Ömer Dilsoz
Ömer DilsozMasûmiyeta wan deran
Mahmut Aslan
Mahmut AslanUyduruk gafil kiþilikler!
Kasým ENGÝN
Kasým ENGÝN“ASTUBAYKEN ER OLMAK“
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GÝRÝÞ -13-
Cemil Bayýk
Cemil BayýkÎstismara dîn
Günay Aslan
Günay AslanAjanda..!
Kakþar Oremar
Kakþar OremarÊþa Giran: Xwekujî...
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARKonferansa serkeftina kurdî
Ahmed Aktaþ
Ahmed AktaþAzadiya Welat
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANAKP û Artêþa Tirk, Ji Bo Þerekî Nû Amadekariyan Dikin
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolBal
Cemo Devrim
Cemo DevrimÖlümü Yenenler...
Erkan Kobanlý
Erkan Kobanlý21.yüzyýl Prokrust'larý
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerKatliyam pilanlayanlar Barýþý anlayamaz
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalSavaþýn gölgesinde 1 Eylül’e giderken
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDÝ KOMUTAN’A
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemÇeyrek asýr
Özgür BÝLGE
Özgür BÝLGEFETTUL-MÜNAFIK U KATÝL-QERDOÐAN’IN PANZEHÝRÝ
Ahmet Dere
Ahmet DereÞERÊ GURC Û RÛSAN
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanBÜYÜK ARAMAK, BÜYÜK BULMAYA ÇALIÞMAK, BÜYÜK SAVAÞI DOÐURDU
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütOnursuzlar Lanetlenir
Fýrat Penaber
Fýrat PenaberÞÝMDÝ DALMIÞIM
Teman Dep
Teman Dep1 HAZÝRAN KADIKÖY MÝTÝNGÝ, ÖLÜM DEÐÝL ÇÖZÜM VE MEDYA
Serbest Rêzan
Serbest RêzanRapora NY û xala 140 û vala derxistina iradeya gelê baþûr
Siyamed Sipan Uðurlu
Siyamed Sipan UðurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nýn Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecaný baþladý.
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarHasan ÇARÇELA: 3. Dünya savaþý
Hozan Dîno
Hozan DînoBitmeyen Yolculuk..!
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülBiz Erkek Deðiliz Ýnisiyatifi
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattýklarý
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreðin Aydýn yaþamýn Yýlmaz dý senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEÞÝN GERÇEK SAHÝPLERÝ
Sedat Ýnci
Sedat ÝnciDaðlara nakýþ ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yýkýn
Mehmet Mekin YýkýnKürt basýný üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELÝÞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatýlmasý zor anlar
Rýzgar Azad
Rýzgar AzadÞaþýrmayýn; yanlýþ yapmayýn!
Ýbrahim Güney
Ýbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaþma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanýt'ýn yaptýklarý
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geþtirin
Argeþ Arjin
Argeþ ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüðün Dili: ÇIÐLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarýnda

 
Rêwiyê riya dûr...



Yazar Adý: Polat Can

Yazar Ýletiþim: polatcano@hotmail.com


Yazarýn Tüm Yazýlarý

Eklenme Tarihi: 13.12.2006 Saat: 15:43

 

(Bo bîranîna Þehîdên þerê Qendîl sala 2000)

