|
Divêm bi kurdî bistrêm îro; da ku axîn û kalînên sedan salan ji kêm û edaba birînê der bibe. Bi ‘hey hayê jaro dilo’ dest bi strandinê bikim û bi ‘lo lo dilo rebeno’ xwe berdim nav demarên kurdî. Çimkî xwîna vî zimanî bi stranan diherike; lûtkeya mendehûşiya (orgazm) vî miletî di awaz û newaya stranan de nixumandiye. Kurd ew milet e ku ji her kesî xweşiktir distrê; çimkî her tiştê vî miletî di binê bîra stranan de veşartiye.
Di efsaneyên kevin de ji bo miletên li dora behran efsaneyên ‘atlantîsa winda’ (welatê binbehrê yê bêhempa) ji bo miletên çolistan û biyabanan ‘cenneta îrem’ (baxçeyê hêşîn ê xwedî çemên ji şîr û hingiv), ji bo miletên li dûr behr û zeryayan ‘etopya’ (welatê li pişt çiyayan ê her tişt lê heyî) çi be, ji bo kurdan jî hemû bêhn û tîna jiyanê di awaz û kalîna stranan de veşartiye. Heke îro kurdê/a ku zimanê xwe ji bîr kiribe û heta nikaribe hevokeke bi kurdî saz bike hê jî bikaribe bi kurdî bi fesîhî bistrê ev nîşana vê yekê ye.
Divêm bi kurdî bistrêm îro; da ku hemû bayên xemê belav bibin ji ser asîmanê dilê min û bayê jiyanê xwe berde nava newal û deştên hizrên min û gul û kulîlkên şadimaniyê hêşîn bibin li terazinên dilê min. Çimkî ‘ab-i heyat’a ku di efsaneyên kevin de berê Enkîdoyan daye pişt çiya Qafê ji bo kurdekî/ê ji zîzedengê dengbêjekî/ê pêvetir tiştekî dîtir nîn e.
Çi xerîb e ne wisa, gava ez zarok bûm tim û tim bala min dikişand, çi gava dayika min nesax bûya her û her ji bo dilê xwe distra. Bi saetan bi dengekî nizm î zîz dinihwirand. Hemû xwezî û hêviyên di vê jiyana kambax de tepisîne, hemû êş û kovanên li ser hev nijinî ne, hemû daxwaz û keserên li pey hev ji dest çûne bi ‘eyhod’ên her stranê re dibûn misteke rondikan û dibûn şahidê strandineke bi kurdî. Kurd bi strandinê li dermanan digeriyan.
Divêm bi kurdî bistrêm îro; wekî ku di xewna Mîr Celadet de li welatê stranan Zerdeştê Kal wê xewnê tebîr dide, da ku ez jî jana kurdî bistrêm û çawa ku Ehmedê Xanî li ber bextê mîran hewara ‘sahib rewacan’ bi tovê ‘belkî –rojekê’ ve direşand, belkî ez jî li ser tirba Mem û Zînê ji gazinên Evdalê Zeynikê yên ji qoling û Temoyê reben, bi kurdî bistrêm…
Divêm bi kurdî bistrêm îro; lê baş dizanim ku tiştê herî dijwar ê li ser rûyê erdê jî strandina bi kurdî ye. Çimkî bi kurdî mirin, di dergûşan de tê strandin; jiyan, di werçerxa mirinê re awaza xwe dihûne. Evîn, qîjîneke berz e ku di lal û keriya demê de bi qasî kurdî asê û bi qasî kurdî bêguneh û vederkirî.
Nizanim we bi hûrgilî li çend strandinên bi kurdî guhdarî kiriye; gelo hûn jî pê hesiyane ku di her kilama kurdî de, di bend û malika her lawij û heyranokê de, di her payizok û stranê de miradeke nîvcohiştî, bêbextiyeke duserî, camêrî û dilpakiyeke masûmane û rondikeke li ser rû zuhabûyî xwe dide der? Lê gelekî balkêş e ku her zêmarê jî reqsek daye afirandin û kurd ligel her tiştî, tenê di dema strandina bi kurdî de ‘azad’ bûne; wekî ku hemû parçeyên wî/wê lêkrisiyabin (li hev zeliqîbin), her wekî kurd bi strandinê bibûne kurdekî/e tam û kamil û xwedîtî, wisa di efsûna stranê de xwe dibînin. Kurd bi strandina bi kurdî bi rastî jî bi hebûna xwe ya resen dihesin.
Balkêş e, ku tenê kurd hem di şeran de, hem di şadiyan de, hem di ayînan de, hem di zêmaran de her û her distrên; gava dikenin distrên, gava digirîn distrên; gelo qey kurd tenê di stranan de dikarin tam û tam xwe îfade bikin?
Divêm bi kurdî bistrêm îro; da ku bigihêjim hemû parçeyên xwe… |