| |
| Eklenme Tarihi: 14.01.2007 Saat: 20:49 |
|
|
Di reþahiyeke nola zelamtê de,ez tenê, ber bi cîhekî ne nas û biyanî ve hatime pekandin û hedimandinê.... Çavên min nabîn in....Min xwe telandiye li dengek, li ronahiyekê digerim û wendabûme... Hewa sare, ba ji her qorziyê cestê min diþûje hindirê min û ez dicemidim.... Ji pelgehên ku li erdê kaþkaþî dibin welê hîs dikim ku ew jî rewiyên rêyeke nediyarin, weke min.. Ew ê giyan dide xwe, reng tevlî rengên xwe dike û ew pehlgehên ku jê re jiyan tê gotin,gava ku ji kokên wan tên jêkirin, bi xwe re hêdî hêdî veqetinekî jî tîne.
Ez hê ji li vir, bi serê xwe tenê temaþevanekî kor û lalim.
Ma ez dixwazim ku derkevim rêwitiyekê wisa? Ma ez dixwazim vê qedera bextreþ û bê siûd pavrebikim? Ditirsim. Ahoo diricifim li van deran....
Ev rastiye yan xeyal e, hê jî nikarim ji hevûdu vebiqetînim, qey hemî tiþt niha pir dur e…
Ka li kûderêne ew ronahiyên ku gerdûn, hindir û bihara min germ dikirin....Êdî naxazim vê bîrewerê bibîr bînim û bijim, dixazim bîrewerekê weha vebiguhezîn im umrekî .
Perda korbûna min hêdî hêdî vedibe. Reng yek bi yek jî nû ve, li ber çavên min zîndî dibin. Lê hinekî çilmîsî û hinekî jî kêm..... Ev çiyê ku evqas xemgînî dide? Baran cîhê zuhabûyiyên çavên min dadigire û bê rawestan ji ser lêvên min ve diþûje jêr..
Tu negirî, ez ê di dewsa te de bigirîm. Ma ez nebûm ku êþên vê dinê di gohên min de dihate xwendinê..
Biricife lê ji bo bixwevehatinê,xwe hilbiweþinê lê ji bo paxijbûnê,bigirî lê ji bo kenê,rîka xwe birêje lê ji bo ku tu kanibe rastiya vî kilame bigire devê xwe.Dengê fetisî,neçarî û nemecalbûnê biavêje ji hinduirê xwe û tu ê wê gavê baþ nas bike ku bê tu rêwiyê kêjan rêyî ye.
Bel ê, dengê te hem melodiye û hem jî,awazeke bi êþ û keserê di dilê min de....Mirov.....
Qeweta te di dilê min de rûniþtiye û bi her avêitina dilê min re, diwarên ku kilîtkirî tehndide û pê re dilerizîne..Lê yek caran bêhna min diçike û mîn a ku difetisim divim. Lêbelê hebûna min ji hewara min bê axahî nîne.... Ez dixwazim ku tu bibe av a giyan û wijdan û mejiyên min û mîn a zeryayek biherike.
Dibe ku tu ê bibêje ka wê caxê tu bi kêrê çi tê,mîn a zarokên rojava û wekî pirê caran li ser deskevtiyan rûdinê û tu ê vî ya jî ji min bixwazî.?
Halbûkî ez û tu neyekin. Evqas ji, bi ser min de ney û neqêrîne. Heke hîm û bingeha lorîn-hewarên hêviyên te ez bim nexwe wê gavê çima evqas min ji xwe dûr digirî û legerîna xwe ya ji bo min, ne di xwe de lê li cîh û cihên dûr dibînî.? Ez tu carî ji te veneqetiyame....Ez bi te re hatime dinê, lê tu nikare min kefþ bikî û tu di legerîna sergeveziya xwe de ji dêvla ku min di xwe de bigerî û bibînin, min ji xwe dûr hîsdikî û dihesibînî.
