Ev nivîs beþeke kurt ji çîroka "Zarokên birînê" ye.
Birayo!! Ez Narîn a sitûxwar û xwedî rabirdûyeke malkambaxim.
Piþtî lêgerina du sê saetan ez û Çemþîd, dest vala û bi sitûxwarî vegeriyan mal ê. Me Narîn neditibû. Narîn nedixûya. Narîn wendabibû. Narîn. Narîn a xwedî jiyanake delodîn û kesertijî...... Ji ber nexûyabûna Narîn ê, bi hezaran pirs û tîpên tirsê di serê me de dest bi bager û bahozê kiribû. Her çend Çemþîd bizdiyayî dixûya jî, lê ne bi qenderê min hundir lê qetiya bû. Ji ber ku haya Çemþîd, ji serhatî û serboriyên Narîn ê tune bû. Çemþîd gava Narîn ji min pirsîbû, min jê re gotibû ku Narîn keça pismamê bavê min e. Dê û bavên wê, berê niha bi salekî vegeriyane kurdistan ê. Ew hetanî dûzenekî bide xwe, ji xwe re avahiyeke peydabike, li ba min dimîne û hew.
Bel ê, Çemþîd tenê dizanîbû ku Narîn keça pismamê bavê min e û hew. Ji ber vê yekê, ne bi qenderê min ditirsiya. Na, ew jî ditirsiya. Lê nebiqenerê min. Tirsa min ji Narîn ê ew bû, ku zerarekî bide xwe. Jixwe revenoka xwedê hê nû hatibû ser hemdê xwe. Hê nû bi serê xwe derdiket derve û karê xwe bi serê xwe pêkdihanî. Û li piþtî vê baþ bûnê wiha ji niþka ve, ji holê wendabûna wê, dinya min serobino kiribû. Dinya min bi serê min de, hilweþandibû.
Li mal. Li mal a xeribiyê. Li mal a sê zarokên birînê. Li mal a þehidê hewarên þikestî. Li mal a þehidê gotin û hêst û giyan ên, bi tirên tirsê tarimarkirî. Bel ê, li mal a bê Narîn, ez û Çemþîd serê me diber me dabû û em rûniþtibûn. Çemþîd, li ser palgehê bibû mîna gogek piçûçik û mabû. Bibû pirtikek. Bibû misqalek. Bibû keþanek û bi palgehê ve zaliqîbû. Ne qisedikir û ne jî xwe dilivand.
Em wer hebû saetek li mal bêdeng man. Çemþîd, êdî deyax nedikir. Tevatî pê nediket. Rîk û hêrsê xwe dabû ser pozê wî. Tengezar û bi halekî jihevûduketî rabû ser piyan û di odê de, dest bi gerê kir. Ji awir, ji xwudan lê peydabibû, ji kefa þîr spî ya ku ji ser levên wî yên qelew diþujiya nav rîhê wî yê nola daristaneke wehþî, baþ dihat xûyan ku tîpên êþê dilê wî yê kesetijî dabû ber xwe û talandikir.
Ez jî, ji wî baþtir nebûm. Min gavek xwest ku xwe bilivîn im. Lê min nedikarîbû. Cestê min giran bibû. Taya tirs ê, cestê min dagirkiribû û giraniyeke nedîtî li cestê min zêdekiribû. Taya tirs ê þûrê xwe yê nola kêrê, li ser cestê min dibir û dihanî. Li ser singê min, tîpên "TIRS" ê vedikola. Þewat û êþeke nedîtî, bi laþê min ketibû. Ez bi êþa nedîtî û þewata wehþî rabûm ser xwe û bi madesta lêgerina Narin ê, rast derketim derve. Çemþîd jî , li pey min derket derve. Lê em hê du sê gava ji derê avahî dûrneketibûn, ku Narîn, serî diber de ji wî aliyê kolanê xûya bû. Bi meþekî mirî, bi halekî xilasbûyî û bi rengek þîr spî ber bi me ve dihat. Gava min ew di rewþeke wiha nebaþ de dît, nizanim ji ber çi bû, qerîneke di dîwarên avahiyên kolanê de olanda, ji min çû. Di nav du sê kêliyan de, min Narîn di hembêza xwe de dît. Piþtî min têr têr bênha wê kêþan nav dil û hinavê xwe û bi têra dilê xwe lê mêzekir, min dît ku Çemþîd jî va yê hatî û bi du sê gavan ji me dûr û wer serî di ber de, sekiniye. Lê sekaneke diþiviya dîwareke bêruh û bêpejin.
