Ahmed Aktaþ
Ahmed AktaþBÊ-ZELÊ!
Günay Aslan
Günay AslanSavaþta son tango
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütBaský ve baþ aþaðý gidiþ
Cemil Bayýk
Cemil BayýkLi dengê xwe xwedî derkevin
Kakþar Oremar
Kakþar OremarDURÛTIYÊN DEWLETA TIRK HETA KENGÎ?
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarEy Türk Annem gör Kürt Annemi
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Þeyler Verendir
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemTEPKÝLER
Erkan Kobanlý
Erkan KobanlýOHA-L yani!
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülGolfçü Paþa, magazinci basýn ve ölen askerler...
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerYaþanan her þeyin bir nedeni ve bir sonucu vardýr.
Mahmut Aslan
Mahmut AslanAcý iki taraflýdýr...
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giþtî Bi Xapêne
Ahmet Dere
Ahmet DereLi Belçîkayê Konferansa Kurd
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her þehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Özgür BÝLGE
Özgür BÝLGEDinsiz Haþmetli
Kasým ENGÝN
Kasým ENGÝNÝlker Baþbuð ve Toplumu Yeniden Kurmak
Serbest Rêzan
Serbest RêzanVegera ji nîvê rê jî kar e, lê..?
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GÝRÝÞ -17-
Mizgîn Bîngol
Mizgîn Bîngol16 SAL BERÊ
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARÞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Cemo Devrim
Cemo Devrim Avrupa’dan Botana, þahinler ülkesine gidenlere...
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalSavaþýn gölgesinde 1 Eylül’e giderken
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDÝ KOMUTAN’A
Fýrat Penaber
Fýrat PenaberÞÝMDÝ DALMIÞIM
Teman Dep
Teman Dep1 HAZÝRAN KADIKÖY MÝTÝNGÝ, ÖLÜM DEÐÝL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uðurlu
Siyamed Sipan UðurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nýn Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecaný baþladý.
Hozan Dîno
Hozan DînoBitmeyen Yolculuk..!
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloSeîs wiha got: Em ê gazî vebêj bikin
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattýklarý
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreðin Aydýn yaþamýn Yýlmaz dý senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEÞÝN GERÇEK SAHÝPLERÝ
Sedat Ýnci
Sedat ÝnciDaðlara nakýþ ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yýkýn
Mehmet Mekin YýkýnKürt basýný üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELÝÞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatýlmasý zor anlar
Rýzgar Azad
Rýzgar AzadÞaþýrmayýn; yanlýþ yapmayýn!
Ýbrahim Güney
Ýbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaþma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanýt'ýn yaptýklarý
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geþtirin
Argeþ Arjin
Argeþ ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüðün Dili: ÇIÐLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarýnda

 
KOBANÎ



Yazar Adý: Polat Can

Yazar Ýletiþim: polatcano@hotmail.com


Yazarýn Tüm Yazýlarý

Eklenme Tarihi: 8.04.2007 Saat: 20:51

Kobanî: (navê kobanî ji aliyê dewleta Ereb ya þoven ve hatiye guheztin û bûye “Eyn El-Ereb” (yanî kaniya Ereban an jî çavê Ereban). Lê li gorî gelek kesan navê “Kobanî” ji gotina Îngilîzî (Company) ango kempanî tê. Di salên 1910-1920-an de Kampaniya Elmanî ya ku rêya hesin ya Trêna di navbera Berlîn û Bexdadê de li vê heremê bi cî bûye. Ji çiyayê Miþtenûrê(gundê Helincê) kevirên reþ ji bo rê derdixistin û dibirin. Piþt re jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin.

 

Xaknîgarî:  ferehbûna xaka kobanî (3000,23 km2) ye. Hêjmara þîniyan li gorî serjmara dewletê sala 2000 (204653)mirov in. li gorî nexþeya Kurdistanê, Kobanî û herema deþta Suruç ê yekser bi Urfa(Riha) yê ve girêdayî ye. Li rojavayê navenda heremê(bajarê Kobanî) bi 30 km ava çemê Firatê derbas dibê. Kobanî 100 km dûrî bajarê Urfa ye.