Êþa ku nedihat rakirin, weke brûskan li mejiyê min dida. Hure-hura ba û bahozên zivistanê êþ û azar zêde dikirin. Te çidikir lê nikaribû êþa giran ji bîr bikira. Ne muzîk, ne stran, ne ax û wax û ne jî xeyala, êþa birîna germ kêm dikirin. Te digot qey artêþeke hov bi þûr û rimên xwe di canê min de dikirin û diqelaþtin... Hure- hura bayê çiyayî û barîna berfa bêdawî, êþ û azarên koma birîndaran zêde dikirin. Pir caran ji ber êþê êdî me dest bi kenê bilind dikir. Hevalê Welat jî(yê ku di stuna piþta xwe de birîndar bibû) ji ber êþa xwe ya ku çiya jî nikarin rabikin, bi dengekî bilind, strana derwîþê evdî digot: “Hey lo delal hey lo lo lo delal...” Ev hevok bi hinaseyeke dirêj berdida û axeke xemgîn ji kûrahiya dil û hinavên xwe ve dinaliya û bi kenekî bilind diqedand “Ay ay ya mirdim...”
Ji bo ku xwîn bikaribe di laþê me- yê bêxwîn- de bigere û êþ kêm bibe, hindek çente û betanî xistibûn bin lingên me. Wisa jî kêmekî canê birîndaran rihet dibû... Lê vê sibê, hevala Dîlan hat û çenteyê di bin lingê min de derxist û bêyî ku deng bike derket û çû. Min li pey wê bang kir û sedema birina çente jê pirsî. Bersîva wê, ez ji kûrahiya dilê xemgîn de hejandim, brûskên biharê di mejiyê min de vedan, êþ, azar û birînî êdî bi bayê rojava re çûn... Êdî cîhan li ber çavên min reþ û spî bû. Hemû hîs û hestên ji cîhana derve qut bûn, zagona bîra min ser-binî hev bûn, dûr- dûr çûn... Rêdûr. Ax Rêdûr...
* * *
Di bêdengiya þeveke payîzê de, refek ji 15 kesan, bi hiþyartî û muqateyî berbi cîhekî ve diçûn. Her kes di rêza xwe de dimeþiya, ne deng derdixistin, ne jî çavên xwe ji derdorê vediqerandin. Min çi kes nas nedikir, jixwe hîna rojek nebibû ku bi rewþeke awarte em vegohezî vir bibûn. Ev bû 5 saet em di meþê de ne, lê ez bi xwe jî tam nizanim cîhê em çalakiyê li ser dikin kîjane. Di rê de bi hezaran aþop û fikir serlêdana mejiyê min dikirin, bi qasî ji min dihat, bihiþyartî dimeþiyam. Lê ew hevalê bejin tîtal û bilind (çendî ku min rûyê wî jî nedîtibû û navê wî nizanibû) baweriyeke mezin dida min. Arbêçiya wî di destên wî de weke demançakê bû. Ew heval pir dirêj û mil fereh bû. Ji ber ku min navê wî nas nedikir, min jê re digot “Hevalê dirêj”, wî jî bi rûkenî bersîva min dida.
Riya me 2 saet bûn, lê ji bo dijmin berî çalakiyê bi êrîþa me nehese, em di riyeke dûr re çûn, da ku em li dora dijmin bizîvirin. Jixwe di meþên wisa de, mirov heya dawiyê di deryayên xeyal û fikara de avjeniyê dike, dixwaze zêdetir nêzî hevalên xwe bike, jê germahî, aramî, hêz, bawerî û dilniyatiyê bigre. Vaye ev hevalê bejn dirêj û simbêl mezin ji min re dihat vê wateyê.


Barana payîzê, erd û gîhayê çiyayan þil û nerm kiribûn, ev yek jî dibû sedema em car- car biþemitin li ser gurzê istrî û guniyan bikevin. Heval him bi hevalê ketiye dikeniyan, him jî dest didanê û radikirin: “Heval ku te çi dîtibe, nîvê wê ya min e...” her kes bêdeng dikeniya. Lê dema hevalê bejn dirêj û simbêl mezin diþemitî, çerqe-reqa dengê guleyên Arbêçiyê (B7) bilind dibûn, hemû hevalan bi hev re digotin: “Heval! Muqate be, deng dernexe”, di heman demê de direviyan û arîkariya wî dikirin.
Em him westiyabûn, him jî birçî bibûn, ji bo wê jî me lez dikir vê çalakiyê li dar bixin; ev demeke ku em li her derê di liv û libatê de ne. Derfeta bêhnvedanê hîna bi destên me neketiye. Ev çalakî jî wê ya dawiyê be; ji ber ku zîncir bi ketina vî girî re dikeve destên me û tiþtek di dest dijmin de namîne. Piþtî meþeke dirêj û zor, 15 kes, di bin singerên dijmin de, ji bo dest pêkirina lîstikên agir û pola amade bûn. Dil bilez lêdida, xwîdana sar ji laþê westayî diherikî û narincoka pîm-hilkirî ji xwîdana destan zor dihat zeftkirinê... Min çavên xwe gerand bo ku kesekî li nêzî xwe bibînim, bala min kiþand ku hevalê bejn dirêj û simbêl mezin li cîhekî dîtire. Nizam! Min dixwast ew di vê rewþê de li gel min be; lê ji ber ku rola me di çalakiyê de cuda bû, cîhê me jî cuda bûn... Ez weke her carê, di deryayên xeyalan de diçûm cîhên dûr û demên borî yên weke xewnan. Lê ew hestdariya biyanî ya ku her tim di rewþên wisa de êrîþî min dike, dîsa serlêdana min kir. Hestekî ji bo himbêzkirina hevalan ez dehf didam, lêgera germahiyeke di van rewþan de ez pê hîs dikim, dihîþt ez ew hevalên bi min re pir-pir nêzî xwe bibînim, germahiya dilê wan di giyana xwe de hîs bikim.... Dengekî bilind ê weke þerqîna brûskan, ez ji avjeniya bêdawî ji niþkav ve veciniqandim û lerizandim. Yekser cîhana bêdeng, tijî dengê teqinî, qîr- wira û zir-zira xwedayê þer hat. Agirê guleyan, cîhana tarî ronî dikirin.

