Erkan Kobanlý
Erkan KobanlýKiþisel sermayeniz tükenmesin...
Kasým ENGÝN
Kasým ENGÝNALMAN DAÐCILAR VE GERÝLLA’NIN AÞKI
Fýrat Penaber
Fýrat PenaberÞÝMDÝ DALMIÞIM
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerBakmak yüzeysellik, görmek algýlamaktýr...
Günay Aslan
Günay AslanTolon Paþa doðru söylüyor
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHAR‘Kürt Halk Önderi’ ‘SAYIN ÖCALAN’
Özgür BÝLGE
Özgür BÝLGEHurafeci Fetullahçilarin-Masonik Türk irkçilari- tetikçileri
Mahmut Aslan
Mahmut AslanAsker siyasetin alasýný yapýyor!
Ahmed Aktaþ
Ahmed AktaþErgenekona çekdar û Ergenekona dîndar
Kakþar Oremar
Kakþar OremarDaxwaza lêborînê nakim
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GÝRÝÞ -8-
Cemil Bayýk
Cemil BayýkTêkiliyên DYA-Tirkiye û Tirkiye-Îranê
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolAva Zemzemê jî Rûçik paqij nake
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütÞiiri seçmek ya da þair olabilmek
Ahmet Dere
Ahmet DereLobiya Kurd -II-
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozSTEWR
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemKONTRGERÝLLA
Teman Dep
Teman Dep1 HAZÝRAN KADIKÖY MÝTÝNGÝ, ÖLÜM DEÐÝL ÇÖZÜM VE MEDYA
Cemo Devrim
Cemo DevrimKOCGiRi'NiN YiGiT DELiKANLISI ANDOK HEWAL
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanBeni tartýþmak demek; Bir Halk gerçeðini tartýþmak demektir
Serbest Rêzan
Serbest RêzanRapora NY û xala 140 û vala derxistina iradeya gelê baþûr
Siyamed Sipan Uðurlu
Siyamed Sipan UðurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nýn Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecaný baþladý.
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarHasan ÇARÇELA: 3. Dünya savaþý
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalBarýþ-demokrasi-kardeþlik ve dýþ güçler
Hozan Dîno
Hozan DînoBitmeyen Yolculuk..!
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülBiz Erkek Deðiliz Ýnisiyatifi
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaDAÐLARIN AÞIÐI’na...
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattýklarý
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreðin Aydýn yaþamýn Yýlmaz dý senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEÞÝN GERÇEK SAHÝPLERÝ
Sedat Ýnci
Sedat ÝnciDaðlara nakýþ ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yýkýn
Mehmet Mekin YýkýnKürt basýný üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELÝÞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatýlmasý zor anlar
Rýzgar Azad
Rýzgar AzadÞaþýrmayýn; yanlýþ yapmayýn!
Ýbrahim Güney
Ýbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaþma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanýt'ýn yaptýklarý
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geþtirin
Argeþ Arjin
Argeþ ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüðün Dili: ÇIÐLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarýnda

 
Ji du dilên birîndar, hewarên dilsoj.



Yazar Adý: Mîr Qasimlo


Yazarýn Tüm Yazýlarý

Eklenme Tarihi: 3.12.2006 Saat: 20:35

Tebinî: Xwedevanên hêja û hevalên delel! Ev çend hevokên jêr în yên ku hun ê qaseke din bixwîn in, bes çend hevokên ji xebata mina ji serhatiyên dilsoj yên "Zarokên Birîn ê" nê. Ev çend hevokana, ji nav nivîseke durûdirêje. Yanê ji "Wêneyê Keserê" çend hevokin. Her wiha di vê nivîsê de, Zarokên Bîrin ê diaxifin û bi axaftina wan re, "Wêneyê Keserê" þekil digire. Di nav herikandineke þikestî û bi êþê de, þekil digire. Di vî herikandina þikestî û bi êþ de rûyê keserê, bi haleke zalal dixûyê.

Fermo em bi hev re, dên û bala xwe bidin hevokên keserê.




