|
Helal be ji şaredar Salîh Yildiz re. Tu her bijit brêz Yildiz. Yaho tu çi camêrekê qenc û dilsoz ê dewlata xwe yî.
Erê, bi sond heke ez tirk bam, min ê mîsoger bigota "Helal be ji şeredar Salîh yildiz re. Tu her bijit brêz Yildiz. Yaho tu çi camêrekê qenc û dilsoz ê dewlata xwe yî."
Çimkî ji bo xwedî yê beniyek tişt herî bi xweş a wî here û wî kamran bike ew e ku beniyê wî rabe û xwe bê hedûhesab,bi destên wî de ber de û ji bo dilê wî xweş bike, tufê xwe bike, bi taybetiyên xwe bilîze û bi ser de, bi benîtiya xwe şa bibe.
Ji ber vê yekê ye ku heke ez di şûna dewleta tirk de bam, dê min ê ji bo karê ku brêz Yildiz pê rabûyî û dixwaze pêkbîne, wek mukafat gena dev û hefsarê serê wî hinekî sist bikira ku, dê kanibe hinekî din jî ji bo min xizmet bikira. Ango kabina di sûna 120 keç û jinên kurd de, bi deh hazar jinên kurd, hînê zimanê tirkî bikira.
Ka em binêrin, kî çi dizane, belbî piştî vî xizmeta Salih û Misal, dewleta tirk rabe û mukafateke wanî layiqê wan bibîne. Û bi gorî dîtina min divê mîsoger Salih û Milas, bê mukafat neyên hiştinê.
Lê ez rind dizanim ku heke em rabin û xwe sed caran bi av a tirk bûyînê bişun, xwe biavêjin lingên wan, lingên wan ramîsin û ji wan re bibêjin" Ji bona ku em kanibin şaraba tirk bûyînê vexwin, va yê me dest bi ferbûna zimanê wê kiriye" Heke em wanî bikin û xwe weke beniyên herî dilsoz û hurmetkar şanî wan bidin û ji wan xweştir û rindtir zimanê wan biaxifin jî, guman jê re nîne ku em ê ji wan wek mukafat "Hadini bil kiro! Sen hangî curetle türk oldugunu idea ediyorsun. Türklük sonradan olabilecek bir şey deyil. Bu erdemlige ancak ve ancak saf türk kani taşiyanlar ülasabilir. Siz ve sizin gibilerî ise, size hak görülmüş çerçeve de yaşayacaksiniz." bigirin.
Îcar ez dibînim ku digel em ji vê nexwestina wan haydarin û rind pê dizanin jî, lêhama dîsa em bi israr dixwazim xwe bişibînin wan. Bêguman ev projeya serokê Şeredariya Yüksekovayê jî, yek ji şaşitiya me ye ku em bi israr dixwazin xwe bişibînin wan.
De îcar werin em hinekî din jî xwe berdin kuraniya vê projeyê. Ev projeye ku di çerçeva wî de têt xwestin ku ji bo keç û jinên navçeyê ji nezanî, ji tedayiya mêr û pergalê feodalîzm ê rizgar bibe, divê tirkê hîn bibin. Bi gorî Salîh û Milas a, nifta careserî û careserkirina pirskirêkên jina kurd, di hînbûn û fêrbûna zimanê tirkî de ye.
We bihîst kurno! Ji bo em kanibin xwe ji kirasê nezanî û paşverûtî û hovitiyê xilas bikin, me tirkî divê. Divê mîsoger em tirkî hîn bibin. Na heke em vêya nekin (tirkî hîn nebin) nexwe bi gorî Salîh û Milas a dibêjin; dê ne mumkun be ku em kanibin xwe ji kirasê nazanî û hovitiyê bidinê alî. Ango kirasê hovitiyê ji ser giyan û ruhê xwe biçêrinîn, biavejin û xwe jê xilas bikin.
Çi sosrete ne? Çiqas dişibe nêrîn û siyaseta dewleta tirk. Ew siyaseta ku li ser hîm û binyeta piçûk dîtina gelê kurd hetiyê damezirandin û bi gorî xwedî yê vî siyasetê, ew tenê dikanin bi rêyek gelê kurd ji hovitî û nazaniyê rizgar bikin.Bel ê ev rê jî, rêya ku niha Salih Yildiz û Misal, dide ber keç û jinên kurd, bi xwe ye. Çi ecêbe ne?
Ka îcar werin em hinekî jî dêhn û bala xwe bidin nêrina Milas a "Kursa gelen kadın ve genç kızların Türkçe bilmediğini, bunlara Kürtçe bilen eğitimciler vasıtasıyla ders verileceğini anlatan Milas, "İlk olarak kursiyerlere Türkçe eğitim vereceğiz. Biz eğitimcileri seçerken bunu şart koştuk. Burada eğitim alan genç kız ve kadınlarımızın hiçbiri Türkçe bilmiyor. Ama okuma- yazmada özellikle Türkçe gerekli."
Bi sond em ji gotinên jor rind nas dikin ku di navbera nêrina "Milas û Salih Yildiz" û nêrîn û siyaseta dirûvandin û şibandina xwe a ku dewleta tirk ev bû heştê sal, li ser gelê kurd ceriban û hê jî bi heman armancê diceribîne de , tu cudahî nayê dîtinê. Çendî xwedî yên vê nêrîn ê ji du azbatên pir û pir ji hevûdu cudane û ne di dirokê de û ne jî di heyama niha de, tu hêlên wan ên bişibin hevûdu nîn be jî, lê em dibînin ku xwedî yên vê nêrîn ê ji bo tunekirina ziman û taybetmendiyên gelê kurd, hema rast bi rast mîna ku du cêwiyên ji eynî hêkê bin û bi her awayî bişibin hevûdu ne. Bi gotineke din, ji bo em xwe tune bikin me pî dayê zarokên zirbava û em bi bêwijdaniyeke bêhemta xwe tunê dikin.
Bi gotineke zalatir em dikarin bibêjin ku divê dewleta tirk êdî ji bo tunekirin û têkbirina çand û zimanê gelê kurd xwe newestînê. Çimkî ji mêj ve ye ku me erk û mesiliyeta siyaseta wan a ji bo tunekirina xwe, ji wan wergirtiyê û niha em xwebixwe asimîle dikin.
Piroz be li canê birêz Salih û Milas a. Hun bi erkek hêja rabûne.
|