Kobanî, di parêzgeha Helebê de ye, ji navenda bajarê Helebê bi 150 km dûre. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê(Ruha) ye li baþûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyede(Girê Spî), li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Feratê ye.

Kobanî ku bi piranî deþta rast e(deþta Suruç) û hinek çiyayên ne bilind hene, wekî: (çiyayê Miþtenûr 600 m. çiyayê Qerebekir, Çiyayê Xan-Mamed, çiyayê Reþ), di herêma kobaniyê de çem kêmin, hin kanî henûn wek kaniya Ereban û kaniya Miþidê, lê niha çikayî ne.

 

Aborî: Di herêma Kobanî yê de 300 gund hene. Piranî gelê Kobanî bi çandinî û hesinkariyê ve mujul dibin. Dar û daristin kêmin, bi piranî çandiniyên salane tên çandin, wek: Pembû, genim, nîsk, nok, bacan, îsot, ceh, kuncî, garis(misir), kemûn(buharat), zebeþ û gelek berhemên axê yên din. Van salên dawiyê jî çandinîya daran(fistiq, miþmiþ “qeysî”, Tirî, henar, hêjîr û tiþtên din) pêþketiye. Di xwedîkirina heywan û dewaran de jî van salên dawiyê paþ ketiye û zayîf bûye. Herî zêde ciwan bi xwendin û xebatên derveyî Suriyê re mujul dibin. Bi piranî li Libnan, Îraq, Tirkiyê, Cezayîr, Tunîs û Ewropayê dixebitin. Di heremê de ji ber ku dewlet fabrîqe, dibistan û navendên xebatê ava nekiriye, lewma jî gelê herêmê her tim derdikevin derveyî welêt. Yan jî, di xebat û karên taybetî de dixebitin û debara xwe dikin.

Di aliyê hesinkarî û çêkirina makîneyan û aletên hesin de, kobanî gavên pir mezin avîtine. Gelek fabrîqeyên biçûk yên taybet hene. Niha jî weke navenda çêkirina makîne û aletan lê hatiye. Lê polîtîkayên dewleta Suriyê ya ku her tim xêr û bêran ji herema Kurdan derdixe û dibe li heremên Ereban çêdike. Gelê Kobanî bi xebata kolandina bîrên avê bi makîneyên taybet(Xeraze) ango suntaj bi nav û bangin. Mirov dikare bibêje ku sektûra kolandina bîra bi piranî di destê wan de ye. Jêdera wan a sereke ya aboriyê jî, ji vê sektûrê ye.

 

Jiyan: Gelê Kobanî hemû Kurdên Kurmanc in. Hîn li ser kurdetiya xwe ne. wekî heremên din têkiliyên xwe bi Ereban re pir kêmin. Jinên wan hîn cilên Kurdî(Zerduþtî) yên bedew li xwe dikin. Wek: Xeftan, Bervank, Sixme, Keras, Ebe û jib o serî jî, Þar, Hibrî, Kom û kofî bikar tînin. Mêr jî cilên Ereban (keras, çefî û eqal) li xwe dikin. Hîn jî gelek kesên ku cilên kurdewarî(Þal, Þapik û êlek) li ber xwe dikin hene. Mirovên Kobaniyê dilgerm û dijwarin. Bi mêvanperwerî û piþtgirtina hev eyanin.

 

Çand: Çanda vê heremê, heman wekî ya hemû gelê Urfayê ye, hîn Bêhtir nêzî eþîrên Urfayê yên Êzîdî ne. Gelek urf û edetên Êzîdîtiyê di nava wan de hene, çendî ku hemû musulman bin jî, lê ji qanunên musulmntiyê bêhtir, ew qanunên Kurdetiyê û eþîretiyê pêk tînin.

