Ev nivîs beþeke kurt ji çîroka "Zarokên birînê" ye.
26.
Bi hatina Axîn û Hevî yê re, Narîn dilþade.
Ji ser deweta Cemþîd û Narîn ê re, salek û nîv bihorîbû. Piþtî neh heyv ji ser zewaca wan re, Narîn welidî û du cewî, du qîzên nola firîþtekan jê re bûn. Narîn û Cemþîd, navê qîzên xwe Axîn û Hevî danîn. Çavên Hevî yê mîna çavên dayika xwe çîk hêþîn bûn. Heþinayiyeke nola hêþinayiya ezmên bû. Digel çavên wê yên çîk hêþîn, porr û brûyên wê çîk reþ bûn. Porr û brû û pozên Hevî yê, yekser bi ser porr û brû û pozê Cemþîd ve diçû. Lê lêv, diran û dirûvên wê jî, hema rast bi rast diþiviyan lêv, diran û dirûvên Narin ê. Wisa delal, wisa zirav, wisa xweþik û lihevhatibû ku te hewes nedikir lê binêriya.
Heçî Axîn bû, hema mû ji bavê xwe yanê ji Cemsîd þaþ nekiribû. Xwedî rûyeke girover, bruyên gurr, lêvên têrgoþt û bejn û baleke zirava xweþlihevhatibû. Lê bi gor Hevî yê, hinekî kin dixûya. Jixwe Cemþîd jî, hinek ji Narîn ê kintir bû. Wisa dixûya kuyezdanê mezin, afireniya xwe baþ pêkanîbû. Bê diliya Cemþîd û Narîn ê, nekiribû. Axîn ê, li Cemþîd û Hevî yê jî, li Narîn ê þibandibû. Gava mijar bihata ser Axîn û Hevî yê, Cemþîd, bi leza baya biruskê xwe tevlî mijarê dikir û pê re digot.
"Ma hun dizanin, yezdan li dara vê dinê çu carî li rûyê min nekeniya û xwestekên dilê min bi cîh neanî, ta ku bûyina Axîn û Hevî yê. Bi dayina herdu keçan re, xwedê li rûyê me keniya û dilovaniya xwe raye me da" digot û pê re dia dikir û ji mezinbûn û bêhempa bûna xwedê diaxifî.
Wexta ku Cemþîd wiha diaxifî, keneke têrgerm û bawertijî li ser rûyê Narin ê leylan dida û wê jî xwe nema radigirt û xwe tevlî qisedanê dikir. Ve carê jî welê kir û bi mêzekirinêkê kûrwate û evîntijî, li herdû keçên xwe nihêrî û pê re got:
"Piþtî ewqas qewmîn û keresatên kirêt yên ku bi serê min de hatin û jiyan li min kirin dujeh, êdî min nema hevî û baweriya xwe ji jiyan û ji sibe rojê dianî. Jiyan û xweþiyên jiyanê ji bo min, watebûna xwe kuta kiribûn. Piþtî ev hîsa raserî giyana min bû û kirasê xwe yê têrcemidî li cestê min rapêça, êdî dilê min bi spehîbûn, lîv, bizav û xweþiyên jiyanê re nediliviya. Barana ku ji ber xezeba êþ û azaran û bi peþkên qirase ji kuraniya ezmanê dilê min dibarî, qîma vemirandin û vebirina pêlên agirê gurr ên ku xweþiyên dilê min diþevitand û talan û kavil dikirin, nedikir. Girika min, bi tîbûnê û dilê min jî, bi pêlên agirê nola dujehê ve hatibû dagirkirin. Ax û ax! Ev êþ û keser û birîna, bi min wisa dabûn bawerkirin ê, êdî ne mimkun e, ku ez ê careke din xwe noqî zerya evîna jiyanê bikim û di singa aramî û xweþhaliya jiyanê de binîvim. Û her wiha bi spehîbûna jiyanê re, rabin dilanî û serkeþiya govenda dilpak û giyanbihuþtan bikim. Û dibin þewq û tîrêjên heyveronê de, ji kes ên ketî û di zerya êþ û keserê de û di kêliyên xwe yên fetisînê de, li hevî û çiriskek dipên, bibim hevî, bibim biskek cirisk û bitevî dia ji yezdanê keînatê tîka bikim da, ku bila ew wan ji xezeba jîndarên xwedî ruhê rewirê derinde rizgar û xilas bikin.
