Dagirkirîna Kurdıstanê her çıqas bi destê rojavahîyan hati be destpêkirin jî, le belê rasterast bi wekî neteweên cîhana yên sısêya; Tirk, Ecem û Erep re wê giredayî hatîye avakirin. Bi gotinek di, rojavahîyan yanê Awrupîyan Kurd û Kurdistan kirin dagirkiriyê dagirkiriyan. Rojavahîyan bi peymana lozanê re dagirkirina Kurdistanê, hem di qada navnetewî de û hên jî li welatên cîhanê yê sısêyan de bi fermî pêk anî û welatê Kurda kir xizmeta wan dewleta.
Hêjayê gotinêye kû mirov bêje;”dakirkerî ne bitenê dagirkirina axa welatekîye”. Dema axa welatek were dagirkirinê, wê gave ew dagirkerî bi xwe re li ser mejû, rih, nirx û taybetmendîyê mirovên li ser wî axa dijîn jî dagirkerî û serdestîya xwe ava dike.
Di roja îro de wusa xwuyaye, kû Kurd ji hemû gelên di dirokê de hatî dagirkirî bêtir sendroma dagirbûyîne dijîn. Bi girêdayî vî rastîye, gava em li rewşa ciwaka Kurd a kû xwe welatparêz dihesîbînin dinerin tesîr û encama dagirbûyînê bi zelalî derdike ve hole. Nimûne) îro di sîyaseta Kurd de, hîne gelek kes bi mejû û tevgerê xwe vek gelê desthilatdar dijîn û eger pewîstî bi zelalkirinê hebe, em dikarin hinek dî vê mijare vekim.
Wekû gelek kes dizane, nûner, kadro û alîkarên Rêxistinên çepê Tirk ji sedî 80tê bi eslê xwe Kurdin û ew kesan xwe vek mirovên serbixwe û enternasyonalîst dibînin. Dema tû ji wan kesan ra behsa Kurdeyatîya wan û mesela Kurd dike, bersîva wan kesa hemû vek hevin û dibêjin; "Ji bo me pêwistîya netewî tûnne, armanca me ji bo rakirina tixubên dinav netewan de ye. û em ji bo pêkanîna şoreşa karkerên gerdûne dixebitin û bi vî re em bixwazin deshilatîya pıroleterya li gerdunê pêk were."
Bi gorî min ev fıkır hene, bingeha xwe ji mejûyê dagirkirî digre û rasterast di nava xwe de inkara eslê xwe dıke û diparêze. Eger ew mirovana xwedî mejû kî ne dagirkiribana, wê gavê wan kesan tekoşîna xwe a sosyalizmî di bin navekî Kurda bimeşanda û berê xwe bidana gele Kurd û hem ji bo pêştebirina fikra sosyalizmî û hem jî jibo bidestxistina mafê xwe yê netewî bixebitîyana. Le mixabin ew kêsana di bin navê tekoşîna sosyalizmê dê, di esasê xwe de hizmeta netawên deshilatar dikin. Çûnkî ew kesena hemû jîyan xwe û xebatên xwe yê sîyasî û rêxistînî bi ziman û qeyîdê netewa desthilatar dikim. Di vir de tişta herî pêwist ji eve kû, gava ji van kesan tê pirsandin hûn bi eslê xwe çi ne? û bersivdayîna wanê. Bersiva wan kesa evayê. "Belê em bi eslên xwe Kurdin, lê ji bo me pewistîya ol, ziman, çand û netew gelek tûne, pêşîya her tiştî xebat û hewildanên me ji bo hemû karker û qewmên bindestin û em vî riya nahê jî rîya herî rast ya tekoşînê dibînin. Naha guman tûne kû behsa karker û gûndîyên te kirin, karker û gûndîyen Tirkin û ev karker û gûndîyan hanê, naha eriş dibin ser mal, dezgeh û warên Kurdan û dixwazin wan linç bikin.
Herwaha, nıha ev tesîra li ser mejû yê Kurda ne tenê li ser wan kesên kû me li jor behsa wan kirîye . Gava em bala xwe bidine cıvaka welatparêz, xebatkar, qadroyên Hareketê Kurd, cîn û tebeqeyên din, em dıbînin kû ev tesîra han li wîr jî heye.