Çendî ku gelek rewþenbîr, hunermend û nivîskarên mezin ji nav wan derneketi bin jî, lê van salên dawiyê gelek ciwanên nivîskar, hunermend, rewþenbîr û zana derketine. Gelek dengbêjên wan yên kal jî (Baqî Xido, Hafizê Kor, Misoyê Bekebûrê, Xidirê Hebeþê..) hene. Di nava herêmê de gelek serpêhatiyên di seranserê Kurdistanê de binav û bang hene, wek serpêhatiya Eyþana Îbê û Bozan begê. Dengbêj Baqî Xido jî, yek ji dengbêjên Kurdan ên ku klama Derwêþê Evdî bi awayekî herî baþ gotin ye. Jixwe dengbêjê mezin Baqî Xido li hemû Kurdistanê tê nas kirin. Her wiha jî hin dengbêj û sazbendên navdar hene wek: Ehmedê Çep, Reþîd û Xalid Sofî, Mistefa, Baran û Ze’îm Kendeþ, Kardox Beyro, Siyamend Oskullî. Di aliyê sazbendiyê de jî, kemancê Hemedê Dûman û tembûra Hemedê Hadî hene.

 

Eþîr û êl: Eþîra herî mezin, eþîra “BERAZΔ ye. Ev eþîr di herêma Urfa, Suruç, Serî kaniyê, Suleymaniyê(baþûr), Libnanê û bajarê Hemayê de dijîn. Ev eþîreke pir mezine. Kesên derve ji hemû endamên konfederesyona vê eþîrê re “Berazî” dibêjin, lê ew di nava xwe de bi hoz û qebîlên xwe, xwe dinasînin. Di nava wê de jî gelek êl û qebîl hene(Mîran, Kêtikan, Þêxan, Oxî, Zirwar, Ýlêdînî, Þedadî, Mi’ef, Dinan, Qereberkeran, Pîjiyan, Bêskan û gelek din…), lê niha girêdana wan kêm bûye. Heta salên nêz, malbata Þahîn Begê ji hoza Mîran(Begler) serokatiya konfedersyona eþîra Beraziyan dikirin. Lê niha çi destlatiya wan nemaye. Þahîn Begê Mîran û birayê wî Bozan Begê Mîran di avakirina Komela Xûybûn de rolek sereke leystine û þervanên Kobanî yên Berazî li gel Osman Sebrî çend çalakî li hemberî Qereqolên Tirkan pêk anîne.

 

Gund û Navçe: kobanî di nava xwe de li 6 navnedên birêvebirina herêmî dabeþ dibe. Zêdetirî 321 gund li herêma Kobanî hene. Ji van gundan (Helinc û Tilêcib, Tilxezal, Bozîk, Xanmemed, Sixur, Qilhedîd, Qinê, Qûmlix, Girik, Þeran û gundê  Þêranê). Piraniya navên van gundan bi Kurdî ne, lê dewleta Ereb a þovenîst nave van hemû gundan guhertiye û kiriye erebî. Di salên dawiyê de gelek gundên Kobanî ji bajêr hatin qutkirin û bi navçeyên Ereban ên derdorê ve hatin girêdan. Bi taybetî jî bi navçeya Sirrîn û parêzgeha Reqqa ve. Hêjayî gotinê ye ku navçeya Sirrînê bi navneda herema Kobanî ve girêdayî ye.

 

Bermayîyên Dîrokî: Di van gundan gelek bermayîyên dîrokî yên kevnar hatine dîtin û ji aliyê dewletê ve guheztine bajar û muzexaneyên Ereban. Wek du þêrên kevirîn ên mezin ji gundê Þêranê hatine birin bo bajarê Reqqa ya Ereban. Di sere Çiyayê Miþtenûr de gelek þkeftên dîrokî hene, þkefta herî bi nav û bang jî, þkefta Qîzîkan(Keçkan) heye. Her wiha jî gelek ziyaret û ciyên pîroz hene. Wek ziyareta Xanmamed û ziyareta Kurrikê. Heta salên nêz li bajêr dêra Ermeniyan jî hebû.

