...Û rengên bi bela ... Û por...Û gotina dawî...
Di govendê de wek kew û periyan e ev keç. Mîna karxezalekê çiyayî, hespekê çargavî, bajarekî bi lembeyên cihêreng ên erotîzmê ve xemlandî ye ev keç. Hemû rengên malabata romantîzmê di neynika cesta-bedena wê de diyar dibe. Xweþ diyar dibe. Zelal diyar dibe. Mîna pelgehekê ter û gulek nazenîn e ev keç.
Li rast û çepê wê, du xortên stêrkî û ew ji di nav wan de heyveronî ye. Bi teyîsînekê avzunî dilîzîn ha dileyizin. Ha ha dilîzin. Ho ho dilîzin. Melodiyê kilamê miz didin dilîzîn. Maç dikin dilîzin. Ji lêvên kilamê þereba reqsê vedixwin û dileyizin. Sergovendî lê tê. Mîna mamostayekê perwerdebûyî, bi rêkûpêk serê govendê dikiþîne. Bê qisur dikiþîne. Bi pergal û têrçand dilîze. Dilîze bi helkehelkekê ve ha ha dilîze.
Cilên reþ lê ye û wê bê zelalî dide xuyakirin. Gava bi awaza bilûrê re çokên xwe diþkêne, hewar xwedêyo, hezar þûþeyên bi þerbeta evînê ve dagirtî di dilê min de diþkên. Kirasê wê yê çîk spî yê ku di ber fîstanê wê yê reþ de xuya dike, min dipekîne gerdûna melheziyên zirav û nerm û germ....
Di demên weha de, dixwazim bibim çûkek û veniþim ser guliyê dara newala pêsîrên wê û ji sêv û hûrmiyên wê bixwim. Xweþ bixwim. Bi îtinayekê zirav û bi halekî kuvî bixwim. Gez bikim bi sih û sê diranan, bicûm û daqurtînim nava xwe...
Du pêsîrên gewr û bel, qerqaþ ên têr gihayî, bi gul û kulîlk..... Rengê rûyê wê, genimiya vekirî ye. Ewqas xweþ û avzunî dixuyê ku nikarim çavên xwe jê vekiþînim.
Ji rûyê wê yê heyveronî çiruskên bi þewq, bi teyisîna tavê re sayî jê difire. Belek beleki ye rûyê wê. Gewr e. Gewrekî vekiri ye rû. Xwedî du lêvên kujerî û masîgoþt e ev keç.
Bi eda û rakêþeriya xwe ve bê pirs û bersîv bê zext û kotekî dibim dîlê diranên wê yên mircanî ku di nava herdû lêvên dilkujerî de diteyîsin.
Erê ev keçik min vedixwîne ser sifra dilê xwe. Min dike mêvanê diranên xwe yên mircanî, lêvên xwe yên kujerî, çavên xwe yên xezalî, çotkeziyên kejî, zimanê hingivînî, ber û pêsirên zozanî û her wiha, bihuþta xwe ya nerm û germ û têrgoþtî....
Û rengên bi bela. Rengên ku miriyan ji gorê radike.
Ji çavên wê yên xezalî, rengên kujerî dipalzine. Rengê mor, sor, hiþîn, zer û yên din....Rengên ku ji çavên wê dipalzine, odeyek ji erotîzmê pêk tîne. Odeyek bi motîv û tîpên ji malbata erotîzmê û ewqas jî balkêþ.... Odeyek bi alavên þevên kanunê, karê kêfê, karê bi xweþî û sefayê ve tijî..... Û bêguman ez jî di odeyekê weha de, peyrevê rengan im. Ji yekî direvim yeka din. Bi hahayekî nedîtî ve....
Û por.....
Porê wê yê hevrîþimî, gulgulî ye. Zer zer, zerika hêkê ye. Heta ku tu bêjî gurr û daristanî ye. Nerm û germ nola hevîr e. Mîna hemû keçên kurdan, porê wê li tuncika serî girêdayî ye û di navbera herdû xortên stêrkî de, reqasek nedîtî û ewqas jî narîniyane dilîze. Bê eda dilîze. Bi kujerî dilîze. Ji serî ta lingan, bi awayekî nerm û germ, bi wî alî û vî alî ve xwar dibe.
