Ha ho Xatûn xanim!!!
Têbînî:(Not) Xwendevanên xoþewîst, giyanpak û hevdilên min ên hêja û payebilind! Bêguman ev nivîsa ku niha li ber destê we ye û hûn dixwînin, ji çîroka "Mihemed û Xatûn" ê, bes çend hevokin.(cimle-cümle) Hevdilên min, heke ev nivîs ji teref we ve were ecibandin, ez ê dilxweþ bibim û ez ê beþên din jî, bi dilhesayî û kêfxweþiyeke bêhamta pêþkeþê we ezîz û ezîzan, delal û dilpak û xweþ xuyan bikim. Bi heviya ku hun ji nivîsê tehmekê bigirin, bi silavên xosewiþtî we ezîzên dilê xwe silav dikim.
14Mihemed, herdu çavên xwe rast kute alî kulîn ê û:
"Xatûn!! qîza Heydoyê cibrî, malavayê ma te dil heye ku tu me bi birçîbûnê terbiye bikî çi! Wellehîn û bilehînê xwedê em ji birçiyan mirin"
Piþtî van gotinên Mihemed yên hewartijî, Xatûn a xanima wî ji deriyê kulîn ê xûya bû û:
"Mehrumo! ma dîsa çi bû, çi qewim î, çi kulareþ li canê te ketiye tu wiha behsa herdu egît û keleþê min dikî. Ji bîr neke ku ew herdu hê tifalin û ev bû bênç sal nexûyan in. Li welatê ecnebî bê yar û bê war û bê sitarin. Ez dayika wan Xatûn a keça axa yê êla cibriyan im. Ew mêtîne bi þîrê pêsirê min Xatûn a keça Heyder ê sitûna mala kor Heyderan e. Ew jî weke kalên xwe gernas û teyrê çohl û çiya û koçe û kolanê biyaniyan in. Li ber derî û þêmûka eywana êla cibriyan du xwarzî, du dilxwaz û canfeþegoriyên bêhemtan in. Ha hoo!!! ez revana te me lo lo Mihemedo.
Bi van gotin û fort firojtina xanima xwe re, Mihemed tûj dibe. Agirekî weke agirê dojehê li cestê wî peyda dibe û pê re dikele, dikele û hema mîn a rûnek li ser argûn ê biqijile, di xwe de diqijile. Rengê rû û ruçikên wî vediguheze ser sorahiyeke nola xwîn ê û xwe li her ber fort firojtina xanima xwe ranagire û:
"Ez Mihemed! Mihemed ê kurê Mîrza mele me. Ha ho!! birazî yên Bûnya mîn û Qasimlo yê di tertela Þêx Seîd ê pîran de serkêþ, keleþê yekta û serwerên leþkerê kurdan im. Ji malbata kor Huso yê êla ezîniya me. Hê di temenê xwe yê bîstan de, nepavrekerê keçên Gimgim î ya me. Ha ho Xatûn xanim!!! Lê çibikim bila mala felekê xirav be û sed hezar çar jî biþewîte ku ez wiha ji teqetê xistim, qels û jar hîþtim. Ew zexmî û xûrtiya min, ji min dizî û ez kirin ber destê te bêbavê."
Piþtî van gotinên Mihemed, Xatûn xwe dilivîne û:
"Ha ho Mihemedo! ji bal û xama min nebat û pelên daran ji þax û guliyên hildiweþiyan. Ji emdam û nezaketa min kevir û kuç ji çiyan diheriþîn. Ji agirê cestê min, berfên li qontarê çiya diheliyan. Di paxil û di naven da herdû pêsîrên min de, hêk dixaþiyan û ji bo xortê gund dibûn xûrîniya sibê. Ha ho Mihemedo! Xorta ji bo porê min ên kej yên ku di bin laçik û melhefê de bibînin, li meydana bin kaniya Heso diketin þer û cengê. Ji ber þer û cenga wan, ji dorhelên welatê serhediyan xortê lewend û yekta, bi hewara wan ve dihatin. Kitik û cewrik ji xewê vedicinîqîn. Hîre hîr û ziqe zîq bi hesp û kerê gund diketin. Xortan, ji welatê Botî û Amediyan dayik û bavikên xwe ji bo ku min ji xwe re bixwazin radikir rê, diþandin ber derî û þêmûka eywana Heyderê sitûna mal û êla kor heyderan. Gelek xortan, ji ber porên min ê reþê fena tenî, ji ber lêvên min ê rengexurmî, ji ber çavên min ê reþê mîn a morika kesk û þîn, ji ber xam û endama min a gerdenzerî, aqîlê xwe zaydikir û dibûn gerokê þev û rojan. Ha ho, ez revena te me lo lo Mihemedo!!!"
Piþtî gotinên Xatûn ê.
