê veþartiyê Çemþîd. Min dilê xwe li vir, ji bo çend salan hîþt. Lê min sozeke heyê jê re. Ez ê li van derudertulan pir namînim. Ez ê piþtî du salan vegerim Dersimê û li nêzê gora wê avahiyeke yek çevî avabikim. Û hetanî dawiya umrê xwe, bi giha û gulên li ser gora wê re, mijul bibim." got û çend rondikên keserê rêjand.
Ez bi gotinên wî xemgîn bibûm. Behsa evîna xwe dikir. Behsa keçeke birîn ê dikir. Behsa bêwijdaniya ew kesên ku birîn û êþ û kesêr kiribûn para me dikir. Behsa cesteke hetibû perçekirin ê dikir. Elbet û bêguman haya min ji seriyên dihate jêkirin û cestên dihatin talan kirinê hebû. Ji ber ku ez yek jî wan zarokên birîn ê bûm. Ango yek ji wan zarokên welatê jibîrbûyan bûm. Jixwe li welatê zarokên birîn ê, serî jêkirin, çev derxistin û talankirina cestan êdî mîna karekî ji rêzê tê ditîne. Ew kesên ku vê birîn ê kirinê para me, qîma xwe bi serî jêkirin û perçekirina cestan naîn in. Ji bo zarokên birînê ji welatê xwe birevin, hemu rê û rêçikan bikartînin. Dikujin, diþewitinîn, talamdikin. Li ser hevî û xwenerojkên wan tofana mirin ê digerînin. Xizan dihêlin ku karibin terbiye bikin. Xîzan dihêlin ku karibin ji birçîbûne didine kujtin ê. Û yên nikaribin zeft býkin û dawî li jiyana wan bînin jî, berê wan didine çîh û welat ên nenas. Didin nefîkirin ê. Disînin sûrgîn ê. Aha!! rêwiyên di van rêyan de yekser Kurdin. Ji ber cî ye gelo???
Îske îska Duzgîn ez ji ser fikirandina sedemê birîn ê veciniqandim. Çavên wî tijî rondik bibûn. Hinarikên wî, þil þil bibûn mîna av. Hê ji rondik ji ser hinarikên wî diþûjiyan jêrê. Min destekî xwe danî ser çokên wî. Diyar bû ku wî ji xwe berdabû nav kurayiya jiyana xwe yê kesertijî. Wer bi tirs vecinigî û pê re çavên me li ser hev rawestiyan. Ne wî tiþtekî got û ne jî min. Wer qasekî þûnde, dîsa cixarekî xwest. Min cixare dayê. Cixara xwe kêþand. Hineke hatibû ser hemdê xwe. Li min mêze kir. Lê mêzekrina wî, mezêkirineke sikestiya peritibû. Bi vî mêzekrina peritî got:
"Em ê sibê ji vir her in. Çûyina me ya ji vir, hezdike bi turumbêl, hezdike bi tirên û hezdike bi pêyan be, ev ne pir mihume. Bi gor pêhesînên min, rêwitiya me ya herî dijwar, dê rêwitiya li ser zeryayê be. Bi gor pismamê min digot; Rêwitiya li ser zeryayê, bi kêþtiyeke pir piçûk dive. Û rêwîtiya li ser zeryayê zêdeyî du saetan dikêþine. Hekê em vî rêwitiya li ser zeryayê jî, bêpirskirêk kuta bikin, rêy ên mayîn ne ew çend zehmetin. Li Italiya hiþyarî divê. Li Italiya bêyî ku em ji teref polîsan ve verin girtin ê, em divê xwe bavêjin bajarê Send Roma. Send Roma bajareke welatê Îtalyayê ye. Nêzê tixûbê Firansayê ye . Em ê li vir, li Send Remo herin Hotelekî. Em ê odeyeke ji xwe bigrin. Pîþtî em li hotelê biçîh bûn, ez ê têlê pismamê xwe bikim û ew ê werê min ji vir bigire. Jixwe mêrê Asya yê jî, li