 

Ermenî û netewên din: Di nava Kurdên Kobanî de hêjmarek Ermenî yên ku ji Tirkiyê riviya jî hene. Rûniþtvanên destpêkê yên bajêr Ermenî bûne. Ev Ermenî bi piranî li taxa Gumrigê dijîn, bi karên hesinkarî û sazkariyê ve mujul dibin. Têkiliyên Kurdan û Ermeniyan bi hev re pir baþ e, têkiliyên kirîvtiyê di navbera wan de hene. Ji xwe Ermenî pir baþ bi zimanê Kurdî diaxivin. Di salên dawiyê de gelek Ermenî, ji bo mercên jiyanek baþtir koçî bajarê Helebê kirine. Li rex Ermeniyan, hêjmarek ji Tirkmenan jî li bajêr dijîn. Tirkmen bi Tirkmenî û Kurdî diaxivin û bi piranî bi karên dukanvaniyê re mujul dibin. Her wiha jî hin Ereb li bajêr û herêmê dijîn, bi taybetî jî Erebên ji eþîra (Ni’îmî). Lê ev Ereb xwe Kurd dibînin û bi Kurdî diaxivin û ji kokên xwe yên Erebtiyê dûr ketine.

 

Þoreþ: Ji roja ku rojevayê Kurdistanê ji bakur hate qutkirin û heta roja me ya îro, gelê rojevayê Kurdistanê her tim himbêza xwe ji hemû þoreþ û þoreþvanên beþên din û bi taybetî jî yên Bakurê Kurdistanê re vekiriye. Me li jor behs kiribû ku þervanên Kurd ên Berazî li gel Osman Sebrî li hember Tirkan çalakî pêk anîn û hewl dan xwe bigihînin þoreþa Agirî. Her wiha jî serok eþîra Beraziyan Þahîn Begê Mîran di avakirina komela Xûybûn de rolek sereke leystine.

Her wiha jî Birayê wî Bozan Beg ji aliyê destlatê ve hatiye binçav kirin. Di heman dem de, gelê Kobanî wek hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê piþtgiriya þoreþa Baþûr jî kirine. Di havîna sala 1979-an de Serok Apo ji bakur derbasî rojevayê Kurdistanê bajarê Kobanî bû û piþt re jî Kobanî bû dergehê herî girîng ê derbasbûna partisan û þervanên PKK. Wis ajî Kobanî bû yekem qada ku himbêza xwe ji þoreþa PKK re vekir. Bi hezaran ciwan û keç beþdarî þoreþê bûn û li sere çiyayên Kurdistanê li hemberî neyarên gelê Kurd þer kirin, bi sedan ji wan xwîna xwe ya pak di riya azadiyê de rijandin û bi hezaran jî hîn li sere çiyayên Kurdistanê þer dikine.

Kobanî di riya azadiyê de gelek zarokên xwe yên qehreman qurban kiirn, wek Þîlan Baqî, Dîcle, Akîf, Halim, Sebrî, Perwîn û bi dehan ji þehîdên qehreman. 

 

polatcano@hotmail.com


YAZDIR Yazdýr     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
Yorumlar
Yazan: reso47     Tarih : 2007-04-26 11:31:41     Puan :
JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE

Berî salekê me kampanyayek bi navê ji ”Rêhevalen li zîndanê re nameyek, dilxweþiyek” dabû destpê kirin. Hin caran astengî derketibin jî, bi saya hevalên dilzîz gihîþte armanca xwe û hê jî didome.

