Ev çendêkî ye li Tirkîyê hin tiştên ecêp û ewqas ji mihîm diqewîmin. Wek tê zanîn, ji vir û mehekî berê 150 Ronekbîr û Nivîskaren Tirk ji bona şerê ku naha dinavbeyna HPG û artêşa Tirka de dijwarbiye were rawestandin û aramî bê Tirkîyê, beng li HPG kiribû ku bê şerd û merc dest ji çeka berdin. Ronekbiran ji Tirkîye jî daxwaz kiribu ku, di mesela kurd de lazime dewlet hin gava bawêje û normên demokrasîye pek bîn e..
Piştê Ronekbîrên Tirk, bi qansê 250ci Ronekbir û Rewsenbîren Kurd jî bi heman armance bang li Hukumet, û HPG kirin ku mesela Kurd bi rîyê aşitîyane were careserkirin.
Bêguman, ev insîyatifa Ronekbirên Kurd û Tirk çugas kemasî dinav xwede bihewînin jî, lê belê ji bona rêyên çareserî yê were dîtin bibu xwedi yê pengavek erenî.
Herwaha bigiredayî vê yekê, hefta derbaz buyî, komusyonek ji Ronekbîr û Niviskaren Tirk hevditinek bi serok wezîrê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan re pêk anîn. Di wê hevdîtinê de, serokwezîrê Tirkîyê di şuna gotinên xwe yên bere ê inkar û neqebulkirina de, vê carê navê mesela Kurd li kir û got: Mesela kurd ,mesela me hemuyane û lazime em bi hevre vê meselê çareser bikim. Bi gor Tayip Erdogan rêyen çareserîye jî evana ne. "Emê meselê Kurd bi rîya demokrasîye çereser bikin. Emê ji demokrasîyê teviz nedin û di çerçeva komara demakratik te wê hemu meselên Tirkîye were çareserkirin"
Rojek piştê vê hevdîtine Tayip Erdogan çu Amedê. Wek tê zanîn herkes li benda axaftina wî ya Amedê bu ku ka ewê çi bêje, anjî axaftina ku di hevdîtina Ronekbîr û Nivîskaran de kiri bu gelo li Amedê jî dubare bike an na! Hemu sazî, rexistin û partîyen curbecur li benda axaftinê wî bû. Lê belê gava mirov axaftinê Tayip yê di hevdîtina Ronekbir û Nivîskarê Tirkyê û yên li Amedê kirî ye bîne da hewidû, wê caxê mirov bi rihetî digihêje cudahîya navbêyna axaftine wî. Tayip Erdogan li Amadê ji bilî çend gotinan wekî her dewletî meji şaşitî kiriye pê de , tu gotin û peyamên ji çareserîyê re hizmet bikê nekir. Wek tê zanîn, Behsa tekosîna bi terorizmere kir û got: Emê meselên Kurd di çarçewa yek milet, yek dewlet û yek alda bigrin dest û çareser bikin.
Wek di virda jî diyare ku, Tayip Erdogan ne bi navê dewletê diaxifê. Eger ev polîtika devletê bi xwe ba, wê Tayip Erdogan gotinên li Enqerê kiri bu wê li Amadê jî dubarebikira. Li mixabin, li Tirkîye hin rastîkî bi vî rengî tuney e. Yanê bi zelalî di meselên Kurd de Artêsa Tirk, Partîya AKP û partîyên Muhalefet hinê di warê çareserkirinê de xwedîyê yek gotin û polîtîkayê nî nin. Yanê di vî warê de hevbaş nî nin.
Herwaha di vê babetê de parlementêrên Partîya AKP gelo wan gotinên serokê xwe dipejrînin ango di vî warê de bi Tayip re hevbaşin yanji li hev kirine? Lazime vana jî neyê ji birkirin.
Di virde tistek heye ku ev jî ji Kurden re erê, lê ji pkk û serokati re na. Di axaftina Tayipta jî ev bi zelalî derket pês.
Beguman, ev siyaseta ji Kurda re erê, lê ji pkk û bi taybetî jî ji serokatî ra na, ne tenê siyaseta Tirkîyê ye. Wek ku tê zanîn, di demên derbaz buyî da hin Diplomat, Nuner û Balyozxanê Avrupî bi heman armancê bang li Partî î siyasetmedarê Kurd kiri bu, ku dev ji Öcalan berde û sînorek bidin tekîlîyên navbêyna xwe û wî. Bi kurtahî hemu dewlet û deverên bi mesela Kurd re eleqedarindi di wî babetê de wek hev difikirin û hevbasin.
Herwaha ev pêvajoya hanê çuqas bikêmasîbe jî, lê belê mirov dikare dîsa bêjê, ji bona çareserî û zemîn dîtina niqaşên mesela Kurd gaveke nuyê û lazime Kurd vê bigrin rojeva xwe û li ser rawestin. Tştên hatî gotin, ji bona Kurd û tekoşîna Kurd gelek piçûk be jî û li gorî mena xwe ne bejî, lê belê ji bona welatê weke Tirkîyê ku hetanî do û pêr jî digot, eger hûn bifikirn mesela Kurd heye, lê hun nefikirin mesela Kurd tuneye re mihime û gavên mezinin. Li vir rastîyekî heye ku ev jî yekem ca re ku li Tirkîye navê mesela Kurd bi devê serok wezîrekî tê binav kirin û qebulkirin. Bêguman, ev biserê xwe dahî gavek başe lê belê nayê mena hertistî.
Di vê qonaxêda lazime Kurd tekoşîna xwe hin pêtir bi quwet, bi bawerî, bi disiplîn û hemu curêyên civaka Kurd bîne ba hev û bi sêwayêk hevbaş karê xwe bi domîne.
Di daxwazên xwede jî, xwedîyê gotinên zelalbin. Yanê xwestêkên kurda ne bi gotinên sergirti bînin ziman, bi gotinen zelal û bi awakî herkes ji fêmdikin bînin ziman û bidin pêşîya ya wan ku, wê cîdîyet û helwesta Kurda di serîda li Tirkîye û di qada nevnetewîda were were qebûlkirin. |
|