Eger ez rastîyê bejım, lazim bû min vî nivîsê du hefte berê binivîsiya. Lê min bi zanabûn, nivîs ji bo naha hişt. Di rastîye de, ez li benda gelê Kurd bûm, ez li hevîya me bûm, we bûm, li hewîya hareketê bûm, ka wê çawa û bi çi rengê bersiv bidana serokatî. Wekî kû te zanîn, Serokatî di hevditina dawin ya li gel bira û xwuşka xwe de balkişandibu ser axaftina zimanê Kurdî. Mixabin, sedcar mixabin ji me dengê kû dihate xwestin derneket, helwesta me li hember wê daxwazê pir kêm û bigorî menê û giranîya babetê nebu. Eger em, çend hep daxwuyanî û çend hep nivîs û daxwazîya nehêsîbînin, di derbarê vê babeta mihim de, tû xebatek ango hewildanek berbiçev nehate kirin. Disa herwekî berê, em bi qelsî û ji ciddiyete dûr, nezî babete bûn. Û me xwe piçekî jî, pê aciz nekir kû em li ser vî mijar ango babetê bisekinin. Dîsa herwekî berê, em beştarê tv bûn û me hewlda xwe kû, em hîn baştir bizimanê Tirkî biaxifin. Disa herwekî berê, me daxwûyanîyen xwe bi Zimane Tirkî kir û HWD. Ji ber vê xemsarî û nerastîya me. Ez dîsa hezar carî mirim, hezar carî ketim bin erdê, hezar car ava sar di ser serê min de rijîya.
"Ez ê berxwebidim" Serokatî vî gotine dibeje.
Berxwedan li hemberê zor û zehmetîye, ne bitenê refleksek ji hêstên mirov pêk tê. Berxwedana kû em pê dizanin, ango berwxedana kû me ji Serokatî fêm kirîye, di esasê xweda bi awakî zanabûnê û ne bitenê bigeha xwe ji hestê mirovan digri. Û herwaha bingeha xwe ji rihê pak, ji bîr û bawerîya tekoşînê û ji bawerbûna rastîyen xwe werdigre. Serokatî, di hevdîtina xwe ya dawîn a li gel bira û xwuşka xwe de, "divê ez ê li berxwebidim" Bêguman, Serokatî ev 30-40 salê , li hember dijmin û çewlsîyen wî, li hember şexsîyeta Kurd a klasik û bigelenperî li hember hemû nebaşî û nerîndîye berxwedaye û berxwedide.
Mirov bi taybetî dikarê beje kû, berxwedana Serokatî di van çend salên dawîn de, di şerd û mercên gireva îmralîya malkanbaxta gihiştîye asta herî bilind. Ji demên bihorî pêtir, barên Serokatî giran bû ye. Ji ber kû, pêşîya esaretê; Serokatî azad bû û ev azadbûn imkan û derfet dida kû Serokatî berxwedana xwe ya li hember nerindî û kiretîyan bi awakî rihet bide û karên rêxistine hîn baştir bi rê va bive û di cîh de midaxeleyê xwe bike.
Le mixabin di roja îroda Serokatî xwedîye van imkana nîne. Ji ber kû, tecrid û izalasyona niha bi awakî sistematik li ser tê meşandin, pêşi li hemû imkan û azadîya wî digre. Heger em bi awakî zelal li meselê binêrin, tecrît û îzalasyona kû li ser Serokatî, ev heft salê bi destê dewletê tê domandin diroja îro de, bi her awahî gihiştîye asta herî bilind û ev tecrit tû sinor û ehlaq jî nasnake. Di bin şert û mercên ev qas teq û nebaşta, serokatî disa herwekî berê jiyana xwe birêxistin û berxwedana xwe, her wekî bere bi pilan û bîr û bawarîyek zana bi pêş va dive. Lê belê li hember vê berxwedana Serokatî, pozisyona me ya diwarê tekoşîne de, mixabin ji niqaşanre vekirîye. Serokatî bidehân cara, herwekî mijara ziman balkişandîye ser mijarê curbecur ê tekoşina gelê me û me eleqadar dike û perê pespektîf, metot, rê û rêcên ji bo peştebirina van mijaran anîye ziman û daye peşîya me. Lê ez nikarim bejin, em, hem diwarê rêxistinî de û hem jî diwarê şexsîde ji serokatîre bûne bersiv. Hevî û daxwaza min ewe kû dipêşerojê de, em hîn petir serokatî fêm kin û mesûlîyeten xwe bi awakî baştir pêk bînin
Di vî noqtêda pêwiste em çend gotina jî li ser vî dujminatîya bênumune û bêpayan a dewlate Tirk, li hember Serokatî û bi giştî jî li hember gelê Kurdi dimeşîne bikin.