Çemþîd:


Piþtî vegotina serhatiyên xwe yên dilsoj, hinek bi xwe ve hatibû. Roj bi roj ber bi baþî yê ve diçû. Çêr û kifiriyên xwe cîh nehîþtibû. Lê belê kêm kiribû. Gava carina linavhevûdu diket, li çêr û kifikiriyan xwe vedigeriya. Heta dilê xwe rihet nekira, nedisekinî. Rî û porên wî, hê mîna berê bû û her ku diçû zêde dirêj dibûn. Wexta me dixwest em behs ê bi vin ser kurkirina rîh û qûsandina porên wî, diqehirî û bi uslûba xwe digot " Niha ez tênagihêm ka hun ji min û rîh û porên min çi dixwazin. Kurdikim an jî kurnakim ji were çi? Dev jê berbidin, bila wekî xwe bimîne"

Çemþîd, bi dû vegotina serhatiyên xwe re, xwe dabû xwendina pirtûkan. Bi hezkirinekî xwedeyî, li ser xwendina pirtûkan kûr dibû. Jêçetirgirtina xwe yekser li pirtûkên wêjeyî dikir. Yanê, li pitûkên edebî. Kilasikên kurdî, firansî û elmanî yên wergera kurdî dixwend. Mal, odên mal ê, bi pirtûkan tijî kiribû. Li her gorziyeke odê pitûkên kurdî, elmanî, firansî, îtalî yên wergera kurdî dixûyan. Mal û bi taybetî oda ez û ew lê radizan, ji pirtûkan derbas nedibûn. Ji ser masa xwarin ê bigirin hetanî ser masa xebat ê û li ser cilnivînên ku em lê diniviyan jî, pirtûk dihatin dîtinê. Heke di rewsek wiha de yekî xwe li derê me bigirta û biba mêhnavanê me, nexwe wê misoger bigota qey ew nehatiye malekî, hema rast bi rast hatiye nivîsgeheke kevnar. Bel ê, mal ewqas bi pirtûkan tijî kiribû, ku bêhna xas ya pirtûkan ji her derê avahî dihat. Bêhneke xweþ a kurdistanî bû. Bêhneke welê bû ku dikaribû bi hesanî li ser giyan û ruhiyeta însan hikariyeke erenî dihêþtiba. Behna xweþ a pirtûkan, mal û odên malê dagirkiribû. Lê ne dagirkirineke kirêt, dagirkirineke xweþ a nerma kurdistanî bû.

Çemþîd xwe li ser palgehê dirêj dikir û bi hewes dest bixwendina pirtûkan dikir. Di dema xwendinê de carina dikeniya, carina awirên xwe tûj dikir û carina jî digiriya. Gava digiriya, wer bi evîn û ewqas jî bi keser " Ez xwe û rastiya xwe, sedemê nexweþî, bextreþî û siûdreþiya xwe, di van hevokên wan pirtûkan de dibînim. Di her rêzêk pirtûkan de, bêhna Xatun ê, bêhna dayika min difûre pozê min. Ji ber ku Xatun û dayika min, bi vî zimanê diaxifîn. Bi vî zimanê digriyan. Bi vî zimanê distirandin. Bi vî zimanê dua dixwendin. Zanî Mîro! ka ew bêhna þevbûherkan heye ya, aha ew bêhna evîntijiya mirova sermest û ji xweþiyê serxweþ dike, di van pirtûkan de heye." digot û bi keser axîn dikêþand.

Çemþîd, roj bi roj vedihuhezî. Ber bi baþiyê ve. Ber bi qenciyê ve. Xwendina pirtûkan, Çemþîd roj bi roj rintir, xweþiktir û qeþtir dikir. Ji rû û rûçikên wî , nur dibarî. Di tevger, uslûb û nêzikayî ya wî de, merdî, comerdî û bêhna mirovekî tegihêþtî difûriya.

