Qonseya Ewlekarîya Netewî ya Tirk di 29. 12. 2005 an de civîya. Wekî kû tê
zanîn, di encama vê civîne de hatî ragihandin kû , dewleta Tirk di derheqê
pirskirek a Kurd de, ji tu guherînen nû re nevekirîye.
Beguman di eynî belevokê de, te destnîşankirin kû, meselê Kurd meselekî
terörizmêye û divet bi rebazên ser, ev mesele vere fetisandin. Di
dirêjahîya belavokê de, tê xwestin kû li hember PKK seferberîya gelanperî
were sazkirin û hemû curê xebatên Kurd de, ji tereh sazî û dezgêhên wekî
MİT û yên din va were şopandin û eger pêvistî pê hebe bi awakî tundî biser
wan xebatan de biçin.
Piştê civîna Qonseya Ewlekarîyê: Serok komarê Tirkîyê Ahmet Nejdet Sezer
jî, di daxwuyanîya xwe ya sersalê de, bi heman armancê balkişand ser
minaqeşeyên nasnama jor, jêr û waha got: " Bi ana gorî zagonên bingehîn,
Li Tirkîyê deshilatdarî bê qeyd û şêrd ya netewa Tirkê. Li Tirkîyê yek
netew heye û ew jî netewa Tirke, yek ala heyê ew jî ala Tirkê, yek ziman
heye ew jî zimanê Tirkîye. Divet her kes van rastîyê dewleta me bipejrîne.
Dijberîyê van rastîya, tu car ji teref me va nayê qebulkirin"
Her çiqas di van du salên dawîn de, di zagonên bingehîn de çend guhertin
pêk hatin û di encamê van guherînan de , di Qonseya Ewlekarîya Netewî ya
Tirkîye de, reyedarên sivîl hatin bicîh kirin jî, lê jiber di zîhnîyet û
karekterên sistemê de, guherînen bingêhîn pêk nehat, di serî de ji bo
pirskirêka Bakurê Kurdistanê û bigirêdayî wî nezikayîya dewletê ya li hember
Başurê Kurdistanê de tu guherînên berbiçav nahatin rojevê.
Wekî kû tê zanîn, Qonseya Ewlakarîya Millî: Organa temsîla Artêse bixweye.
Yane dewleta Kûr bi xweye. Li Tirkîye di sîyaseta hundir û devre de, biryarê
Qonseya Ewlakarîya Milî digre, bê gotin ji terek hukumet û erkên sivîl va
tên pejirandin û di piratikê de mesuliyetên van biryara kit bi kitê tên
pêkanîn.
Li alîyek din jî, biryarê di Qonseya Ewlekarîya Millî de tê girtin, gelek
caran ji raya giştî tê veşartin û tenê sernivîsên rojêvê, bi sêwayek
ezberekirin tên dîyarkirin.
Di civîna Qonseya Ewlekarîya Millî ya davin de, ji bo bijminên devre û
hundir de, tê destnîşankirin kû Kurdistana Bakur û tevê Başur, ji bo xetê
wan ê sor tehlukeyê û divet li hember destekevtinen Başur û teve xebatên
Bakurê Kurdistanê bi hişyarî vere tevgerandin.
TIRSA GENERALÊ TIRK
Generalê Tirk baş dizanin, kû eger meseleyên Kurd bi rêbazê sîyasî û
demokratîk were çareserkirin, ev çareserkirina bi vî rengî rê li ber
demokratîzekirina Tirkîye ji vedike. Dema dewleta Tirk ber bi pêvajoya
demakrasîyê va biçe, wê demê , di serî de Generalê Tirk û hin der û dorên
naha li Tirkî yê li ser sîstemê xwedî nufusin, deshilatdarîya xwe
wendadikin. Ev wendakirina deshilatdarîya wan, di eynî wex tê de rê li ber
darezandina wana ji ber sucê li Kurdistanê kirine vedikê. Ji bo kû
pêvajoyek bi vî awahî li Tirkîye, destpênekê û bipêşva neçe, di serî de
Arteşa Tirk û sazîyên li hember tekoşîna Kurd hatîye damezrandin, bi hemû
îmkan û derfetên xwe dixebitin kû pêşî li pevajova demokrasîye digrin.
Jixwe buyerên li Şemzînan û piştre li Gewer û Çolemergê qewimî, rasteras
dibin çevdarîya Artêşa Tırk de hatîbu organîzekirin. Pişte wan buyeran,
daxwuyanîyê Fermandarê hêzen bejahî yên Artêsa Tirk Yaşar Buyukanit di
berbarê çalekvanan de dikir, tekilîya Artêş û dewleta Kur bi hemû alîyan xwe
radixist ber çava.
Veca eger em bi hişyarî, li ser encamê biryarên di civîna Qonseya Ewlekarîya
Netewî ya Tırkîye de, li hemder PKK û tekoşîna azadîya Kurd hatîye girtin
bisekinin, dê emê bê zehmetî tebigihêjin tirs û panika naha ew tedane.
|
|