Gava destê keçika ku ez ji mirinê xilaskiribûm li ser iniya min çû hat, xemgîniyeke seyr êriþê ser min kir û kirasê xwe li cestê min ê birîndar pêça. Ez bi têra dilê xwe di hundirê xwe de giriyam. Jiyana min a bihorî, beþ bi beþ weke situka filmekî di ber çavê min re derbas bûn. Heyama zarokatiyê, xortaniyê, despêkirina dibistanê, hatina min a ewropa û rêwitiya dijwar, tenêtiya çar salên li ewropa, bihorandina saleke li nik Narîn û Cemþîd û kêlikên niha êþtijî. Min serê xwe ê bi cawên þîr spî pêçayî û li ser belgiyê bû, hêdî hêdîka ber bi wê ve zivirand.
"Ji bo vî hêst û alîkariya te a mirovana spas dikim. Þikir ku li dara vê dinê hê mirovên mîna te xwedî hêst û xuyên însanî mane. Di heyamake wiha însan ber bi hêst, xuy û teybetiyên rewirbûyînê ve diçin de, kesên mîna te bi eslê xwe dimînin, xiyanet li wesf û taybetiyên xwe yên ku wan ji gerdûna rêwiran çuda dikê, nekirin, bi serê xwe cîhê rumetêyê û divê mirov bejna xwe li hember kesan wisa bitewîne û bawerî bi hêlên wan ên xwedayî bîne. Ji ber vê, ez bejna xwe li hember mezinbûn û beyebilindiya we ditewînim. Lê mademkî te destê qenciyê dirêjê min kiriyê û bi daîna xwuna xwe ez ji tixûbê mirinê davegerandim e, min hewceyî bi alikariya te ezizîna hêja û rumetgiran heye. Ez hez dikim ku tu biçî ew cîhê ku te ez lê dîtim û ji bo ku ew cîh were dîtîn, kevireke rengespî daînê þûnê." gotina min birî û got:
"Daxwaza te li ser çavê min. Lê min meraq heye ku bê ji ber çi sedemê tu vî karê ji min dixwazî?"
Min lê vegerand:
"Ew der ji bo min pir mihume. Gava bi silametî ez ji vira derketim, ez hez dikim ku herim û bi çavek xweþ wê derê bibînim."
"Baþ e" got:
Xatuna xwedî du çavên nola hêþînahiya zeryayê û ewqas jî bedew û heta ji bedewtiran jî bedewtir bû, xwestekên min erê kir û ji bo carek din xatirê xwe ji min xwest û piþtî du sê gav ber bi derî ve meþiya, ji niþka ve rawestiya û berê xwe ber bi min ve zivirand
"Li min biborin. Min xwe wisa ji bîr kir ku ez navê xwe ji we re bibêjim. Navê min Laurinne. Laurinne lisa. Ez bi eslê xwe Firansîme. Dêwûbavên min, bîst sal berê niha hatinê li vira bi cîh bûne" got û çavê xwe kuta ber xwe. Wer qasek bêdeng li pêþiya xwe niherî û piþt re serê xwe ji ber xwe rakir, çavên xwe rast kuta ser min û domand.
"Tu wan kesê ku te kirî vî halê nasdikî?"
"Naxêr, nasnakim" Min got:
"Baþ e" got û domand "Heke te wan kesa naskiriba, min dikaribû alikarî bidana te" got û bi leza baya birûskê ji derî bihorî çû.
Adîni rojê, Laurinne Lîsa ji derî xûya bû û rast hat li ser ranzê, li kêleka min rûniþt. Piþtî xweþhalî da min, ji min re got ku min xwesteka te bi cîh anî. Ew kevirê te dixwest ku ez daînim wî cîhê ku tu lê hatibû birîndarkirinê, min danî. Piþtî min sipasî lêda, Laurinne Lisa destpêkir û bi israr li ser wan kesên ku êriþ anîbûn ser min sekinî û pirsa wan ji min kir. Min jî heman bersiv didayê."Na ez nasnakim" Lê ji bersiva min bawer nedikir û di her hatina xwe de, bi israr pirsa xwe dubare dubare dipirsî.