"Hesret" digot. "Ji bo min veger divê" digot. "Vegere kurdistanê êdî ji bo min pir nêze" digot û bi hesret didomand. "Ez ne ew mirov im , ku karibim dert û kulê xeribîyê bixwim"

"Xeribî?" digot, dikeniya û dîsa bi keser didomand

"Xeribî ji bo min peyvekî biyanî ye. Peyvekî ji xewn û xeyalên min dûr, di nav hevokên pirtûka jîna min de cîh nagire. Peyva xeribiyê ji xwe bi serê xwe tehl û tuje. Bê teme mîna xwarineke bê xwê, bê cûyin hatine mîna qesreke hilweþiyayî, bêpejine mîna tirmeke riziyayî, bêpele mîna dareke hiþbûyî, cilmisiye mîna gulbaxeçeyeke bê gul û gulîlk, bê heviye mîna bajareke kavil û werankirî, bê dile mîna keçeke di bûhara umrê xwe de, li kalemêreke heþtê salî merkirî, tariye mîna roja bê tav û bê kese mîna qerexê zeryayeke bê þênahiyê.

Miro! yeqîna te ji yezdanê dilovan hebe, ku ne xweþî, ne dewlemendî, ne jinên zerikê ziravê lihevhatî û ne jî þevên rengîn yên xapînokê vî walatê bala min dikêþîn în. Ez xwe di nav heyî û dewlemendiyên vî walatî de, xizan û bêkêr dibîn im. Ne ku hewleke min ê, bi vê rengê heye. Na, hema roja ku min lingê xwe avête axa vî walatî, min xwe di warê giyan û ruhiyetê de, di nava valahiyeke wehþî de dît. Ew roj û ev rojê ku ez di nava tenêtiyeke wehþî de dipelpitim û her dipelpitim. Dilê min, ji ber êþ û hîsa bekesbûnê, veguheziyê bêjinga denu. Peritiye. Weran û kavile. Xwîn jê diþûje.... Mîna lehî û rûbareke wehsî û bêsînor diherike û her û her diherike. Birînên nejibîr, birînên ku hiþê min ji serê min dive, li dilê min peydabûne. Ax Mîro! ev birîn heye ya, ne ji wan birînê ku em pê dizanin û jî ji wan birînê rêzên e. Hema mîna ruhistinekiye û qîra xwe berdayê pêsîr a min xêrib ê reven û min her û her di nav per û paskên xwe yên sitûr ê bi tirsê rêsayî û êþa xwe ya bêîman de, dikuje. Ez mirîme. Miriyek li der û dertulên xelk û welatê xerîb..... Birînên sitûr ê bêderman in. Na na, ne bêderman in . Dermanê bîrina min heye. Lê ne vir, ne li van der û dertulan peydadibe. Ji bo min vegere kurditanê divê. Dermanê min, li nik bulurvanê welatê serhediyane. Li dewet û þahî û þerbûherkên, bi nola tor û tîtal ên welatê zarokên birînê te lidarxistinê ne. Ax ew berbangên bi ezana dîka despêdike û dixemilê heye ya, aha dermanê min di nav xweþiyên wan berbangên kurdistana ku niha hatiye kavil kirinê ye. Ez divê vegerim" digot û pê re livên xwe gez dikir. Lêvên xwe dixwar. Lêvên xwe di nav xwînê de dihêþt. Diranên xwe diþidand.

Çemþîd, piþtî her gotineke xwe, bi ser Narin ê re vedigeriya. Mîna ku ji Narin ê, erê kirina gotinê xwe bipê, wer bi evîn û evîndarî lê dinihêrî. Heçî Narîn ê bû, jý xwe her gotinekî wî, bêyî ku bifikire, bi serî hejandinê dipejirand. Çemþîd, gava behsa vegera xwe ya kurdistanê dikir, mîna evîndarekî rast li nav çavên Narîn ê dinêrî û welê axaftina xwe didomand. Çemþîd, mîna ku ji min re bibêje

" Bel ê, ez diaxifin. Lê ne li ser navê xwe tenê. Narîn jî. Bel ê, Narîn jî mîna min difikire. Ew jî dixwaze vegere. Ez, li ser navê xwe û wê diaxifim."

