Celebên direwa hene. Carnan direw ji neçariyê tê kirin. Ango ji bo mirov xwe ji talûkên ku pê rûbirû maye rizgar bike, direwa dike. Her çiqas hemû celebên direwa bêexleqî be jî, lê hin caran ji bo xilasîya ji tengasiyan, mirov neçar dimîne ku serî li direwan bide. Ev celeb direw, direw be jî, lê dîsa jê re eger heye û mirov dikare xwedî yê wan fêhm bike.
Lê hin direw û direwçîn henin, ku ew tewanbarên herî wehşî ne, wan direw ji xwe re kirine kar û edet û bi direwên xwe ên têrwerîmî, rabirdûyekê neletî, neqenc lê pey xwe hîştine. Ew kesên ku di vê tebeqê de cîh digirin, di wijnada mirovahiya pêşketî de, xêzên tirsê û têpên êşê çandine. Lê çi heyfe ku mirovahiya pêşketî digel vê zanîna xwe, dîsa jî xwe li bêdengiyê digirin û bi vê bêdengiya xwe, ji bo wan tewanbarên wehşî dibin siwana parastin ê. Her wekî kiryar û direwên dewleta tirk û bêdengiya mirovahîyê ye.
Bêguman di roja îroyin de dirêwîn ên herî mezin, dewleta weledên "Goza turek e". Ango dewleta "dolên delegura Asenayê" ne. Nebiyên "dolên delegura Asenayê" ev heştê sal in ku bi direw û dirûtiya xwe a wehşî, li ser gelên kurd tîpên tirsê diceribîne. Dilgel ku mirin, talankirin, werankirin û kuştina insan, ji teref mirovahiyê ve weke karek herî kirêt hatiye ditîn jî, lê ji bo wan-"dolên delegura Asenayê" dijberê vê yekê dibe û ew karên wanî, karên herî rumetdar û mirovane dibînin. Niha guman tê de nîne ku mirovên xwedî rastî yên wiha, bes xwedî hêst û mejiyekê rawirîne.
Divê bêt zanîn ku em bi direwîn ên kêmhemta û rawirên dirinde re dijîn. Ma ne welê ye? Heke ku ew kesên em niha ji ber neçariyê ji wan re benîtî dikin, ji nirxên mirovahiyê para xwe gitibûna nexwe ma ev rewşa ku ew niha têdane, dê ev rewş ba? Digel ku hetanî xwuna xwe ji dewletên awrûpî re deyndar in, heta paxişoka destê wan in jî, lê dîsa vê rewşa xwe paşgoh dikin, di dêvla li xwe mikur bên û rezîliya xwe vebêjin de, radibin bi rik, bi nifretekî nedîtî dev diavêjin Serok û nirxên gelê kurd.
Ev direwkar ne yek, bi sed hezaraye.
Lê ji van direwîn û ziman dirêjkeran yê herî hêst gurrr jî serokê patiya ANAP ê Erkan Muncu, ye. Gitinekê pêşiyan heye wiha dibêjin "Mûna direwkaran hetanî sibê vênakeve" Erê çawa ku mûma tu direwkarî hetanî sibê veneketiye, her wisa jî, dê mûma Erkan Mumcu jî vênekeve.Jixwe mûma wî direwînî ji mêj ve ye vemiriye û ew niha ji ber tirsa derketina rastî yên heştê salan, di nav pî u pêlên tarî û tirsê daye, geh bi vî alî û geh bi wî alî dizivire ha dizivire. Mîna sergêjekê, mîna bûdaleyekê........
Elbet ev harbûn û wehşîbûna wan bêsedem nîne. Pêşketin ên gelê kurd yên ku di heyama van salê dawî de, di werê siyaset, aborî, dadmendî û di qadên din de, tenê sedemekî ye ji bo harbûna wan. Lewra em rind pê dizanim ku ev pêşketin ên han, sitûna perqala wan a li ser tunebûna me hatiye avakirin dihejîne. Zikê direw, siyaset û dirûbûna wan diqelêş e, rastî yên ku heştê sal berê hatibûn daqurtandin radixîne ber çavan. Û harbûna wana niha, rast bi rast ji ber tirsa derketin û zanîna direwên wan ên bêbingeh û wehşî ye. Em niha wan bi karên wan ve bihêlin. Bera direwîn ên herî mezin û nelet lêbûyî, bi karê xwe re mijul bibin. Pîrozî ji wan dûr be. Lê tişta ku ji me gelê kurd tê hevîkirin ew e ku em ji her demê pêhtir, bi kar û erkên xwe yên netewî rabin û her yek ji alî xwe ve, bibin canfeşegoriyên gel û nijada xwe. Ji bo destkeftin ên nû yên baştirîn, her xwedî hewl û tekoşînê bin. Ji bîr nekin ku her gav avêtineke me ya erenî, ji bo ma serfirazî, ji bo wan jî dibe sedema tirsa vala dersiytina direwên wan.
|
|