|
Hey gidî dinya heyho! Hey dinyaya zindîkuja mirîperest; çima bextê te wisa xirab, kirêt, bêyom, serxur û reş e? Çima zindiyan dikujî, miriyan diparêzî?
Hey însan! Hey ruhteberê şîrê xav vexwarî, tu çi diçînî û çi diçinî li ser dilê dayika xweristê! Hey însan! Serxurê nifşa xwe, çavnebarê heyî û neyiyê xwe, xwînxurê goştê xwe, bêbextê şîrê dayika xwe; ey însan, ey zindîkujê mirîperest, çima ev çend serxurî, xwexurî, xwînxurî, mêjîxurî?
Hey gidî dinya! Li ser axa hişk a welatê çiya, li bin siya lat û zinarên bilind û asê, wekî nêrgizeke çiyayî dilê min careke dîtir bi pêjna Cembeliyê kurê mîrê Hekariyan li çaviya bişkurîna kenê xezalî yê Binefşeke Narîn, di hevdesaliya keçikeke êzidî de, li Duayekê dihingive, ey însanetiya mirîperest a zindîkuj, ma careke dîtir Dîcleya birîndar di kenarên Birca Belek de, bi ewaniya Bekoyan dê biherike! Ey laneta bi sedan salan, ma êdî daw û damenên xwe ji ser asîmanê welatê min venakêşî? Ma ne bes e; ma heta kengî dê evînên bêguneh bi laneta cehalet û nezaniyê, bi rika xeşîmî û hevxweriya me bêne kirêtkirin, ma heta kengî keçikên vî welatî dê di umrê bûkaniyê de bibin goriyê vê kîn û rika nezanî û cehaleta me... Ey lanet, ey laneta zindîkuja mirîperest, dê îro mij û morana xwe ji ser asîmanê welatê min vekêşe, de bes e, besss!
Ey însan! Ey kujerê xweziyan, ey Duaya hevdehsalî ya ku tenê dilê wê bi tîna evîneke sava diperpitî, ey rojperestiya tarîkuj, ma ne evîn bi xwe ye ronahî, ma ne evîn bi xwe ye tîrêjên wê rojê, ma ne evîn bi xwe ye laleşa nûranî, ma ne evîn bi xwe ye Duaya Zerdeştî!? Ey mirîperestiya zindîkuj, ey tovê axê, ey însan, ma heta kengî dê li welatê Ferad û Dîcleyê bira bi destê birayê xwe bên kuştin, ma birakujiya lanet, ma hêvîkujiya bêmefer, ma nezaniya zindîkuj dê heta kengî birbiranê bi me bileyîze û me berde qirika hev?
Hey gidî dinya heyho! Dilê min careke dîtir bi benê xwekujiyê yê keçikên vî welatî tê hilawîstin, careke dîtir, êşa nezaniyê li qolinca min jan vedide, careke dîtir, hestên min wekî Cembeliyê mîr terkeserê dinyaya xopan dibin û di herzêla evîneke pak û bijûn de melevaniya hêviyên welatekî xweş û geş, biratiyeke qewî, pêkvejiyaneke rengîn dike. Ey Duaya li kakila dilê min hatiye recmkirin, na, ez mirîperestiya te nakim vê carê, nexêr, ez rondikekê tenê jî piştî vê mirinê nabarînim, ez ê biqîrim çendîn dengê min bilind bibe, ez ê bikim hewaarr û nezaniyê li çala dîrokê bingor bikim; ez ê vê carê bibim zindîperest da ku ‘mirin’ biçe ji van waran... Ez ê, di saxiya xwe de bêjim ya li ber dilê xwe, venaşêrim çi gotinan bo kêlîkên berî mirinê, ez ê mirîperestiya bêyom bingor bikim li sergoyên welatê xwe. Jiyan bi hev re xweş e ey însan! |