|
Hevokine hene, zindî ne, tu dasiyekê, na na serê derziyekê bigihîniyê dê rûbarekî xwînê jê hilpeşke. Tu guhê xwe bidî ser dê hezar awazan jê bibihîzî. Berevajî, hevokine hene, tu bidî ber dasan na na bidî ber biviran jî tenê dilopeke xwînê jê nayê; hişk in, çilmisî ne, bêruh in, ruh jê dotiye, mirî ne, sar in, bêtam in...
Gava em bal û dêhna xwe didinê û diçin dîwanên gundan ên kurdî lê zindî, em li rastî van celebên hevokên zindî tên; em li wan dîwanan kurmanciyeke xwerû ya ruhnedotî dibînin di her stran, lavje û sohbetekê de. Yarî û metelok, çîrok û çîvanok, pend û tiştanok, biwêj û şayes ew çend zindî ne, tu di kûrahiya dilê xwe de bi tîna wan dihesî û bêhna wan hevokan te seranpê dipêçe.
Her wisa, gava em li dengbêjiya kurdan guhdarî dikin ew tîn mirovî vedigire, her wiha mirov vê tînê di nav beyt û malikên Feqî û Seydayên me de jî dibîne. Di beyt û dîwanên Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Melayê Cizîrî de jî mirov bi vê ruhiyatê dihese... Nexasim Feqiyê Teyran di vî warî de kurmanciyeke nêzî kurmanciya îro xwerû, zelal û fesîh bi kar aniye. Bo nimûne, di beyta ‘Rabe Dilo’ de peyv di destê wî de wekî hevîrê di destê nanpêjekê de ne, çawa dixwaze wisa hevîr dike; bi wî awayî jî, mirov bi dengê peyvan, ruhê peyvan, heta tîna xwîna li reha peyvan û jena dilê wan dihese. Binêr Feqî çawa gotiye, “Li min pertal ketne avê/ Kefa behrê giha navê/ Siya mexmûr li ber tavê/ Spî bûn reng û rûbar e.” Tenê dasiyeke biçûk bigihîje van malikan dê xwîn jê hilpişke, ji ber ku ew bi rastî jî zindî kirine, bi ruh û giyan xistine û mirov tîn û bêhna wan seh dike.
Nivîserine hene, bêyî ku ji reseniya zimanê xwe veder bikin, li ser reh û binîşa wî zimanî peyv bi ruh xistine, bi wan hevokên zindî jî rêstine malik û beytên helbestên xwe, wisa darêştine hevok û gotarên xwe, pê xemilandine çîrok û romanên xwe... Wisa ne, tu rabî serê şûjinekê bigihîniyê dê botikên xwînê jê hilpeşin. Bo nimûne min dil heye çarikekê ji Sabah Kara ku di Îlona 1981’ê de nivîsandiye, a bi navê ‘Şehr bike yar’, bi we xwînerên dilsoz re parve bikim, “Şivanek li bilûrê dixe bêdeng/ Bilûrek bêtebûnê lêdide di dilê min de/ Ez li ku me ax tu li ku yî yar/ Min bi qasî te bêriya te kiriye/ Û sînga min li min teng e/ Were şehr bike yar/”
Xwînerên hêja, hûn dikarin her du çarînan bînin rûberî hev, bi rûberkirina wan nizanim hûn ê çi hest bikin, lê dixwazim bala we bikêşim ser ku di navbera biruhketina her du malikan de bi sedan (nêzî sêsed-çarsed) sal hene. Lê ji her du malikan jî mirov dikare eynî bêhnê seh bike. Eynî ruhiyat, eynî his û pêjn tê de xwe didin der. Di her duyan jî de tiştê herî li pêş, zindîtiya peyvan e, hûnaka malikan lêk risiyaye û wate jî hev temam dike.
Di deq û nivîsarekê de tiştê herî girîng hevgirtina maneyê ye. Lêkrisiyana peyv û lêbarkirina hêmayên wan e. Lê mixabin, îro li meydana kurmancî em li vir li wir tûşî bi sedan pexşan û helbestan tên ku serekî wê diçe nizarî yê dîtir diçe berojî. Di deqên wisa de, zimanekî xemilandî yê ku tê de du hevokan eleqeya wan ji hev tunebe tê bikaranîn; xasma ev, tenê şêlûtî û qelebalixa hevokên hevnegirtî tîne pê, ku heke tu rabî van hevokan bidî ber das û biviran jî, dilopeke xwînê jê nayê; wisa hişk, çilmisî, şêlû û guvaştî ne...
Hejayî gotinê ye ku zimanekî guvaştî yê ku ji peyvên qebz hevokên stewr anîne pê, kurmancî birîndar dike. Ev yek jî, berpêngê dide ber pêşketin û bilindkirina standardên zimanê kurdî. Ji bo ku em bişên behsa zimanekî kemilî yê peyv zayînde, ne kurdûnde; hevok wekî sûlavekê bicoş û sermest, ne qed qed û bêserober, bikin; divê em li ruh û ruhiyeta kurmanciyê vegerin.
Bilindkirina standardên kurmanciyê di destê kurmancîaxêv û kurmancînivîsan de ye; berî her tiştî divê em pêdiviyên zimanê xwe baş tespît bikin da ku rê û rêbazan jî diyar bikin... Bi kurt û kurmancî, nanî bidin nanpêjan bila nanek tunebe... |