| |
| Eklenme Tarihi: 9.03.2007 Saat: 17:14 |
|
|
Ev demeke ku gengeşiyeke mezin li ser herêma Kurdistanê heye. Ji aliyê kî aloziya di nav bêra Kurdan û Hikumeta Navendî a baxdatê û ji aliyên dî ve tehdîdên Dewleta Tirk li ser Herêma kurdstanê bi xwere İstiqrasiziyeke mezin derxistiye hole. Her çendê rêyadarên Hikumeta Herêma Kurdistanê li hember van pisgirêkan bi xon sarî nêzîk dibe jî di nava xwe de tengasiyeke mezin dijî.
Beriya demekê şandeke ku Serokê Hikumeta Herêm, Serokê Herêma Kurdistanê. Li gele hin endameen Perlamana Kurdisatnê, ji bo hevdîtina çû bexdatê. Mijarê serekî yên hevdîtina di navbêra Kurdan û Hikumeta İraqê a navendî. Pirsgkirêkên Aborî û yên ewlekariyê bûn. Kurdan ji bo kanibin mafê xwe yên Aborî li gorî Zagonê Bingehîn yên Destûra İraqê misûger bikin. Şantajeke mezin li hember Hikumeta İraqê meşand û gotin yan wîne li gor daxwezên me biçin yen jî emdê xwe ji hikumeta İraqê û ji perlamantoyê bi kişinin. Mînaka vê şantajê du civînê di warê Aboriyê li perlaman İraqê çêbûn listeya kurd beşdarî ve civînê nebûn. Di dawiyê de aliyên kurd û hikumeta Bexdatê li ser Budçeyê li hev kir û aliyên kurd bi serkeftî ji bexdatê vegeriyan. Serkeftina kurdan ew bû ku li gor budçeya ji herêma Kurdistanê re hatiye veqetandin %17 hate girtin û xêncî vê yekê Mûçeyên(mıhaş) pêşmegeyên li herêmê wezîfê dikin li ser budçeya wezareta parastnê hate qebul kirin. Li beranberî vê yekê Hikumeta Bexdatê ji li aliyên kurd xwest ji bo ewlekariya bajarê Baxdatê pêşmergeyan bişînin Bexdatê. Tabî ve yek jî hate qebul kirin û me dît ku du tugayên pêşmergan çûne Baxdat.
Tirkiyê û Herêma Başûr
Ev nêzî salekê ye kut ê gotin Leşkerê Tirk li ser sînorê Herêma Kurdistanê hatine civandin û rojekê beriya ya din wê mudexeleya Herêma Kurdistanê bikin. Lee ev yek di nava demeke dirêje ku pisgirêka Kerkûkê di hole de ye. Ji bo madeya 140 li Kurkûk û hawr dura bajarê Kuekûkê pêk neyê, dewleta Tirk astengiyên mezin derdixe. Di serî de xwest vê yeke bi Eniya Turkmena re asteg bike, lê dema dît ev yek bi tenê têra pilana wan nake û ev yek bo mijara nerazîbûna gelek aliyan vê carê jî ne tenê bi Turkmena dixwezê bi aliyên Kurd jî bide qebul kirin Kerkûk ya Turkmenane.me dît ku nîqaşên em bi kurdan re honin xistin mijara MGK’ê.
Dema ev yek ji aliyê Kurdên başûr ve nehat qebul kirin(kî wê neyê qebul kirin jî) wê demê Tirkiyê siyaseteke din û bi rêbazeke şantaj ji rêyedarên Herêma kurdistanê re bêje temam bila weke wîn dixwezin be lê bele di mijara PKK’ê de alikariya me bikin. Siyasetek wiha di vê demê wê li berjewendiya Terkan û Herema Kurdistanê be. Lê bele dema mirov dem dijê bine re ev yek ne li berjewendiya kurdane ji ber xwesteka Tirkan ya serekî li İraqê û Başûrê Kurdistanê pêk tê. Ji ber van sedeman hikumeta Erdogan dibêje pêwîste em bi Kurdan re ronin.