Firansa dimîne. Ew ê were an jî, ew ê hevalêkî xwe ji bo Asya yê hilbide biþîne. Tu ê jî, ji vir xwe bavêje Elman ya. Lê Send Remo, ji bajarê ku dê keþtî me li nêzê wî daîne , pir durê. Bi qenderê ku di bîra min de mayê, mîna Dersim û Enqerê ji hevdû durin. Vêca rêya bi tirêne ya dûrudirêj, ji bo me xetariyeke mezine. Ji ber ku em kaçaxin. Di rêwitiya tirenê de, serê lezê qonral çêdibin. Em ê misoger werin girtine. Jixwe gava em hatin girtin ê nexwe wê malik li me biþewite. Em ê zêdeyî pozdeh rojan di qampên penaberan de bimîn in. Ji bo ku em neyên girtinê û di qamp û manpan de nemîn in, em divê bi turumbêlekî taybet herin. Belê em ê wisa bikin. Bêyî ku derketina rê, em ê paraza xwe bi xwediyê turumbêlê re bikin û wisa derkevin rê. Kêm zêde îngîliziya min heye, dê di warê hevdu fêmkirinê de pirskirêk neyê jiyandinê. Lê pere? Nizanim ku ka bi çiqas pereyî me dive!. Lê ez dibêjim qey zêdeyî hezar mark ê Elman nîne. Em çar kesin. Dê serê me her yekî disud disun û pêncî mark ê Elman bikeve." got û li min vegeriya.
"Kekê ÇemÞîd! perê te heye ne?"
"Bel ê"
"Baþ e" got û domand. "Em ê ji Asya yê jî bipirsin. Bi hevime ku wê pêrên wan jî hebin" got û sekinî. Di wê kêlikê de Hemîd ji deriyê avahî xûya bû û yekser got:
"Bironoo!! Rabin derbasî hundir bibin. Dem derengê. Saet ji yozdehên þevê dibihore. Di vî derengiya þevê de, rûniþtina li ber derî ne rast ê" got, hinekî sekinî û dîsa domand. "Hun ji rêyeke pir dijwar hatin. Rabin derbasî hundir bibin. Li hundur xwe dirêj bikin, bêhna xwe vedin. Em ê sibê zû rabin. Wisa diyarê ku rêya me ya sibê jî, dê pir bi zehmet derbas bibe" got û em tevde derbasî hundirê odê bûn.
Ji bo riza xwedê cîheke vala nema bû ku me xwe lê dirêj bikiriba. Odê piçûk bû, lê mêhvan ên wî pirbûn. Di rastiya xwe de ancax þeþ ango heft kesî dikaribû ku xwe di odeyeke wisa de dirêj bikiribana. Lê niha ne þeþ heft kes, bel ê tam bîst û çar kes lê bûn û xwe wer sererast li erdê odê dirêj kiribûn. Lê xwe dirêþkirineke bêduzen a di zikupiþtên hev re derbas bûyîbû. Lingên xwe wer perakende avêtibûn ser serî û çavên hevdû û wer bi xurexurekî wehþî radizan. Medenî li alî çepê odê bû. Lingên xwe bi zikê xwe re kiribûn yek û ew jî wer bi rewþeke xilas bûyî radiza. Li kêkela wi ya rast e wer cîheke vala dixûya. Ez û Duzgîn, berev wî cîhê vala ve çûn û me xwe wer bi sed zehmetî lê bi çîh kir. Lê ji ber ku cîhê me xwe lê dirêj kiribû pir teng û piçûk bû, me nikaribû ku em lingên xwe dirêj bikin. Ya rastî ji her tiþtê pêhtir pêdiviya me, bi ling dirêjkirinê hebû. Lê çi çare ku ev mecal, ji bo me nîn bû. Me çokên xwe þikand û pê re kêþand bi zikê xwe re kirin yek û piþtî me têr û têr, bêhna tîr û fisan, bêhna duyê cixarê û bêhna lingan ya ku diþiviya bêhna genî kêþand nav dil û hinavên xwe, em pê re razan.
