|
Gelo herî bêhtir kîjan gotin, peyv, awaz, qîrîn, qîjîn, niyaz, dua, gazin hewara ruhê mirovî dide der? Herî bêhtir bi kîjan gotinê mirov derdê xwe dide pêş? Heke we jî ev pirs ji xwe kiribin, hingê, em bi hev re li bersiva vê pirsê bigerin, we got çi!?
Em dûr neçin, hewceyî pê nîn e gelekî serê xwe jî pê biêşînin, hema em avriyekê bidin ser paşxana miletê xwe, ku Eric Fromm jê re gotiye, ‘Jêrhişa kultûrî,’ bawer dikim ku em ê bersiva xwe jî bibînin.
Gelek caran hatiye gotin ku zimanê miletekî karakter û mîzaca wî derpêş dike. Heke wisa be, wê gavê, gava em avriyekê lê bigerînin em ê bibînin ku ferhenga kurdan bi peyva ‘xwedan’ nijintiye. Ji duhî heta îro gazina li ser devê me her tim li dora ‘bêxwedani’yê geriyaye û xweziya me jî her li asoya ‘lê xwedanî kirinê’ an jî bi kurmanciya îro ‘lê xwedî derketinê’ hatiye û çûye. Belkî ji sedî nodûneh egera miletê me ya şikestin û şikestexwarinê li bejn û bala ‘bêxwedani’yê fesiliye. Kirasê ku vî miletî çu carê ji bejn û bala ferhenga hevok û axaftina xwe nekiriye jî her ‘bêxwedanî’ bûye.
Ehmedê Xanî dema gazin û hewara xwe kiriye, ewil li bêxwedaniya vî miletî hingaftiye û wekî encama vê bêxwedaniyê jî Mem û Zîn bi ruh xistine û êş û drama wan bi roja me gihandiye. Her wisa, di qîrîn û nalînên Pîrê Dengbêjan Evdalê Zeynikê de jî tema û hêmaya ‘bêxwedaniyê’ serdest bûye. Ev, her wisa wekî sinsileyekê di her awaz û hevoka kurdî de bûye hêmayeke bingehîn û li hemû reh û demarên vî miletî belav bûye.
Belkî her ji vê êşê be ku îro jî, heke ‘Hewara Ehmedê Xanî’ ku ji aliyê weşanên Lîsê ve wek rêzepirtûkên klasîk ên kurdî bi ruh û giyan ket, li kula bêxwedaniyê bihingêve, di revezkên weşanxaneyê de di nav toz û dûkêla xwe de bifetise, her wiha nivîskarên kurd di gazinên bêxwedaniyê de bigevizin û nikaribin ber û berhemên xwe bigihînin, her ji eynî kul û birînê ye. Heke şaredarek, rêveber, zanayekî vî miletî gava li pişt xwe binêre kesekî nebîne û bi kula bêxwedaniyê binale, hingê em lê serwext dibin ka çima bêxwedanî ev çend li zimanê me niştiye.
Yanî kula li ser hemû kulan a kurdan bêxwedanî ye. Belkî jî, ev peyv ji hemû peyvan bêhtir li ser zimanê me siwar bûye, her roj, bi dehan caran di nav gilî û gazin, hewar û hêviyên me de tête der. Ji bo vê peyvê me gelek kiras jî durûtine, wekî; “Giyayê hewşê tal e”, “Pişta min diêşe” û hemû tirs û bêdengiya li paşkêşî û vemana me ristine, encama vê bêxwedaniyê ne.
Nasîn û xizmaniya me ya bi ‘bêxwedani’yê re ji mêj ve ye wekî êşa qolincê li nav milên me jan dide. Me hindî gazin li ser kirin êdî gotin di devê me de beyirîn, peyv har bûn, hêvîrtirşê ramanên me pê hilçû, lê kirasê ‘bêxwedaniyê’ qet û qet ji bejn û bala me daneket. Wekî deq û daxekê li nav çavên me ma.
Hez kin, vê carê jî em pirseke wisa bikin, “Xwedan çima pêdivî ye?” an jî ”Çima pêdivî bi xwedanî hebûye/heye?” Berî em bersiva vê pirsê peyda bikin, divê em bizanibin ka ‘xwedan’ ji bo me çi ye, em çi jê têdigihin? Ev peyv çi tîne bîra me/we? Gelo ‘xwedan’ sîvaneyek e, an wesfeke mirov xwe pê diwesfîne, an jêrhiş û kultûrereke hevbeş e, an pîrozmendiyek e ku bi her awayî çavdêrî û sexbêriya me dike, an sembol û banekî neteweyî ye û hwd.?
Ji me/we çi kêm be, xwedan ji bo me/we ew e. Yanî ‘xwedan’ên me ew tişt in ên ji destê me girtine, ew tişt in ên nedane me, ew tişt in ên ji me revandine, ew tişt in ên ku me pê tîne ba hev û li hev digire.
Ji ber vê ye ku, ji bo her hebûna ku divê hebe, xwedanek divê. Xwedanê kurdan kurd bi xwe ne, heke kurdan xwedanî li bîr û bawerî, nirx û kevnetorê xwe kir wê demê ew bûne xwedanê xwe. Heta kurd nebin xwedanê xwe dê zimanê wan lal, giyayê hewşa wan tal, rû û rûmeta wan binpê, ser û serdarên wan destgîr, gund û bajarên wan jî ji bo wan zindan, kavil û wêran be...
Ji ber vê ye ku heçî xwedaniyê li xwe û hebûna xwe bike, ew ê heta hetayê payidar û serfiraz be. |