Bi gotina Herema Serhedê dibêjin; "Bave min, kekê min, xwýs ka mýn, dewlet þixulê xwe dike, lê li ber vê þixulê dewlete hûn cer dikin"
Te gotin; “Serokê Koma Komeleyê Kurdistan bi bist rojan, bi cezayê hucreyê hatî cezakirin”. Hun bawerkin ez bivê biryarê hanê ne þaþbum, ne jî min li Çokê xwe xist. Ji ber kû dewleta ji teref Dolên Asenayê va pêk hatî ye, di heman demê dirêjahîya umrê xwe de, di serî de ji Kurdan û ji gelê din re, tenê Kujtin, nefîkirin, talan û werankirin anîye. Ev cezaye hanê jî, ji vê qarekterên wan ê nemirov û sadist va pêk hatîye.
Li milê din guman tunneye ku, tu hêlen erenî yên vê cezayê hanê were gotin û mirov pê îkna bibe tune. Ji xwe ev heft salê Serokatî di nav tecrîdê tê tecrîdkirin. Dewleta direwîy bi vê cezayê hucrê e bîst rojan ji, dixwazê bêjê hey Kurdo; "Eger te min nasnekirîye, keremke min binase." Nizanim! lê dibe kû me naskiribe, yan ji em dirêya nasandinê danê. Ez ê bi vî aqilê xweyê nivcu, ji bo ew kêsen dirêya naskirina vê dewletê danê, çend tiþta binivîsim.(Bal. Ne ji bo ew kesên ku hema wekî zikir bikê , rojê 100 carî behsa biratîya Dolên Asena û Kurdan dikê. Jixwe ne hewceye ku em aqil bidinê wan. Wan kesan rîya xwe ji zuva hilbijartîye. Li wan pîroz be.
Xwendewanên Heja.
Ev heft sale îrade, namus, seref û hesîyata Kurda di destê "Dolên Asena yê de" dîlgirtî (êsir) nîne?
Di nav van heft sala de, bi destê "Dolên Asena" di kesayeta Serokatî de. her kêle, her diqîqe û her roj pê li nirx û taybetmendîyên Kurda nayê kirin û wek listokek pê nayê lîstin?.
Di nav van cend mehên dawî de, agahîyên ku ji serokatî tê dilê hemû Kurdên, Kurdperwer dihêsîne.
Nimune: 1. Cihê ku serokati lê dimîne, bi wî didin paxijkirin.
Nimune: 2. Di hevdîtinê serokatî, xwuþk û birayên wî de, Axaftina bi zimanê Kurdî lê wan tê qedexekirin. Yanê divêjîn tu>Serokatî, xwuþk û birayên xwe, nikarin li vir bi kurdî biaxifin. Li hember wê qedexekirina zimanê me, gelo em çi dikin? Xwendewanên Heja. Qet merak nekin, hun ji baþ dizanin. Lê ez ê dîsa nijaprepestî xwe bikin û ji were bibêjim. Em! Em ji her hewl didin xwe û bi awa kî saqizîkî( þimarikça) bi zimanê wan diaxifin. Sed mixabin.
Nimune: 3. Gelek caran Rojname, Kovar û Pirtuk nadinê û eger bidinêjî, ev dayîn jî ji mehê carekî dive. Gelek caran nedayîna Rojnamê, Kovar û pirtukan du, sê meha divîne. Mirov dikanê nimunê bivî rengê zêde bikê, lê ne hewceye. Di vî noqte de, ez dikanim tenê wisa bêjim. (Xwedê aqil û firasetek bide wan kesên hîn bawerîya xwe bi guherandina dewleta Dolê Asenayê tînin.
Naha divê mijarê de, tiþte ku herî zêde mirov pê diêþê, mixabin rewþ û helwesta Sîyaset, gel û hareketa Kurde. Bi gelanpêrî di rewsa kurda de Xwuya ye, ku Kurd vê tecrîte de, êdî normal dibînin û wek buyerek picuk û rojane dinirxînin û mirov dikanê bêje, dipejrînin.
Guman tuneye kû ev tecrid û îzalasyona heft salê, bêrawestan û bi awakî zanabûn te meþandin, di roja îro de, êdî bi hemû aliyên xwe va, tê zanîn. Dewlet ya xwe dike. Ji bo dewletê dujmin dujmine û divê were fetisandin.
Bi gotina Herema Serhedê dibêjin; "Bave min, kekê min, xwýs ka mýn dewlet þixulê xwe dike, lê li ber vê þixulê dewlete hûn cer dikin"
Ev gotinek gelek rast e. Ji bo me Kurdan, tiþte kû lazime di esasê ve gotinê de were fêmkirin, bêguman gelek mihîme. Rast em li hember vê tecrida, êdî bi hemû alîyen xwe va hatî zanîn, xwedî yê çi xebatîne?
Ka werim em bihev re rêzen jerîn bixwînin.