Ewqas budale nebe....Hêz û qeweta xwe ji keser û bextewariyên xwe werbigire.....Ewqas ji xwe re, biyanî nebe....Tu tirsoknek nebû û ev jî tiþtekî ne þerme... Tu bêçare ji nin î , tenê-bes mirovî... Tu tovekiye û di hewiildana bihara xwe de dibiþkive, carna binizarî û carna jî bilezgînî û bésebir mîn tovekî bi péþ ve diçî
Min û xwe bizanibe û pêwistiyên jiyanê bijî. Û min jiyanekê ku mihengdana yekî be, fêrê tu kesê nekiriye.. Yek jî, ez nakevin bin bandobir a tu kesekî..Mirov, ji ber ku mirove divê hinekî azad û hinekî jî xweser be.
Quweta xwe ji rastiyan bigire û xwe tevlî wan bike. Insan ji bo afirandinê dijî û hezar qat zêdeyî tiþtên ku digirê, dide, ku hîm û bingeha insan wenda nebin û di çarxa bazirganan de nezivirin... .
Hezkirina xwe wisa teng neke û ji xwe hezkirineke bê ked jî nabe.Hezkirin hêjayiyeke payabilinde û divê ew were zêdekirin.Û mirov nikare wî mîn a çukek delal di qefesê de bide fetisandinê.
Halbûkî divê famîliya-malbata çukan jî azad be, mîn a min û te û hemî jindaran li ser rûyê erdê gerdûne dijin... Tiþta ku em ji hevûdu cudakiriye, bes temenê me yê dirêj e...Temen dirêj jî be kurt jî be divê xweþ û têrtijî bête jiyandinê, ku belbî nikaribe hemî tiþtan di dilê xwe de bikêþîne lé tevî zoriyên xwe berfinekiye ku divê bi hemî rindahiya xwe ve bête xwedikirin….
Ma ji te wetre ev rêzana pêpelokên nêrdiwena her mirovî pêktîne gelo? dev jê ber de hogorê min,bila vana ji bo min- te bimîn in.
Ez her tim heme, ji bir neke u tehnbide wî diwara nalet da, ku hêza me bive yek. Her wiha bila mereqa te nîn be ku em ê di emcama vî lihevkirin û alîkariyê de, bêhtir nêze hevûdu bibin…
Ew evîna ku ez di nava xwe ûqorziyên dilê xwe de mezindikim, bes ji bo te ye û tu divê nedaperine,hedûra xwe neyne ji evin ên dexel, çimkî hevalê te ê esil ezim û tu divê viya jibîr neke…
Dinya ne tam pembe û ne jî tam tariye.Tu divê azadiyê bêxî ahengiya rastiya jiyanê…
Berhemên vi rêberê di hemî dilan de heye û qêrîn û hewar jî, bes di nav singan daye… Tenê.Bel ê, tenê tu min û xwe bernede….
Ji ber ku ez mirov im û tu bi xwe me.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
Yazan: reso47 Tarih : 2007-04-26 11:33:50 Puan :      |
|
JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE
Berî salekê me kampanyayek bi navê ji ”Rêhevalen li zîndanê re nameyek, dilxweþiyek” dabû destpê kirin. Hin caran astengî derketibin jî, bi saya hevalên dilzîz gihîþte armanca xwe û hê jî didome.
