| |
| Eklenme Tarihi: 9.03.2007 Saat: 23:20 |
|
|
Ez ne darekî bêkêr û bê fêkî me ku hûn wiha piþta xwe didin min!
Ez ne dagirker im, ku hûn wiha awirên xwe ji min re tûj dikin!
Ez ne gurê boz ê har im, ku hûn wiha xwe ji min vedikêþin!
Ez ne polês û ne jî cendirmeyên dewletên hesinî me, ku hûn wiha xwe ji min diþon!
Ez ne mêrkuj û ne jî fermandarê tevkujerê ezbat û nijada we me, ku hûn wiha ji min direvin û xwe di qorzî û morziyan de vediþêrin!
Ka rewestin û qasek guh bidin min... Rast, mirov dikare mîna ku hûn niha dikin ji rastiya xwe bireve? Rast, we qet bihîstiye ku mirov ji xwe fedî bike, rabe rik û nefretê bi xwe re bigerine?
Erê. Ez dibînim ku hûn bi israr xwe ji min diþon û hin bi israr rik û nefretê bi min re digerînin. Lê ji bîr nekin ku ez ew þekirê herî xweþ ê têrlezetê di devê we de bûm, heta ku we dest bi dibistana zirbavan kir. Ew roja ku mamosteyê polayî yên zirbavan derket hemberê we û mejiyên we yên xav ê paqij ê nola berfê, bi wan derewên xwe yên mezinên bêhnokî tijî kirin, di eynî wextê de bû roja despêka mirina min jî. Ew kêliya ku di dêvla nan de "ekmek" hînê we kirin, di eynî wextê de bû kêliya destpêka talana cestê min jî.
Û piþtre hêdî hêdî cestê min hate talankirin û hûn jî roj bi roj ji min hatin bi dûrxistin, heta ku we ez ji binî ve, jibîrkirim û niha pirên ji we, hebûna min, ji bo xwe sedema fedikirîn û paþdemayînê dibînin û dihesibînin.
Lê divê hûn zanibin ku hûn di paxila min de mezin bûn û we ji hebûnên min têr dixwar. We xewên xwe yên ewilî, bi min didît û hûn bi min dikeniyan û bi min digiriyan. Afirîdeya we ya ewilî ji berfê bû û we jê re digot "Berfemêr" Ne ku weke hûn niha dibêjin "Kardan Adam" Her wiha dayikên we, bi çîrok û çîvanokên ku ji peyvên xezîna min hatibûn berhevkirin, we dikirin xewê. Û we jî bi "Dayê-Yadê" dest pê dikir û ji peyvên xezîna min daxwazên xwe ji wan re digot; Heta ku "Ane" fêrî we hate kirin. Piþtî ku hûn fêrî"Ane" bûn, we ez ji bîr kirim û êdî ez ji bo we bûm hebûneke zêdeyî. Ji ber vê yekê ye ku hûn niha min weke kirasekî bêkêr ê bi lewt dibînin û hûn þerm û fedî dikin ku min bi xwe re bigerînîn. Çendî ku hûn naxwazin min bi xwe re bigerînin jî, lê ez dîsa di devê we de, di bin zimanê we de, di rehên cest û di qorziyên mejiyên we de me. Lê belê derûnî, hîs û hestên we yên binketî rê nade we ku hûn karibin ji dêvla zimanê biyanî de, min bi kar bînin.
Erê, bi sond ez ji derûniya we welê fêhm dikim ku hûn min tenê layiqê devê kesên nexwenda, pîrêjin û kalemêran dibînin. Ji xwe tiþtê ku niha têt jiyan jî, ev bi xwe ye. Xezîna min a bêser a weke rûbareke þîn ê herikbar, bala we kesî nakiþîne, ji bilî çend pîrêjin, kalemêr û nexwendayan. Lê çi heyf e ku ew jî bes dikarin ji xezîna min çend peyv û gotinên besît bi kar bînin.
Lê dîsa digel van hemî nehîniyên ku hûn niha tê de ne û dijîn jî, ez ji wê roja ku we ez ji bîr kirim û hetanî vê kêlîkê her û her li benda hatina we me ku hûn rojekê bên, li min vegerin û ji min û xezineya min sûdê werbigirin, xwe bispêrin min û dewlemendiyên min ên bêbînî
.
Erê, çavên min her li riya we ne. Ez pir dixwazim ku hûn dîsa li min vegerin û ji tehm û lezet û þîrînahiya min, para xwe bigirin. Ev hêviyên min in. Lê divê li xwe mikur bêm, ku ez ji rewþa we ya niha tê derdixim ku ez li pey hêviyên ku gihiþtina wan ne pêkan e direvim. Çimkî ew þekirê ku hetanî þeþ saliya we tahm û lezetekê bêhempa dikir para we, niha ji aliyê we ve hatiye jibîrkirin û hûn niha bi þekirê ku di rastiya xwe de tehl e, lê bi we mîna ku þekirê herî bi tahm û xweþ hatiye pejirandinê re mijul in.
Û min bihîstiye ku ji we hinan, nexwasim jinên ku ez wan wek stûna xana xezineya xwe dibînim, bi hewla hevcinsê xwe fêrî wî zimanê ku hebûna wî di wateya tunebûna min de ye, bikin, rabûne. Bawer bikin ku piþtî vê pêhesînê, birînên min bêtir vebûn û jana ku ji ber terkexemî û tiraliya wê zêdetir min diêþîne.
