|
Ev çend roj in ku min mêvanek heye. Ev mêvan ê min, kilambêjekî xwedî rîhekî þîr sipî ye. Rûyê wî bi kirasê êþ û azaran ve pêçayî ye. Dilê wî bûyî pêgirt û embara êþ û keseran. Wisa dixuyê. Ev kilambêjê kalemêr, li bin koka dara gohê min ya ku bêpel û bêgulî, tût û rût pal daye û difikire. Dihizire þewat bi þewat û pê re, li têlên tembûra xwe ya ku mîna xwe kal û kevne dixe ha dixe. Diawazîne kilama xwe ya têrþewat. Ji awazandina wî, dilopên þewatê diþûje. Peritî peritî diawazîne. Dengê wî berze. Lê ev dengê wî ye berz, bi tîpên azaran ve rêsayî ye. Melodiya kilama wî ji þewatê wêdatir kujeriye... Wêraniye.. Talaniye..... Kokbiriye.... Bi êþê ji êþan wêdartir ve dagirtiye.. Ev kilam, bi keseran ve avise. Zikê kilama kilambêjê kalemêr, werimî werimiye. Terikî terikî dixuyê. Li ber tixûbê welidînêye ev kilam. Dê niha, dê sibê, dê disbê biwelide. Lê ew ê di dêvla keç û kurek de, keserekî terikî bîne. Keserekî qirase bîne û bike para me zarokên keserê. Dê ev kilam bi welidîna xwe re keserek din jî, li navên me yên ku bes ji malbata êþan pêkhatiye, zêde bike. Wêle dixûyê. Diawazandina kilambêj de rastiyek wanî, bi hemû aliyan ve diyar dibe.
***
Kilambêjê kalemêr, kilama xwe li ber gohê min di vizvizîne. Dilê min diêþîne. Di vî kêleya þevê de, dilê min diêþê dilê min.....
Halbûkî di vî demsala havîna ku hevirdor bi tav û þewqa tavê, bi gul û gullîlkên cur bi cur û mîna bukekê xemilandî xuya dibe de, gerdûn çiqas jî xweþ xweþ bi heyiyên xwe re, reqsa bihevþabûnê sazkiriye û bihevþadibin. Ji vê bihevþabûna wan, ji wan re zarokên qirasê dibin. Di rû û rûçikên zarokên wan de, hemayên giyanekê esayî û aram diyar dibe û ew bi kenên nedîtî, gerdûnê pêþwazî dikin. Her wiha ji vê bihevþabûna wan, kilamên evinî pêk tên. Helbestên eþqî diafire. Çîrokên gewre û ewqas jî ciwanî yen ku bi hevokên xweþ ve dagirtî, mîna wêneyeke hunerî þikil digire û bi delalbûnekê narîniyane dibe navenda nêrînan. Ev bihevþabûna wan, cihok, çem, rûbar û zeryayên nû, li jiyana gerdûn û zaroyên gerdûnê zêde dike. Gerdûn, bi dilekî hesayî zarokên xwe yên ku her yek berhemkî ji bihevþabûna wî û heyiyên wî ne, di paxila xwe de disitirîne. Wan di gulbexçeya qefesa singê xwe de diparêze. Ji kilamên têrþewat dûr digire. Dilê wan, bi kilamên ji malbata þadiyê ve esayî dike. Zarokên gerdûnê ji vê eleqedariya bavê xwe xweþ, ji rewþa xwe emîn, ji halê xwe dil þadin. Xwe li deriyên bi gazinan ve dagirtiye nagirin. Xwe bi gazin û lomeyan aciz nakin. Lewra ew niha dikenin. Hem jî, bi hahayekê ve...
Goh bidin! va ye dengê kenên wan tê. Hem jî bi qîjekijekî, bi gurmegurmekî ji malbata xweþiyan.....
Goh bidin! va ye dengê mirçe mirça ramûsanên wan tê. Hem jî, bi halekî harbûyî û ji ser xwe çûyî.....
Goh bidin! va ye xuþexuþa dengê zarokên gerdunê yên ku xwe noqî hawuza jiyaneke avzunkar kirine û tê de avjenîdikin tê. Ji bilî me. Erê, ji bilî meeee. Dilên wan esayî. Çavên wan bê rondik.. Kezebên wan, bêpêt û bê alazên agir, bi aramî aramî dikele. Dikele. Ji bo xwe bigîhînin deriyên nû yên ku bi embarên xweþî û kamranî yê ve dagirtî, dikele. Hem jî, bi xuþexuþekî ve dikele.
***
Kilambêj hê jî kilama xwe li ber gohê min di vinvîne. Dilê min diêþîne. Hem jî, bi halekî wehþiyane diêþîne. Dilê min diêþê....