 Xwedawendên serbilind û jixwe razî “Karox”, ji ber dengê narincok û guleyan serê xwe zivîrand û li me mêze kir. Awirekî dijwar û tuj avête me, ji ber me ew ji xilmaþbûnê hiþyar kir, tengezariya xwe eþkere kir û dîsa jî bibêxemiyeke sar û tevizî berê xwe zivîrand û piþta xwe da me; ji xwe xema me jî ne Karox bû, ne jî awirên Karox bûn. Çawa wî bi bêxemî nîþanî þanoya me ya agir û pola kir, me jî bala xwe neda wî, vê yekê jî di hundirê wî de kîn û kerbek çêkir.


Piþtî heyamekê, dengê hevalê bejn dirêj ji piþt min ve hat, qîr dikir digot “ Heval! Xwe bitewînin” û yekser agirê çeka xwe ya volqanî bera singerekî li pêþ me ase bûyî da. Qêrînî ji leþker hat û piþt re bêdengiyeke goristanî xwe li ser vîna cîhanê ferz kir, êdî þano bû þanoya lalan. Her tiþt bi dawî bû, di heyameke kurt de me du-du cîhê xwe di singerên ku bêhna barud û agir jê dihat de girtibûn. Ez bi tenê di singerekî de bûm. Pêwîstbû heta sibê, em di cîhê xwe de bin, hiþyar bin, ji bo hemû û tevgerên tolhildanê yên dijmin amade bin. Di rewþên wisa de, bi tenê mayîn, mirovan tengezar dike. Min dixwast bi tiþtekî, yan jî hizrekê ve xwe mijul bikim, lê ev yek li hember min ase bibû... Piþtî demekê min dît hevalek nêzî min bû û got:


-“Heval! Ez dikarim di singera te de bimînim?”.


Vê yekê ez pir dilþad kirim, ku min hevalek dît ez pêre hetanî sibehê mijul bibim. Min mêze kir ku hevalê bejin dirêj e. Weke her carê, sohbeta me bi gotinên normal dest pê kir, “Pir sar e”, “Em pir westa bûn”, “Baþ bû dijmin zû dev ji berxwedaniyê berda”, “ Rê pir dûr bû” û weke van hevokên jiyana me... Min bi zanabûn bi navekî -hema wisa hate mejiyê min- bangî wî kir: “Hevalê Serdar! Heste li cem te heye?”


“Bibûrîn heval! Navê min ne Serdar e! Ez Rêdûr im”.
Ji xwe meqseda min jî ev bû û ez gihîþtim mirazê xwe: “Serçava hevalê Rêdûr! Îro riya me gelekî dûrbû...”. keniya û bi germahî dest bi axaftina hetanî sibehê kir. Lê ez nizanim çawa mijara me çû ser helbest û romanan; ji min re got ku niha ew romanekê dinivisîne, min jî soz da ku romana wî bixwînim û nêrîna xwe li ser bidim... Serma, zikê birçî, westabûn, tirs û mijara romanan çi yê hev in?!


Sibeh bû, ez bi aliyekî ve çûm, ew jî bi aliyekî dîtir ve çû. Êdî di navbera me de gelek çiya, newal, daristan û çem hebûn. Tenê min dizanibû ew li cîhekî dûr e; lê min dixwast wî dîsa bibînim, romana wî bixwînim. Ew çend saetên ku me bi hev re di singer de derbas kirî, bibû demara pêwendiyeke hevaltiyê ya herî germ û bihêz. Ku kîjan heval bi rexê wan ve diçû, min jê re silav rêdikirin, wî jî di vê yekê de qisur nedikir, lê ne min ew dît, ne jî wî. Her diçû hevaltiya me ya giyanî germ û mezin dibû; ew mesafeya di navbera me de jî çi bandor li ser me nedikir; ez her tim li benda romana wî bûm.


