Ev bû demek dirêj ez li malpera rojaciwan bi zimanê xwe yanê bi zimanê Kurdî nivis dinivîsim. Gelek heval van nivîsa dixwîne û carbicaran birîya meilê, carbicaran jî di axaftinê me ê li msn de, hem kêfxweþîyê xwe tinîn ziman û hem jî ji bo rêyên fêrbûna zimanê Kurdî pirsê xwe dikim.
Min jî dilkir kû ez bivê nivîse hinekîjî be, ji hevalên xwe ên kû bimereqa ferbûn û rêyê ferbûna zimanê Kurdî de diþewitin bibim bersîv
Lê pêþîya kû ez werin ser bersîvdayîna ji hevalan re ka mirov cawa dikare axaftina zimanê Kurdî hîn dibe, pewistê di serîde ez noqtekî zelal bikim. Eger ez rastîyê bêjim, ez hê bihe mû alîyan negihistime kurahîya zimanê kûrdî. Lê belê hemû hewildanên min ewe, kû ez di demên peþî de bigihêjim Kurahî û dewlemendîya ziman û pêre bikaribim xwe hîn baþtir hen di ware niviskî de û hem jî di warê axaftinê de bipes de bivim
Peþîya cend peþnîyar û rêyê fêrbûna Ziman, Ji rastîya zimanê kurdî cend xalên giring.
Di cend sed salê bihorîde, zimanê Kurdî tenê di dema medreseyê Mirekîyen Kurdan bûye zimanê perwerdeh e.
Hema bigre ji sed salan û vir ve, rewþa Zimanê Kurdî biseranser giridayî rewsa sîyasî ya gelê Kurd tê daye . Di dirokê de, tenê di dema Osmaniyan de li medreseyên mîrekên kurdan perwerde bi zimanê kurdî bûye. Her cend wê demê dersên zanistî û edebî bi zimanê Farisî û Erebî bûyejî, lê zimanê sereke li medreseyan kurdî bûne. Û her wekî ku tê zanîn þairên mezin ên wekî Melayê Cizirî û Ahmedê Xanî li medereseyên mîrekan xwendine. Meleyê Cizirî li Medreseya Sor a mîrê Botan, Ahmedê Xanî li medereseya Mîrê Bazîdê dersdar bûne. Piþtî wefata Ahmedê Xanî, sagirtê wî yê bi navê Îsmaîlê Beyazidî ders dan di medresa Xanî de. Lê mixabin ji bilî wê demê û peva mirov rastê perwerdaha bi zimanê kûrdî hatîye kirin nayê. Piþtê hilwesandina Împaratorîya Osmanî û damezrandina dewlata Tirk, zor û zehmetîyên kû li ser zimanê Kurdî hebûn hîn pêtir hatin zêhdekirin û ev zêhdekirin gihêjtê astekî wusa êdî mirovên Kurd nikarî bû li koce û kalanan bi zimanê xwe biaxifin.
Piþtê salên damezrandina dewlatê Tirk, bi derxistina hîn qanûnen nû, axaftina zimanê Kurdî bi cezayê pereyan re rû bi rû hate hêystin. Û wekî kû gelek kes jî dizanê, dewletê ji bo pêsî li axaftina Zimanê Kurdi bigre, ji her peyvekî kurdî re quriþekî ceza dixwest û vi cezayê hane gelek caran di piratikê de bikar anîye. Yanê týrajedîya zimanê Kurdî kûr û dirê je û birastî jî minrov nikare bi yek meqalekî û bi hemû alî veguhezîne ser kaxizan. Lê wekî kû min li jor jî da zanîn, rewsa zimanê Kurd biseranser girêdayî rewsa netewa Kurd ya di ware sîyasî teda giradayî bûye û ev rews hanê, wê hetanî gelê Kurd heqê xwemixtarîya xwe bi destê bixin jî wê bidome
Naha dibe kû gelek heval pirskin û bejin; ev rêzen te li jor nivsî, gelo hewcehî pê heye? Bersiva min erê ye. Ji bo kû em ciqas rastîya zimanê xwe bizanibin, wê emê ewqas û hîn pêtir li ser zimanê xwe biricifin û pêre eleqedar bin. Ya din jî naha dinava gele de gelek caran tê gotin: "Zimanê Kurdî zehmete û mirov nikarê xwe pê diher besên zanyarî> xweza (ekolojî), abori(ekonomi) ciwakî (sosyal) û hwd de bîne ziman". Naha her cuqas ev gotin rast bejî, lê ji rastîya vê gotinê re sedem hene û sedemê vê rastîye jî wekî kû min li jor jî desnîsan kir, zimanê Kurdî tu carî û tû wextî ji dibistana serate bigrin hetanî zago>zanîngehê, mixabin ne bûye zimanê perwerdehê. yanê bersiva kû em bidin vê gotinê bikurtahî evê.