Ev kilam, dikelîne dilê min.... Di qefilîne ramanên min.... Kokbirdike hizrên min...... Bi waweylêyekê ve, hewareke din li hewarên min zêde dike. Bi roj, bi þev, bi sibe, bi nîvro, bi esir, bi eþayê yanî her kêle û her û her li ber guhên min e, ev kilam.
Ev kilam ji çirisên çavên hîjdeh giyanên efsûnî, ji kela kela hîjdeh dilên têrevînî, ji li ba bûna porên hewreþimî yên hîjde kezebên dayika min, ji herikîna zerya dilên hîjde can ên her yek perçeyekê ji canê min, ji þûjîna rondikê çavên hîjde kur û keçên bavê min ê ku berê diha bi heþtê salan hat kujtin, pêktê.
***
Kilambêj hê jî kilama xwe li ber gohê min diawazîne. Lê vê carê navê hîjde çalekgerên ku li bajarê Sitrasbuogê û ev sîh û sê roj in ku di gireva birçibûnê de li berxwedidin, li kilama xwe ya têrþewat zêde dike. Û mîna ku ji min re bibêje "Lo lawikê nijada keserê. De rabe bilezîne, here nik hîjde zarokên diya xwe, wan bibîne, berxwedana wan nas bike û bibe þahide kêliyên wan ên têrberxwedanî" dengê xwe berz dike, hinek din jî kilama xwe didomîne û piþt re, hêdî hêdî rûyê xwe ji min badide, xwe dide hev, bi halekî acizî acizî, lomekarî lomekarî ji bin koka dara gohê min dûr dikeve. Bi çûniya wî re, bi hel ji xewê hiþyar dibim. Lê dibînim ku ez ne li mal niviyame. Bi vecinîqê re, xwe li bajarê ku kurdan ev ji mehekê vir ve ye ku kiriye qada berxwedanê û li nik kirdanên mêra Remzî, Sinan, Þiyar ......... û li hizûra jinên nola þêr jinan Zilan, Jiyan û yên din dibînim.
"Çi hîjde kesên rind û delal in". xwe bi xwe dibêjim. Piþtre dibînim ku va ye ew kilambêjê ku li ber gohê min kilama têrþewat distra jî li vire û xwe li kilamên berxwedanê þidandiye, distre ha distre. Ew distre û çavên min jî, di nava gotinên wî yên qerebalix de, li ser hîjde cot çavên terikî radiweste. Çavên girin, çavên wan. Di reþika çavên hemiyan de, qesrên rengarengên ku bi heviyên azadî û sibejerokî þîr sipî ve tijî ye xuyadibin. Li ser lêvên wan ên çilmisî, tîpên ku mêrxasiya wan dide diyar kirin, govendekî qirase girêdane û bi helehelkekê ve dilîzîn. Xweþ xweþ û bidevlikenî dilîzîn. Lê reþahiya ku konê xwe li dora çavên wan vedaye, dilê min dikizirîne. Dikizire dilê min. "Çawa yî kekê Remzî" dibêjim û dipirsim ji þêrê dayika xwe. Dibiþirê ev kirdanê meran ji min re. Bi wî rîhê xwe yê þîr spî û biberkenînekî tê de hemayên mêrxasî û vînekî bêsînor diyar dibe " Ji herdemê baþtirim" dibêje û min dibersivîne mêrxasê dayika min. Dizivirîm ser koma hevalên jin "Hûn çawan in sîtiyên dayika min" dibêjim û ji xwedawendên gele xwe dipirsim. Yek jî wan xwe dide pêþ, herdû çavên xwe yên ku jê çem û çemikên evînê diherike, dikute ser min " Me soz heye birayo!! heta ku zarokên dayika me bi tevî serwerê xwe rûyê azadî yê nebîne, dê em ê her û her di vî çemê berxwedanê de avjenîbikim" dibêje û min dibersivîne kubara dayika min. Piþt re kilambêje kalemêr, þêweyê awazandina xwe diguhere û xwe li kilamê govendê diþidîne. Û em jî pê re radibin govendê û dilîzîn ha dilîzîn. Em hê jî dilîzîn û kilmabêj jî, hê kilamên xwe li nik hîjde zarokên dayika min distre.
Ez dest û lingên hîjde zarokên dayika xwe maçdikim. Û di çalekiya wan de, ji wan re serkeftin dixwazim.
Lê kilambêj hê jî kilama xwe diawazîne.
Zarokên dayika min, çi dema ku we bihîst va ye kilambêjekî xwe li derê gohê we girtiye û kilamekî têrþewat diawazîne, hûn bizanin ku dixwaze ji we re bibêje here hîjde çalekgerên gireva birçîbûnê bibîne.
Bi silavan hêzbar. |