Pênç rojên min ên têrêþ û kesertijî, li nexweþxanê bihorîbûn. Roja þeþan û saet piþtî beyana sibê dihat dehan. Ez wekher carî dîsa li ser ranza xwe rûniþtibûm û min li rojname ya ku keça rojava, keça xupak û mirovhez Laurinne Lisa, bi xwe re anîbû dinihêrî. Laurinne Lisa, dixwest ku ez goh bidim avaftina wê. Min rojname qatkir û danî ser masê. Gava wê dît ku min bi nugerî û balek cidî gohê xwe bi ser axaftina wê de pêl kiriye û hûr hûr lê gohdar dikim, pêhtir li axaftinê sor bû û piþtî hinekî qala xwe û malbata xwe kir, ji min pirsî " Rast ev bû pênç rojên te li vir bihorîn, lêbelê hatanî vê gavê, hetanî vê kelikê kesek ji bo xweþhalî bide te nehatin. Ma gelo ji malbat û nas û kesên te kes li vir, tune?
Laurinne Lisa, bi vê pirsa xwe birînên min ê razayî hiþyar kir. Gava wê pirsek wiha ji min kir, Bêhemdî çend rondik ji ser hinarikên min ve gerê ser levên min ê zip zuhayî bûn. Qabê çavê min bêhemd li hev rûniþtin. Þewata dilê min herikî ber bi girika min ve û min nema karibû pêþî li hember hêstên xwe bigirtiba.
Lê Laurinnêêêê... Lê lê Lorînaaaayêê... Lê lê malavayê û xweþ kubarê.. Ma ji te wetrê ez wiha bê kesim! Na Lorînêêê kubarê. Ez weke ku tu dibêje wisa bê kes, bê bira û bê xweng û bê nas û kus nîn im. Hema tenê li vî bajarê han, zêdeyê hezar bira û xweng ên min hene. Bel ê, ne kên û ne jî zêde. Zêdeyê hezar bira û xwengên min, li vî bajarê dijîn. Ew her yek perçeyeke ji cestê min in. Ew li ber dilê min awende þêrînin ku ez yek ta ji porê wan nadime bi hebûna dunyayêê. Lê çi heyfê ku digel em giþt ji yek dêwûbavîne û bi ser de, sêwî û bê bav hatine hîþtin jî, lêhema em xwe newestînin û bîr bi rewþa xwe navin. Em nikarin xwe ji kirasê terkexemî û tiraliyê zirgarbikin û bi hewarên hevûdu de werin.Halbûkî hewara me giþtan ji yek toviye. Êþ, birîn, tenêtî, tunetî, xîzanî, xeribî, wendabûn, derbederî, têkçuyîn û hemî cureyên mirina me zarokên birînê, bes, bel ê bes ji ber xezeba vê toviye. Lê mixabim ku ji me zarokên birinê kêm kes ji vê tovî haydarin û ew jî her ku diçe kêm divin. Kê ji wan, bi destê xwediyê tova ku ez niha bêhsê dikim, mîn a darekê ji kokê tê birîn û acat lê tiê qelandinê. Û kê jî wan jî, bi destê birayê xwe ê ku ew bi xwe jî maqdûrê xezeba eynî tovî ne, tiê pelciqandin û binpêkirinê. Vîn, hejayî, cudabûna wan a ji jindarên din û bikurteribî mirovbûyîna wan-bira û xwengên xwe jibîrdikin û goþtê wan berê mîna benîþtekî basît, bi diranên xwe diçûn û gava ku baþ hûr hûr hêrandin û kirin nola qiyme, radibin qiyma ji goþtê bira û xwengên xwe pêkanîne tevlî xwarinên herî baþ dikin û wan xwarina pêþkesê xwediyê tova ku bes-tenê jê êþ, azar, piçûkditîn û hemî celebên nehinî ji bo me diherikîne, dikin. Ez jî niha yek ji wan qurbanên ku bi destên biryê xwe ji bo xwediyê tovê, yanê ji bo çar zirbavan hatiye qurbankirinê me. Û ez rind û mîn a navê xwe dizanim ku xwarinên ji goþtê min pêkhatiye dê tu tem û zewqê nade zirbavan. Lêbelê ji ber ku goþtê min, yek ji goþtên zerokên birînê ye û bi destên birayê xwe ji bo wan hatiyê amadekirin û pêskeskirnê, cendî jê tem û zewqê negirin jî, lêhema ew ê dîsa mîna ku têm jê girtibê tevbigerin. Çimkî, bi hev ketin û hevûdu xwarina me zarokên birîne-zerokên welatê jibîrbûya, cîhê þabûn bextawariya wan e.
