Hezkirin kahniyeke wisaye ku tu çend jê vexwî ava wê her tim boştir dibe. Hezkirin ne berdewama azweriyekê, ne jî paldera evîn û eşqekê ye. Hezkirin di ser dem û cih û şertan re ye. Ew, ne mîratê çi nijadan, ne jî bermahî û berhema kesekî ye.
Gelo çi têkiliya Azwerî (tutku), Hezkirin (sevgi) û Evînê (aşk) bi hev re heye? Ev her sê têgih gelek tên têkelkirin. Gelek caran azwerî wekî hezkirin tê têgihîştin, an jî hezkirin wekî evînî tê bilêvkirin. Azwerî daxwaza herî bilind a ji bo tiştekî ye. Ango azwerî hilçûn û harbûna daxwazê ye. Helbet, di nava vê daxwaza harbûyî de hezkirinek jî heye lê ev tiştekî kêm e. Azwerî di navbera du zayendan de di dema balixiyê de rûdide, lê berî hingê jî mirov hez dike. Sedemeke azweriyê ya girîng paldera zayendî û naskirin û pê hesiyana zayendê ye. Hingê mirov dikare bêje ku her azwerî ji encama meraqekê dest pê dike.
Ji meraqeke normal her tişt dest pê dike; lê negihîştin û bidestnexistin vê meraqê mezin dike. Meraq her ku mezin dibe, pirs û paldera bidestxistin, vedîtin û tamijandinê wekî kurmekê dikeve nav hiş û dilê mirov. Hingê êdî tu bêhemdî xwe li dû azweriya xwe dikevî. Her tiştê wê azweriyê; ew tiştê/kesê/a te ji xwe re kiriye merem, ji te re pir girîng û rakêşer e. Azwerî mirov li pey xwe radikêşe. Mirov dişibîne xwe. Lê piştî ku mirov gihîşt wê azweriya xwe êdî jê sar dibe. Tenê hezkirina tê de li holê dimîne. Jixwe heke azwerî bi xeyalên gelek mezin hatibe avakirin, hingê ew hezkirina ku tê de heye jî dikuje. Ango hin caran hezkirin dibe qurbanê azweriya mirov jî. Hingê dibe ku hezkirin wekî nefretê jî xwe bide der.
Azwerî ji meraqeke kûr dest pê dike lê hezkirin ji mirovbûna mirov heye. Hezkirin di navbera dayik û zarok de wekî hesta merhamet û dilovaniyê, di navbera keç û kurekî de; di navbera jin û mêrekî de jî wekî hesta gulîn û domandina nifşê xwe xwe dide der. Hezkirin di navbera mêr û jinê de heye; li gorî karakter û ziravhestiyariya kesan rengê vê hezkirinê diguhere lê hesta wê wekî hev e. Ev hezkirin di dema têkilîdayîna cinsî de, di dema gulîn û perînê de bi evînê diguhere. Dibe evîn jî. Ev awayê hilçûna hezkirinê ye. Ev awayê evînê jî dişibe azweriyê; lê ferqa wan ew e ku azwerî daxwaza herî gur a lêgerînê ye bes evîn lûtkeya tîn û çêja tamkirin û hevşabûnê ye. Hin caran jî, evîn têwerbûna hesret û kesera hezkirinê ye. Li vir jî, encama azweriyeke pêjiyayî dikare bête dîtin. Lê bi herhal jî, hem di nava azweriyê de, hem jî di nava evînê de hezkirin heye.
Hezkirin dikare bi fikrên spehî bête geşkirin. Lê berevajî jî dikare di bin ajo û palderên eziziyê de jî bête pûçkirin. Hingê awayê watelêbarkirinê pir girîng e. Ji ber ku hezkirina ku ji mirovbûna mirov heye, bi hizr û ramanên mirov teşe û dirûv digire. Ango hêlîvanka wê hiş û dilê mirov e; ji serokaniya hiş dizê û li dil dipenge û li nav nêrîna mirov a jiyanê mend dibe.
Ango, azwerî tûvilekê ji mirov re didure û mirov bi nav pêlên xwe wer dike; evîn mirov di nava xwe de dihelîne û winda dike lê hezkirin dirûvekê dide mirov. Mirov bi hezkirinê bi mirovbûna xwe dihese; ji ber ku ew mirovbûna mirov bi xwe ye. Hingê hemû tiştê ku aîdê mirovahî û mirovbûna mirov e, her tiştê ku bi mirov û mirovahiya mirov re têkildar e di nava hezkirina mirov de wateyekê werdigire. Ango, “Hezkirin sermayeyeke wisaye ku tu çend jê xerc bikî, her tim zêde dibe.” Lewma jî hezkirin di ser tixûb, zeman, mekan, reng, cins, ziman, nijad û şaristaniyan re ye. Beriya her tiştî heye; hebûye, xwedî tam û wateya xwe bûye û dê wisa jî bidome. Hindî ku tovê mirov hebe.
Hezkirin bi parvekirinê geş dibe; her ku geş dibe mirov jî bi xwe re geş dike. |
|