Gava dibiþire, kizînekî hisî berdide dilê min. Ev his, tofan û bagera evînekî veþartî di dilê min de digerîne. Bi sehkirina vê hestê zirav re, sivik dibim. Mîna perperokekê.... Û ev his xwen û xeyalên min ên razayî þiyar dike. Piþtî vê hiþyarbûna ji xeyalan nivîs tên. Rûpelên ku xwedî cestê-laþê þîrsipî, bi rêzên reþ ve tijî dibe. Bi rêzên evînî, diramî tijî dibe ha ha tijî dibe. Sekan û rawestan çi ye nizane.....
Erê, ev ji salakê ye ku ez her li bal û qam, li liv û lebat, li pel û þax û gulî, zar û zimanê vê mêrkujê temþe dikim. Ev keçik mîna gelek caran þeva cûyîn jî mêvanê xewna min bû. Ez dîsa li ser lêvên wê diheliyam.
Bi qîjeqîj diheliyam. Mîna rûnek li ser argûnê diheliyam. Bê Haydariya wê. Li ser lêvên wê diheliyam, lê mîna her carî dîsa yekê din di zozanê pêsîr û newala cesta-bedena wê de diçêriya.
Min dixwest ku di wan demên ku ez bi qîjêqîjekî nedîtî ve li ser lêvên wê diheliyam, ew jî bi hebûna min bihesiya. Lê dîsa nebû. Dîsa dengê tepetepa dilê min neçû guhên wê. Dîsa ji xuþexuþa çemê ku ji cesta-bedena min pêk hatî, haydar nebû.
***
Min li ber xwþikahî, rakêþerî û reqsa wê ya ku ez dîn û har kirime, romanek ji sêsed rûpelî nivisî. Lê mixabin ku ew hê ji bi vî halê min nehesiya ye. Ji ber vê yekê ye ku niha di dewsa min de, yekê din mêvanê sing û berê wê ye. Gelo dema bi vî halê min bihese wê çi bike? Nizanim, lê ez dibêm ku vegotina baweþînên ku di dilê min de, bagera evînekê avzunî digerîne, bikim.
Keça xewn û xewnjînên min, bizanibe ku min di reþika çavên te de qesra evîn ê avakiriye.
Bizanibe ku min reþika çavên te di kurahî ya spîka çavên xwe de veþartiye.
Bizanibe ku ez her þev mêvanê siya bijangên te me û di dilê te de avjenî dikim.
Bizanibe ku ez her gav bi hesreta razana di nava herdû pêsîrên te de, bi kizekizekî ve diþewitim.
Bizanibe ku pêdiviyên xwarin û vexwerina xwe ji heyiyên porê te yê daristanî pêktînim.
Bizanibe ku ez dermanên hemû birînên xwe, ji kenê çavên te berhevdikim.
Û gotina dawî....
Periya xwen û xeyalên min, baþ bizanibe ku min ji delalî, kubarî, rakêþerî, û avzûnkariya cesta-bedena te, romanekî evîn î, keserî, diramî nivisiye. Pir ne, piþtî çend heyvan ez ê romana ku min binyata fantaziyên xwe ji wê rûyê te ye rengegenimî, ji nawqa te ya ziravî, ji hinarikên te yên wek du sevên xelatî stendiye û nivisiye, diyarê te bikim.
Piþtî vê nameya xwe, ez ê her li benda hatina te bim. Heke tu neyê û bi ser de, destûra çêrandina giha û hîþinayiyên cesta-bedena xwe bidî yekê din, nexwe wê demê ev kiryara te wê ji bo min mirinekî keserî be.
Çimkî tu zerya xewn, xewnjîn û xewrevokên min î. Ji ber vê, ez dixwazim ku tu bi kubarî û kujeriya xwe, ne li nik yekê din, li nik min bî.
Hezkiriyê te.... Hezkiriyê rakêþerî, xoþewistî û cesta-bedena te ya avzunî....
Firat_Mîrqasimlo...