Dewleta Tirk di esasê xwede dijmine gelê Kurda, lê bitaybetî dijminê Kurdê zanay e. Wate kûrde li hember desthilatîya wi, zilm û koletîya kû wî ji xwe re maf ditîye derkeve, ev bıserê xwe ji boyî wî dibe sedem kû wan kesan bikujê û ji hole rake. Herwaha dıjmınatîya dewleta Tirk a li hemdere Kurdê zana iro bi hemû alîyen xwe li ser serokatî tê meşandin û dijmînatîya wan a kû ji bo Serokatî bigorî wan bêbingeh û bêsedem nîne. Ji ber kû Serokatî bi sitûna deshilatîya wan lêhêztîye. Ji ber kû Serokatî gelê kû bi salana wan ji xwe re kole dîtibû û pê lihîstibûn kirî xwedî şexsîyet, mejû, bixe varqiland û got tû heyî, tû dikari xwe ji gelê dîn kêmtir ne bîne. Jı ber kû Serokatî, gelê kû bigorî wan edî ne mimkûn bû, xwe ji kirasê bêxiretî, nezanî û belengaziye rizgar bike, ji nûva hişyarkir û kir xwedî bîr û bawerî kû ev ji dikare wek gele li dinyê, bêxîretî û nezanbûne qebul nekê û ji bo mafê xwe û xwemixtariya xwe te bigoşe. Dijminatîya dewleta Tirk ji ber van rastîya pêk te. Û ev dijminatîya Kurdên zana di heman demêde ji bo Tirkan wekû xwebûye û dîrok ve rastîye hanê bi hemû ali bime dide zanîn. Damezrandina dewleta Tirk , di esasê xwede li ser inkar û tûnnekîrina gele Kurd hatîye demezrandin. Piştê demezrandinê, bi dehân serhildanên Kurdan qewimîne û ev serhildan û rêberê wan serhildanan dikirin, bidestê dewleta Tirk bi awakî havana hatine pelçikandin. Piştê tekçûyîna van serhildanên Kurd, dewletê ew kesê kû rêberê serhildanan dikirin, yek bi yek dardakirin û ên mayin jî bi awakî weşartî ji hole rakir. Ev rastîya dewletê Tırkê û di roja îro dêjî wek xweye. Û Herçuqas bigorî dem û heyama nû, ji qirkirin, fetisandin û talana gelê Kurde re û bitaybetî ji, ji bo peşawan û rêberên Kurda re, ji xwe re hîn metod û rêyen nû peyda kiribe ji, lê belê di esasê xwe de ji dijminatîya Kurdan re tû tişt ji rastîya xwe winda nekîrîye. Eger em bi zanabûn, le ser kiryarên dewletê yê li hember gelê Kurd û Serokatî bisekinin, wê emê bêzehmetî tebigihêjin vî dijminatîya dewletê. Ev bûyerên demê dawînên kû li Semzînan, Gerwer, Colemergê û li milek din jî, izalasyona li henbêr Serokatî sedî sed bingeha xwe ji vî dijminatîyê werdigre. Pewiste em van rastîya zanibîn û bi borî van rastîyê li hembere xwe, xwe bi rêxistin bikin.
Di vê vebestine (baglam) de pêwiste em çend gotina jî li ser buyerên dema dawin, berê li Şemzînan û duv re li Gewer û Colemergê qewimîne bikin. Bi gorî û devê gelek kesan, dewleta Tirk bidû alîyan tê binav kirin. Yek dewleta fermîye, ya dûyem jî dewleta kûr e. Lê bi gorî min, di navbera dewlete kûr û qaşo dewletê fermî ya Tirkîye de tu cudabûn tune. ji bo kû, dewlete kûr ango veşartî rasterast bi destê qaşo dewlete fermî ya Tirkîye li henberê tekoşîna gelê Kurd hatîye damezrandin. Û di eyni wextê de qetlîam û kiryarên dewleta kûr ango veşartî bi destên dewleta qaşo fermî te parastin û pêştivanî lê kirin. Eger buyer û qetlîamên li şemzîzan û pişte van buyeran daxwiyanîyê serleşkerîya Arteşa Tirk dike û divêje; "Ev leşkera mirovek xwedî nirxe û di dema min de jî her gav li ber serê min bû û ez nikarim bêjim ev insan û hevalê wî gunehkarin" bibir binin, wê emê bi misongerî tebigihêjin tastîya dewleta Tirk. Û lewra, ez dibejîm ci dewleta kûr, çi jî dewleta qaşo fermî di esasê xwe de, ji bo Kurd û rastîya Kurdistanê dewletekî illegalê û ne fermîye. Fermîbûna devleta tirk lazime ji terefê Kurden de neye pejirandin û neyê binavkirin. Pêwiste Kurd ji îro peva, bi avakî aşkere teröra li hember gelê me dibin cevdarî û bi destên hezên merkuj tenê kirin, binavê teröra devleta binav bikin. Ji bo partî û rexistinên Kurd dem ev deme û lazime ev were kirin. Herwaha lazime Ji îro peva tu kes xwe mafdar nebîne û nebêje kû: „li Tirkîye hina hinek dev û dor hene kû, naxwazin meselê Kurd birêyen demekrotik û aşityane were çareserkirin û ji boyî zemina niqaşa çareserîya mesela Kurd pêt neye li Tirkîye tevlihevî û alaziye çêdikin“..Lazime ev gotin ji îro pêva bi tevahî ji siyaseta Kurd were rakirin û di şûna wî gotinêde waha were gotin, "dewlet û qatlîyamên wî çi yên kûr, çi ji yên bidestê hêzen ewlakarî yê qaşo fermi va pêk tenê bi awakî tundî were rexnekirin û wekî teröra dewletê were binavkirin".
|
|