Ji bo çûyina þev-þahiya piþtgiriya rojname a "Yeniden Ozgur Politika" ê, li mala hevalkî me. Ji ber turumbêl a mina taybet nîne, li wir im û em ê bi hev re herin þevê. Xanima heval, ji bo xwe amade bike, ji me destura qasekî west. Mêrê wê destur dayê. Xatun, rabû derbasî oda xwe a taybet bû. Ez û mêrê wê jî, li bendê man. Piþtî qaseke, Xatun, bi kincên xwe ên spehî ji derî xûya bû. Gava ew ji deriyê odê daket hundir, ez jî, bi mabesta çûyinê rabûm. Lêhema min hê gavekî jî neavêtibû, Xatûn ê rahêþt bihîstoka telefonê. Gava min dît ku wê dil heye bi hinekan re biaxife, ez vegeriyam paþ ve û rast çûm li palgehê rûdiþtim. Piþtî çend kêlikên din, Xatûn ê dest bi axaftinê kir. Ji gotin û rihetiya wê baþ aþkere dibû ku bi diya xwe re diaxifî. Piþtî hinekî ji wî alî û ji vî alî axifîn, Xatûn ê mijar anî ser rêzfilmên tirka û bi haleke ji ser xwe çûyî gala çend rêzfîlman kir û di dawiyê de, li ser "Sila" sekinî û lê zedê kir: "Yadê, çavê te ronî! Ji dema ku zavên te rêzfîliman, nexasim "Sila" û Avrupa Yakasi" temaþedike, dev ji çûyina qehwê berdayê û ev ji, ji bo me dibe sedemeke xweþ ku em li hev ranebin û dilê hevûdû neþikînin. Axaftina Xatûn û diya wê, bi vî þiklê domiya, ta ku kurê wanê duyêmin ê þeþ salî ji deriyê odê dakete hundir. Gava Xatûn ê dît ku va ye kurê wê jî hatî odê, qerîneke têrken avet û bihîstoka telefonê rast da ber gohê kurê xwe. Piþtî Axaftina kurik û dapîra wî kuta bû, Xatun ê, bi leza baya biruskê bihistoka telefonê da ber gohê xwe û bi haleke xweþ got:
"Yadê! te dît nebiyê te zimanê tirkî çiqas nazik diaxife û çiqas xweþ bikartîne" got û lê zêdê kir:"Elmaniya wî jî wisa xweþ, nazik û bi dûzene. Nazik diaxife" got û pêde çû: " Em difikirin ku em wî biþînin qursa zimanê Ingilîzî jî" got û piþtî xatir ji dayika xwe xwest, bihîstoka telefonê danî cîhê wî û bi ser me de vegeriya "Em herin, bû dereng"
Di wê kelikê de kizinekî ji dilê min çû û min xwe bi xwe got: "baþ e, lê ka kurdî?" Em ê kîngê li zimanê xwe ji vegerin?"
Em rabûn û me berê xwe da þeva piþtgiriya rojname a"Yaniden Özgür Politika" ê. Di mideta rêwitiyê de, axaftina Xatun û dayika wê û li aliyekî din jî, eþ, tedayî û kiryarên hovane ên ku li ser rojnamegeriya kurt hatibûn ceribandin û di encama wan êriþên hovanê de, þehidên di vê rêyê de hatibûn dayin, mîna situka fîlmekî diber çavên min re derbas bûn.
Lê pêhtir axaftina Xatun û dayika wê, hiþê min bi xwe re dida mijul kirinê. Çimkî malbat ne malbateke ji rêzê bû. Malbateke xwedî du þehîd û pêrgî bi dehan tedayî û eþkenceyên giran hatibûn. Di encama tedayiyên ku bi destê hêzên dewletê li wan hatibû kirin, neçar mabûn ku berê koçê Izmirê bikin u ji wir jî berê xwe bidin Elmanya. Lê dileg van kiryarên dewleta tirk ên ku hê çu tiþt ji germahiya xwe wenda nekiribûn û li ser giyan û jiyana wan tesira xwe didoman, wisa zû bi zû ji bîrkirina êþan, terkexemî û paþgokkirina tedayî û piçûkdîtînên dewletê û a herî mihum jî, mabûna wana dibin tesîra çand û zimanê tirkî de, min noqî nava kuraniya fikiran dikir. Min xwe bi xwe got: "Rast çima em kurd wanî zû bi zû êþ û azarên xwe ji bîr dikin? Rast çima zimanê tirkî û zimanên din ên biyanî wisa bi me xweþ tên? Rast çima gihayê hewþa me bi me tehl e?"
Binêrin, pêþiyên kurda ji bo vî mijarê çi gotine "Gihayê hewþa me bi me tehl tê. Em di þûna zikên xwe ji gihayên hewþa xwe têr bikin, em rabidin mîna parskeran xwe li derê xelkê digirin û bi bermayiyên hewþê wan zikê xwe têr dikin. Niha ji ber vê egerê ye ku zikê me tu çarî têr nabe. Çimkî ne minkun e ku mirok kanibe bibermayiyên xelkê têr bixwe. Divê neyê jibîrkirin, ew kesê ku þikiriya xwe bi heyiyên xwe neînê, li wan xwedî dernekeve û wan neparêzê, divê mirov ji aqil û jîrbûna wî gumanan bike. Û dikarim bi hesanî bibêjim ku rewþa em niha di werê ziman têdane, rast bi rast diþibê hela wî kesê ku me li jor bêhsa wî kir.
