|

Ew çi nûçe bû, ew agahiya sar, xemgîn a wek xençerek bijahr di nava dil û hinavan de jiniþkava çikayî bû? Agahiyek ku pir dereng pê hisiyam, agahiya ku bi tîpên xembar hûnandibû, sernivîsa þehadeta te dabûn. Dibêjim qey yezdanê dilhiþk li hember dostên min dahfik vekirine û ketiye pey nêçîrkirina me. Li hemû deran giyanê pak û ciwan ê rêhevalên me dibe, di nava wan de jî, taybetî rêhevalên rojnameger… wisa lêh atiye ku mirov ji bo her rêhevalekî xwe yê rojnamevan dikeve pojînên bêdawî…
Pêr rêheval Þaho Hewramî, dûh rêheval Þîlan Aras û îro jî rêheval Sîrwan…
Ji van her yek wek stêrkek geþ di asîmanê rojnamegeriya þoreþê de bûn. Xebatkarên jîr, jêhatî û fedekar bûn. Her yekî ji wan bi salan di nava þoreþê de têkoþiyan, berhemên pîroz afirandin, di nava dilên hevalan de erþ drust kirin. Di nava liv û libata herî germ a kar û xebatê de, ji niþkava ji nava me koç kirin. Ji me xatir nexwestin, ber baweriya wan hebû ku wê rojekê dîsa wê vegerin. Bi çavên tijî firmêsk, bi rûkenî, bi coþ û lez wê têkevin nava refên hevalan û ji cihê kar rawestayî de dewam bikin. Baweriya wan ew bû ku tenê diçin li asîmanan bifirin, di ser lûtikeyên çiyayên berz re hêlan bikin û dîsa li refên me vegerin e.
Ez carne jixwe dipirsim: gelo li cîhan êkê bi qasî me rojnameger þehîd dane?
Îsal wek her sal, rojnamegerên þoreþger di nava germahiya têkoþîna azadiyê de bi serbilindî þehîd ketin. Buhara îsal rêhevalê rojnameger Þaho Hewramî li çiyayên Zagros di pêvçûneke bi dijmin re, tev çend rêhevalên xwe þehîd ket. Demsal bû havin, vêca li herêma Kelareþê rêheval Þîlan Aras di êrîþek artêþa Îranê de þehîd ket. Demsal bû payîz, di þerekî li hemberî xezebên xwezaya bêrehm de rêheval Sîrwan li gel hevalekî xwe bûn qurbana hêrsa xwezayê. Sê rêhevalên ciwan, sê þoreþger, sê rojnameger û sê þehîdên qehreman. Di demên herî pêdevî bi kar û keda wan hebû, ew ji nava me hatin dizîn, hemû awatên wan nîvçû man, pênûs, wênekêþ û rûpelên wan spî lihêviya wan man. Demsal guherîn, xweza rengên xwe yên nû liberkirin, cejin hatin û derbas bûn, lê ewna nehatin, hîn jî, li asîmanan bê westabûn difirin, hêlan dikin, lê ta niha di navar efên me de veneniþtin e. Gelo ma wan bîra me nekirine? Dibe! Lê me pir bîra wan kiriye.
Rêheval Þaho Hawram
Cara yekem me hevudu sala 2002 an de naskir. Em demeke pir kurt li gel hev man. Wê demê navê wî Jiwan bû. Jiyan tê wateya cih û dema hevdîtinê. Ango soza evîndaran. Lê hevalan ji wî re bi þaþtî digotin “Ciwan”, ew ji ber vê yekê pir aciz dibû, wisa lê hatibû ku ji navê “ciwan” hez nedikir. Em ji hevudu qut bûn, xerîbiyê dîwarên ji agir di nava me de bilind kirin. Piþtî du salan me dîsa hevudu dît, êdî Jiwan navê xwe kiribû Þaho. Lê min her bi navê wî yê berê bang dikir. Buhara 2005 an me bi hev re derbas kir, piþtî konfransa YRD(çapemeniyê) ew derbasî Îraqê bû, xebata xwe ya rojnamegeriyê li wir domand û di buhara 2006 an de dev ji bajaran berda û dîsa berê xwe de çiyayên azadiyê. Piþtî demek ne dirêj li çiyayên zagros pevçûn bi leþkerên artêþa Tirk re derket, heval Þaho tev hêjmarek hevalên xwe heta dawiyê berxwedan û di dawiyê de giyanê wan ê pak berve asîman ve firiya çû. Rojnamegerê jîr, zîrek û jêhatî, di heman dem de jî qehremantiya þervanekî azadiyê raber kir. Jiwana wî bi azadiyê, bi firîþteyên memleketa asîmanan re hebû, êdî li asîmanên welatê me, leylana çiyayekî nû dibiriqe.