Naha em dîsa vegerin ka mirov cawa û bicî rêngî dikare zimanê xwe fêr be, anji di ferbûna ziman de xebat û hewildanên þexsî xwedîyê rolek cawaye?
Di despêkê de lazime mirov ji xwe bawer be, ji bo kû insan afiranerên hemû beþên jîyanêye. Bi gotinek dî, insan xwedî bîr û qewettek wusaye kû dikare hemû zehmetî û astengên li hemberî xwe vegûherîne xwesîyê û pêra careser bike. Yanê însan rasterast navnîþana careserîya hemû zehmetî û pisgirêka ye. Û ev hêjahî, cûdabûn û xurdbûna insan di babeta zimanda jî xwedî yê rol û hêze.
.
Metod û rêyên ferbûna ziman, ez dikarin wusa peþnîyar bikim.
1_ Wekî kû tê zanîn, xeyal di jîyana insan de cîhek taybet digre. Mirov bi rihetî dikare beje, kû jîyana însana ji %50 girêdayî xweyalan didomê.
Nimûne 1_ Em bejin kû hûn li zago > zanîngehê xwendavanin û hem di derbarê xwendin û hen jî ji bo piþtê qedandina xwendine xwe karekî bidest bixin û debar, pedivîyen xwe û malbata xwe, pê pêk bînin hûn di nava xeyalandane, eger zimanê wî xeyalê we bi zimanê Kurdî be, guman tune kû hûne di demekî pir kinda bibin xwedîye bawerikî kû, bikaribin bi zamanê xwe xeyala daynin û bi zimane xwe xeyal bikin. Wê ev biserê xwe ji bo we bibe sedemê bîr û bawerîya fêrbuna ziman.
Em bêjin kû hûn karmendîn, Xatuna male ango kevanîya male nin, sîyasetmedarin, sanogerin û HWD,inin.
Karmend. ... Eger hûn xeyalên peþdebirina kar û bazirganiya xwe bi zimanê Kurdî bikim, wê ev bi sere xwe bibe sedem kû hûn ji zimanê xwe hîn pêtir hezbikin û wate bidinê.
Kevanîya malê....Eger hûn xeyalê kar û þixwulên xwe ên malê bi zimanê Kurdî bikin, wê ev biserê xwe ji bo we bibe bingehek kû hûnê di demekî pýr kinda bikaribin bi zimanê xwe biaxifin û tekilîyên bi zarok, mêr û karên xwe ên din jî, bixwesikbuna zimanê xwe daynin û bireva bivin.
Þanoger.... Eger hûn bi zimane xwe listikên xwe formîle û xeyal bikim, wê ev ji were bibe adikar, kû hûnê di demekî pir kinda bikaribin bi zimanê xwe testên xwe binivîsîn û bi zimanê xwe listikê xwe bilihêzin. Yane tista kû lazimedi virda were fêm kirin, di ferbûna ziman de rola xeyalane.
