| |
| Eklenme Tarihi: 4.03.2007 Saat: 03:21 |
|
|
Peþvaçûyîna zimanekî da,rola hûner gellekî grînge.ger ziman yekser an ji neyekser, bi îfade kirina hest,fikir u ajo yan be,wê demê hestên bê sînor ku di nava dilê mirovda cîh digrin pewîste avayekî hûnerî bi riya estetîkê xwe derbikin.ji bo wê jî wan hestan bi watedariya xwe û nasnama xwe li ser peyvan bardikin û xwe tînin ziman. Çawa kû fikir riya pêþva çuyîna ziman vedike,ziman ji alîkarî û derfetan dide bi xwe îfadekirina fikir û ramanan.
Hemû dem û çaxên dîrokê da,dewlemendiya çand û zimanekî ,sînorê pêþva çûyîna wê þaristaniyê daye diyar kirin.ber kû her hûnermend li gor kûrahiya zanetiya xwe afirandiye û pewîstî dîtiye kû peyvên nû bikarbîne.ji bo wê ji afirendarî ji bûye sedema pêþva çûyîn û dewlemendiya ziman.
Bi tevahî li ronahiya van diyariyande,mirov dikare bêje kû rola hûner li pêþva çûyîna zimanê Kûrdî da xwedî girîngîyeke mezine,
Bi sedan salin kû gellê Kûrd dûcarê zûlm û zordariya desthilatdaran maye,ji bo wê jî zimanê xwe ne di jiyana rojaneda ne jî çand û hûner da derfetên bikaranînê nedîtiye.her çiqwas xwedî çandeke dewlemend be jî,li nav demê da bi destên desthilatdaran hatiye birkirin û mecburê bi jiyaneke hevqetî hatiye kirin.ji bo wê ji li nava ziman de,zaravayên gellekî kûr û zehmet çêbûne.û encama vê bûyerê,pêþiya derfetên wêje ya Kûrdî kû bikaribe pêþkeve biçe hatiye girtin û mecburê xwe dûbarekirinê hatiye kirin.her çiqwas avayekî hijmarî zêde nebin jî hinek nivîskaran hewil dane kû ziman û çanda kû hatiye bîrkirin,dîsa rakin li ser piyan lê mixabin van çalekiyen wan bi serneketiye.ber kû ew berhemên wan bi zimanekî dûrî gel,û bi zimanekî bilind hatiye nivîsandin û li gor kûrahiya gencîniya peyvên kû gel bi jiyana rojaneda bi kar tîne neyatiye nivîsandin.
Her çiqwas li nav van neyêni û rewþên alozîda gellek hûndahî çêbûbin jî,van salên dawiyê da tekoþîna netewi derketiye asta herî bilind. û bandoreke erêni li xwedî derketina kewneporiyan kiriye.dîsa bi riya çapemeniyê zimanekî netewî û standard hatiye çêkirin û herçar perçê Kûrdîstan ê bi riya vê çareseriyê, yekitî hatiye pêkanîn.û encama van hewildanan peyvên kû hatine bîr kirin dîsa ketine jiyana gel.hemû pêþva çûyinên erênî bûne sedema xwedî derketina kevneporiyên civakî û netewî.her çiqwas hemû beþên hûnerîda pêþva çûyin ên gelenperî neqewime be jî.bi taybetî beþa muzîkê da zayînek çêbûye û bi aliyê civakê da hatiye pejirandin.lê ev berhem û xebatên hûnerî bi avayekî wêjeyî nehatiye piþtevanî kirin û hemû baldariya xwe bi, bê eleqederiyeva rû bi rû hîstiye.ji ber kû gel ji bi demêra xwe perwerde kiriye û pêwîstiya berhemên baþtir dîtiye.û li vê demê da hûnermend ên kû bi zanetî tevnegeriyane,xwedî derketina gel ya ji bo hûner û çanda xwe,bi jêhatiya xwe his kirine û wisa fikirîne.mixabin ev sekena statîk a hûnermendan bûye sedema paþva mayina wan.her çiqwas hinek hûnermendan hewil dane kû bibin bersîv lê hilgirtina vî barê giranda nebûne xwedî serkeftineke ber bi çav.
mirov dikare bandora hûner li ser pêþva çûyina ziman bi riya çend mînakan bîne ziman.ji berk û ev mijar hîn jî germahiya xwe dipareze û hewceya fikir û raman ên cûdaye ye,berk û bi riya fikrên cûda wê bikaribe bi esanî riya xwe a rastî bibîne.