Ya rastî jî, mîna wî bû. Wî gava behsa vegera xwe ya kurdistanê dikir, rengê rûyê Narin ê vediguhezî ser rengê keskesorê. Çav lê vedibûn. Çav dibiriqîn. Lêv þildibûn. Lêv diliviyan û kenek xweþ a bêpayan, kenek bi tirêj, kenek bi þewq, li ser rû û rûçikên wê peydadibû. Ji hesreta Çemþîd ya ji bo vegera kurdistanê û ji ken û birigîna çavên Narin ê welê dihat fêmkirin ê, ku ji bo vegereke misoger, lihevkirine. Û ne bi tenê lihevkirin. Her wiha mîna ku di navbera wan de, tovên evîneke jî hatibe çandin ê, dixûyan. Mêzekirinê evîntijî, hevûdu erê kirina herduyan, bi min dida zanîn ku di navbere wan de, hevûdu begem kirinekî heye. Ji hevûdu hezkirinekî heye. Bi kurtebirî, min ji rewþa herduyan wisa fêmdikir.



Moyad.

Moyad ê Suleymaniyê. Moyad ê ji baþurê welêt. Moyad ê, bira û mezinê çar xwiþkan. Moyad ê xwendevan. Moyad ê xwendevanê beþa huquq ê. Xwendevanek zîrek û bi rêk û pêk yê zanîngeha Maînz ê. Moyad ê xwedî nas, dost û heval û hevrê. Moyad ê civatnas. Moyad ê xwedî bîrûbawerî û xusisiyetên kurdistanî. Û her wiha Moyad ê dîl girtê destê qamîþê xwe, bi serkeftî beþa huquq ê kuta kiribû. Lê Moyad kêfa kuta kirina zanîngehê nejiya . Ne ku wî nedixwest. Na, pir dixwest ku hema bi þeveke sade û basît û bi beþtarbûna cend dost û hevalan, kuta kirina zenîngehê pîroz bikira. Lê ne bû. Çarx û felek, li rûyê wî nekeniyan. Felekê dîsa bi ya xwe kir bû û nehîþt ku ew kêfa serkeftina xwe, bi an gor ê dilê xwe bijî. Felek wekher carî, dîsa direwîn derketibû. Disa keniya bû. Lê kenek sara cemidiya dilsoj...... Feleka direwîn rûyê xwe yê kirêt di demeke wî ya herî xweþ de, ravî wî dabû. Dê û bavê Moyad, piþtî mehek kuta kirina zaningehê ji dare dunê barkirin û çûn ser dilovaniya xwe. Her çar xwengên wî, bêyî ku dê û bavên wan here ser dilovaniya xwe, zewiçîn û çubûn ser qismetên xwe. Her car xwengên Moyad yên ku her yek nola kew û kevokan bû, di nav demeke kurt û kin de, li pey hev mirazê xwe kiribûn. Piþtî mirina dê û bav û zewaca xwengan, Moyad mabû bi serê xwe tenê. Lê tenetî û mayineke dilsoj û erjeng.... Li dû ji dinê barkirina dê û bav û zewaca xwengan, Moyad êdî ne Moyad ê berê bû. Þikestî dixûya. Xemgîr û çavtijî dixûya. Bi keser digot " Bi dû mirina dê û bav û çûyina xwengên xwe, êdî çavên min nema baþ dibîne.. Nema jîndar û jiyan tijiye" Bel ê, Moyad ê jiyantijî, Moyad ê xwedî du çavên nola du çavkaniyên jiyanê çûbû û yekê situxwarê revenok hatibû dewsê. Wer bê kêf, wer bê ços û wer bi kul û keser di xwe de diponiçî û her diponiçî.....

Keç û jinên kezîzer jî, rû jê badabûn.

Keçên ciwan ên sipehî û ji xweþan xweþiktirîn ên li dora wî bûn û þevên nejibîr dikirin para wî, yek bi yek jê dûr ketibûn. Rû jê badabûn. Moyad, bê keçê zerik û bê jinên nermok mabû. Keç û jinên kezîzer, ji hewþa dilê wî, ber bi cihên nediyar ve firyabûn.

