Gotınek pêsîya heye û waha dibêj: "Serê cîya bi mij û dûma ne" Dema em zarokbun û wexta mê û hevalên xwe pêvdicû, wê gavê me ji hev re digot:: "Eger tu mêre û ji xwe bawere ka were em bicin vî cîyayê hane, ez ê cawa dumanê li ser serê te rakim" Ji ber vê rastîyê, serê cîya hergav ji Kurda re buye qada şer û merantî yê.
Gotina " Serê cîya bi mij û dumane" di esasê xwe de, berxwedana gelê Kurd di de zanîn. Bi gotinek dî, bang li dijminê xwe yê ci sexsî û ci netewî dike û dibêje; Eger tu ji xwe bawer û merê ji min re were serê cîya.
Kurda di van bîst salên dawîn de, li cîyan şer û merantîya xwe li hember neyarên xwe yê netewî radixîne ber cavan û di vî warî de bi gorî mena gotina " Serê cîya bi mij û dumane" serbilindin. Lê hêla dinjî, bi gorî dem û rewsa îro, Kurd êdî di warê berxwedanê de qîma xwe tenê bi mij û dumana cîyan nayne. Êdî Kurdistan bi deşt, ciya, koçe û kalonan xwe ji bo dijminê netewî bi mij û dumane û bi her cîh û alîyên xwe qada berxwedan û şere. Kurdîstan welatê Kurdaye. Beşirîyan di merasîma cenazêyên gerîla da usa digot: "Ev der Kurdîstane ne Tirkîye". Ev der Batmanê ne Tirabzone" Guman tune ye ku, ev durusma anjî gotinê Beşirîyan xwe di harîkan nava dilê hemû Kurdewaran û pê re dilê wan şad û bextewar dikir.
Xwepêşandan û berxwedana gelê Beşirîyê, peyam ji hemû dost û dijminên xwe re disan û dida zanîn , ku Kurd hê zîndîne û ji bo mafê xwe yê rewa û însani û bo destxistina azadî û deshilatîya xwe, wê dest ji tekoşîna xwe bernedin. Gelê Beşirîyê bi wê berxedana xwe, xebera xwepêşandan û berxwedanê nû didan.
Di ser vî berxwedanê de hînê du hefte derbaz nebi bu, li navceya Bozuyuka girêdayî Bileçikê li hember xwepêşenvanên Kurd ê dixwestin biçin Gemlike û tecrîta li ser Serokatî şermezar bikin, bi kêvir û daran êriş pek anîn û di encama vê êrişê de, bi dehan kes bilîndarbun û bi dehan kes jî hatin bin cav kirin. Guman tune ye kû, ev êrişa hanê percekî ji berdewamîya konsepta a li hember kurda ev çend mehe di rojeva Tirkîyê de raste rast giridayî ye. Wekû tê zanîn, di van du mehê davîn de, li Tirkîyê bi destên nijadperest û hêzên ewlehîye li gelek cîhên curbecur li hember Kurda bi dehan êriş û linç pêk hati bu û ev êrişa dawî jî bu sedemê teqîna sebir û tehemû la Kurda. Bê guman mirovê xwedî wijdan, dunya û miletê Kurd, va êriş û helwesta dewleta Tirk dibînin û dizanin ku ev buyerên bi vî rengî di bin baskê dewletê de tê organîzekirin.
Herwaha piştê vê êrişa nijadperest ya bi awakî hovane, bersîvdana gelê Kurd jî dereng nema. Kurdan li gelek bajêr û navceyan nerazîbuna xwe bi girseyên mezin anîn ziman. Di dema van calakîyan de, dewleta Tirk çek bi karanî û ji calekwanan yek jî hate qetilkirin. Dîyare ku dewleta Tirk, bikar anî na çek re dixwaze cav li kurda bitirsîne û tirsek ni nav gelde belav ke. Lê bila dewleta Tirk ji birmeke, ku Gelê Kurd ev bist sale wan çeka baş dinase û ji îro pêda jî wê ne ji dewlet û ne jî ji çeka wî ra serê xwe dayne.
Bi vê minasebetê ez berxwedana Gelê me ya demên dawî pîrozdikim û wekû Beşirîya gotibu:" Ev der Kurdistanê ne Tirkîye" Ez jî dibêjım ew der Kurdistane, koçe û kalanên wî bi mij û dumane. Ew der Kurdistane, di hemû koşe û quncikê wî de agirê berxweda nê hildive. Ew der Kurdistane, cîh û wargehê nevîye Erdelane, Qazî Mihemede, Îhsan Nurî Pasaye, Seyît Rizaye, Sêx Seîde, Serok Mustafa barzanî û Menduh Selîm Beganê. Ew der Kurdistanê, hemû şagirtê Serok Öcalane. Ew der Kurdistane, xwedî nirxên giran buhaye, wekî Cizîrî, Feqî, Hêjar, Mem û Zîn, Sîyaben û Xecê, Ehmedê Xanî. Ew der Kurdistane, gelek bi êş û jare ji êrisên Fariz, Ji komkujîyên Erep û ji talanên Roma Res kêsaye, lê hêjî zindîye û wê herdem jî zîndî be.
Bi rihekî Kurdistanî û bi kêf û şahî bimînin. |
|