Çemþîd, nexwest were mal ê. Çemþîd ji min re got ku hun herin, ez ê gaveke din wer im. Ez û Narîn vegeriyan mal ê. Narîn li mal ê, li palgeha miqabilê min rûniþt. Serî diber de û hûr hûr di xwe de diramiya. Her çiqas min bi qisedana wê û Çemþîd dizanîbû jî, lê min dîsa dixwest ku ez ji devê wê jî naveroka qisedana wan bibihîzim. Min jê pirs kir. Lê ez bê bersiv hîþtim. Gava min fêhmkir, ku wê dil tune ye ku min bibersivîne, min jê re got ku ez bi naveroka qisedana we herduyan dizan im. Bi gotina min re, veciniqî. Bi halekî fedîgok li min nihêrî. Bêdeng ma. Piþtî bêdengiyê, bi rûyêk kizirî got:
" Çûyina min a ji mal ê, ne ji ber Çemþîd bû. Çemþîd tiþteke nelirê negot. Ez ji gotinê Çemþîd ne êþiyame. Lê ez ditirsim. Ne ku min dixwest, tirs ê bi pê milê min girt û ez ji mal ê pekandim derve.
Tirs?
Bi serê xwe peyveke kirête. Huteke xwedî þûrê nola kêrêyê û xwe berdide nava meriva û mîna merek bîrçî dest bixwarina cestê mirova dike. Hêst û hîþê mirova diçelqîne, li bin gohê hev dixe û meriva ji bo xwe dike udb û benî. Lê yek caran jî, dibe dostek. Dosteke ji dil. Dosteke bi ava zemzemê þuþtî.... Bel ê, di heyama umrê min ê dûrudirêj de, ev cara yekeme ku tirs rûyê xwe yê baþ ravî min da. Wexta ku Çemþîd xwest mijarê ji min re vebêje, hema ji niþka ve, hemu serhatiyên min bû kobûsek, bû hutek û xwe evêt ser singê min. Dibin giraniya kabûs û hut de, min go qey ez mir im. Bêhna min di qewriya min de ma. Dilê min bihorî û dîtana ku min dît ez va ye li derve me. Bel ê, tirs ê ez ji nav pencê kabûs û hut ê dev geniyê cenawir girtibûn û pekandibûm derve.
Ya rastî min hîç nedixwest ku ez ji derve wer im. Min dixwest ku ez hetanî beyana sibê, li kolan û sikakên bajêr biger im. Biger im û bigir îm û bilorîn im. Lê tu bi bîra min hat. Min baþ dizanîbû, ku tu hina min meraq dikî. Min nedixwest ku ez te di nav meraqan de bihêlim. Û ji xwe heqe min nîne ku ez mirovek mîna te bikim hedefa tîpên tirs û meraqan. Ma ji bilî te keseke min ê din, li dara vê dinê heye? Tu ji herkesî bêhtir, bi min û qeder û siûdreþî û serhatiyên min dizane. Tu ji herkesî bêhtir sedemê sitûxwarî û jiyana min a dujehî nasdike. " got û sekinî.
Piþtî çend kêle sekanê, biberkenînek germ got:
"Rast Çemþîd bi kû ve çû?"
Meraka evîndara ya ji rû û tevger û yan jî ji avaftin û pirsan wan, tê naskirin û zanînê. Bel ê, wisa dihat xûyan ku Narîn ê, Çemþîd meraq dikir. Berê niha jî, cara caran Çemþîd dipirsî. Lê bi rûyek aram û bêþerm. Vêca re, rûyê wê sop sorbû. Çermê hinarikên wê, kizirî kizirî û veguhezî rengê gula nola xwîn ê. Mîna ku fedî dikir, rûyê xwe ji min vediþart. Min ji hal û tevgera wê nas kir ku ew jî ji Çemþîd hezdike. Min lê vegerand.
"Meraq neke. Çemþîd dê were. Hatanî cîhek çû. Ew ê niha were."
Narîn ê dengê xwe birî. Rabû derbasê kulîn ê bû û bi du fîncanê qehwê hat. Herdu fîncanê di destê xwe de, bi edayeke rêz û hurmettijî danî ser mas ê û pê re got..
"Ez ditirsim kekê. Tirs bûyî cenawirek û qîra xwe berdayê pêsîra min" got û çavên xwe yên ji ber rondika þiybûyî pakir.
Min lê vegerand.
" Çima, ma tu ji çi ditirse? Tiþta ku te ditirsîne çî ye?"
"Baþ nizanim, lê ez divêjim qey Çemþîd dewa hin tiþtan li min dike"
"Çawa, dewa çi li te dike?"
"Ya rastî ez jî hê baþ bi xwesteka wî nizan im. Lê bi qenderê ku ez hîs dikim, ez divêjim qey dixwaze bi min re bizewice"
"Nexwe ev fikreke zor baþ e. Hun li hev tên. Tu heyveron û ew jî tava. Tu Narîn û ew jî Çemþîd e. Xwedêyoooo ji te re hemd û sena, çi wêneyeke xweþ. Çi wêneyeke ciwan. Çi wêneyeke qewre!"
