Ji bo girtiyên azad yên ku di bendexanên dolên delagura Asenayê de û di þert û mercên giran de, berxwedidin.
Bi çar darikên kirbîtê, hîm û bingeha karwana serhildêran, di tariyeke çav korî û di nav pêlên hewariyên dil çirandî de hat evêt in. Aalazên ku bi qîjeqîjekê wehþiyane cest diþewitandin, di ber derzûkê pencereyên bendexanê re diherikin çarhewirdorê welat ê, ku bi ewrên reþ û bi kirasê mirinê pêcayî. Erêêêê, ew alazên agir siberojekî roq ron a têrevinî, bi niþtecihên welat ê jibîrbûyan radigihand. Karwana serhildêran, piþtî gava yekemîn ya ku di hucreyen kujerî de, bi çar darikên kibrîtê, çar cest þewit în, ket in reya neveger. Rêya berev gerdûneke xweser.....
Çar dil, çar kezeb, çar hêvî, çar giyan, bi mirinê keniyan. Di paxila mirinê de, qesra jiyanê avakirin. Mirin, ji himetbilindiya wan re çû sejdê û li hember berxwedana wan ma heyîrî. Wan, bi gorîkirina xwe, cemawara payabilind, kêmhamta, canfeþegorî, mêrxas û þêr jinan pêkanîn.
Berhem û diyariya wan a yekemîn ya ji gelê xwe re, helweþendin û belewalakirina qestra zilme bû. Wan, bi gorîkirina xwe, zilimkarê bendexana diyarbekir ê, bi tevî berdest û hevkarên wan têkbirin. Û wan rêweza ji nû ve nivîsandina dirok ê, bi hevnijadên xwe ragihand. Erêêê, ew kêlê, bû kêla vejîna jiyan û despêka jiyaneke, bi tîpên rûmetê rêsayî. Piþtî wê rojê, çirisên ku di çavan de vemirîbûn, ji nûve, bi narîniyaneyeke kêmhamta çirisîn. Zeryayên cemedgirtî, bi weweylêyeke ve herikîn. Hertiþ þên bû û ji mexzana kaniya xwe gulav fûrand in. Gul û nêrgiz li berzên çiya, li rasteberen biþkivîn û bi rengê xwe ên celeb bi celeb, hewirdor çarhewidor neqiþandin. Mêrg û zevî þên bûn û karik û berxikan jê têr xwar in. Keçan, ji sê rengan xeyala jiyaneke nû afirandin. Mejiyên ku bi direwên terikî ve tijî paxiþ bûn û cîhê xwe, ji þêwirandin û hesb bezandina ber bi azadiyê re hîþtin. Pîrejinan, we serhildêran kirin lehengê çîrok û çîvanokên xwe. Tirêjên dilê azadixwazan kiþiyan erdê û di qûntarê çiyan de, wekî çiriskên tenûrê çirisîn. Teyr û tilûr û þalûl û bilbilan, þêweya awazandina xwe guhertin û xwe li awazandina kilamê azadîxwazan sor kirin. Êdî ji bo zarokên birînê heyameke nû, asoyên nû, berbangên bi þewq, bi teyis, bi tirêj û bi biriqîna tavê neqiþandî despêkir. Ji bilî azadî, xweserî, kêliyên bêtirs, jiyaneke avzûnkar û rojên efsûnî, wan jiyan nediviyan. Hemû cihok, rûbar û cemên dilê zarokên birînê, herikîn zerya azadî yê. Niha ji her demê pehtir, pêlên zerya azadî yê, bi awayekî qirase û terikî, berev siberojekî xweser ve diherike.
Her çiqas ji ser wê rojê re dem û heyameke durûdirêj bihorî jî, lê hê bi hezaran hevdilên me, zarokên dayika me, di wan bendexanên kujerî de, di þert û þûrtên pir giran de, berxwedidin.
