|
Sed kes bûn. Tev jî di temenê xwe yê ciwan de bûn. 64 kur û 36 keç. Gelo wê bi ku ve biçin, kî ne, çi dixwazin? Dibêjin ku eþqa azadiyê xwe li perdeya dilê wan daye.
Hûn bi xêr hatin.
Ev sed kesê ku me behsa wan kirî, tev jî bûne evîndarê vê yarê. Îro wê xwe bixemlînin, lê xemleke bi dilê yarê. Ev yar her xemlê nas nake.
Li gorî yarê, xemla klasîk bê wate ye. Xemla demê, bi çek û rext e, xemla demê bi þal û þapik e.
Hun kincên gerîla ji nêz ve nas dikin?
Ev cilên xemlê, cil û berg, ji bav û dayikên me mane. Kinc li gorî erdnîgara ku têdene têne dirûtin û amade kirin. Ev wekî çandeke gelê kurd ji dîrokê ve hatiye û heta roja me ya îro maye. Rastiyeke û xwe diparêze.
Niha wekî dewameke vê çandê û parastina wê gerîla vê yekê pêk tîne. Cil û bergên gerîlayan, li gorî zirûfê gerîla di çiyan de dibe avantajeke baþ. Yanî li gorî rengê erdê, reng cuda dibin. Bi çend taybetmendiyan, em dikarin bînin ziman.
ÞAL; Bi giþtî fireh e. Rengê qehweyî ye. Ji jêr ve teng e, bi qurmîçûnkê xwe, hîn bi xeml in. Li kêleka wî du berîk hene. Li navtengê, bi circirtan kemerek hatiye çêkirin. Li piþîyê ji herî kêm sê pîle, çep an rast hatine bicîkirin. Ev þalwar hem Kurdî ye û hem jî siyasî ye. Giraniyek wê ye.
ÎÞLIK; Her dem bi mil in. Zenda mil û berîk, bi circirtan bi hev ve dikin. Bi zincîr e û du berîk li pêþ hene. Carnan jî pir xweþik tên dirûtin. Berîkên taybet li jora berîkê tê bi cî kirin. Di binê îþlik de jî, her dem fanîleyên bi qirik tê li xwe kirin. Dema li xwekirinê de binî dikeve bin þalwarê.
ÇEKBEND. An go Yêlek, Ev parçe ji gerîla re pir pir pêwîst e. Hem rola yelegê û hem jî rola çendepiþtê dilîze. Tim pê re ye. Carnan yek alî carinan jî du aliye. Herî kêm deh berîk li ser hene. Kûrik pêve hene, wekî mala gerîla, her tim bi wan re ye. Gerîla her tiþtên xwe yê pêwîst, mîna -pênûs, defter, þe, neynik, pîl û herwiha - tê de bi cî dike. Mîna çenteyekê ne di dest de, li ser milan tê gerandin. Taybetiya wî jî li gor her tiþtî berîkên wê hene.
ÞÛTIK; Parçeyekê caw, ango qumaþ e. Tenik e. Du beþên wan hene. Yek leþkerî û yek jî yê gundiyan e. Lê gerîla zêdetir ê gundiyan bikartîne. Ew jî di nav xwe de, yê sentetîk û yê bi sîm hene.
Yê herî baþ, þûtikên bi sîm’in û rengo rengo ne. Gerîlayan li nava xwe digerînin û girêdidin. Her gerîlayek li gorî xwe þûtik digre. Ev ji 5 heta 20 mîtroyan diguhere.
Piþtî ku þûtik li ser zik tê pêçan xeml û xweþikbûna gerîla zêdetir dibe.
Destpêkê fêrbûna girêdana þûtikê, bi serê xwe pirsgirêkeke mezine. Heya mirov fêr dibe, yên zana wek zarokek þûtik li dor mirovan digerînin û dipêçin. Ev bi xwe hîsek pir cûda ye.
Belkî hevaltiya rastîn, ji vê demê destpêdike.
Li ser þûtikê rextê ji 4, an jî 6 jarjûran tê girêdan. Her wiha li ber jî çend bombe.
Ji ber vê yekê pêwîstî bi girêdanek baþ heye. Divê wek qalibekî bisekine. Piþtî fêrbûna girêdanê her gerîla dibe pisporê girêdana þûtikê û bi kêfxweþiyek mezin girêdide.
Dema vekirin û girêdana þûtikê jî heye. Dema yekî þûtika xwe veke, destpêkê hêlegê xwe li erdê vedike. Þûtika xwe bi her dû destên xwe ji xwe vedike û danîne ser hêlegê. Lê belê wusa tê vekirin ku di dema girêdanê de zehmetî neyê kiþandin.
Dema tê girêdan serê þûtikê dikeve ber doxînê û ev kes þûtik li dor xwe digerîne û dipêçe. Her wiha lingê xwe di ser de diavêje. Wek govendekê yek kesî ye.
KEFÎ. Binavê din destmala gerîla. Bi giþtî gerîla, ji kefiyên rengê leþkerî hez dikin.
Yên leþkerî fireh in û germ digirin. Bes kefiyên gundiyan jî hene. Ew sivik in û bi piranî havînan têne bikaranîn. Li hinek ciyan dibêjin, þeml jî. Kefî wek betaniya gerîla ye. Hem ruyê xwe pê paqij dike û hem jî di demên sar de wî germ digre.
Lê li vir jî dîsa pirsgirêkek heye. Dor aliyên kefiyê divê werin rîsandin.-örmek-
Piþtî ku dor aliyê kefiyê hat çêkirin, hewaya gerîla pir zêde dibe.
Di çêkirinê de, hevalên xort pir zehmetî dikiþînin. Lê hevalên jin pir hosta ne. Ew hostayê çêkirina tiþtên wisa ne. Gelek caran hevalên jin kefiyên xwe dikin þaþik û didin serê xwe. Wisa jî bejn û bala wan xweþiktir dibe.
MEQAP. Pêlavên gerîla jî ne wekî yên tu artêþên cîhanê ne. Bi giþtî em jêre dibêjin Meqap. Rengê wan piranî zerekî tarî ye û yên reþ jî hene. Pir sivik, têkûz û rihet in. Piranî benê wan çep û rast têne pêçan û þidandin. Hin þekalên din jî hene ku gerîlayan li xwe dikin, lê yên esasî meqap e. Destpêkê ev þekal jî ji kesên nû re pir ecêp tên. Destpêkê di lixwekirinê de zehmetî tê kiþandin. Lê piþtre tu þekal cihê meqapê nagire.
Niha her tiþt temame. Yek ji wan gerîlayên ku li jor me got tevlî bûne, amade ye.
Kincên xwe li xwe kir, rextê xwe girêda û çeka xwe girt destê xwe. Piþtî vê demê hêjaye wêneyek were kiþandin. Ji ser heya binî, bi kinc, çek û rextan divê ew jî xwe bibîne.
Belkî ewê jî bawer neke, lê ev rastiya gerîla ye. Piþtî li wêneyê xwe mêze bike wê ji xwe hêz bigre û bikene. Kenên zarokan wê li ser ruyê wî kom bibin. Wek zarokan wê hirînî pê bikeve.
Divê her kes bi kincên gerîla, di dest de çek û li bedenê jî rext bikene.
Ji dil û can bikene. Li serê çiya li ber ramanên dîrokî, biherike.
Nivîs - ERDAL DÊRIK
Amadekar - Azad GARZAN |