| |
| Eklenme Tarihi: 21.10.2005 Saat: 20:22 |
|
|
Di destpêkê dixwazim bibêjim ku ev cara yekemîn di welatekî rojhilata navîn de
destûr bi awayekî raste rast dikeve ber pejrandin an jî nepejrandina hemwelatiyan.
Ev bixwe gavek erêniye û divê werê nirxandin... Belam mebesta min ji vê nivîsarê
ne eve, lê diyarkirina hin xalên sereke ku cîhê fikar û gumana gelek kesên din
yên wekî min e.
- Bawerim ziyan nîne ku mirov wateya zimanî ya peyfa (Destûr)
vebêje. Destûr ango(Dester) gotinek Îraniye,
tê wateya rêbazê, qanûn û biryarên ku wezîr li ser dimeþe; her wiha jî deftera
ku navê leþkeran tê de tê nivîsandin. Ev gotin derbasî zimanê Erebî bûye
û di gelek zimanên din yên gelên misilman de cîhê xwe girtiye. Lê ew bi eslê xwe
Îrani ye. Û heta gihîþtiya wateya îroyî di gelek pêvajo û veguhezînên zimanî
re derbas bûye...
Ev demeke dirêje hin dezgeyên taybet ji bo danîna destûrê nû yê Îraqê
xebat dikirin. Di encama xebata wan de reþnûseke(taslak) seretayî derket
holê. Ev yek ji aliyê hin kesan ve bi giþtÎ nehat pejrandin û ji aliyê hin
kes û hêzan ve jî, hin beþ û hin xal û made hatin redkirin. Gelê kurd li
ser hin xalan fikarên xwe diyar kirin, heman tiþt jî ji bo Erebên Þîî
û yên Sunnî. Di dawiya danûstandineke û bazirganiyeke ku Kurd tê de ziyan dîtin
de, reþnûsa destûrê tewaw bû û kete referendomê.
Rêvebirên Kurd yên Baþûrê Kurdistanê kêmasiyeke herî mezin kirin û derveyî
çanda demokrasiyê tevgeriyan! Rêvebirên Kurd bangî gel kirin ku her kes ji destûra
nû re bêjin ((ÊRÊ)). Bi rexmî ku gelek mafên Kurdan û aliyên
demokrat di vê destûrê de hatin bin pêkirin. Dîsa jî çi mexabin ku rêvebirên Kurd
ji van xalan jinedîtî ve hatin. Ka wê encam çi be? Ev yek wê piþtî diyarbûna
encamên referendomê diyar bibin.
Belê!
Niha eze çend madeyên sereke û hin xal ji nava hin madeyan derxînim û bi kurtasî nêrîna xwe bidim diyar kirin.
Madeya 1- ji pîvanên bingehîn: Komara Îraqê
dewletek serbixwe, xwedan kesayete. Pergala wê ya rêvebirinê Komarî- perlemanî,
demoqratîk û federe ye.
Madeya 2- Babeta Yekem: Îslam Ola Fermî ya dewletê
ye û ew jêdera hemû qanûn û destûra ye.
A- Nabêt ku çi qanûn bi pîvanên Îslamê re nakok bin werin danîn.
Ez dixwazim li ser vê xalê kêmekî rawestim. Tê gotin ku Îslam ola fermî ya dewletê ye. Vêcarê êdî çi qîmeta lîbîral û sosyalîst û layîklîkê namîne. Yanî dema ku Ol(çi ol dibe bila bibe)bibe jêdera sereke ya tevayî qanûnan. Wê demê wê Îraq ji Îran û hukumeta Talîban ya Afganîstanê xerabtir bibe. He rwiha jî hêjmarek ne hindik ya olên din jî li Îraqê heye. Wekû Êzîdî, Þebekî, Kakaî û Xiristiyan û bi hezaran kesên bêol. Xala din jî ku mirovan dixe nava fikaran: gelo kîjan Îslam wê bibe ola fermî? Îslama Þîî yan? An Îslama Sunniyan?
Em dizanin ku cudatiyên pir mezin di aliyê þîrovekirina îslamê di navbera mezhebê Sunnî û yê Þîî de hene. Ne tenê wiha; di heman dem de di nava rêol(tarîqat) ên her mezhebekî de jî gelek cudatî û nakokiyên mezin hene. Yanî di navbera Tarîqata Gêlanî û ya Neqiþbendî de, her wiha jî di navbera tarîqetên þîî yan de jî pir cudatî û nakokî hene... Vêca! Wê qanûn û destûr li gorî kê werin danîn? Ku li gorî Þîî yan be, wê Sunnî razî nebin... û her bervajî vê. Her wiha ma olên din, wek Êzîdî û Xiristiyan, çi neçarin ku li gorî qanûnên oleke din biçin?
Em ji bîr nekin ku ol ji gelek pîvanên hiþk pêk tê. Di van pîvanan de gotin nabe û pir caran jî bi jiyana nûjen û fikra azad re dibe nakok... pir caran jî ramanên cuda di bin navê bê oltiyê de wê werin perçiqandin û tepeserkirin. Geloê vêca wê çawa demokrasî li Îraqê werê danîn?
Lê pirsgirêk di vir de bi dawî nabe. Ravakirina v^eyekê jî di vê madeya jêr de ye.
Madeya 89- Duyem: Dadgeha Federe ya Bilind ji van
kesan pêk tê: Qazî, Pisporên feqha olî û feqeyên qanûnê...
Di madeya 90 de jî erk û wezîfeya vê dadgehê diyar dike. Wek çavdêrkirina pêkanîna destûrê, þîrovekirina babetên destûrê... HWD.
Tê wateya ku ev dadgeh wê bibe dezgeya yasayî ya herî bilind. Û wekî me di babeta duyem ji madeya 89 de dît ku ev dadgeh ji feqeh û pisporên feqha îslamî pêk tên. Dixwazim pirs bikim: gelo dadgehek wisa û feqehên bi vî awayî, m awê çawa bikaribin qanûnên demokrat û modern deynin?
Belkî di nava wan feqeyan de kesên zana û demokrat hebin, lê ew bixwazin-nexwazin divê ku li gorî yasayên olê biçin. Êdî axavtin di vir de diqede.
Ku bi rastî jî baweriya me weku Kurd bi demokrasiyê hebe, divê em olê di mizgeft, Dêr û Mîhraban de bihêlin û jiyana civakî li gorî normên nûjen venijin. Divê em gotina(ola fermî) ji hemû ferheng û defterên xwe bavêjin. Ne wisa be, wê Sîstanî, Xumeynî û BinLadîn her hebin û heta wê di nava me Kurdan de jî derbikevin.
Xalên ku li ser werin rawestandin xelas nebûne, lê em naxwazin hemû di carekê
de birjînin ber we. Di nivîsa pêþiya me de em li ser aliyên din jî rawestin. |
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|