Erê hevdilên min.... Em berhem û hûn jî temsîldarê wê rojê ne. Tiþta ku we di wan qefesên kujerî de, li ser linga dihêle, ew roj û çavkaniya wê rojê ye. Hûn cestê xwe, di kaniya wê rojê de hesayidikin. Û pêgirta we ya jiyanê jî, bes teyisîna rûyê ava wê kaniyê ye.
Digel ku hûn girtiyê tariyek çav korîne jî, lê jibîrnekin ku hûn ne bi tenê ne. Ew dilê we yê ku bi çar gopalî, ji bo roj ên xweþtirîn û bi tovên evînekî nedîtî resayî lêdide, hikarî li milyonan dilê kiriye. Peyrevên xwe ne yek, bi çend milyonan in hevdilên min. Bi qenderê stêrikan ramanpavrekerên we, hevasoyên we, candayên canê we, hevdiliniyên we, hevevîn, hevxwen û hevxwenerojkên we hene. Hûn her yek pelgehekê ter a ciwantemenê dara dilê me, delal û delalokên çavê me ne. Hûn li ber dilê me awenda þêrînin ku em yek evdayekî ji porê we, nadin bi hemû heyiyên dûnê û xweþiyên gerdûnê. .
Ev hemû erêniyên ku niha li ser navê gelê kurd, di rûpela dirokê de tê nivîsandin, bi saya serê we ye......
Hûn, yanî pêþewa û serwerê gelê kurd! Ciwanmêrên rûkên, mêrxasên rojê giran, keleþ û pêlewanên cenga man û nemanê. Aho... Keçên rûhevronî, xwedî porê hevriþimî, brûyên qelemî, bejindbilin.. kubar... kubarlevendî. Kubarê dayika xwe. Gulberfînên hewþa dilê dapîra xwe. Karika kalê xwe. Melodiya li ser levê birayê xwe. Helbesta di qefesa dilê hezkirê xwe.. Karxezalê bavê xwe. Çav rûba...xwedaaa û xwedawendê gelê xwe. Erêêêê... keç û xortên dayika min. Pîrozî li we be. Bêguman hun efsûnî û dil kurdîstanî nin. Can in. Canan in.
***
Min, bi vî nivîsê dil kir ku ez deriyê dilê xwe ji bo we vekim. Min xwest ku ji bahoza dilê xwe hema çend baweþînan ji bo we bidim hev û li ser cestê rûpela þîr sipî bikim, biþîn im wan hucreyên ku kirasê xwe yê nola zelamêtê, li cestê we pêçaye. Bawer bikim ku hûn bê nameya min a dê ji çend baweþînên bahoz û bagara dilê min pêktê jî, dikarin di tariya çik reþ de debar bikin. Çimkî ez rind pê dizanim ku hûn kes û kesayetên herî kêmhamta û payebilindê vî gelîne. We hê di buhara umrê xwe de, dilê xwe girt destê xwe û we bi dilêrî û mêrxasiyekî nedîtî, li hember dolên delegura Asenayê þerê man û nemanê da. Di vî þerê man û nemanê de, pirê ji we, ji ber bextreþî û sixûrên navxweyî dîl ket. Dîl ket destê wan sebeb û sebebdarê birîn û êþa me zarokê welatê jibîrbûyan. Îja qaþo ew rabûn û bi navê dadiya bê alî, we, bi zogonên xwe yên ku di rastiya xwe de zagonên daristanî ne, darizandin û li we her yekî deh bîst sal cezayê bendexanê birîn.. Lê weke ku te zanîn, dile azadîxwazan dilê berzin. Ne zagonên wan ên daristanî, heke heft ejdadê wan ên kujer jî ji gorên xwe rabim, dê nikaribin ku xwe li ber herikîna dilê we azadîxwazan rabigirin. Dê herikîna dilê we a nola bablîsokê wan wek qirþeke erzan di xwede bifetisîne. U ji xwe jê re guman nîne ku tiþta ku niha têt jiyan jî, ev bi xwe ye.
Bi slavên hezbar....
|
|