Lê wekî ku pêþiyan gotine; "Piþtî her tengasiyê, firehî û ronahiyekê heye." Ev gotina pêþiyan ji bo min jî rast derket. Piþtî ewqas zor, zehmetî û tengasiyên ku pergî min hat û di giyana min de, çixêzikê tijîêþên nejibîr kolan û ez kirim abîdeya êþ û keseran, berê kekê Mîr derket pêþberê min û ji bo ez dev ji jiyanê bernedim, ji bo min bû heviyek. Her wih di gerdûna tariya nola zelametê de, bû çiriskek û min ji kûraniya newal û geliyên gerdûna çîk reþ hilda û dahilpekand gerdûna ron. Piþtre Cemþîd, Axîn û Hevî, tevlî jiyana min bûm û min bi her awayî, bi jiyanê ve dane girêdan. Ez niha xwe ji herdemê bêhtir rihet hîsdikim. Lê neku min hemu tirsên xwe cîh hîþtine. Ez hê jî di aþê çarxa felekê de libek genim im. Bel ê, bes libek genim û ne tu tiþteke din. Lê ji bo ez karibim xwe ji bin tesîra tirsa ku bêyî xwesteka min bûyê hevjîna min xilasbikim, min hinek soz û qewl ji bo xwe danîne. Her wiha min dil heye ku ez ê ji niha û pê ve, di hewla jiyaneke baþtirîn de bim. Lê ev hewla min, ji min pêhtir dê ji bo sibe roja herdu keçên min be. Û ji bo pêkanîna soza min dayê xwe, min hewceyî bi dem û mecalên gihêþtî û pijandî hene. Heke rojekî dem û mecalên ku ez lê difikirim pêkwer in, ez ê wê gavê naveroka soz û qewla xwe ji were vebêjim" got û bi ser Cemþîd re, zivirî
"Ne welê ye giyana min! Em ê wisa bikin ne?"
Cemþîd, bêyî ku biaxife wer bi haleke giran giran xweziya xwe daqurtand û ew ê tam biaxifiya bi hatina dengê girîna Axîn û Hevî yê re, gotina xwe di devê xwe de fetisand. Axîn û Hevî, bi haleke jihevketî û bi girî ji deriyê odê xûya bûn û rast hatin xwe sererast avêt in hembêza Narîn ê. Herdukan jî, bi piþta destên xwe çavên xwe yên ji ber girî þil û ji ber mistdanê sop sor bûbûn, wer bê sekan mist didan û bi îske îskê hin tiþt digotin. Lê tiþta ku di devê xwe de dibir û dihan în, ji ber girî û îske îska wan baþ nedihate fêhm kirinê. Bi kêmanî ji bo min wisa bû. Lê min bibîr anî ku ji her kesî bêhtir dayik bi zimanê zarokên xwe dizan in. Ji ber vê rastiyê, min ji Narin ê pirsî ku ka Axîn û Hevî çi dixwazin. Ango çi dibêjin.
Narîn, bêyî ku bersiva min bide, keneke têrtijî avêt û pê re got:
" Wele vana dil heye bibin çîrokbêj. Çirok dibêjin weke din tiþtekî nabêjin. Hela ji bo xwedê, li feytiyên vana binêr in. Yaho ti dibêje qey ne hîþde mehî, pîrên heftê salînê. Çîrok û çîvanok bûyê av û xwarina wan. Baweriya te ji xwedê hebî, heta ku em ji wan re çîrok û çîvanokan nebêjin, ranazana wan ji binîve ne mimkun e. Niha jî wexta wan a xwêyê û ji min û bavê xwe çîrok dixwazin. Heke em ji wan re çîrok û dîlok û payizokan nebêjin, ew dê hetanî beyana sibê her û her bikin werewer. " got û pê re tiliyên xwe yên zirav di nav porên Axîn û Hevî yê re bir û dest bi mistdana porê wan kir. .........................
Berdewama nivîsê ji bo careke din.
|
|