Moyad digot:

" Ez divê li xwe mikur bêm ku ez niha baþtir rûyê jiyan ê ya duyemîna, ku ji teref gelek kesan ve nayê naskirinê, nasdikim. Baþtir dizanim ku min bi destên xwe vê tenêtiya malkambax ji xwe re hilbijartiye û kiriye para xwe. Ne ku ez rastiya hebûna mirinê nasnakim. Na, elbet mirin li dere her kesiye. Mirin rastiyeke gerdun û jiyanê ye. Xwe li derê kî bigire, ew kesa nema dikare xwe ji ber veþêre. Nema dikare sitûyê xwe ji devê sûrê wî xilas bike. Nema dikare xwe ji bela wî bida alî. Ew, yanê mirin mîna siya însan bi însan re dijî. Bêyî ku tu pê bizanibe, rûyê xwe yê kirêt ji niska ve nîþanê te dide û te di nav pêl û baskên xwe yên qelew de, berê diþînidne û piþt re, bi helceyek diguviþê û bêruh dihêle. Mirina dê û bavê min jî , fena mirina her kesiyê. Ji rêzê ye. Ew jiyan û ew mirin. Ez bi vê yekê qebûl im. Lê tiþta ku min diêþîne û min di xwe de dikuje ew e, ku min hevî û enerjiya ciwaniya xwe li nik keç û jinên rojane xerckir. Li nik wan bihorand. Halbûkî, heke min goh bida dê û bav û dilê xwe, dê ez ê niha di tenêtiyek waha giyankuj de, nebama. Niha mîna gelek kesan min jî jinek hebû. Jineke bi tor û tîtal û bi zimanê kurdî pîjayayî..... Dê wê yê min, bi çîrok û bêhna xas ya jina kurd ji tenêtiyê biparastiba. Dê wê yê ji min re, behsa evînên nîvco mayî yê zarokên birîn ê bikira. Dê wê yê min, di singa xwe ya germ û li ser deþta cestê xwe yê rengegenimî de, bikiriba xewê. Bi kurtebirî dê ew ê di rojê min ên baþ û nebaþ de, li ba min bûya. Lê çi heyfe ku êdî derenge. Heke rojek jina ku ez qalê dikim û lê digerim pergê min were, belbî wê gavê ez ji vê tenêtiyê xilasbivim" digot û mîna xweziya xwe bi wexta dê û bavê wî xweþ û li heyatê bû dihanî , dikir. Na, "dikir" ne. Hema xweziya xwe rast bi rast li heyama bihorî dihanî.

Bel ê, welê bû. Moyad li dilê xwe vegeriya bû. Hewara dilê xwe nasîbû. Li nesîet û peþniyazên dê û bavên xwe varqilîbû. Lê mixabin, bi derengî.

"Dil" digot. "Hewara dil" digot û bi awakî posîde lê zêde dikir " Yek hebû. Ji azbeta min bû. Ji zimanê min bû. Mîna min diaxifî. Hîm û binyeta keseyata xwe ji efsanên evînê, wek evîna Men û Zîn û Siyaben û Xeçê, ji tor û tîtal, ji çand û felsefe, ji çîrok û çivanok, ji payizok û ji klam ên kilasîk yen ku ji kela dilê zarokên birînê pêkdihat in, wergirtibû. Bi her awayî girêdayî çanda zarokên birînê bû. Ew bi xwe jî yek ji wan dilê bilîndar bû. Digel bilîndar û per û bask lê þikestibû jî, lê dîsa dixwest di nav vê birîndarî û dilê hilweþiyayî de, evîneke biceribîne. Biceribîne da ku karibe di nav xwîn û toz û moranê de, evîna xwe bi serbixîne. Ji bo di evîna xwe de biserbikeve, serî li her celeb rê dixist. Her rê û reçik diceriband. Lê çi heyfe ku ez jî heware dilê wê, dûrbûm. Ne ku min jê heznedikir. Bel ê, di serî de min hezkirina xwe ya ji bo wê, jihevûdu dernedixist. Lê di dawiyê de min nas kir ku ez pê ve hatime girêdanê. Lê çi care ku hetanî ez bi dilê xwe hesiyam, wê gav avêtibû gerduna din. Yanê gav avêtibû gerduna zewacê." digot û bi desmala xwe þilbûna çavên xwe padikir.