Yekser li cem wan dîsa xwedayê þer daholên xwe lêdan. Yekîneyên me jî derbasî rexê wan bûn da arîkariya wan bikin, dema ez bi yekîneya xwe re berbi wan diçûm, min hêviya dîtina wî dikir. Lê min ew nedît, ew li girekî bû, ez jî li girekî dîtir bûm. Min dixwast biçim wî bibînim, lê di rê de guleyeke neyar riya min birî, bixwe re jî gelek hêvî birîn. Êdî derfeta dîtina wî û xwendina romana wî bû weke xewnek e. Hevala ez veguheztim nexwaþxaneyê, ew jî çû çalakiyeke li ser xwedawendê pozbilind û jixwe razî “Karox”, jixwe Karoxê dilbikîn jî, ji rêdûr bêzar bû, jê re dehf û xefik vedidan. Lewra jî ez li ser wî pir dihizîrîm
Da vê sibê hevala Dîlan ew bersîva da min, êdî werîsê hêviya dîtina rêdûrê -rêdûr bêveger çû, bi bayê rojava re koçkir... guleyeke neyar canê rêdûrê bejn dirêj û simbêl mezin derbaskiriye, xwîna wî ya germ û pak, di hundirê wî de diherike, diherike û çavên rêdûrê rêdûr hêdî- hêdî ji ronahiya cîhana spî û sar digere û giyana pak ji laþê wî yê kovan û xwîndar azad dibe... Lê wî soz dabû min ku romana xwe bide min da ku ez bixwînim...
Lê min ta niha nizanibû ew çenteyê di bin lingên min de ya Rêdurê bejin dirêj û simbêl mezin bû. Piþtî ku hevala dîlan çû, ez pê hesiyam ku ew çenteyê rêdûr bû. Çendî min li pey hevala Dîlan bang kir, lê wê nebihîst û çente bire cîhekî dûr-dûr. Ez jî bi dilekî xembar û kovan dûrî merqeda rêdûrê xwe bûm. Ji wê rojê û vir ve, lêgera romana wî neqediyaye lê hîna jî- çendî ku ev bû evqas sal jî- ew romana wî hîna min nedîtiye. Bejna wî ya dirêj, simbêlên wî yên mezin û þemitandina wî ya li ser gîhayê þil û þemitokî her tim tê bîra min. Nedîtina wî ji min re bû hesreteke ku hetanî hinaseya min a dawiyê dê di dilê min ê xemgîn de hebe. Dîsa jî dibêjin: “Heval! Çima tu xemgîn î?”... Lê ku we jî þevekê hevaltî bi rêdûrekî bejn dirêj û rûken re kir û piþtî wê êdî nema hun wî bibînin, hunê baþ bizanibin ka çima ez xemgîn im, çima ez nakenim, çima lêgera romana wî ji min re bûye armancekî pîroz û dûr... Lê dîtina rêdûr êdî dê weke hesreteke biêþ û xemgîn di amraza pênûsa min re jî derbikeve cîhana bêbext û sar.

EZÎZÊ MIN

Hoy heval
Tu bûyî evîna dilê xemgîn
Ka rabe jixewê
Xewa þêrîn
Xew dijmin e heval...
Serî rake heval ji ser balîfa sar.

Ka rabe ...
Li benda te ne
Hogir û ezîz
Dildarên te pir in
Li benda te ne
Li vir
Li ser kevana rê
Di bin darên pelweþiyayî
Li ser kaniya miçiqî li benda te ne

Ewrên payîza sar
Dimeþin... diçin
Welatên dûr, dûr
Tu jî bûye
Tekê refê qulingên Koçber
Diçî û venagerî

Hoy heval!
Em li benda te ne
Ka rabe ji xewa þêrîn
Riya me dûr e heval,
Rêwiyê riya dûr...


YAZDIR Yazdýr     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çýktýsýný Al
   Arkadaþýna Yolla
   Köþe Yazýlarýna Dön

Arþiv
·GERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
·KOBANÎ
·Xelata welatekî birîndar
·Hozanê Çiyayên bilind… Hozan Serhad
·Sîrwan, Rêhevalê min ê dilnizm û rûliken…
·STRANEK JÝ BO ÞÎLANÊ
·TE HEZ DÝKÝM “Ber ku tu gerîlla yî”
·Jin helbest.. Helbest jî JÝN e
·ÞERME; Qefes vekiriye, lê bulbul nafirê!
·Hinaseya Dawiyê...

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.207 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.