Piþtî me xwe gihan nik salon ê û em ji deriyê pêþîn daketin hundir, pankarta "Gacemize Hoþgeldiniz" em pêþwazî kir. Dîsa dilê min hilavêt û bi dengeke berz got, xwezî ev pankart han di þûna "Gecemize Hoþgeldiniz" de "Hun bi xêr hatine þeva me" bihatiba nivîsandinê.
Piþtî min li gazinên dilê xwe gohdar kir, min çavê xwe li þtanda pirtûkan gerand. Lê gava min nas kir ku ji weþanxana "Mezopotamya" kes ji bo vekirina þtandê nehatiyê, þtanda "Yekitiya Mamosteyên Kurd" ber çavê min ket. Ez rast çûm wir û piþtî hevnasîna bi du mamosteyên wê gavê li vir ji bo berhemên yekitiyê bifiroþin, min destur ji wan xwest û ji bo temaþekirina bermanê, li cîhek rûniþtim. Piþtî "Koma Carnewa" kilamê xwe ên ku digel xweþikbûna wan lê êdî ji teref zarokên çar salî ve jî hatiyê jiberkirin û axaftinên wan ên ku nivî tirkî û nivî kurdî, bi ser navê xebatkarên rojnamê hevalek derket ser dikê. Bi tirkiyek gellek paxiþ û zelal, peyama rojnamê xwen û çend keliyên xwe yên bi qimet jî, ji bo behskirina du rûpelên Kurdî veqetand. Gava wî xwendina peyama rojnamê kuta kir, dîsa kizinek ji dilê min çû. Dilê min dest bi girî kir û bi deh gezên dev vekirî got "xwezî heval di þûna du rûpelên kurdî de, qala du rûpelên tirkî bikira û bigota, ji ber potansiyelek xwendeyên mê yên bi zimanê tirkî heye, me jî hewce dît ku em du rûpela bi zimanê tirkî biweþînin.
Piþtî kuta bûna peyama rojnamê, hozana hêja, Rojda bi cestên xwe jî xweþlihevhatî derket ser dikê û ez jî rabûm û min hêdî hêdî berê xwe da þtanda Yekitiya Mamosteyên Kurd.
Piþtî me kenek avêt hev, min pirsî:
"Mamosteyê ruh û giyana min, çawa diçe. Wê qe pirtûk firotin?
Yek ji mamosteyan bo dengê wi ji min ve baþ were bihîstin, du sê gav ji min ve mêz bû û piþtî kenek bê dilê xwe " Ka çawa biçe. Em xwe di nav gelê xwe de, biyanî hîsdikin. Na, neku em di hewleke wanî dane" got û bi tiliya xwe a þehadetê cemawera hazir þanî da " Ka binêr, zêdeyê du hezar kes li virin û ji sedî heþtê wan malbat û xwedî zar û zêçin. Lê tu zanî me heta vê kêlikê çend pirtûkên ku ji bo zarok fêrê-hînî zimanê dayika xwe bibin, hatine çapkirinê firotî?"
"Na" min got:
Wî domand.
"Çar"
"Nexwe te got çar"
"Bel ê, bes çar."
Mamosteyê din ket peyvê û piþtî qerebalixa di rêza standa Döner ê de bûn þanî da "bi qenderê ku em li zik û mîda xwe difikirin, hema nîvê wê jî li hîþ, ziman, tor, tîtal, felsefe û xisusiyetên xwe bifikiriyan" got û berê xwe ziviran bi alî pêþiya dikê û piþtî çavên xwe baþ kuta ser listikvanên li ber mûziqê û bi haleke harbûyi lotik diavêtin" Bi qenderê ku em ji lotik avêtinê hez dikin, hema me kaniba nîvê wê jî, deriyên dilê xwe ji bo mijul bûyîn û fêrbûna zimanê xwe vebikira nexwe dê rewþa me jî ne ev rewþa ba û me ê di þahiyeke wiha de, di þûna çar pirtûkan de, çil pêncî pirtûk bifirota" got û piþtî Xatûn ê ji bo vegera malê deng li min kir û ez þiyar kirim, me xatir ji hevûdu xwest û bi du mezekirina li wêneyên þehîdê rojnamegeriya kurd ên ku li alî pêþiya dikê û bi awayek xweþ li kêlekên hev rêzkirîbûn, min xwe bi xwe got: "Salon ê! Hevdilên min! Kurdên xwedî zimanê þêrîn û delal! bi heviya ku hun li xwe varqilin û di þûna du rûpelên kurdî de, hemi rûpelên rojnamê bi kurdî were weþandin, di þûna peyamên ku bi tirkî têt xwendinê, bi kurd werin xwendin û di þûna xemsarî, terkexemî û baþgohkirina xwendin û fêrbûna zimanê kurdî de, bi bawerî û dilsozî xwedî lê derketin û fêrbûnê, vê gavê hatirê wê.
Firat_Mîrqasimlo.
|
|