Saet piþtî beyana sibê ji nehan dibihorî. Mê xuriniya xwe, bi nanê tisî û domatêsekî þikandibû. Cixara xwe ya piþtî xûriniyê jî kêþandibû û em niha li benda çûyinê bûn. Lê di mudeta bendemayina çûyinê de, kelecaneke sery li me giþtan peyda bibû. Kute kuta dilê me bû û mîna defê bi lez lêdida. Di çavên me hemû yan de, tirs û hevî tikelê hev bibûn. Çavên me dilehist û her dilehîst. Ji ber tirsê û ji ber heviyê. ..... Çokên me jî dest pêkiribû diriçifîn. Lê ricifeke ji ricifan wedatir bû. Bê sekan û bi haleke wehþîbû..... Wê gavê bê zimanî xwe dabû qirikê. Ji bo axaftinê, kesî ziman bikar nedihanî. Ji ziman pêhtir çav çalek bûn. Bi çavan axaftin hebû û bi çaven danusandin çêdibû. Di bîst û pênc cok çavên þikestî de, pirsên bê bersîv, ji aliyeke çav didan peyî hev û di alîyê din de, kuta dibûn. Dîsa dest pêdikirin û dîsa bi heman sêweyê kuta dibûn. Bêyî ku bersivên pirsên xwe bigirin, wer bi situxarî situxarî kuta dibûn. Xemgîni jî hebû. Hem jî, xemginiyeke dijwara erjeng bû. Di nav vê tevliheviya ruhî de, Asya ya revenok û pitika wê ya Dîlan ê, bi bîra min hat. Ez berev oda jin lê bûn çûm. Asya ya revenok, li gorziyeke odê rûniþtibû û nanê tisî bi Dîlan ê dida xwarin ê. Lê Dîlan ê nanê tisî nedixwar. Wer bê sekand û wer bi hekele þewat digiriya..... Çîpên Aaya yê, vekirî mabûn. Pêþeka li ser, berev binê navika wê ve tov bibû. Wisa dixûya, ku Asya, ji çîpên xwe yên vekirî mayî, bê xeber bû. Derpê li ser tunebû. Derpikeke kurt a rengesor, li ber bihuþta wê dixûya. Çermê çîpên wê, pir xweþ û paxiþ dixûyan. Ji paxiþiya çîpên wê baþ dihate fêmkirin ê, ku xwe ji bo Huskê xwe amade kiribû. Tune bûna derpê dirêj jî, ji bo Huskê bû. Sol ên pênî bilin yên regesor jî, ji bo Huskê bû. Kurtikê hevrîþimî yê regêhêþîn ê li ser jî, ji bo Huskê bû. Bersingê rengesor ê li ber pêsîrên wê jî, ji bo Huskê bû. Wê, xwe bi her awayî, bi kitekit û îtinayeke mezin ji bo Huskê xwe, amade kiribû. Wê yê xwe û xweþikbûna cestên xwe, li Paris ê, li oda bi destên mêre xwe yê Husiyîn hatibû xemilandin de, diyarê wî-Huskê xwe bikiriba. Berê lêvên xwe yên bi hesreta maçên Huskê çilmîsibûn diyariyê wî bikiriba. Piþtre, navik, piþtre binê navikê, yanê bihuþt, piþtre çîp û piþtre hemû xweþayiyên cestên xwe, li ber lêv, li ber qamîþ û li ber germehiya hêstên meraniya Huskê xwe, raxistiba. Ew wisa fikiribû. Lê gava ew li van xweþayiyan fikiribû, wê rêwitiya xwe, ango çûyîn xwe ya ji bo Parîs ê, bi balafirê dizanibû. Wê digot qey ew li balafirê siwar dibe û li Bosna hersekê piya dýbe. Piþtire, li yeka din siwar dibe û rast li Parîs ê piya dibe. Ew wisa fikirîbû. Kaçaxçiyan jê re wisa gotibûn. Wê jî, ji ber vê yeke xwe ji bo þeveke eþqe, þeveke evîn ê, þeveke avjenîkirina di nava pî û pêlên seks û sefeyê de amade kiribû. Ne ji bo rêyeke bênamusa bêîman. ... Lê çi heyfe ku niha hemû xeyalên wê, di av ê de çûbûn. Tiþtên tew li bendê nebû, bi serê wê û pitika wê ya Dilan ê de, hatibûm. Hemû xewn û xeyalên wê, di wî- meþa berev serejorê çiyayê wehþî de, miribûn.
