|
Mirov li ser çi dinivîse? Ez dixwazim di vê nivîsara xwe de bizavê bikim da ku bersivekê ji vê pirsê re peyda bikim.
Mirov li ser ‘xwe’ dinivîse; li ser her tiþtê aîdê xwe, li ser bîr û boçûn, fikr û hestên xwe. Li ser her tiþtê çi bi awayekî erênî, çi jî bi awayekî neyînî tesîrê li ser mirovî dike, heyecanê dide mirovî an jî ji bo mirovî dibe xem... Mirov evîn û hezkirina xwe, kul û keserên xwe dinivîse.
Mirov merem û hêviyên xwe, xwezî û armancên xwe dinivîse. Mirov ramûsana ewil a yara xwe, serîrakirina pêþîn a li dijî dayik û bavê xwe, keftûlefta umrê xwe, lêgerîna bayê dilê xwe, xweliya gundê xwe, yarîgeha zarokatiya xwe, þûmî û serhiþkiya jiyana xwe, tirs û hêrsa hinavên xwe; xwe û ji xwe pê de her tiþtê ketiye nav herzêl û quleteyna hiþ û bîra xwe...dinivîse.
Ji ber hindê ye ku di vê nivîsarê de min xwest li ser gundê xwe binivîsim, naxêr, ne ji gundperestiyê vê yekê dikim, egera min a nivîsê ew e ku di van kêlîkên ku hûn vê nivîsara li ser Gûzereþê dixwînin de, belkî di heman demê de Gûzereþa ku hûn ê jî bibînin ku bihûþteke li ser erdê ye, di bin dû û dûkêla þer û lêkdanan de, dinale. Tenê beriya hefteyekê bû, ku 10 kes ku bavê min jî di nav de, li wir, li ser erdê bav û kalên xwe, rastî îþkenceyeke giran a leþkeran hatin û hê jî girtî ne. Yanî, agirê þer û hengameyê me hemûyan pêkve disoje, Xwedê avekî pê dake!...
Piþtî van kurteagahiyan îcar dixwazim ku hûn niha çavên xwe deynin ser hev, bimiqînin, dên û bala xwe bidinê û bi min re empatiyê bikin û bên, em bi hev re, wekî çawa her bihar û payizan refên qaz û qulingan di ser vê bihûþtê re ji bo zozan û germiyanan difirin, em jî bifirin wê bihûþtê û çavekî li vî warê spehî, warê gûz û gulolê, bihûþta berze bigerînin.
Wekî Gûzereþê me îro, dûr, deraz, asê, birîndar. Li wan deran, li dûrgehekê, li bin sî û dilê çiyayekî serberz warekî spedî, di newaleke kûr de bihûþteke jibîrbûyî, bêdeng, hêþîn, avîn, hênik, zelal lê birîndar... Li ber dilê mirovî çi dever nabin warê ku mirov lê mezin bûye. Mirov diþibe warê xwe; naxêr, warê mirovî diþibe mirovî.
Di newaleke kûr de ye Gûzereþ, rêzeçiyayên dorê wekî tanekê ew pêçaye, serdarê van çiyayan jî Gare ye. Gare çiyayekî volkanîk ê vemiriyayî ye. Ji ber wê ye ku li sertarên wî golên krater malovaniya zozanên hêþîn û têrxwer dike. Li her bihosta van zozanan kanî û avzêlek hiltavêje, giþ bi terazin in, her panav û kêrîmil ji sosin û asmîn, nêrgiz û binevþ, alal û beybûnan xemiliye, belekiyên keviyên berfê jî bi ser de hezar xweziyan di dilê mirovî de diçîne.
Gûzereþ volkaneke vemiriyayî ye di dilê min de; ji qeraseyên filehan bigirin heta perestgeha Pîrî Hecîmenda êzidxanê, ji Dêra Berojî bigirin heta Qesrika Mîromerî, ji Navronkê pîroz bigirin heta Pîrxidirê derwêþ, Gûzereþ kevnewar û þûnewarê gelek êl, hoz û qewman bûye. Kavilên wê þahidê bi sedan þikeste, talan û koçberiya êl û êlatên kurd, keldanî, cihû û suryaniyan e. Ji eþîra Tixûbê ku eþîreke keldanên deverê bû, bi sedan bermahî û kavil li Gûzereþê mane.
Gûzereþ li bin kepê Gareyê serberz, bûye þahidê gelek hevrikî û berêkdanên gelekî qewî; di gelek stran û lawjeyên dengbêjan de pesnên wê hatine dayîn. Bo nimûne, di payizokekê de wiha hatiye gotin, “Gare bilind e pêþberî hemû dinyê, birên kewderiyên ref bi ref difirinê, Gûzereþ bihûþt e li binê...”
Li Gûzereþê bi dawî tê ger, qonaxa dawiyê ye, sercuhana Gareyî ye. Ji Gûzereþê pê de Gûzereþ heye; warekî berfîn ku zivistanê bi qasî metreyek û nîv berf lê dibare, havînê jî ji hinar û hejîrê bigire heta tirî û her celebê dekakî lê þîn dibe. Bi vê taybetmendiya xwe ya wekî mucîzeyekê, warekî avîn, hêþîn û gelekî bi ber û bereket e. Hêjî gotinê ye, warek dirûvê suriþta xwe li warniþînên xwe dide, ji ber vê ye ku, gûzereþî xwedan tebîet û suriþteke nerm û dilovan in. Wekî Gûzereþê me îro, dil-lerza min dest pê kiriye, di her jenê de Gûzereþek di rondikên min de dilerize. Di her jena dilî de Gûzereþek di dilê min de dorpêç dibe, diþewite, wêran dibe. Dengê wirdê sofiyên Navronkê pîroz ji Mizgefta wê ya þewitî tê ber guhê min, ji Dêra Rebenan ayîna filehan a berî nefîamê bi ber guhê min dikeve... Em hemû çûn, me hemûyan jê xwar, vexwar û tê hilperiyan lê Gûzereþ hêj jî li wê derê ye, li bin kepê Gareyê pîroz, diþewite.
Ez zanim, Gûzereþê, ez zanim, duh jî pêr jî yên ji ser sînga te koçber bûn kulek li dilê xwe hiþtin, ew jî ew bû, ku qurteke dîtir ji wê ava te ya tezî vexwin, rojeke dîtir mêvanê te bin, ji ber ku ew ji te têr nebûn... Ez jê têr nebûme, neþewitînin Gûzereþê!
|