Ji ber vê xemsarî û revîna we ya ji esil û koka xwe, ez niha mîna keþtiyeke li ser zeryayeke boþ û bê xwedî li ber pêlên weþhî tenê, bi serê xwe, bêparastin mame. Ji her qorziyên cestê min av diþûje hundirê min, cestê min her ku diçe giran dibe û ez nema dikarim ku xwe li hemberî pêlên zeryayê rabigirim. Divê hûn zanibin ku heke ez noqî bin zeryayê bibim, dê hûn jî bi min re bin û wek min dê hûn jî, ji bo ajalên zeryayê bibin xwarinên hêsanî.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
Yazan: reso47 Tarih : 2007-04-26 11:32:43 Puan :      |
|
JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE
Berî salekê me kampanyayek bi navê ji ”Rêhevalen li zîndanê re nameyek, dilxweþiyek” dabû destpê kirin. Hin caran astengî derketibin jî, bi saya hevalên dilzîz gihîþte armanca xwe û hê jî didome.
Bi nameyên hatin re hin caran em keniyan, hin caran em giriyan û hin caran jî em fikirîn. Di nameyeka hatî de ” HESRET WEKE PIZOTA LI BINÊ XWEDÊ YE, HER BÊTE TEVILDAN DIBIRIQE” hatibû nivîsîn, meger ew çiqas bêriya me kirine û meger me çiqas ew dilên xweþ îhmal kiriye. Em êdî nikaribûn vê bêrîkirin û îhmalkariyê bidomînin. Paþê nameyeke din jî hate, dema me namê vekir, me fêm kir; ku em nebûne welatparêz. Lewra hevok wiha bû, ” HEVALÊ MIN HER DEMA MIN PÛL Û ZERF DÎT EZÊ JI TE RE BINIVÎSIM, HEGER NIVÎSÊN MIN QUT JÎ BIBIN TU DÎSA NIVÎSANDINÊ BIDOMÎNE, XELET FÊM NEKE TU BIZANIBΔ belê ew tu bizanibî ji me re bûbû weke sîleyekê. Wê demê erd neqeliþî ku em bikevin navê. Bi her nameyên dihatin em xemgîn dibûn û ji bo me nedikarî tiþtek bikin qehr dibûn. Em, ji bo azadiya me ku bedenên xwe yên ciwan gorî kiribûn re layiq nebûbûn, bi xwedî li mîrasa rêheval MAZLÛM Û KEMAL nederketinê, kêr li dilê me diket. Diviyabû dawî li vê êþa dil bête anîn. Û di dawiyê de me ” KOMÎTEYA PIÞTGIRIYA GIRTIYÊN AZAD” ava kir.
Avakirina vê komîtê, ji dilên di nav çar dîwaran de ku nahêle ramana xwe bê dîl girtin re, dibe ronahî.
1. Her meh emê navnîþana sê girtîgehan bidin, di van navnîþanan de ewê navên rêhevalên me hebin.
2. Ji ew nav û navnîþanan re pirtûk, kirtasiye, kinc û alîkariya maddî bête þandin.
3. Hem gelê me yê Ewrûpa û hem jî gelê me yên li welat û metropolan dijîn, ê bikaribin bi rêya postê ji van navnîþanan re alîkariya xwe biþînin.
4. Em weke komîte ji gelê xwe ti alîkarî ne daxwaz dikin û ne jî berev dikin, tenê kesên bixwazin li gorî wijdana xwe ewê bixwe biþîne.
5. Bila ti heval nekeve nav gumanan, gardiyan yan jî rêveberiyên girtîgehan ê ti astengî dernexin, her tiþtên hûn biþînin ê bigihîje cîhê xwe, emê jî li dû vê yekê bin.
6. Hem malperên kesan hem jî malperên me yên welatparêz yên din, bêyî ji me destûrê werbigirin, yan jî bêyî bi me re têkilî deynin dikarin desteka xwe pêþkêþ bikin. Bila bizanibin ku di her awayê alîkariya ji me xwestinê de em amade ne.
Hetanî 16 Gulan 2007 an hûn dikarin alîkariyên xwe ji navnîþanên me lê jêrê nivîsiye re biþînin.
1. LEMAN ÇALIÞKAN û ZEYNEP AVCI: GEBZE M tipi C.evi GEBZE/IZMIR
2. YAÞAR ARSLAN, IRMAK AKYÜZ: 2 nolu F tipi C.evi oda:10 SINCAN/ANKARA
3. BÜLENT GÜNEÞ: 2 nolu F tipi C.evi C82 TEKIRDAÐ
4. SIRAÇ ÇELIK 2 nolu F tipi C. Evi A27 TEKÝRDAÐ
Em ji hemû rêhevalên hiþyar re rêzên xwe pêþkêþ dikin û ji bo hemû berxwedanvanên zîndanan yên fîzîkî girtî ne lê ticarî nehîþtine ramanên wan bêne teslîm girtin re dilxweþiyên xwe diþînin.
Slaw u rezen soresgeri.
KOMÎTEYA PIÞTGIRIYA GIRTIYÊN AZAD
|
|
|
|
 |
| |
|