Mihemed kizîrî û kiziriye. Heçî denge, deng lê nemaye. Heçî xweziye, xweziya wî di qewriya wî de bûyî weke kiþanekê û pê ve zeliqiye. Heçî zimane, zimanê wî bûyî weke zimanê dêwekê û di devê wî de bi cîh nave. Heçî çave, herdu çavên wî ji xwînê sop sor bûye û bideh gezan jihevûdu vekirî maye. Heçî pirçe, pirça cestê wî, weke nola mûyê jûjî tûj û mîn a tîrên kevan ê, xwe li cestê wî rapêçaye . Heçî çoke, çok lê diricifin wek ricifa çokê reqaskerekê. Bêhn lê çikiyaye û fena rihûstin lê hatiye ceng û xezebe, dipelpite ha dipelpite. Xwîna di rehên wî de diherike û weke rûna li ser argûn ê biqijile. diqijile. Pora wî nola stiriyên jûjî tûj û ji ber hêrs û rika lê peydabûyî lêvên wî , mîn a mirovên ku bi tayê ketibe û ji bin lingên xwe hatanî ser serê xwe biricife, diricife. Mirûz û made lê nemaye. Kenên li ser lêv û hinarikên wî yên ku her û her leylan didan konê xwe jê barkiriye.. Xwe dixwe. Xwe dixwe û mîna merê teyar çiv dide xwe û rast li ber xwe dinêre û pê re qapolê di destê xwe de, du caran li ser hev diweþîne li erdê nik xwe û:
"Ha ho Xatûn xanim! Min go qîra xwe ber ê pêsîra min nede. Ez Mihemed! Mihemed ê sarê hespê hiþîn boz û necîrvanê keçxezala me. Þewirmende Ebdurehman ê nebiyê kor Huso, dengbêj û kilambêjê þevbûherkên giregir û serwerê mal û êla eziniya me. Ji ber dengê bilûr û kilam û awazên min, bi dehan keç û jîn di þewata hesreta dîtina min de, çûne diyarê rehmet ê. Xerc û xeraca welatê serhediyan ji min dihate pîrsîn. Ha ho Xatûn xanim!! Bera niha bîranînên min ê karê çilê û nasîna cestê jinên qerqaþ û gewr, kej û rengegenimî jî, ji bo piþtî rabûna civata ezîzan bimîne."
Piþtî van gotinên Mihemed, Xatûn pêngavek dide xwe û radibe ser piyan û tê li nik civata amade radiweste, destên xwe bi herdu qorincê xwe re dike yek û zehm pê ve dîsîdine, awirên xwe hiþk dike wek nola awirên teyrê eylo, diranên xwe dýþîdinê û ji þîqe þîqa diranên wê, qelîþek bi dîwarê oda ku bi kevirên spî lêkirî, dikeve. Bi pêngaveke din, laçika li serê xwe, diavêje para stû û piþta xwe û:
"Di þer û cengê de, fedikirin û lêgerîna egeran ne karê þêr mêrane. Pêgirtinek me kurda ne " li dewetê bi huner û govend, lê þînê þîngerîn, li þer û cengê badana zend û bendan, li þevbûhêrk û þahiyan de jî, hunera lihev anîn û honandina bêje, peyv, gotin û hevokan divê" Heke niha dest danîna te ji ber civata amade be, nexwe civata amade ji nas û kus, ji xawzî û birazî û ji der û cîranan pêktê. Lê na heke ji ber qelsî û jar bûnê be, wê gavê hewce nîne ku tu li egeran bigerî. Ha ho ez revena te me lo lo Mihemedo"
Piþtî van gotinên Xatûn ê, bêdemgiyeke ji bêdegiya wedatir raserî civata amede dibe. Hema hema hemiyan mîna ku zimanê xwe daqurtandibin di cihên xwe de, bêdeng dimîn in. Ji bilî vize viz û gufe gufa berf û bager û bahoza ku li derve bêhn li dinê çikandiye, çû deng û lîv nîn ê. Deng ji kesî dernakeve. Hema bêdeng û bi tiþtên li nik xwe re mijûl in.
Ev bêdengiya ha wer çend kêlikên din jî didome. Bi mudeta bêdengiya heyîn de û di navek re, ji civata amade yekê bi navê Evdo destên xwe dave-dibe kertika gohê xwe û:.
"Li derve, berf û bager û tofan û xezeba xweda ye, li hundir jî þere, þerê Mihemed ê kalemêrê ezinî û Xatûn a qîza Heydoye cibrî ye. Ha hîî.. ha hîîi.. wî wî... De hun rabin û bidin ji bo xatirê yezdanê pak, hun bi mîr û giregir û serwerên welatê serhediyan rabigihînin ku bera wer in û vê þerê navxweyî rawestînin. Ha hîî.. ha hîîî.. wî wîî.. De hûn zûkin, bilezînin û xebera dest danîna Mihemed a li hember Xatûn ê bigehînin gundê kindo, qizak û wawerkê, bera li hev bicîvin keleþ û palewanên êla ezîniyan û wer in di hewara Mihemed ê mirza melê de. Ha hîî... ha hîî.. wî wî...
|
|