Rêheval Þîlan Aras
Cara yekem me li welatê xerîbiyê, welatê berfê û çiyayên sar û bajarên xemgîn, li piþt çemê Aras hevdu dît û nasînek me ya du salan dewam kirî çêbû. Li welatê xerîbiyê rêhevaltî, hevkarî hest û pêdeviyek giyanî ya pir mezin e. Hevaltiyek me, li rex hemû bêzariyan, encamên pir baþ di xebat û têkoþîna ronîkiirn û zanakirina gel de hebû. Di hemû karan de em bi hev re bûn, her tim liv û libatek bêdawî, me ji westabûna xwe coþ digirt. Mercên zor û zehmet ên xerîbiyê hîn bêhtir em dehfî kar û behrem afrandinê dikir. Gelek karên hevbeþ hatin kirin, gelek jî di himbêza nediyarî de man, gelek jî wek aþopan li ber bayê payîzê ket û winda bû. Mirov li hember daxwaz û coþa rêheval Þîlan a kar matmayî dima, hêza wê ya tehemûlê û berxwedaniya w êli hember mercên pir giran rêzgirtinek bêhempa li hember xwe diafirad. Ew þervanek zîrek a rojnamegeriyê bû, rojnamegerek jin a têkoþer û xwedan pîvan bû. Me cara duyem hevudu di konfransa YRD ê de dît, piþt re ew derbasî xebatên tevgera azadiya jinê bû. Salek derbas bû, me dîsa hevudu dît, ew cara dawîn bû. Ber ku Þîlana fedekar berê xwe da rojhilatê Kurdistanê… Dîsa ew li pey lêkolîn, nûçe û nîvîsaran bû, ew dîsa ketibû nava derd û êþên jina Kurd ya pepûk. Ew j îli ber çepelên xwedayê mirinê ket. Dijminên azadiyê û pênûsê ji bedêla têkoþîna Þîlanê giyanê wê girtin, lê Þîlan amade bû ku deh caran giyanê xwe ji ber azadî û jiyanek ronak ve bide. Þîlan jî, li asîmanan dest bi firîna xwe ya bêdawî kir, di nava dilê me de jî birînek nû vekir, êþên me bêhetir û hêrsa me bilindtir û agirê dilê m gurtir kir.
Rêheval Sîrwan...
Sîrwanê dilnizm, rûliken, xebatkarekî çapemeniya þoreþê ya rojhilatê Kurdistan ê bû. Cara yekem di dawiya sala 2004 an de me hevudu di civîna rêxistina ragihandinê de nas kir. Heman di rojên destpêkê de rêzgirtin û hestên hevaltiyeke bihêz jiya. Gelek aliyên wî mirov dikþand ber xwe. Ew biqasî ku jîr û fedekar bû, ewqasî jî dilnizm bû. Di xebata konfransa YRD ê de rojên pir xweþ, bi coþ, germ û karên girîng me bi hev re derbas kirin. Di konfransê de ew ji desteya rêvebir a YRD re hat hilbijartin. Êdî barê wî yê xebata rojnamegeriya þoreþê girantir bû. Êdî ew him rojnameger û him jî rêvebir bû, lê dilnizmiya xwe di astek herî bilind de parast û domand. Ji lew ra, ji aliyê hevalan ve dihat hezkirin û rêzgirtin.
Bi rêheval re bi dehan caran me rêwîtî kir, bi dehan caran li ser têkoþînê, ragihandinê, pêþeroja YRD û saziyan nîqaþên me çê bûn. Me xeyalên xwe bi hev3udu re parvedikir, ji hevûdu hêz û bawerî digirt. Havîna îsal me hevudu dît, dîsa wek her car axavtina me çêbû, me xatir ji hevûdu xwest, me her yekî berê xwe da aliyekî û me piþt re hew hevudu dît. Hîn dîsa bi xeyalên rojekê ku eme bi hev re rêwîtiyê bikin, dirêj diêj biaxivin û ragihandina þoreþê bihêztir bikin, bi vê xeyalê em ji hevudu qetiyan... me çi zanîbû ku xatirê dawiyê ye, me çi zanî bû ku êdî riya me ji hev cuda bû, êdî ew bi me re di rêka re nameþe, ber ku ew wê di asîmanan de, bi rêhevalên xwe yên din re bi azadî bifire. Bifire jor. Vê payîza xembar, pelên dara jîna Sîrwanê dilnizm jî li ber bayê sar weþiya bû. Xezeba xwezaya har ew li ber lehiyên kerba xwe biribû, dûr bir û venegerand.
Sîrwan, Þîlan û Þaho îsa barkirin ji nava refên me, çûn dûr, pêbûsa wan bi hedarî li benda wan e. Çîroka nîvçû mayî stûxar bi hêviya kemlandinê roja dijmêre. Ew çûn, dûr çûn û bilind firiyan, lê wê vegerin, me bi tenê nahêlin, xeyalên xwe li cî nahêlin, çîrokan nîvçû stûxar nahêlin û wê werin.
Emê îþev, li ber roniya taveheyva çardeh rojî, ji darên berû agirek mezin dadin, li derdorê hogir û hevala kombikin, stranên xwe yên gerîla bibêjin, li asîman mêze bikin û hemû stêrkan vexwînin þevbihûrkê. Wê kêliyê de, Þaho, Þîlan, Sîrwan û hemû rêhevalên din, wê berve roniya agir bên û bi hev re bibêjin “Þev baþ hevalno...”
|