|
Di dirêjiya zivistana derbasbûyî de her tim Aso ji bavê xwe daxwaza cil û soleke nû dikir... Aso jî dixwest ku weke kurê muxtarê gund(Hîwa) ew jî cil û solên nû li xwekê û di nava hevalên xwe de pesnên xwe bikê...
Her ku Aso behsa cil û sola nû dikir, bavê wî, bi dilekî xembar û bêçare destê xwe di ser serê Aso re dibir-dianî û digotê: “Kurê min ê delal! Niha zivistan e, berf hemû rê girtine... ka bila bihar werê û rê vebin, ezê biçim bajêr (bajarê Silêmaniyê) û ji kurê xwe re cil û solên pir xweþ û rengîn bînim... tenê li benda biharê bisekine...”.
Çendî ku bavê Aso, belengaz û feqîr bû, lê wî tu caran nedixwest ku dilê Asoyê xwe yê nazik û delal bihêlê...Aso li ber dilê dê, bav û þeþ xwiþkên xwe pir biqîmet û buha bû. Aso kurê malê yê herî biçûk bû... Aso kurekî tenê bû, lewra jî tu kesî nedixwest ku ew xemgîn û dil-þikestî bibe. Lê her tim tiþtên ku mirov ji wan hez dikê biparêzê. Ne sirûþta bê rehm û ne jî zagona faþîst a ku rihê zarok çi ye nizane!
Asoyê ku di merjên þerê demdirêj de, bi zaroktiya xwe de, birçîbûn, tazîbûn, tirs û serma her dem mêvanên wî bûn... ji xwe Aso jî wekî bi hezaran zarokên welatekî dilbirîn, li þûna lorî-lorî ya dayîkan, li ber dengê teqandina çek û narîncokan di xew ve diçûn û li ser qîreqîra jinan û nalenala birîndaran þiyar dibûn.
Lê her tim jî hêviya Aso û bi hezaran zarokên wekî Aso, bi hêviya dîtina rojên germ, gihayê þîn, kulîlkên rengîn û cilên cejnê yên nû ew merjên herî zor û zihmet derbas dikirin. Hêviya wan bi tenê bihar bû... Newroz bû, cejn û cilên nû bûn... Êdî newroz û cilên nû di xewnên þevan de jî dibûn mêvanên xeyalên wan ên pak û bêguneh! Lê kî ji serdarên cîhanê yên qelew bi yên wek Aso difikirîn? Kî bi pêþeroja wan, dilþadiya wan, hêviyên wan ên zelal, dilên wan ên kubar û tijî hezkirin difikirîn? Kî difikirî ku xelatekî cejnê ji yên wek Aso re biþîne? Kî?
Heyanî vê berbangê ku bavê Aso sê pezên xwe yên ji ber birçîbûn û nesaxiyan ziîf û bêhal bibûn, dan pêþiya xwe û bi çend gundiyan re ber bi bajêr ve çûn. Berî ku biçe, Aso rengê cilan û solê jê re nîþan dida... Êdî Aso nikaribû di cihê xwe de bitebitê... Ew bi hemû mejî û xeyalên xwe li benda cilên xelata xwe ya cejna Newrozê bû... Êdî Aso ne bi lîstikan difikirî, ne bi xwarinê û ne jî bala xwe dida dengê çek û topên ji derdorê tên. Aso ketibû deryayê kûr û dûr ê xeyalan û nedixwest ku tu kes wî ji wan xeyalên þîrîn derbixîne... bihar hatiye, ku cil û sola nû jî were, wê di cîhanê de bi qasî Aso çi kes dilþad û bextewar nebe.
Dema ku Aso û bi hezaran ên wekî Aso bi xelata cejnê difikirîn û bi dilekî pak û mejiyekî zelal û rind li jiyanê û kulîlkên biharê mêze dikirin û bi çavên tijî hêvî û evînî li bihara nûhatî vedikirin. Wê demê li bajarên dûr, kesên qelew û simbêlmezin û dilhiþk, bi darikê xwe li ser neqþa cîwarê Aso nîþa didan û planên xwe dikþandin. Ew kesên qelew, simbêlmezin û çavtarî ji bo Aso û hezaran ên wek Aso re dixwestin ku xelata cejnê biþînin. Xelateke pir cuda ye, pir bi nav û bang e, pir buha ye û ev qasî buha ye ku bavê Aso hemû pezên xwe yên ziîf û nesax bifroþê jî, dîsa jî nikarê xelateke wisa bidest bixê... Lê ev sermezinên qelew, li bajarê dûr ji bo Aso xelatek amade dikirin û dixwestin ku berî cejna biharê vê xelata xwe ya pir mezin diyarî Asoyan bikin.
