|
Hûn di her berbanga sibê de, gava cavên xwe ji xewa sêrin vedikin û wêneyên kû di carcewêda li dîwarê we dardakîri dimezînin an na? Nızanım! Lê eger hûn dimezînin, ew qav hûn ci hîs dikin? Anjî di nav cavan da du cik agir heye û der û dora ji sermayê diparêza, gelo hûn ji wê cik û germê feyde digrin? Eger hûn digrin û xwe ji sermayê diparêzin(!) gelo hûn bi girêdayî vî mesulîet û xebata kû ev her dû cav ji vê dixwaze, bicîh tînin? Dibe kû hûn bicîh jî tînin, lê zanîna kû ez dizanim dewleta Tirk dixwaze me ji germahîya wan cavan bêpar bêhêle û rewsa meya naha ji wer dide xwuyakirin ku di vî warî de, di meda jî xemsarîyek dest pêkirî ye.
Belê hevalno, ez dixwazim bi vê nivîsê hinekî jî be behsa rewsa me ya li gel Serokatî û konsepta nû ya vê dema dawîn bikim. Wekû tê zanîn Serokatî di hevditîna xwe ya dawîn a li gel parezvanên xwe biryara nederketana hevdîtinê girtibu.
Di ser vê biryar girtinêre 12 hefte derbaz bu û heta vê gavê jî tû kes di derheqê Serokatî de xwedîyê agahî nî ne. Agahî girtin jî ne mumkune, ji ber ku dewleta direw û rizî bi biryari girtina hîn qanunên taybet pêsî li hemû mafên huquqî, sîyasî û xwe parastinê Serokatî girtibu û pistra jî hest parêzerên Serok bi biryarek siyasî bepirsîyarî yê wan heta salekî hate cemidandin.
Guman tuneye kû, vana hemu di carcewa konseptek taybetî da tê mesandin û pergalê wê konseptê hanê kur û dirêj ê. Wek tê zanîn, serkesê wê konseptê her ciqas Hukumet, Artês û MÎT bejî, lê belê heval û hevalbendên vê pirin û di nigek wê konseptê dajî mixadin Kurd hene. Eger pêwistî binavkirinî hebî, em dikarin li vira hemû heval û hevalbendên wê konseptê eskere bikin. Dewleta Tirk di vê mijarêda, dixwaze rolek bide Kurdên li hember Serokatî û tekosîna wî. Niha gava mirov capemenîya Tirk û nivîskarên wekî Hasan Cemal û hin cendê din binêre, di nivîs û pesnîyaren xwe de ji dewletê re dibêjin; “eger hun di vî meselê da dixwazin serkeftî derkevin, divê hûn alîkarî bidin Kurdên li hember Apo û ji wa re hîn imkan û rêyên nû vekin.”
Herwaha bi girêdayî vê meselê ev cend rojîn, di hinek Rojname û Kovarên Tirk da, hevpêyvîn bi van kesên kû xwe dijberê Serokatî dibînin (yanê qaso mihalefetcîyan) re dikin. Ev hevpeyvîn û hewildanên di vi warîde, raste rast di cercewa konsepta li hember Pkk û Serokatî, te kirin û bi wê konseptê re girêda ye.
Wek me li jor jî da zanîn dewleta Tirk, ji bo kû di wê konseptê da ancam bigre bi hemû imkan û derfetên xwe dixebite kû bir û bawerîya gelê Kurd ji Serokatî sarbike û Serokatî bitenê bihêle.
Dewleta Tirk di vê babatê da, bi pir alîyan li gel meselê radiwestê û zeft û polîtîkayên fetisandinê li hember tekosîna Kurd û bitaybetî li hember Serokatî girtîye rojeva xwe û di piratîkê de bikartîne. Wekî tê zanîn, izollasyona kû ev sehs sale bi avakî sîstamatîk li ser serokatî daye mesandin, vêca bi bîryarên nû û qanûnên taybet xwurtir û pergalê wî zêhde dik e. Li alîyek din jî, li gel hemu bang û xebatên asîtîyane ê Kurd ev sehs sale bi awakî yek alî û bi israr didomîne, navîne anjî naxwaze bibîn e. Bêguman ev ne dîtin û ne qebulkirina di esasê meseleda jî, qerekterê wan yê nijadperes û xwûnxwar dide nîsandin.
Herwaha dewleta Tirk bi vî neditîn û ne qebulkirinê jî qîma xwe nay ne û li hember kurdên sivîlên li bajarên wan dimînin, bi destên nijadperes û ne mirovan êrisan dide organîzekirin û qestên mal, dezgeh û canên wan dikin. Ji wan êrisa cend hep li Derya res (karedeniz Trabzon, Ege Îzmir û ji vir mehek berê jî li Bursayê pêk hatin)
Niha, hemû deverên bi vê mesele re eleqedarin bas dizanin kû navnîsana meselê a harî rast pkk û Serokatîya wîye. Yanê birêz Öcalane. Eger di mesela Kurda de ev rastî vere dîtin û bi gorî vê rastîye were rawestandin, wê gavê mirov dikare bêjî bi gorî menê xwe ye. Bi gotinek din, di serîda Hukumet, Artês û qaso ev Kurdên xwe dijber dibînin, lazime mesruyet, rol û realîteya Serokatî û pkk a di nava gelê Kurd de bas bibînin û bi gorî vê rastîye nezî mesela Kurd bibin. Eger vî nekin û rabin vî rastîya Pkk û Serokatî ne bînin, guman tuneye kû wê hemu xebat û hewildanên wan yê di vî warîde bê encam bimînin
Gelê Kurd cawa kû di dêmen derbazbûyîda bersîva wan daye û girêdan xwe, bawerîya xwe bi tekosîna Pkk û Seroka tî hanîyê, wê jî îro pêda jî vê helwesta xwe di serîda ji wan re û ji dost û dijminan re bide zanîn û dest nîsankirin.
Okunma: 93 Eklenme Tarihi: 2.09.2005 Saat: 17:49
|
|