Bi nameyên hatin re hin caran em keniyan, hin caran em giriyan û hin caran jî em fikirîn. Di nameyeka hatî de ” HESRET WEKE PIZOTA LI BINÊ XWEDÊ YE, HER BÊTE TEVILDAN DIBIRIQE” hatibû nivîsîn, meger ew çiqas bêriya me kirine û meger me çiqas ew dilên xweþ îhmal kiriye. Em êdî nikaribûn vê bêrîkirin û îhmalkariyê bidomînin. Paþê nameyeke din jî hate, dema me namê vekir, me fêm kir; ku em nebûne welatparêz. Lewra hevok wiha bû, ” HEVALÊ MIN HER DEMA MIN PÛL Û ZERF DÎT EZÊ JI TE RE BINIVÎSIM, HEGER NIVÎSÊN MIN QUT JÎ BIBIN TU DÎSA NIVÎSANDINÊ BIDOMÎNE, XELET FÊM NEKE TU BIZANIBΔ belê ew tu bizanibî ji me re bûbû weke sîleyekê. Wê demê erd neqeliþî ku em bikevin navê. Bi her nameyên dihatin em xemgîn dibûn û ji bo me nedikarî tiþtek bikin qehr dibûn. Em, ji bo azadiya me ku bedenên xwe yên ciwan gorî kiribûn re layiq nebûbûn, bi xwedî li mîrasa rêheval MAZLÛM Û KEMAL nederketinê, kêr li dilê me diket. Diviyabû dawî li vê êþa dil bête anîn. Û di dawiyê de me ” KOMÎTEYA PIÞTGIRIYA GIRTIYÊN AZAD” ava kir.
Avakirina vê komîtê, ji dilên di nav çar dîwaran de ku nahêle ramana xwe bê dîl girtin re, dibe ronahî.
1. Her meh emê navnîþana sê girtîgehan bidin, di van navnîþanan de ewê navên rêhevalên me hebin.
2. Ji ew nav û navnîþanan re pirtûk, kirtasiye, kinc û alîkariya maddî bête þandin.
3. Hem gelê me yê Ewrûpa û hem jî gelê me yên li welat û metropolan dijîn, ê bikaribin bi rêya postê ji van navnîþanan re alîkariya xwe biþînin.
4. Em weke komîte ji gelê xwe ti alîkarî ne daxwaz dikin û ne jî berev dikin, tenê kesên bixwazin li gorî wijdana xwe ewê bixwe biþîne.
5. Bila ti heval nekeve nav gumanan, gardiyan yan jî rêveberiyên girtîgehan ê ti astengî dernexin, her tiþtên hûn biþînin ê bigihîje cîhê xwe, emê jî li dû vê yekê bin.
6. Hem malperên kesan hem jî malperên me yên welatparêz yên din, bêyî ji me destûrê werbigirin, yan jî bêyî bi me re têkilî deynin dikarin desteka xwe pêþkêþ bikin. Bila bizanibin ku di her awayê alîkariya ji me xwestinê de em amade ne.
Hetanî 16 Gulan 2007 an hûn dikarin alîkariyên xwe ji navnîþanên me lê jêrê nivîsiye re biþînin.
1. LEMAN ÇALIÞKAN û ZEYNEP AVCI: GEBZE M tipi C.evi GEBZE/IZMIR
2. YAÞAR ARSLAN, IRMAK AKYÜZ: 2 nolu F tipi C.evi oda:10 SINCAN/ANKARA
3. BÜLENT GÜNEÞ: 2 nolu F tipi C.evi C82 TEKIRDAÐ
4. SIRAÇ ÇELIK 2 nolu F tipi C. Evi A27 TEKÝRDAÐ
Em ji hemû rêhevalên hiþyar re rêzên xwe pêþkêþ dikin û ji bo hemû berxwedanvanên zîndanan yên fîzîkî girtî ne lê ticarî nehîþtine ramanên wan bêne teslîm girtin re dilxweþiyên xwe diþînin.
Slaw u rezen soresgeri.
KOMÎTEYA PIÞTGIRIYA GIRTIYÊN AZAD
|
|
Yazan: mem--02 Tarih : 2008-01-03 21:28:09 Puan :      |
|
slaw hewalen ku evindare kurdiyene
slaw berfin dilav
ji ber we helbest u nivise gotin naye ser zimane min ku ez bejim
tista ku eze bejim her biji niviskare ku bi kurdi dinivsin
her tiste me xwas buye le kemasik heye dibije yurum ekle her tist bi kurdi ew ji tirki yorum ekle :))
hewal serkeftin ji tera em herdem benda wan nivise kurdine gellek spas |
|
|
|
 |
| |
|