Van rojên dawiye da,gellek niqaþeke belkeþ heye.bi taybetî ev nîqaþ li ser keseyatiya hûnerî ya birêz Mehmet Uzun dizvire.li gor hinekan dibêjin birêz Uzun zedetirî hezar peyvî afirandiye û wêjeya Kûrdî dewlemendtir kiriye û li gor hinekan jî kemtire û li gor hinekan ji ev pêyvan ji xwe hebûn û hatibûn bîrkirin û birêz Uzun van peyvan bi nivisên xwe da bikar aniye. hinek ji dibêjin ji xwe ev peyvan hemû ferhengên Kûrdî da hene.lê mijar û niqaþ ci dibe bila bibe, her hûnermend li gor kûrahiya xwe ya hûnerî hinek tiþtan diafirîne û wana bikartîne.û her hûnermendek bi keda xwe ziman dewlemend tir dike. ber kû hest û fikir bi deste kesekî an ji rêvebiriyekî da nîne.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
Yazan: reso47 Tarih : 2007-04-26 11:33:03 Puan :      |
|
JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE
Berî salekê me kampanyayek bi navê ji ”Rêhevalen li zîndanê re nameyek, dilxweþiyek” dabû destpê kirin. Hin caran astengî derketibin jî, bi saya hevalên dilzîz gihîþte armanca xwe û hê jî didome.
Bi nameyên hatin re hin caran em keniyan, hin caran em giriyan û hin caran jî em fikirîn. Di nameyeka hatî de ” HESRET WEKE PIZOTA LI BINÊ XWEDÊ YE, HER BÊTE TEVILDAN DIBIRIQE” hatibû nivîsîn, meger ew çiqas bêriya me kirine û meger me çiqas ew dilên xweþ îhmal kiriye. Em êdî nikaribûn vê bêrîkirin û îhmalkariyê bidomînin. Paþê nameyeke din jî hate, dema me namê vekir, me fêm kir; ku em nebûne welatparêz. Lewra hevok wiha bû, ” HEVALÊ MIN HER DEMA MIN PÛL Û ZERF DÎT EZÊ JI TE RE BINIVÎSIM, HEGER NIVÎSÊN MIN QUT JÎ BIBIN TU DÎSA NIVÎSANDINÊ BIDOMÎNE, XELET FÊM NEKE TU BIZANIBΔ belê ew tu bizanibî ji me re bûbû weke sîleyekê. Wê demê erd neqeliþî ku em bikevin navê. Bi her nameyên dihatin em xemgîn dibûn û ji bo me nedikarî tiþtek bikin qehr dibûn. Em, ji bo azadiya me ku bedenên xwe yên ciwan gorî kiribûn re layiq nebûbûn, bi xwedî li mîrasa rêheval MAZLÛM Û KEMAL nederketinê, kêr li dilê me diket. Diviyabû dawî li vê êþa dil bête anîn. Û di dawiyê de me ” KOMÎTEYA PIÞTGIRIYA GIRTIYÊN AZAD” ava kir.
Avakirina vê komîtê, ji dilên di nav çar dîwaran de ku nahêle ramana xwe bê dîl girtin re, dibe ronahî.
1. Her meh emê navnîþana sê girtîgehan bidin, di van navnîþanan de ewê navên rêhevalên me hebin.
2. Ji ew nav û navnîþanan re pirtûk, kirtasiye, kinc û alîkariya maddî bête þandin.
3. Hem gelê me yê Ewrûpa û hem jî gelê me yên li welat û metropolan dijîn, ê bikaribin bi rêya postê ji van navnîþanan re alîkariya xwe biþînin.
4. Em weke komîte ji gelê xwe ti alîkarî ne daxwaz dikin û ne jî berev dikin, tenê kesên bixwazin li gorî wijdana xwe ewê bixwe biþîne.
5. Bila ti heval nekeve nav gumanan, gardiyan yan jî rêveberiyên girtîgehan ê ti astengî dernexin, her tiþtên hûn biþînin ê bigihîje cîhê xwe, emê jî li dû vê yekê bin.
6. Hem malperên kesan hem jî malperên me yên welatparêz yên din, bêyî ji me destûrê werbigirin, yan jî bêyî bi me re têkilî deynin dikarin desteka xwe pêþkêþ bikin. Bila bizanibin ku di her awayê alîkariya ji me xwestinê de em amade ne.
Hetanî 16 Gulan 2007 an hûn dikarin alîkariyên xwe ji navnîþanên me lê jêrê nivîsiye re biþînin.
1. LEMAN ÇALIÞKAN û ZEYNEP AVCI: GEBZE M tipi C.evi GEBZE/IZMIR
2. YAÞAR ARSLAN, IRMAK AKYÜZ: 2 nolu F tipi C.evi oda:10 SINCAN/ANKARA
3. BÜLENT GÜNEÞ: 2 nolu F tipi C.evi C82 TEKIRDAÐ
4. SIRAÇ ÇELIK 2 nolu F tipi C. Evi A27 TEKÝRDAÐ
Em ji hemû rêhevalên hiþyar re rêzên xwe pêþkêþ dikin û ji bo hemû berxwedanvanên zîndanan yên fîzîkî girtî ne lê ticarî nehîþtine ramanên wan bêne teslîm girtin re dilxweþiyên xwe diþînin.
Slaw u rezen soresgeri.
KOMÎTEYA PIÞTGIRIYA GIRTIYÊN AZAD
|
|
|
|
 |
| |
|