Axaftina min, bi dengek tirstijî birî û got
"Ez ditirsim kekê! Çemþîd qet min nasnake. Ew divêje qey ez keçek paxiþ im. Keçek hê dest lêneketiya mîn a çilkek ava zelal, mîn a heyverona bêqisur û mîn a þewqa tava royê.... Ew wisa dizane. Lê rastî ne wek wî yê. Ez hatime lewitandin. Ji porên min, ji lêvên min, ji newqa min, ji zimanê min û her wiha ji hemu cestê min, bêhna mêrê zînekar tê. Cestê min hatî talankirin ê. Ez ne Narîn a , huvdeh salî me. Li ser her gorziyeke cestê min, þûna deqên sor, mor û rêþ ê devê mêran heye. Ma ez ê çawa û bi çî rûyê karibim bi vî cestê xwe yê hatî tarûmarkirin ê , derkevim pêþberê Çemþîd.?
Birayo!! Ez Narîn a sitûxwar û xwedî rabirdûyeke malkambaxim. Heke min bi destên xwe jiyaneke wiha ji bo xwe hilbijartiba, mina niha gilî u gazinên xwe ji felek nekira.
Lê dîsa jî, ez ber xwe nakev im. Ji ber ku min hîç qeder û jiyaneke wisa kesertijî û delodîn nedixwest. Digel vî naxwastina min, dîsa navê min bû "Narîn a qehpe. Narîn a fahîþe". Ez çi bêjim kekê! bila mal a feleke biþewite.
Felek?
Felek ê, min di bûhara umrê min de, kir pêlîstok û qurbana hêstên sadîst ên mêrên xwedî ruhe rawirên derinde.
Niha her tiþt li aliyekî û Cemþîd jî, li aliyekî din. Ez ji xwe bêhtir, ber Çemþîd dikev im. Heke ew bi rastiya min bihese, feqîro wê ser hev dev ji xwe û jiyanê ber bibe. Ez nizan im ku ka ez çawa hereket bikim. Çawa li rûyê wî binêr im. Li aliyekî tirs û berketina Çemþîd û li aliyekî ji....."
Li aliyekî ji evîna min.
Dixwest ku wisa bigota. Lê ceger bi xwe neanî ku dawî li gotina xwe bîne. Min gava dawî li gotina ku wê nivco hêþtibû anî, xwunadeke li ser cermê eniya wê xûya bû. Diyar bû ku pir fedî dikir. Xwudan û nîvco hîþtina gotinan ji ber vê sedemê bû. Piþtî hilanîn û danîn û axaftineke dûrudirêj, li xwe mikur hat û got:
"Bel ê, ez jî jê hezdikim" got û tam di demeke wisa de, Çemþîd ji deriyê pêþîn xûya bû û rast hat odê ba me. Narîn ê, dengê xwe birî û bêdeng ma. Þeva me bi qisedan û mijarên rojanê domiya.
Dotira rojê, min rastiya Narîn ê û serhatiyên wê, bi kite kitan ji Çemþîd re vekir. Çemþîd, bêyî ku bifikire, bêyî ku dudilî bike û bi rewþeke xemgîn got.
Ez ji Narîn ê niha hezdikim. Ne ku ji ya berê. Jixwe ne dirûste ku mirov kes ango kesa, bi gor rabirdûya wan bivîn ê. Wan, bi serhatî û serboriyên wan ên nebaþ binirxîne. Jixwe jiyan bi serê xwe, bi fetlok û ketin û rabûnan tijiyê. Pirê caran tiþtên hun qe li bendê nîn in, bergê we tên û we ji jiyan ê dide nefretkirin ê. Di demên wisa de divê mirov bi bîr bîne, ku mirov nifta jiyan ê bi xwe ye. Mýrov dikarê her celeb nebaþî û xiraviyên bergên wan tên, veguhezinê qencî û baþiyê.
Ez welê bawer dikim ku tiþtên hatinê serê Narîn ê, bê xwesteka wê bûye. Wê nexwestiye ku ew jiyaneke wiha kesertijî, bijî. Wê nexwestiyê ku ew rûyê kirêt yê jiyan ê nasbikê û bijî. Lê çi care, ku jiyan ê. Hem baþ û hem nebaþe. Hem xweþ nola þekire û hem jî, tehle nola jehrêye.
Ez bi Narîn a hina qayilim Mîro! Ez dixwaz im, jiyana xwe ya mayîn pê re pavrekibim. Pê re bigibir îm û pê re biken im. Wê û xwe ji pençên tenêtiya bêîman xilas bikim. Lê ez dizanim ku ka ew ji bo vî mijarê çi difikire? Mîro! ma tu nikare bi ser navê min pê re, biaxifî" got û li bersiva min sekinî.
Min bi kenek qerm ew bersivand.
"Daxwaza te li ser û çavên min. Ez û tu hevalê heþt salane. Û her wiha Narîn jî, êdî mîna xwenxa min ji min re nêze. Jiyana we herduyan anîna ba hev, cîhê bextewariya min e. Ez ê hewl bidin û pê re biaxifim"
Berdewama nivîsê, ji bo careke din. Bimînin di nav xwesiyê de.
|
|