Name û daneragihandina evîna veþartî.

Piþtî serdana hevalek ji bo çend rojan, li mal im. Li mala xwe ya ku bi hatina Çemþîd û Narin ê re germ, bi qise û axavtin ên durûdirêjên hetanî beyana sibê bi mere hiþyar dima û þehidî li eþ û keserên medikir. Yanê li mala xwe me. Lê li malê ne Narîn û ne jî Çemþîd dixûyan. Mal bêdeng û bêpejin di nava tenêtiyekê de bû. Kaxida xwedî cestê þîr spî ya ku çend rêz nivîsa reþ li ser û li ser masa odê bû, bala min kêþand. Min rahîþt kaxidê.



"Ji bo Narîn ê."

Despêk welê bû.

"Li min bibore! Min nedixwest ku ez dilê te biþkênim û tu ji min aciz bibe. Lê divê ez bêjim, te firsênd neda ku ez mijarê bi hemu aliyan ve, ji te re vebêjim. Divê tu ji min bawer bike ku mabesta min ne ew ê, ku ez ji bo te bivim sedemê tipên kirêt yên êþ ê. Tenê. Bel ê, tenê min dil hebû ku ez hinek behsa gulên di dilê min de dibiþkivin bikim. Ew gulên ku hem min diêþînê û hem jî, kêfekî bêhempa dikê para min. Min di serî de digot qey gulên di gulbaxçeya dilê min de dibiþkivin, gulên ji rêzê ne. Lê na. Piþtî hilanîn û danîneke durûdirêj min nû nas kir ku gulên di dilê min de dibiþkivin, ji tovên evînêkiye. Hezkirinekî bêsînor û evîneke paxiþ û mîna te delalê. Bikurtebirî, ji te hezdikim.

Bi silavên xoþewistî. Çemþîd"


Saet dehê þevê. Þeveke bêdeng û bê geremola bi evîntijî. Rêzen reþ yên li ser cestê kaxidekî spî, Lê rêzen watedar. Rêzên bi hezkirineke xwedayî honandî.

Name?

Bel ê, bi serê xwe tenê name. Lê nameyek ji rêzên evînê pêkhatî. Wekî din ne tiþtekî. Her wiha ne Narîn û ne jî Çemþîd. "Lê li kû ne? Bi kû de çûne? Çi bi serê wan hatiye? Di vî derangiya þevê de, li der, li çi digerin. Min xwe bi xwe got û piþtî bendemayina qasekî, ez rabûm û bi hewla gera ji bo wan derketim derve. Li ber derî, Çemþîd serî di der de, ji wî aliyê kolanê hêdî hêdî ber bi malê ve dimeþiya. Lê bi serê xwe. Narîn, li nik nedixûya. Nexûyabûna Narîn ê, dilê min guvaþt. Ez bi tirs û bi gavên mezin ber bi Çemþîd meþiyam. Piþtî ez baþ jê ve nêzbûm, min yekser jê pirsî.

"Ka Narîn? Narîn li kû ye?"

YAZDIR Yazdýr     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çýktýsýný Al
   Arkadaþýna Yolla
   Köþe Yazýlarýna Dön

Arþiv
·Seîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
·Bêhna erdhejê tê.....Vinevina mirinê...
·Evîn Yezdan e.
·Wêneyên Keserê, dengê awaza min e.
·Ji bîr nekin, hunerî divê...
·Axxx þêrbazê dayika min a dîl...!
·Reva berev zerya direwan (2)
·Reva berev zerya direwan (1)
·Û rengên bi bela ... Û por...Û gotina dawî...
·Ev kilam, bi keseran ve avise

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.

Image Hosted by WêneShare
Sayfa Üretimi: 0.095 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.