Siyaseta partiyên Kurd li Herêmê
Bandûra DYE li ser Herêma Rojhilata navîn û bi taybet li ser siyaseta Kurd na hele kurd gavekê bêyî gotinê DYE bavêjin. Siyaseta Herêma Kurdistanê ya demê dawîn, rigmî hebûna DYE, Ji hemû deman bêtir siyaseta herêma Kurdistanê di nave bê istiqrasiziyekê û du dilyê de dijî. Di weteye ke din de Hiukmeta Herêm di warê siyasî de, di nava nal û bizmara de maye. Ji aliyekî dixwezê siyasetek li ser bingeha netew û dewlet bimeşîne(weke Rêber Apo destnîşan dike) ku karibe bi vê siyasetê raya giştî yên Kurdin peçeyên din bigre ailyê xwe. Ji aliyê dive di xwezê siyasetekê bimeşîne ku Dewletên ciranê acêz neke. Du bendiyêyan ku Hikumeta Kurdistanê dijî weke me aniye zimên bê İsitiqrar di siyasetê de. Ji bo tevgera Azadiyê Merheleyeke, herî xirape. Ji ber di dirokê de hatiye İsbat kin di rewêş wiha de buyerê mezin qewimîne.
Hikumeta Kurdistan û Tevgera Azadiyê
Ev nêzî 5 salin di nava Kurdan tu şer peydan nebûne, tabî ev yek bi xwe jî cihê serfiraziyê ye. Ne peydabûna şer di navbêra kurdan de nayê wê wateyê ku pirsgirêkên di navbêra partiyên kurd hatine safi kirin û her der boye gul û gulistan. Berjewendiyên netewî yên gelê kurd û rewşa okjektîf ya heyî ji kurdan re bû alîkar ku pêtir xwe nêzî hebikin. Di 5 -6 salên derbazibûyi her çendê di nav bêra Tevgera Azadiyê û hêzên Başûr de pirsgirêkeke ciddî ronedaye bejî, ev yek ji bo aramiya di navbêra Kurdian de xiranebe tevgera Azadiyê hesasiyeteke mizin dest nîşan kiriye. Dibe ku car cara daxuyaniyên baş ji bo berjewendiyên giştiyên kurdan hatibin dayîn, çi ji aliyê Tevgera Azadiye ve be çi jî aliye hezên başûrê Kurdistanê bin. Lê di berwriya min de hêzên Başûrê Kurdistanê di Politika xwe ya netewî û siyasî de, bi taybet di dema niha de li hember Tevgera Azadiyê bê İstîqrare.
Bê istiqrata hêzên Başûrê Kurdistanê bi rengekî ber biçav. Di agirbesta ku ji aliyê KKK’ê hatiye ilankirin der kete holê û 15 Sibata de dema gelê welatparê xwet 15 Şubatê şermezar bike derkete hole. Rêyedarên başûrê Kurdistanê ji ber kî daxuyaniyên xwe ji bo piştgiriya Tevgera azadiyê li bakurê kurdistanê didan nîşan dan û ji bere kî dive, şermezarkirina 15 Sibatê li herêma kurdistanê destur neda ku were şermezar kirin. Her wiharigmî daxuyaniyeen Berzanî û telabanî di mijara agirbestê jî bi rengekî ciddî negirtin ber bi çav, tenê di warê daxuyaniyan de man.
Hikumeta Herêma Kurdistanê li hember Tevgera Azadiyê siyaseteke bê bingeh û li ser dengeyên valatiyê Siyaseta Rojhilata navîn dimeşîne.kengî daxuyaniyek li dij Herêma Kurdistanê hat yan jii bêdengiyeke giştî hebe. Tu dinêre rêyadarê Herêmê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê daxuyaniyên erênî didin. Van daxuyaniyê ku ji aliyê Hikumeta Kurdistnê ve têne kirin tenê ji aliyê kesayetê hatine teyîn kirin vê yekê dikin.
Serbest Rêzan
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|