|
Di awêneya jiyanê de sîtaveke kor e umrê me; ne siya wê xuya dike ne jî tîþka wê. Nifþê me diþibe pêlên çemekî boþ ê ku di newaleke teng a jiyanê de geh li wî alî wer dibe geh li vî lê tim tê û bi ser xwe de diçe xwarê û di hundirê xwe de dihefine...
Li aliyekî jiyana me asoyeke nexuya li aliyê din raboriyeke parçe parçekirî xwe dide der. Aliyekî me ji xirbeyên dîroka têkçûn û þikestan þûnmayî, aliyê din robarekî dîn û har ê ku xwe di lat û þikêrên herî asê wer dike...
Di awêneya heyatê de rengê nifþê me þêlo û nezelal e; em ji nav dûkêleke tarî ya þer û kuþtinên berwext, ji hêlîn û lîsên taromarkirî hatine derê û di kevala jiyanê de wêneyê ku me dixwest nîgar bikin wekî sîtaveke çilmisî ye ku tevîn û rehên wê ji hev belav kirine...
Em, nifþekî wisa ne ku ne em mane ser urf û edetên bav û bapîrên xwe ne jî me kariye modeleke nû ya jiyanê ji xwe re ava bikin. Tevna me ji serî de vereþiyaye. Têkiliyên me bi hemû reh û rîþalên jiyanê re sist û lawaz mane. Me nekariye bibin xwedî kultureke jiyanê ku gava ji aliyê dîtir ê awêneyê ve li me binêrin, bikaribin reng û dirûvê me pênase bikin.
Em, nifþekî wisa ne ku me di bin mij û keldûmana mirinê de çavên xwe li dinyayê vekirine; rojekê li vir rojekê li wir, wekî berxikê ku gur bikeve navê ji hev bir bir û terkeserî kendalên jiyanê kirine. Berî ku em hînî axaftinê bibin û dilê xwe yê biçûk bi xeyalên germ hînî hezkirinê bikin, barê kul û keserên bêdûmahîk li ser dilê me hatiye barkirin û xewn û xeyalên me ji dilên me hatine dizîn.
Em, nifþekî wisa ne ku ne me kariye bêjin, 'em aîdê duhiya xwe ne' ne jî me kariye bêjin, 'sibehiya me dê bibe aîdê me.' Di awêneya jiyana me de valahiya me ya herî mezin ev aliyê me bûye. Têkiliya me bi axa bav û bapîrên me re tenê bi bîranînên tal û dîroka têkçûn û þikestan li bîra me hatiye û ji ber vê yekê jî, di her serîrakirin û raperîna me de rik û hêrseke gelekî tûj giyana me pêçaye. Lewma gelek caran bêyî ku çavên xwe bimiqînin me kariye canê xwe yê þirîn jî bi agirê rik û hêrsa xwe biþewitînin. Ji ber hindê jî, em nifþê þewat û sotiniyan in.
Em, nifþekî wisa ne ku bi xweziyên belek li pey tîþka sîtaveke nîvronî ber bi asoyên dûr ve ketine riyan. Em, nifþê riyan in. Þev û rojên me, xeyal û xweziyên me di belekiya asoyan de hilawîstî mane. Me riyê li ser riyan kudandine û me riyê ji nav riyan qelaþtine û berê xwe daye belekiya asoyên firehtir. Em nifþê ferheng û termonolojiyeke nû ne; ji bîr û hafizayeke qed qedkirî hatine derê û li sertarên lîsên asê li hev risiyane.
Em, nifþekî wisa ne ku me berî ku xwe binasin dinya nas kiriye, berî ku rengê xwe biwênin kevalê dinyayê nîgar kiriye, berî ku bîr û baweriya xwe biperêzin me gerdûn aniye îmanê; peregende mane, lewma jî gelekî bi hêsanî bûne palê pûþî, gelekî bi hêsanî bûne dûvikê das û bivirên xelkê. Em nifþê teql û verêjên wergeriyaneke bêmefer in; di her wergeriyanê de qedeke dîtir ji giyana me veçiriyaye.
Em, nifþekî wisa ne ku her ku bizmêk xistine devê me û da ku nemirin em mêjot kirine û dûre jî ji þîrê dayika xwe vekirine, bêhtir me xweziya xwe bi 'wan' aniye û ji bo ku xwe ji xezeba 'wan' biparêzin, bêhtir me xwe avêtiye ser bext û tora 'wan'. Her ku em ji reh û binîþên bav û bapîrên xwe bi dûr ketine, em bêhtir ketine gêjgerînka mirinê û bêhtir bi 'yên ji xwe' veder mane. Heta gelek caran bi 'yên ji xwe' tal bûne, erinî ne û gelek caran hetta ku dilê me ji 'yên ji me' rabûye. Em, nifþê ji duhiya xwe veder û ji sibehiya xwe bêxeber in.
Di awêneya jiyanê de, em nifþê ku ji devê gorê verisîne wekî gurê barandîtî hînî hemû jan û kulên bêbextiya jiyanê bûne, hêviyên me yên zarokane û bêguneh wekî sîtavekê diniqutine nav dilê me. Em, nifþê vejîn û vewejînên nû ne. Em, ew nifþ in ku ji xweliya duh ber bi gulistana sibê ve dimeþin. |