Ji ber ve, ez ji nehatina xweng û birayên xwe yên li vî bajarê dijin, hema bi qenderê serê derziyê jî ber xwe neketime û nakevim jî. Lê tiþta ku di dilê min de rûdinê ew e ku em bi vî terkexemiya xwe û hevûdu qurbankirna ji bo zirbavan, dibin sedem ku bavê me yê gornediyar di gora xwe a nediyar de bi rihêtî nenîve. Û em bi vî rewþ û halê xwe ê nehinî, tîreke jiyankujt a din difirinîn nava dilê dayika xwe ya ku ne bi dilê xwe û ji neçariyê jintiyê ji çar kesan re-ji wan çar zirbavan re dike, zêde dikin.
Of Laurinne of. Bes e. Tika dikim bes e. Tu ne hozane ku ez qala keseran bikim û tu ji min re, biawazine û bistrê. Her wiha tu ne romannivîsekiye ku ez qala serhatî û serboriyên kirêt, ên ku bi serê zorokên birînê de hatine bikim û tu jî rahêje pênûsê û binivîse. Dev ji tevdana birînên min berde. Bera ew di hundirê min de bimînin.
Piþtî gotinên min, Laurinne dev ji pirsên xwe berda. Lê her roj piþtî esrê dihat serdana min. Em li hev rûdiniþtin û wê destpêdikir qala xwen û xwenjîn û bêrikirinên xwe dikir. A rastî ew bû ku min jî dixwest heman tiþtan bibêjim. Lê min nikaribû. Piþtî êriþê, min hew dikaribû qala xwen û xwenjînan bikira.Tedayiya ku li min hatibû kirin, bi xwe re qesra hevî, xwen û xwenjînên min jî hilweþandibû. Ma mirov dikare di qesreke hilweþiyayî û di bin toz û moranê de mayî be, rabê melheziya xwen û xwenjînan bike? Ku mirov bike jî, ma ev kirin ji bilî xwe xapandinê bi kêrê çi tê? Gava qesra heviyan têkçûbe û di têkçuyineke wiha bi jan û êþ tijî de, ew xwen û xeyal, ew xwen û xewnerojkên ku mirov ji bo xwe diatîne, rast ji bilî ber dilê xwe dayîne, ji bo xwediyê xwe çi tine? Ma dikarê þadî û bextewariyê bike para xwediyê xwe? Bi gorî min na. Çimkî cawa ku balefir nikarê bê bask û perwaz bifire, çawa ku pêlên zeryayê bê ba nikarê ji xewê þiyar be û biherike, çawa ku qayik bê melevan naçe, herwisa jî, xwen û xewjîn û xeyalên þikestin xwaribin jî, nikarin xwediyê xwe li piþta xwe bikin û wan ber bi melheziyên ji malbata kêf û xwesiyê ve bipekînin.
Berdewamiya nivîsê ji bo careke din.
|
|