Bi nameyên hatin re hin caran em keniyan, hin caran em giriyan û hin caran jî em fikirîn. Di nameyeka hatî de ” HESRET WEKE PIZOTA LI BINÊ XWEDÊ YE, HER BÊTE TEVILDAN DIBIRIQE” hatibû nivîsîn, meger ew çiqas bêriya me kirine û meger me çiqas ew dilên xweþ îhmal kiriye. Em êdî nikaribûn vê bêrîkirin û îhmalkariyê bidomînin. Paþê nameyeke din jî hate, dema me namê vekir, me fêm kir; ku em nebûne welatparêz. Lewra hevok wiha bû, ” HEVALÊ MIN HER DEMA MIN PÛL Û ZERF DÎT EZÊ JI TE RE BINIVÎSIM, HEGER NIVÎSÊN MIN QUT JÎ BIBIN TU DÎSA NIVÎSANDINÊ BIDOMÎNE, XELET FÊM NEKE TU BIZANIBΔ belê ew tu bizanibî ji me re bûbû weke sîleyekê. Wê demê erd neqeliþî ku em bikevin navê. Bi her nameyên dihatin em xemgîn dibûn û ji bo me nedikarî tiþtek bikin qehr dibûn. Em, ji bo azadiya me ku bedenên xwe yên ciwan gorî kiribûn re layiq nebûbûn, bi xwedî li mîrasa rêheval MAZLÛM Û KEMAL nederketinê, kêr li dilê me diket. Diviyabû dawî li vê êþa dil bête anîn. Û di dawiyê de me ” KOMÎTEYA PIÞTGIRIYA GIRTIYÊN AZAD” ava kir.

Avakirina vê komîtê, ji dilên di nav çar dîwaran de ku nahêle ramana xwe bê dîl girtin re, dibe ronahî.

1. Her meh emê navnîþana sê girtîgehan bidin, di van navnîþanan de ewê navên rêhevalên me hebin.
2. Ji ew nav û navnîþanan re pirtûk, kirtasiye, kinc û alîkariya maddî bête þandin.
3. Hem gelê me yê Ewrûpa û hem jî gelê me yên li welat û metropolan dijîn, ê bikaribin bi rêya postê ji van navnîþanan re alîkariya xwe biþînin.
4. Em weke komîte ji gelê xwe ti alîkarî ne daxwaz dikin û ne jî berev dikin, tenê kesên bixwazin li gorî wijdana xwe ewê bixwe biþîne.
5. Bila ti heval nekeve nav gumanan, gardiyan yan jî rêveberiyên girtîgehan ê ti astengî dernexin, her tiþtên hûn biþînin ê bigihîje cîhê xwe, emê jî li dû vê yekê bin.
6. Hem malperên kesan hem jî malperên me yên welatparêz yên din, bêyî ji me destûrê werbigirin, yan jî bêyî bi me re têkilî deynin dikarin desteka xwe pêþkêþ bikin. Bila bizanibin ku di her awayê alîkariya ji me xwestinê de em amade ne.

Hetanî 16 Gulan 2007 an hûn dikarin alîkariyên xwe ji navnîþanên me lê jêrê nivîsiye re biþînin.

1. LEMAN ÇALIÞKAN û ZEYNEP AVCI: GEBZE M tipi C.evi GEBZE/IZMIR
2. YAÞAR ARSLAN, IRMAK AKYÜZ: 2 nolu F tipi C.evi oda:10 SINCAN/ANKARA
3. BÜLENT GÜNEÞ: 2 nolu F tipi C.evi C82 TEKIRDAÐ
4. SIRAÇ ÇELIK 2 nolu F tipi C. Evi A27 TEKÝRDAÐ

Em ji hemû rêhevalên hiþyar re rêzên xwe pêþkêþ dikin û ji bo hemû berxwedanvanên zîndanan yên fîzîkî girtî ne lê ticarî nehîþtine ramanên wan bêne teslîm girtin re dilxweþiyên xwe diþînin.

Slaw u rezen soresgeri.

KOMÎTEYA PIÞTGIRIYA GIRTIYÊN AZAD

 
Seçenekler
   Çýktýsýný Al
   Arkadaþýna Yolla
   Köþe Yazýlarýna Dön

Arþiv
·GERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
·Xelata welatekî birîndar
·Hozanê Çiyayên bilind… Hozan Serhad
·Sîrwan, Rêhevalê min ê dilnizm û rûliken…
·Rêwiyê riya dûr...
·STRANEK JÝ BO ÞÎLANÊ
·TE HEZ DÝKÝM “Ber ku tu gerîlla yî”
·Jin helbest.. Helbest jî JÝN e
·ÞERME; Qefes vekiriye, lê bulbul nafirê!
·Hinaseya Dawiyê...

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartýþma platformu olup, sitemizde yayýnlanan bütün yazýlardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarýndan sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.110 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.