Niha gelek kes dinava kar û barê tekoşîna de cîh digre, lê xeyal û tiştê kû pêra mijûl dibîn mixabin tû elaqedarîya wan tiştan ne fikra Kurdeyatîye heye û ne jî ji armancên wan kesa ji xwe re hilbijartî heye.
Yanê bi zelalî, bi fizîka xwe dinava tekoşînêdaye lê bi rih û mejû yê xwe jî li cîhek dine. Nimûne) Mirov dikare bi rihetî li gelek malên welatparêzen Kurd wêne û pirtûkên Nazim Hîkmet bibînin anji yên Ugur Mumcû, qasetê Selda Bagcan, Onur Akin û hwd . Lê li ba wan kesa û li malê wan, mirov rastê yek motîvek Kurda nayên anjî wêne û berhêmên wa mirovên di diroka Kurd û Kurdistanê de bi tekoşina xwe cihêkî zêrîn girtîye rast nayên û nabînin.
Gelek Xord û keçên Kurd helbestên Nazim Hikmet û wekîn wî jiber dizanê, le mixabin ew kêsan yek rêz ji helbestên hozanwan û şairên Kurd nizane û ji hebûna wan kesên payabilind û nirxdar jî xwedî tû agahîyek nînin. Mirov dikare di destê gelek welatparêze Kurd de pirtukê bi zimanê Tirkî hatîye çapkirin bîbîne. Lê li alî dinjî, bi sedan pirtuk û berhemên curbecur ê bi zamanê Kurdî hatîye çapkirin wekî zarokên sêwî di çapxana û cîhên veşartî de situxwar li benda xwedîya xwe ne.
Beguman evana hemû ji mejû yê hatî dagirkirîn pêk tê û wek me li jor jî da zanîn, dagirkirîna Kurdistanê û pêra emcamê wê yê herî ber bi çav tehrîbata li ser mejû Kurd kirîye derdikeve pêş. Ev tahrîbata ha, hê di roja îro de jî tû tişt ji tesîr û zîndîbuna xwe wenda nekîrîye. Di têgihîştîn û fêmkirina vê mijare de, pewist nîne ku mirov zanyar û pisporê ve mijarê be. Jı ber kû rewşa welatparêzen Kurd û sendroma niha di varê mejû de jîya dikin, bi hemû hêlên xwe imkan dide kû mirov di vê mijarê de bigihîjê encamên rastekîn. Naha dîyare, mirovên xwe welatparêz dihesîbînin guman tûnneye kû dixwazin xwe binasin, dixwazin bi nirx û taybetmendîyên xwe re mijûlbin, lê belê ji ber kû xwe ji mejûyê dagirkirî, tesîr û desthilatîya çanda netewên deshilatdar rizgar nekî rî ye, nikare biteqes di van xwestêk û armancên xwe de pêş keve û bigîhêje rihek sadê yê Kurdeyatîye.
Bi gorî nerîna min, rîya rizgarbûna ji vê mejûyê tev li hev di bîryar girtin û armancekî xwurt re darbaz dive. Lê ev bîryar û armanca wê nû were girtin divê ne wekî biryar û armanca me ya îro nivçû û bêtesîr be.
Herwaha ji bo kû em karibin xwe bi tevahî ji mejûyê hatiye dagirkirin rizgarbikin , pêwistî bi xwendina Kurdî heye û rîya herî rast jî eve. Ji bo kû, xwendina bi zimanê Kurdî mırova bı Komara Mahabatê re dide naskirin, bi nirx û taybetîyên netewa di hebûnê de hatî tûnnekirin dide naskirim, mirova ber bi hewara Mir Celaded Bedirxan dibe, mirova bi çand û wêjê ya dide naskirin û hezkirin.
Eger em bixwazin bibin welatparêzek bi rêk û pêk, divê em rewşa xwe ya niha di varê Kurdebûn û welatparêzîyê têdanê di ber çav re derbazkin û mesûlîyetê xwe yên welatparêzîyê bi kûrahî bigrin rojeva xwe û ji bo tegihistina mejûkî rast û tastegîn di nav kâr û bardabin. |
|