Herced lê hember vê tecrî de, reaksîyonên nerazîbunê, curê xwebat û çalekî te li darxistin jî, lê ev xwebat û çalekîyên hanê di roja îro de, ne xwedî tesîre û neji dikanê ji giranîya babete re bibê bersiv. Ji ber ku ev çalekî û xebatên naha li hember tecrîdê de, tê li darxistin nê nûye. Yanê ne bi gorî heyama nû û giranîya tecrîtê ye. Wekî kû hun jî dizanin, ev rêbazên naha li hember tecrî dê tê bikar anîn, ev heft salê bi avakî peryodik tê li darxisin û êdî ne ji bo dijmin û nejî ji bo gelê Kurd xwedî tu manê û wateyê nîne.
Ji bo mijar baþ were fêmkirin, ez ê bi çend nîmuneyên din nivîsê bibomînin.
Nimune: 1. Xwe bi xwe bifikirin. Hunermendek eger bi sala, di þev û þahîyan de eyni sitranan bibêjê û berhemên nû ne afirine, gelo ew hunermed dikanê di rojevê de bimîne û hûnermendîya xwe berdewanke?
Nimune 2. Eger Xwedîyê xwaringehêk, ji bo mîþterîyên xwe her roj eynî xwerinê çêkê, gelo ew xweringeh dikanê bala miþterîyan bikiþîne ser xwe û di warê aborî de li ser nigê xwe bimîne?
Nimune. 3. Hun li karxanekî bi sifatê xwe karkerin û ji bo debar û pedîvîyên malbata xwe diþuxulin. Xwedîye karê we, ji mehanîyên weyê berê kêmtir perê dide we, hun ji nerazibûna xwe ji re dibêjin, "bila vê mehê wekî te be, lê mehên peþî jî wisa be ez ê dev ji kar ber dim. Meha tê xwedî yê karê we dîsa mehanîya we kêm bide û hûn li ser gotina xwe nemînin û dev ji kar ber nedin, vir terk nekin gelo cîdîyete we li ba karbendê we dimîne?
Hevîdar im minakê min dayê, ji teref wê xwendewanên hêja va hatîye fêm kirin. Birastî ez naxwazim gotina pir li ser hev barkim û serê we bihêsînim. Lê bi îzna we, ez ê bi çend gotinê din nivîsê biqedinim.
Hevalên hêja. Min bi mînakên jor xweþ ez bala we bikîþînim ser rewsa me. Yanê rewsa meya li hember tecrîd te.
Ev heft salê, li hember tecrîd de, heye 200 bîryar hatîyê sitandin. Heye 200 daxwuyanî hatîye dayîn û di heman daxwuyanî û biryaran de, waha hatî gotin:. " Bila di serî de dewlet û derûdorên bi vî meselêyên re elaqedarin, baþ zanibun ku li hember Serokatîya me, hemû curê nizîkatîyên cewls, ji teref meva tê þopandin û bersîv dayîna meya ji van nezîkayîyên cewls re jî, di çerçeva xeta xwe parastinê de, wê were dayîn.
Beguman armanca min li vir ne ewe, ku ez çalêkî û raperînen gelê mê bicuk bibînim û bidim nixaþkirinê. Lê wekî ku min li jor jî anî ziman. Divê di serî de hareketa Kurd û sazîyên dîn, di derbarê tecrîde de bîryaren digrin, di piratikê de pêk bînin. Divê biryarên tê girtin rojek, du rojê din neyê guhertin. Eger biryar di piratikê de bicîh were, dibe bîryar.
Herwaha li hember tecrîda li ser serokatî, pewistî bi rêbazên nû heye. Ev rêbazana ji hûn pê dizanin. Pêþîyen me çi gotîye; " Eger yek ji zimanê xweþîyê hem nekê, divê hûn jî bi zimanê wî biaxife" Ne wisaye?
Di dawîya vê nivîse de, dilê min ji min çend gotine dawî dixwaze. Ez we nizanim! lê ez rê û rêzanek mezin didin hemû dila û dilê xwe. Divê mirov yekcaran goh bide hewarê dilê xwe jî. Belê keremkin............
Divê pêt zanîn ku dewleta Tirk, ji bo Kurda ne dost, ne bira û neji dijminekî xwedî wicdane. Divê Kurd ne ji bo guherandina vê dewleta direwîn býtekoþine. Divê Kurd bi hemû hêza xwe hewl bidin xwe û vê dewleta dijminê nijadê xwe ji holê rakin. Ne ji bo guherandina qarekterê wê yê olîgarþîk bixebitin.
Dibe ku van gotinê min, bi tereh hin kesan va, bi mora nijadperestîyê were morkirin. Ev îhtîmalê kî mezine. Lê hun bawerkin, morkirina nijadperestîyê têw di xema min da nîne. Ji bo min û ji bo mîlyonan Kurda, êdî bawerî ji bo vê dewletê nemaye. Ma çima bimîne?
Firat_Mirqasimlo.... 17. 01. 06
dilbiringimgim7@hotmail.de
|
|