|
Kî dixwazê ji kaniya evînê avekê vexwe?
Kî dixwazê bi xunava sibê ya li ser gulan çavên xwe bişo?
Kî dixwazê bi hilma bayê berbangê giyana xwe pak û dilê xwe niya bike?
Kî dixwazê bi berfa havîna ya ber nizaran agirê dilê xwe bitefînê?
Kî dixwazê bifire di ezmanê bê ewr de?
Kî û kî û kî… ku tu bixwazî hevdîtinekê bi evîndara dilê xwe re çêkî… ka were mêze bike li kevala van çiyayên sihrî!
Çiya!
Ew bihûşta wek kevaleke bêzagon hatî afrandin… ew semfoniya ji tevayî candêrên jiyanê hatî damezrandin… ew giyana nazdar û aram. Lê çiya bi wan ferîşteyên xwe yên dilêr(ciret) û dilovan xemlîn û şeng dibe…
Ji te Gerîlla!
Lawên sirûşta dilpak, di semfoniya çiyan de sazbendên jîr, huner û hosta ne. Ma kî li van çiyan, di nava van ferîşteyan de bijî û nebe hunermend?
Ma kî dikare li ber heybet û bedewtiya vê xwezaya bêhempa raweste û nebe helbestvan, hozan û sazjîn? Kî?
Lê ku ew kesê/a hozan û hunermend be û têkeve nava jiyana çiyan a romantîk… ma dikare xwe zeft bike û awazekî bilbilî nebêjê, yan jî helbestekê nehûnw?!…
Jixwe hemû bilbilên çiyan jî gerîla ne…Gerîlla xwediyê hest û fikrên herî pak û narîn in. Hemû hozan, helbestvan û hunermend in...
Yek ji wan hozanên çiyan ên herî mezin û bilind, hozan şehîd Serhed e. Şehîd Serhed, bilbilê ber çem û kaniyan, li zozan û baniyan, li newal û pesaran...
Hestdarê hunermend, weke bilbilekî li wan çiyan distirand û dinalî. Ew, çek û saz weke cêwiyan ji hev nediqetand. Wekî wî jî bi dehan hebûn… gelek ji wan ber bi asoyên nemiriyê ve çûn, hinek jî di rêwîtiya hunera çiyan de kerwaniya xwe domandin. Lê bilbilê me jî di şerekî xedar de tevlî kerwanê nemiran bû û rêwitiya xwe ya hozantiya çiyan ji rêhevalên xwe re hîşt.
Van hevalan jî ew emaneta dirûst parastin û xwedî li bîranîna hozanê şehîd derketin. Hîn jî dengê bilbil û hevalên wî yên şehîd ji qirika wan tê… êdî saza wan, awazên wan, gotinên wan hemî bûne nameyên rêhevalên wan ên şehîd…
Her yekî ji wan hozanên çiyan ên zimanşîrîn ku li kîjan warî bare xwe datîne, di hemî dilan de wargehekê çêdike… Ku stranekê dibêjên, guhdarvan yek-du- sê stranên din jê dixwazin. Mirov bi awazê dengê wan ê zîz re, vedigere çiyayên sihrî û bi refên gerîla re dibe rêwiyê riya bêdawîn… |