Dema behsa diktatorîye were kirin, her çuqas Adorf Hîtler, Mustafa Kemal ango Kemalizm were bîra mirov jî, lê belê Saddam û diktatorîyi wî di dîroka mirovahîyê de ne xwedî hevalê û nejî mirov di diroka însanîyetê de rastê nimûnekî bi wî rengî tê. Saddam Hûsêyn bi kiryarê xwe ê ji mirovahîye dûr û hovane de, Adorf Hîtler, Mustafa Kemal û kemalîzmê, heft cara li paj xwe hîşti ye. Eger mirov waha bala xwe bide qatlîamê di dema deshilatîya merkûjê mezin Saddam`de, kû li hemder Kurda hatîye kîrin, wê gava mirov bi misongerî têdigihêjê bê wijdanî û ne mirovatîya wî. Saddamê kû hetanî qirika xwe di nav xwina Kurda deye û xwedî gunehekî bêpayanê, naha li hember dadgerekî Kurd mecbûrê hesêp dayînê mayî. Û biqewlê mezinên me, Yezdanê mezîn wê kengê bejî heqê mazlûma jî zaliman bigre. Belê naha bi alîkarîya Yezdanê mezin, Merkûjê kû hem di qada xweda de û hemjî di qada mirovahîye de xwedî gunehên mezinin di bin insîyatifa dadgerekî Kurd dê wê yeko yeko hesabên xwe bide. Lê belê peşîya kû em li ser dadgekirina Diktator û merkujê kûrda bisekinin, dê ezê hinekî balbikşînim li ser qetlîama wîyê kû li hemder Kûrda de pêkanîye.
Ji qetlîama Saddamê kû bigorî hîn kesa sosyalîste û bigorî hîn kesê dinjî, neferê kî li hember Enperyalizme û di esasê xwe de jî li hemder Amerika, evin
Yekem: di 31.7.1983-ê de ji terêfên hêzên taybet yên Îraqê ve hêst heraz Barzanî hatin girtin û bidarê zorê birin li herêmên Quştepe û Behirkê yên derdorî Hewlêrê û hinekên din jî li Diyana û Herîrê di kampan de hatin bicihkirin. Û piştre li Başûrê iraqê kû sed metro ji tixûbê Suûdî Erebîstanê dûre, kom bi kom hatin gullebarankirin û dûre dîsa kom bi kom hatin veşartin.
Dûyem: di 16. 4. 1988-ê de li ser bajarê helepçê, bombêyên kîmyawî hate reşandîn û di encama wa bombebaranê de 5000hezar keç, xort, pirejin û kalemerên Kurd ê bê sûc û bê gunêh hatibû qetilkirin. Û bi qasi 5000 hezaran kes jî hatibûn birindarkirin.
Sêyem: Di çerçewa va qetlîyaman de, ya heri nayê ji birkirin jî ewe kû, Kurdên hatîye enfalkirin bû. Hejmara Kurdên enfalkirî 180 hezarî zêdetire.
Naha şik tûnne kû, qetlîamên di dema desthilatîya dîktatorîya mezin ê merkûj Saddam´de, ne tene evanaye. Wekû gelek kes jî dizanê, li iraqê û kûrdistane roj nebûye kû insan nehatîbe kuştin û agir bi kezeba nehatî be xistin. Roj nebûye kû, di serîde Kurd û Şiia bi darê zorê nehatî be binçavkirin û di bin çevdarîya hezên taybet yê Iraqê de nehatî be kuştin. Roj nebûye kû, bi desttên diktatorê mezin merkûj Saddame`de biryara fermana Kurda nehati be girtin û HWD.
Guman tûne kû, ew mirovên dahate qetilkirin ne tenê di ware fizîkî de ji holê dihate rakirin, herwaha li paş wa mirovan hejmarekî mezin keçên dersgirtî, jînên bî, dayikên kezep şevîti, zarok û zêrcên etim dihate hiştin bê hesabin û ji bo destnişankirina wan kesen re birasti reqen ternake. . Ji lewra mirov dikarê beje, kû di va qetlîaman de taqribata herî ber bicev tefrîbata li ser malbatên wa kesanê û rê li birînên dermankirina wa ne mimkûnê li ser gelê Kurd û tevahîye Iraqe dihişt.
Naha, pistê midahaleya Amerika û azadkirina Iraq û Kurdistane vir va, wa qetliama yek bi yek tê eşkerekirin. Bêguman ev qetlîamên hatiye kirin û di emcama îro de zelalkirina wa qetlîamana hinekî jî be dibe sebebê sivikkirina eş û kederên kû Kurda ji destê merkuje mezin Saddam kişaye.
Hervaha ev eşkerekirina qetliama û pera dadgekirina merkujê mezin Saddam, ji bo Kurda tê vî wetayê kû ew kesên di heyamên derbazbûyîde, li henber Kurda sucê mirovahîye kirine wê kengibejî hesabên wa vere xwestin û xwedî ye wa qetlîma hesabên gunehê xwe bidin.
Naha bi dadgekirina diktatorê mezin merkûj Saddam`de tistê herî mihîm ji ewe, kû ji Saddam hesap xwestin û pêra dadgehkirina wî , wê di heyamên pêş mede ji bo Deshilatên dî, Tirkîyê, Iran û sûrye ji bibe nimuneyêk hesap xwestinê. Ez bawerim wê rojekî, general û sîyasetmedarê Tirkîye, Îran û Surîyê ji ji ber qetlîamê kû li hember qelê Kurda kirine derkevîn li hember dadgehê û yek bi yek hesabên gunehê xwe bidin.
Ez xwedî hevîme kû, ew rojan pir ne dûrin û wê bi tekoşîna mê gelê Kurd re wê ew rojana hîn neziktir bibin.
Bi rihekî Kurdîstanî biminin.
|
|