Rexne ji bo guhertina kevin û avakirina nû ye!
Rexne dermane, çendî ku tal be jî, ew ji bo başiyê ye!
Rexne avsûna hemberî dogmatîzîmê ye!
Rexne dengê di rûyê zordaran û bindestan ye!
Rexne dostê bi me giran û mêvanek ne vexwendî ye!
Me li jor çend rêzik, bi armanca vebêjtina wateya "rexneyê" nivîsandin. Ew naveroka vê gotara me ne. Divê ku ev gotara me bi xwe jî, vêketina mijarê be.
Weku di wan rêzikan de jî diyar dibe, rexne xwedan erk û peywerek girîng e. Ew sedema nemayîna di bin gorên kevneşopiyên ramanê de ye. Ew sedema herikîna herdemî ya hizir û afirîna nû ye. Rexne jî, ramanek ronak, dilek fereh, pêşdîtin û dûrdîtin û bi zûlan vekolandinê dixwaze. Ji ber ku ew pir nazik û dûalî ye. Aliyek kêrî avakirin û pêşkeftinê û aliyê din jî, ji bo paşxistin û xistinê ye! Çi mexabin ku rola dûyem ya rexneyê di civakên me yên rojhilata navîn û bi taybetî jî civaka Kurd de, pir tê bi karhanîn. Belkî jî, li pişt nehezkirina Kurdan ji rexneyê re ji vê yekê tê.
Rexne û civaka Kurd…
Raste ku min a niha di nava nivîsê de behsa nehezkirina Kurda ya rexneyê kir. Lê divê li ser vê yekê pir biponijim û bi deng bihizirim.
Ez vê pirsê ji xwe dikim: Gelo rexne di nava Kurdan de heye?
Li gorî ez dizanim du hêman di nav Kurda de pir li pêşin. Ew jî pesindayîn û reşkirin e! Lê rexne? Ku hebe jî, pir nû û lewaz e.
Me li jor gotibû ku ji bo rexnegeriyê gelek hêmanên ramanî pêwîstin. Ev him ji bo kesê rexne dike û yê ku rexne dibe. Ku ê rexneger bi niyaz û armanca avakirin û rastkirinê rexne neke, wê ew ji warê rexneyê derbikeve û têkeve warê reşkirinê. Weku em di nava dijber û rêxistinên Kurdî yên ku hev napejrînin de dibînin. Di aliyê din de jî, divê ku yê rexne lê tê kirin, dilfereh, vekirî û dilnizim be. Ku ne wisa be, wê li hember rexne û rexnegeran kîn û rek bigre û di rewşa xwe de serhişkiyê bike. Jixwe em baş dizanin ka "serhişkiya Kurda" tê çi wateyê. Rexne ji bo hemû alî û kêliyên jiyanê pêwîst dike û rolek diyarker di pêşkeftina mirov û ramanê de dilîze. Bi rêketin ji vê baweriyê, divê ku em nebûna rexnegeriyê di nava civakê de rexne bikin û vê hêmana ramanî bi zûlan binasin û binasînin.
Armanca min ya sereke ew rexne bi xwe ye, lê belê rexnegeriya wêjeyê ye! Belkî ku di vê nivîsarê de rexnegeriya wêjeyê û wêje bi xwe bi awayekî rêk û pêk neyê vekirin. Lewra jî eme hewlbidin ku vê babetê weku rêzenivîs bigrin dest û bidomînin.
"Rexnegerê wêjeyê dostê wêjevan e!"
dema ku rexneger, berhemeke wêjeyî dixe bin ronahiyê û şîrove dike û aliyên wê, çi baş û çi nebaş, rexne dike. Ew bi vî awayî arîkariyek mezin û pir alî dide wêjevan.
Çima?
1-wêjevan ango xwedanê behremê aliyên xwe yên lewaz an jî ên xûrt dibîne.
2-ew behremê bi çavê xwendevanê herî jîr, ango rexneger, dibîne.
3-şîroveya rexneger, çi baş an jî nebaş be, ji behrem û wêjevan re dibe reklam û dixe rojeva navîngên wêjeyê.
4-hestên "wêje ji bo wêjeyê" di wêjevan de dikûje û wî neçarî liberçav girtina nêrîn û daxwazên xwendevanan jî dike.
Û hîn jî gelek feyde û başiyên rexnegeriya wêjeyî hene. Lê dîsa jî mereq mekûtê xwe li serê min dixe û dipirse: ka çima rexnegeriya wêjeyî ya Kurdan nîne?
Ez nizanim wê xwendevan/a min bersîvek çawa bide. Li gorî min, sedema wê ji lewaztiya navîngên wêjeyî di nav Kurdan de tê. Ku em wêjeya klasîk li rexekî bihêlin, wêjeya nûjen hîn taze ye û berfereh nîne. Xebatên wêjeyî jî di warê takekesî de ma ne û civatên wêje, ango medrese(ekol) çênebûne. Lê sedema nebûyîna rexnegeriya wêjeyî di nava Kurdan de tenê bi vê yekê ve girêdan jî ne rast e! Sedemeke din ya sereke jî, diltengî û xweşnebîniya wêjevanan ji hevudu re ye! Dixwazim bibêjim ku asoyên wêjevanan tengin û dilnizmiyek nîşan nedane! Ewna her tim li benda pesindayîn û danasîna berhemên xwe ne. Lê ku yek şaş bibe û xwendinek rexneyî bike, wê ji aliyê wêjevan re weku dijminê heta heta yê wêrê mêzekirin. Ev yek di nava wêjevanên Kurdan de pir hatiye û tê jiyan kiirn.
Ez dixwazim çend mînakên ji jiyanê bidim. Navber helbestvanê Kurdên Suvyetê Firîkê Ûsiv û gelek wêjevanên din pir xerab bû û heta mirinê ji hev xeyîdîn. Sedema vê yekê jî, di dema şîrovekirina berhemek F.Ûsiv de hin wêjevanan rexne li behrem û helbestên wî kirin. Piştî wê, dijminatî ket navbera wan.
Ya din jî, min gotarek li ser rastiya wêjeya Kurdî ya nûjen nivîsand. Nivîs nîv lêkolîn û nîv rexneyî bû. Piştî ku nivîs hat weşandin, ji aliyê gelek wêjevan û newêjevanan ve nameyên hişk û tûj ji min re hatin. Hin name jî ji nevî, pismam û bajarvanên hin wêjevanên ku di nivîsa min de derbas dibûn hatin. Wan rexnegeriya min ya wêjeyî wekû êrîş ji bo nirxên wan ên nayên gotftugokirin dîtibûn.
Piştî wê demê min fêm kir ku hêmanên wêjeya Kurdî ji warê mejiyê êl û eşîran derneketiye.
Ji bo pêşkeftina rexnegeriya wêjeyî, divê ku di serî de wêje pêşbikeve û berfereh bibe… |
|