Ez hê li ser wê û Husin ê mêrê wê difikirin, ku ew bi tezibûna çîpên xwe hesiya. Pêþeka xwe yekser berev jêre çokên xwe ve kêþand û ji ber þermê bû mîna kevirekî û ma. Min xwest ku ez ji bo fedikirina wê, bidime belav kirin ê hema du sê tiþta bibêjim. li min nikaribû. Min nizanibû ku ka di demên wisa de, tiþtên çawa têne gotin. Wê þerm kiribû. Bel ê pir û pir þerm kiribû. Lê min jî, hema hema biqenderê wê þerm kiribû. Min xwest ku ez bêjim xwengê þerm neke. Em ji rêyeke dûrudirêj hatin. Normal ê. Mirov dikare xwe yek caran ji bîr ve bike. Þerm neke, min mîna birayê xwe bibîne. Lê zimanê min negeriya û ez mîna dareke bê ziman di cîhê xwe de çik bûm û man. Di rewþeke wiha bi her awayî nebaþ de, dengê kekê Duzgîn ji aliyê dinê dertî hat.
"Kekê Çemþîd! Ji Asya yê re bêje, bila xwe û Dîlan ê amade bike. Va yê nîv otubûseke ji bo me hilbide hatî li ber derî rewestaye. Hinekî lez bikin. Em divê dereng nemîn in" got û dengê xwe birî. Ez bi ser Asya yê ve zivirîm. Bi zivirandina min re, min dît ku va yê rabuya ser piyan û kincê Dilan ê dike çeltikê xwe. Gava min ew di rewþa amadekariyê de dît, min nas kir ku wê jî dengê Duzgîn bihistiye. Bêyî ku tiþtekî jê re bêjim, hema wer þermokî þermokî ji odê berev alî oda binê ve çûm. Li oda dinê Duzgîn, Medenî û kom a rêwiyan li ser piyan bûn. Ji nîv otubûsa li ber derî, yekê qirasê berev avahî ve hat. Derê odê vekir û got
"Yalahh"
Wisa got. Bi gotina wî re, em ji odê berev derve meþiyan û ji wir jî çûn li otubusê siwar bûn. Piþtî qasekî Asya bi tevê Dîlan ê hatin û rast li kêleka min û Dizgîn rûniþt. Em amade bûn. Ajovan çû li kursiya xwe siwar bû û yekser otubûsê xebitan û bi rê ket. Em daketin nava bajêr. Otubûs wer qasekî di rêya asfaltkirî de çû û ji niþka ve, berev sikakekê ve zivirî. Reya sikakê mîna rêyên gundê Serhed ê bi kevir û xîç bûn. Ji bin tekerlekên otubûsê, toz û moraneke nedîtî radibû û berev ezmên hildikiþiya. Ji ber toz û morana ku ji bin tekerlekên otubûsê radibû, me nikaribû ku em hevirdorê xwe baþ bivînîn. Otubûs hinekî din jî çû û pê re leza xwe kêm kir û sekînî. Ajovan ji kursiya xwe piya bû jêr, hat derê navîn ya di zikê otobûsê de bû, vekir û bi tirkiyeke wehþî gotê me........
|
|