|
Bihara ku li bendê bûm hat û di ser temenê min re borî. Xeyalên zarokane, hêviyên xeþîm di nava xemla biharê de li benda tîrêjên rojê man.
4’ê Nîsanê; detpêka biharê, destpêka jiyanê, heyecana nûhbûnê, evîna jînbûnê, roja tarîtiyê ji holê radike û bedewiya xwezayî derdixîne holê.
Lê îsal rojava ku rewþa tendûristiya Rêber APO mora xwe di rojevê da. Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim jî hînê her roj buyer û pêþketinin cûrbe cûr derdikevin pêþ. Lê divê dîsa jî ez roja 4’ê Nîsanê binivîsim.
Dîsa bihar e, dîsa roja geþbûyîna rojê ye. Dîsa dixemile bihara dilê min. Dîsa bihara te li ser dilê me palvedaye. Dîsa 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna kesên azadîxwaz. Piþtî zivistaneke sar û serma biharek wiha germ wê di dilê mirovan de cihê xwe bigire...
Kesên ku ji tirêjên rojê aciz dibin çiqasî tirêjên rojê dûrî mirovahiyê bixin jî wê tirêjên rojê dîsa dil û rûyê bi germahiya xwe germ bike û bi þewqa xwe jî ronî bike.
Dibe ku rojê dûrî mirovan bixwin, lê wê dîsa tîna rojê xwe bighîjîne mirovan.
Di jiyanê de tiþta herî xweþ ma ne azadiye? Ma di nava bi sedan þeran de hêviya azadiyê û jiyana azad ne veþartiye? Azadî di dilê mirovan de weke ronahiya heviyê ye. Azadî tiþtek wisa ye ku ti sinoran nas nake û ti sinoran jî qebul nake. Azadî tiþtek wisa nîne ku mirov li bendê be ji mirov re bê dayîn, divê ji bo wê tim û dayîm di nava lêgerîn û tekoþinekê de be. Ji bona azadî û jiyana azad gelek bedel hatin dayîn û wê bên dayîn jî lê divê jibo tekoþîna azadiyê ti caran þert û dem neyên dayîn. Ji bo azadbûyîn û jiyana azad divê tim hewldan û lêgerîn hebe, ji ber ku jiyana mirov tim bi lêgerîn û tekoþînê derbas dibe.
Ji bo jiyanek bi nirx me jî piri bedel dan û emê hînê jî bidin. Emê jî weke yên beriya me tim û dayîm di nava lêgerînekê bin. Em ti car bê hêvî nemînin ji ber ku tîna rojê germahiya xwe li ser me nebir. Tim bi tîrêjên xwe dilên me û hêviyên me germ kir. Ji ber ku tiþtek fêrî me kir ‘hêvî ji serkeftinê qîmettire.’ Em fêrî vê yekê bûn û em bi vê yekê re tim meþiyan. Di meþa xwe ya rêya azadiyê de û emê tim bi vê hêviyê jî bimeþin.
Roja me, em fêrî tiþtekî kir, ew jî sebirkirin e. Lê niha êriþên li hemberî roja me tên kirin, sînoran derxîne pêþberiya sebra me. Ji ber ku sedema jiyana me serokatiya me ye. Em bi tîrêjên wî dijî û em bi tîrêjên wî germ dibin, hêvî dikin û sebir dikin.
Dibe ku di rojên pêþiya me de pêþketinên pir cûdatir rû bidin. Lê divê em ji her demê zêdetir, vê demê li dora roja xwe kom bibin û ewrên berbi roja me ve tên belav bikin. Ji ber ku roja me hêviya azadiya me ye, daxwaza evîna me ya welatê me ye. Ji ber ku Rêber APO kedek pirr mezin ji bo azadiya me da û divê em jî xwedî li vê kedê derkevin û ji her demê zêdetir di vê demê de em ji Rêberê azadiya xwe re bibin bersiv. Ew êrîþên ku li hemberî Rêberê me û gelê me tên kirin, divê ji aliyê me ve jî bersivek pirr xurt bistînin da ku careke din komployên nû ne li hemberî Rêberê me, gelê me û rêxistina me jî dernekevin holê. Ji ber roja me em fêrî tiþkî kirinê li himberî zilm, neheqî û zordariyê ti carî bê deng nemînin, û divê vê demê em jî li himberî êrîþên ku li ser roja me û rêxistina me tên pêþxistin weke gel û weke kesên azadîxwez bê deng nemînin.
Di demek wiha ku tevahiya hêzên komploger li ser tinebûyîna me dixebitin divê em di nava têkoþîneke pirr alî de bin. Û bersiva herî xurt ku em bidin wan hêzan jî ji her demê zêdetir xwedî rêberê xwe û gerîllayên xwe derkevin. Ji ber ku me wisa naskir jiyan û divê em bi tekoþîn û xebatên xwe yên pêþxistî xwedî li doz û azadiya xwe derkevin.
Divê em îsal ji her demê zêdetir bibin evîndarê azadiyê û ji her demê zêdetir ji welatê xwe û gelê xwe hez bikin. Bi tenê weha em dikarin bersivê bidin hêzên xwîndar. Divê ciwanên kurd û jinên kurd ji her demê vê demê li dora rêxistin û rêberê xwe bin. Û xebatên xwe jî ji her demê zêdetir di vê demê de xurt bikin. Ji ber ku hebûn û tinebûna Rêberê me, rêxistina me hebûn û tinebûna ciwan û jinên me ye.
Bi hêviya tîrêjên rojên xweþ û geþ ez rojbûyîna Rêberê Azadiya xwe jî pîroz dikim. |