Dýldarî, evîndarî.... Di jîyana însan de, dîldarî ango evîn û evîndarî wekî sîya mirova yê û ti carê ji mirova dûrnakeve. Hema bigrin hemû insan di jîyana xwe de xwedî hevalin, dostin anjî dizewîcin û jîn dibin xwedî mêr, mêr jî dibin xwe dî jîn. Û tekilîkî bihêstîyar dinavbere va herdû cînsa de cereyan dikin. yamê wî (mêr) wê (jîn) Herwaha em bejin, kû hûn diderbarê hevala xwe de difikirin û xeyalê hezkirin, pêv û gotinê ciwan û xwesik dikin. Eger zimanê va fikir û xeyalê we bi zimanê Kurdî be, wê hûn ê di suna "Siz cok hos ve gulezsiniz" de bibên tu-hûn gelek xwesik û rindin. Yan ji di sûna " seni tanidigin icin cok mutluyum" de tû ango hûn ê biben, bi naskirina te, ez gelek bextewarim. Yan jî di suna " seni seviyarum, sen benim icin her seyden daha deyerlisin" de tu ango hûn ê bibên, ez hez ji te dikim, tû ji boi min ji her tis te biqîmetire. Yanê tista kû lazime di vir de were fêmkirin, rola xeyalaye û ev di warê fêrbûna ziman de rola herî serekeye..
2_Di fêrbûna zimanê Kurdî de, metode herî ber bi cev û sereke jî xwendine. Xwendina bi zimanê Kurdî, hen ji bo insan te wateya teqêhiþtina Kurahî û dewlemendîya ziman û hen jî dibe sedem kû insan hem di warê axaftin û hen jî di warê niviskî de xwe bipês va bive. Yanê tiþta kû lazime di vir de werê fêm kirin rola xwendiney e. Û lewra pewiste mirov di jîyana xwe a rojane de bi kemasî rojê 10-20 rupel nivîs bixwîne kû bikaribe bi misogerî tebigihêje kurahîya ziman.
3_ Di fêrbûna zimanê Kurdî de, Metodek dîn jî armance. Yanê xwesteka ferbûna ziman, mixabin tenê bi gotin anjî tenê bi teorîye va bipeþva nace. Eger xwestek ferbûna zimanê, vêca pewistî bigirtina armancek xwurt heye û jibo kû ev xwestek bi gorî menê xwe di jiyana mirovda cihê xwe bigre jî jê re piratik divê.
4 _ Ji bo kû însan>mirov enerjî, konsantre û bala xwe bi tevahî bigorî fêrbûna ziman eyar bike, piwiste însan xwe jî zimane beyanî biparêze û heta hewcehî bi axaftina zimanê beyanî nebe, mirov ne axife. yanê eger hevalê we, Kurdî qet nizanibe wê demê lazime hûn bi Tirkî biaxifin, lê eger hevalê we anjî dê, bav, bira û xweskê we bi kurdî dizani be, lazime hûn bi wan re Kurdi biaxifin û dan û sandinên xwe bi zimanê xwe bikin.
5_ Pêwiste her cîwanmer, cîwankec>kîz, û bi tevahî mirove Kurd, di serîde zimanê Tirkî û yên din di jîyana xwe de wekû zimanê beyanî bibîne.
Belê heval û xwendavanên hêja....
Pistê van pesnîyara, ez dikarim waha bejin, Di jiyanê de insan>mirov esase. Yanê kilîda careserîya hemû mijara insan bixweye. Bi gotinek dî, cawa kû qencî, ne qencî, basî, ne basî, bi destê mirova te afirandin û herwaha ziman û pêsdebirina ziman, anjî ne pêþtebirina ziman jî resterast di destê mirovan daye. Eger em bixwazin û vê daxwazîya xwe biþopînin, pir ne, wê emê di deme kî pir kinda zimanê xwe fêrbin
Bi rihekî Kurdîstanî bimînin û her sad û bextewar bin. |
|