|
Rêjîma Desthilat li Tirkiyê ku bi salane, inkara gelê Kurd dike berdawam dike. Her roja ku diçe Kiryarê xwe yên li dijî Kurdan bi awayekî aşkere derdikeve hole. Dewelat Tirk bi tu şewayan tehemûla hebûna gelê Kurd nake. Hebûna gelê Kurd çi li Bakur, çi li Başûr û li Rojhilat û Rojava Kurdistanê weke istiriyekê di Qirika rêjima Tirk maye. Ji ber vê yeke heyanî niha bi hebûna gelê Kurd İtiraf nekiriye û ne jî wê İtiraf bike. Pisgirêka Kurd histiriyeke di qirka Dewleta Tirk de nekare Bixwe ne jî dikare bavê je.
Dest dirêjiya Dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê bi bihaneya Hebûna PKK’ê û bi bihaneya Kerkûk ya Tirkane tê kirin. Wisa hate diyar kirin ku xema dewleta Tirk ne meseleya kerkûk û hebûna PKK’ê li başûre. Tirsa û mebesta ya bingehîn ya dewleta Tirk yekitiya kurdane.
Rêberê partiya karkirên Kurdistan PKK’ê Abdullah ocalan di Têbîniyê xwe yên li gel parêzgerên xwe her tim behsa yekitiyeke netewî dike û bale dikşîne ser Konfiraseke Netewî pêk were û pirsgirêka gelê kurd bi riyeke Demukratîk were çaerserkirin û ji bo vê yeke banga Agirbestê kir. Piştî banga Birêz Ocalan di demeke Kurt de. Di seri de konseya Rêvebir ya PKK’ê, serokê komara İraqa fedral Celal Talibanî û Serokê herêma Kurdistanê Mesud Berzanî bang li PKK’ê kirin ku şer were rawastandin û ji bo pisgirêka Kurd li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê were çaresekirin gavên pêwîst werin avêtin.
Ji hemû cihanê ve hate diyar kirin ku dewleta Tirk ji îlana Agirbestê û pêve êrîşên xwe yên li ser Tevgera Azadiya Kurd û li Hember herêma Kurdistanê hîn bêtir zêdebûn.
Li Bakurê Kurdistanê Artêşa Tirk Oparasyon li du oparasyona lidardixe û rojane nûçeyên şehadetên Ciwanên Kurd digihîn malbat û xizmên wan. Herî dawîn kiryareke din yên hovane ya Artêşa Tirk dekete holê bi jehir dayîna 7 Girillayan li herêma Amed Qulpê, weneyek nûbû ji weneyên Hovane ya dewleta Tirk bû. Dîsan jehir dayîna Serokê gelê Kurd Rêber Apo. Navnîşaneke diyar ku dewleta Tirk rêbazên xwe yên li hember Gelê Kurd û tekoşîna azdiyê tu guhertin nexistiyê û hîna inkara Kurd weke erka serkî ji bo xwe dibîne.
Di van rojên dawîn de di çapemeniya Herêmê de tê gotn ku Artêşa Tirk hin herêmên li ser sînorê Kurdistanê dane ber bomban û li ser sînorê Kurdistanê di rewşeke teltîkê de amedeye saatekê biriya saatekê derbazî herêma Kurdistanê bibin.
Bê goman ev kiryarên dewleta Tirk li hember gelê Kurd di kesayeta Rêber Apo û li dijî Girîllayan û herêma Kurdistanê. ji netehemuliya dewleta Tirk li bermaberî yekîtiya Kurd û serkeftinê gelê Kurd de. Sekeftina Tevgera azadiyê li Bakurê Kurdistanê di warê têgihêştina zihnî de. Bi yekbûna destkeftinê li herêma Kurdistana Fedral , Dewleta Tirk dixe nava tirseke Mezin.
Serbest Rêzan |