|
Di nava her gelan da ciwan mîna hêza motorîk ango dînemoyê ya civakê û milletekî tê bi lêv kirin û tê dîtin, xwendevan jî mîna hêza ji civakê re rêbertiyê û pêşkêşiyê bike tê dîtin. Ciwan, bi taybetî xwendevan pêşeroja civak û gelan e. Ji bo ku di nava civaka me de kêm xwendevan heye û ciwanên me di bin bandora çandin biyanî de dimîne mirov dikare bêje ku “Pêşeroja me di xeterê deye”.
Ji ber ku hebûna gelê kurd li Ewrupa û bi taybetî li Elmanya zêdetire, ezê di nivîsa xwe yî îro de hewl bidim ku pirsgrêk û xeterên ciwanên me li Elmanya pêre rû bi rû mayê zelal bikim û ve bêjim. Sedemek din jî, ji ber ku ez bi xwe li Elmanya dijîm û xwendevanim.
Ewrupa bi giranî Elmanya sîstemek wusa avakiriye ku dixwaze hemû biyanî yan li ber bayê çanda xwe bixe biguhere û formekê bidê û bike wek xwe, bi gotinek din dixwaze di ava asîmlebûnê de derbas bikin û bi avên xirêj bişo. Lê ecêba mezin eve ku Kurdên me bi destê xwe zarokên xwe dişînin ser xeterên wusa û bi destê xwe di çemên asîmlebûnê de diherikîne.
Lê ji ber ku mirovên temen mezin guhertina wan zahmete, sîstemên welatên mijara gotinê dest davêje ciwan û zarokên me û dixwaze wan bike alav ji bo sîstema dewleta xwe.
Gotinek pêşiyên me heye ku dibêje: “Ger tu bixwaze gelekî asîmle, biguhere û tinebike, dibê tu dest bavêje zarokên wî welatî”. Dest bavêje zarokên wî welatî ji ber ku zarok nîşan û hêza pêşeroja gelan e.
Wusa xuyaye ku ev welatên mijara gotinê ev şîreta pêşiyên Kurda ji xwe re kiriye guhar.
Lê ev tenê milekî babeta me yi, aliyê din civaka me yi, ango malbatên me yî ku li Elmanya dijîn e.
Ku em dibêjin zarokên me pêşeroja me ye, ku em dibêjin zarokên me hebûna me ye, gelo çima em li pêşeroj û hebûna xwe ewqas kêm xwedî derdikevin, çima em li ser xwendina wan nasekinin, em çima dihêlin ku bive mîna biyanîyan, bive mîna Ewrupiyan, çima em vê çanda meyî delal ku dapîrên me bi sedan salan hewl daye ku biparêze ji wan re navebêjin?!
Komel û Saziyên me cîhê ku em wêneyê xwe têde dibînin û cîhê hevdîtina çand û hunera me ye, cîhê nasnameya me ye. Lê mixabin gelek malbatên me bi awayekî din nêzîkî mijarê dibin, dibêjin em zarokên xwe bişînin Komelan an jî Sazîyek din, ewê zarokên me bişînin serê çîya, bi gotinek din bi tirsê nêzîkî vê pirsgrêkê dibin. Ji ber vê sedemê zarokên xwe ji hemû tiştên ji martî dûr dixin, ji rastiya nasnameya xwe, ji rastiya çand û welatê xwe dûr dixin.
Lê dema dinerin ku wusa zarokên wan ji destê wan diçin, poşmaniyek bê veger li wan dibe mêvan, û êdî dem dereng dimîne.
Dibê em tê bigêjin ku ev rastiya biyanîbûnê ye, dema tu li nirxên xwe, li nasnameya xwe yî siyasî, li rastiya çand û welatê xwe xwedî dernkeve û nede jîyankirin, mirov nikare pêşiya otoasîmlasyonê bigre û êdî pêşeroja me dikeve tahlûkê. Mixabin gelek malbatên me vê rastiyê ji ber çavan wunda dikin û li ber çav nagrin.
Ji bo ji serdeketina van pirsgrêkên jimartî dibê malbatên me têkîlî û dîyaloga bi zarokên xwe xurtir bike, ji bo zarokên me karibe bi me re derd û xemên xwe parve bike, ji bo ku zarokên me karibe baweriya xwe bi me bîne. Girêdayî vê dibê em ji xwe pirsa çima ewqas mirovên ronakbîr û xwendevan ji nav civaka me derdikeve, bike. Û herwiha dibê em giringîya xwendin ê bi zarokên xwe bide fahmkirin, dibê em nişanî wan bidin ku gelek bûyerên ku heta niha hatiye serê me ji rûyê kêm-zanebûn û kêm-xwendiniya me ye.
Zarok û Ciwanên xwendî hişyarîya wan ji bo welatê wan, ji bo nirxên wan û pirsgrêkên civaka wan mezintire.
Ku em dibêjin Ciwan û Zarokên me pêşeroja me ye, dibê em wan bi bingeha zimanê dayikê bi nirxên netewî û rastiya welatê xwe perwerde bikin, ku ne wusa be, zarok û ciwanên me yê ji destê me here û pêşeroja me yê tarî be û di xeterê de be…
Siyamed Sîpan Ugurlu |