Hûrehûra firindeyan bala Asoyê ku di deryayê xeyalan de çûyî nekþand. Aso tenê bi cil û sola xwe difikîrî, lê nedizanî ku xelata wî di vê firindeyê de ye!
4-5 roj ji cejna Newrozê re mabûn, berxikên ber kuza li dora makên xwe bêxem bêxem dilîstin, kulîlkên nû biþkifî bê hesab reng û bêhna xwe ya jiyanî didan zarokên welatê dilbirîn... Êdî newroz çend rojan mabûn, dilê zarokan bi cil û þekiran þa dibû, keç û xortên nûgihayî jî, bi hêviya dîtina evîndara dilê xwe, xwe davêtin bextê biharê û jê rica dikirin ku dilê evîndarê ji wan re veke... Pîr û kal bi melulî û çavbendî hatina biharê pêþwazî dikirin. Lê sermezinên qelew ên ku bêhna gulê, rengê giha, kenê zarokan, lîstika berxikan, hêviya çivîkan û dilê dayîkan nizanin. Ew tenê bêhna xwînê û dumanê, girî û qîrîna zarokan, mirin û moranê hez dikin. Jixwe ew firinde jî yek ji barbirê xelatên wan ên hovbûn... Wan suprîza mirinê ji Asoyê çavkejal re anîbûn. Aso li benda xelata bavê xwe bû, lê firindê bi lezgînî xelatek ji Aso û bi hezaran ên wek Aso re diyarî kir û got: “Fermo ji we re xelata cejn û biharê” û bêyî ku li paþ xwe mêze bikê, di riya xwe de çû.
Yekser her tiþt hat guhartin, cîhan bû xiroþe û qîrînî bi zarokan, dayîkan, kala, berxikan û ezmana ket. Her der bû mij, hewa giran û bijehr bû, giha þewitî, sewal mirar bûn, zarok di himbêza dayîkên xwe de, li ser kolanan can dan. Xwedayê mirinê îro serlêdana bajarê dilbirîn kir, hemû giyan girtin û ew bê bihar, bê cejn û bê xelat hîþtin.
Aso jî derket derve, bi gêjî û bê armanc reviya û qîr dida: “Bavo, dayê... Bavo, dayê... Bavo”... Lê ew rojeke wisa bû ku ne bavo, ne jî dayê dikarê ji bo Asoyê xwe yê delal û nazdar tiþtekî bike... Êdî Aso xelata xwe ji xwe bîr kir, wî tenê dixwest ku hilmek bayê pak bikþîne... lê ew tiþtekî pir zor bû... mirin bibû mêvanê vî bajarî û cihê zindiyan nemabû. Li ber derî Aso li laþê dayîka xwe ya bê libat, çav werimî û ziman derketî hat. Aso kete xwarê, dixwest bigrî, qîr bide, birive, bêje (DAYA... DAYA... DAYA GIYAN...)... lê hêza wî nema bû û xwedayê mirinê destên xwe li dora qirka wî diþidand û giyanê pak jê distan. Aso jî bi hêza xwe ya firiþteyî li ber xwe dida û nedixwest biçe... ew li benda biharê bû, li benda cejnê bû û li benda cil û sola xwe ya ku nedît bû...
Çend saet derbas nebûn, Aso û welatê wî yê dilbirîn bûn mijara hemû medyayên cîhanê... êdî Aso jî bû birîneke din di dilê welatê xwe yê dilbirîn de. Her kesî navê Aso û bi hezaran ên wekî Aso ji bîr kirin... li wan navekî din danîn! Êdî navê Aso bû “Helepça Þehîd”, Helepça jî bû sembola birîna bê dawî û evîna bê hêvî, bû Asoyên bê cil û gulên bi xerdelê fetisî û çemên bi jehrê þîn bûyî.
Sermezinên qelew jî, bi serkeftina xwe þahî û cejn dikirin û ji hemû cîhanê re digotin: “Em bi we dikarin, ji me bitirsin... Bila Helepçe ji we re bibê dersek” û bi dengên xwe yên qalind dikeniyan.
|